Qehremané te bûma

Qehremané te bûma

Havîn bûya. Ji meha, mesela tebax bûya. Cîhé em li ser, welat bûya, yan jî welat çavén te bûya.
Çavén te wek yén xezalan bûna. Xezalén wek yén çîroka, narîn, bizdonek û bedew… Mijara kilamén dengbéja û nîşana oxira bûna. Li ser xalîçén me şikil û şemalén wan xézkirî, di dilén me de bimbarekîya wan çékirî bûya.
Kilama desmala desté te, gustîla tilîya te bûma. Di çîrokén dengbéjan de qulîlka ber pozé te bûma. Bibûma ewrén bihara te, bibarîyama, biketama pésîra te. Û di dengé hozanan de mesela, xwezîya te ez bûma.

“Xwezil teyrekî baskbelek bûma
Welat bi welat bigerîyama
Geh bilind bûma, geh nizim bûma
Baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama…”

Şev bûya, hîv hebûya, destpéka demsalé bûya. Qehremané te bûma, di nîvé şevek germ ya tebaxé, di bin bedewîya ronahîya hîvek de…
Deh derîyé dilé te hebûya, tev jî ji min re vekirî bûna… Min nepenek dardakira li ser her derîyek, da bla belav bûya di nav diwalan de …
Nîvek şevé bûya, wek mizginîyek zaroktîyé, me dengek ji diné bihîstî bûya, bihar hatibûya, ez bihara te bûma.

Nîvé şevé xweş bûya, stérk li ser seré me, hîv bi ken bûya… Ji sîhén bedenén me cûdahiyé biavîta bi ronahîya xwe ve…Sterkén şivana yén ku ji jor ve li me dinhérîn, ji bo ku em daxwezîk jé bikin, bişqitîya li ser rûyé ezman. Te bigota “wa stérk şiqitî.” Pejna çevé min bibriqîya, te bidîta û heméz bikira sentezén ji çavén min dadiketin. Ji bîra te biçûna stérk, te di şénahiya şevé de belav bikira pelén xemgînîyén dilé min…ziravtir bikira sîhén me hîv, stérk bixeydîyana ji me… Qehremané te bûma…

Me dengén kelba bibihista ji gundén dûr yén xwedîyén îşiqén temirî. Tu bitirsîyayî gava poré te rijyabû ser singé min. Min bigota “netirse, dengé lingé şevgera ne, ne ji bo evîndara ne.” Hé zédetir bişidanda milén te bedena min, gava girtîbûn édî çevén te, qehremané te bûma…
Nîvek şevé bûya, em bibûna çîrokek qedîm ya réyek dûr û diréj ku berjérî dûrahîya dibe. Kulîlka bavîtana ser me réwîyén westîyayî yén hatin-çûyîna jîyané. Min bigirta qerenfîlek, li alîyé çepé ya porén te da bihûnanda bi kéfek, tu bikenîyayî, béhna eşqé bihata ji lévén te, qehremané te bûma…

Me bidîta ku mesîk dilipite di çemé ku em di kéleké de sekînîne. Te bigota “binér, li kevir asé bûye.” Min bixwesta rizgarîya wé, tu bitirsîyayî, ez bi heter bûna… Hinek paşé bizvirîyama cem te; mesî rizgar bûyî, ez şil bûyî, tu giryayî, qehremané te bûma…

Paşé bidomîya şev, bi ya min bûya divé qet kuta nebûya, zeman bisekinîya… Eynî tiştî, di eynî seeté de li Moda’yé, cotek aşiqén bajarî yén ku li ser zinarén devçem rûniştine û li keştîyén ji Adalar’é tén û stérkén ku em jî di binî da nin dinhérin, bifikirîyan û her kesén ku piştî hesretén diréj gihîştine hev jî… Ronahîya hîvé li pélén behré bida, min kulme hîv péşkeşî te bikira, tu minetdar bimayî, qehremané te bûma.

Qîjînek şahîyé biqelişta şevé ya dayîkek. Zarokek peyabûya ji çîyayek. Di destan de baqek dinya, di her hebek wé de welatek. Tu ténegihiştîyayî, şaş bimayî ji zara ku hezar mané her welatekî di desté xwe de kom kiriye re. Zarok bigota te her tiştî ji serî de, tu guhdar bûyayî gava desté min girtîyé desté te bû. Bi zarokén tékneçûyî yén şerén qedîm bihisîyayî. Te bixwesta yek ji wan mane yén welatan. Zarok bigota te, “ heye desté te bişewitîne.” Tu bi girîn bûyayî, te bigota “naxér, ezé hildim nav dilé xwe.” Tarî bigihîşta ronahîyé, qehramané min bûyayî…
Nîvek şevé bûya, em li gundek, li ser malek, bi hev re bûna. Legleg bihatana hélûnén xwe, mizgînîya bi xwe re bianîyana û ewha xirab nebûya xwezî, dengé şoreşa…

Nîvek şevé bûya. Min desté te bigirta. Di guhén me de hukma bédengîyé hebûya. Di çaven te de ken, di destén min de tu, gumana te ez bûma. Tu xwedawenda mîtolojîya, kîtabeya te ez bûma. Berhema desté te, lehîyé wateyén te bûma. Kilama desmala desté te, gustîla tilîya te bûma. Û di dengé hozanan de mesela, xwezîya te ez bûma.

Li ber me ré derbas bûna. Li ser wan dildarén şoreşa, di wan de evîn, di evînan de jan. Te bidîta halé wan, derdé wan bixwenda û bibîyayî silavek ji wan re. Ji wan, ji şer, doz û xeyalén wan re…

Tu di pevçûnek de, di tengasîya kozikek de şér bûyayî. Gulek béînsaf, hewayé biqelişta, bi lez ber bi te bihata. Tengasî, dilé te bişidanda. Belkî waxté miriné bûya, te tîllîlî bikişanda. Ez bi hawarîya te bihatama. Min desté xwe diréj kira, bida ber enîya te. Gule di nav çengé min de winda bûya, qehramané te bûma.
Paşé girsén mezin xûya bikira di jîyanén me de, tu di nav de. Di destén te de alén sor, yén wek berbanga, wek zayîna azadîya. Dengé te bihata, gazî min bikira. Tu xezala seré çîyan, Sîpana te ez bûma. Néçîra te dildarî, şikefta te ez bûma. Kilama desmala desté te, gustîla tilîya te bûma. Di dengé hozanan de mesela, xwezîya te ez bûma.

Qehremané te bûma, di nîvé şoreşek germ ya welatek de, di bin bedewîya ronahîya hîvek de…

 

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest
Nivîs

Schreibe einen Kommentar