Seregola Intabê

Qotikên Cixarê

Qotikên Cixarê

Qotikên Cixarê

Îro hevalek baş li min gerîya ji Kuşadasiyê. Ez dizanim ev demek dirêj e malpera me dişopîne û nivîsên me dixwîne. Go “gelek cara gava ez ji kar têm, malpera we vedikim, nivîsên we dixwînim, bêhna xwe pê derdixim, westa xwe jê hildidim.”  

Malbata hevala min Kurdên Îdirê ne. Ez dibêm waxtê mihacirîyê de malbat hatîye li gundek Kuşadasiyê cîwar bûye. Hevala min li wir bûye. Bi saya bavê xwe bi çanda xwe hisyaye. Bavê wê guhdarek baş yê Şakiro bûye. Di piçûktîya wê de di mala wan de deng û kilamên Şakiro tim hebûye. Gelek dereng Kurmancî hîn bûye, vê axirîyê êdî dixwîne jî.  Ew jî niha ji Şakiro û dengbêjên din hez dike û guh  didê.

Min jî jê re behsa oda mêra û qotikên cixara yên zaroktîya xwe kir. Bi matmayî guhê xwe da min. Ji ber ku qet li heremê û memleket nemaye, mijar bala wê kişand, bi pirs û meraqên wê mijûlahîya me dirêj bû. Her wiha mijara vê nivîsê jî xûya bû.

Li gunda jîyan bi du rengî ne. Ev herd rengê jîyanê li ser du demsalên bingeh ava dibe. Havîn û zivistan ne tenê du demsal in hema bêje du kanîyê çand û folklora gundîyan, du dinya û alemên serbixwe yên jîyana çolan e.

Jiber ku  cimaeta gundê me bi giranî li odeya me top dibûm, odeya me yê mêra şahidê van herd demsala, şahidê aktorê van herd jîyan û dinyayê ye. Gundî, di havîna de esra dereng, piştî paletîyê li ber odê top dibûn, ji ber ku westîyayî bûn, sohbetên kin dikirin û diçûne malên xwe. Di wan sohbetên kin de jî jixwe bi giranî behsa paletîyê û planên xwe yên sibetirî dikirin. Mesela wê sibê kê bibe palê kê, kê çi karî dike, çi karê kê maye û mijarên her wekî wiha serhev de didan û zûtirî ji hev belav dibûn.

Havîna rojê gundîyan zû destpê dike, her wiha zû jî diqede. Seetek du seet pîştî tarîketinê, di gunda de xêncî betal û nobedara ti kes hişyar namîne. Û dîsa di berbanga sibê de xêncî betal û nobedara ti kes di xew de namîne. Gundî di berbangê de radibin, tevdîrên xwe dibînin, dertên nava gund. Ew roj palê kê bin, ew bi motorê ve tê, palên ku li nav gund top bûne hildide û diçe. Her wiha rojek paletîyê destpêdike.

Lê yek camêrek hebû ku ji yên din teva cûdatir bû. Ew camêr, ku birastî jî camêr e, Kutoyê Miheme ye. Qet nayê bîra min ku Kutoyê Miheme di rojên paletîyê de dirgan hildaye destê xwe û çûye nava gund li benda motora maye. Ji ber ku her sibe, Mişrîqeya kevanîya wî ber derê malê kuçik vêdixist, şîr dida ser agir û berîya ku Kuto û hevalê wî dest bi xebatê bikin, di hênkahîya sibê de şîrê kelandî dida wan û wisa bi rê dixist. Min bi xwe jî ji wê şîrê gelek cara vexwerîye. Di hênkaya sibehên havîna de tema wê şîrê kelandî ya li ser kuçika mala Kutoyê Miheme ji bîra min naçe.  

Gundî tev bi vê qaîdeya mala Kuto beled bûn, ji bo vê, kê palê Kuto bûya yan jî wê kê bi Kuto re paletîyê bikira nediçûne nava gund, diçûne ber derê Kuto, ji ber ku dizanibûn motora ku wê were wan bihere mêrgê jî, wê bihata wir. Pale ji xwe re şîrê xwe vedixwarin, cixarê xwe dikişandin heta ku motor bihata li ber derê Kuto disekinîn. Helbet yên li ser motorê jî peya dibûn ji şîrê kelandî nesîbê xwe  vedixwarin û wisa dest bi royê dikirin.

Lê esas cimaetên giran di zivistanan de saz dibûn. Di demsalên zivistanan de karê gundîyan tenê tariş xwedîkirin bû. Royê sê dana alif didane tarişên xwe û ewqas. Pîştî wî êdî betal bûn. Gundî piştî esrê ku karê xwe xilas dikirin dihatine oda me. Hetanî derengê şevê rudiniştin. Carna di wan cimaetan de çîrok dihatin gotin, carna hineka kilam digotin lê gelek cara kişik, kaxiz û tame dileyîstin. Di odê de kulav raxistî bûn. Li ser kulava mînder, ber mîndera de jî belgî hebûn. Di navbebera cîhê raxistî û ranexistî de cax hebûn. Kulav heta caxa dirêj dibûn, pîştî caxa cîhê sola û sobê bû. Di jêra odê de, cîhê ranexistî de sobe, di şevên zivistanê de qet sar nedibû, her daîm sergîn diavîtinê, agirê wê gur dikirin. Agirê sergîna jixwe zû gur dibe zû jî ditemire. Gava ku gur dibû odê rind germ dikir. Em jî, zar û piçûkên gund li ser textê  ber sobê, li jêra odê rûdiniştin, me him xizmeta cimaetê dikir, him jî me guhê xwe dida wan.

Di nav cimaetê de yên ku cixare dikişandin, jixwe hema bêje herkes dikişand, hineka cixarê xwe diavîtîn jêrê, cîhê ranexistî. Qotikê cixarê wan tilol dibûn dihatin ber lingê me disenîn. Me jî, ji wan qotika, yên ku heta poçikê nehatibûne kişandin, dizîka ve hildida, dibir derva dikişand. Me ji yên ku cixarê xwe heta poçikê nekişandibûn hez dikir, ji ber ku me para xwe jê hildida. Lê yên ku heta poçikê dikişandin û qotikê kin diavîtîn, rikê me ji wan dihat.

Di nav me de yên ku qotikê herî dirêj û rind berhev dikir Ahoyê Heso bû. Aho, qotika zûka ve hildida ditemirand dixist cêba xwe, li benda yên din disenî. Wisa bi sebir disenî ku heta neh deh qotikê bi dilê xwe berhev nekira dernediket. Neh deh heba temam dikir paşê derdiket derva. Gava ew derdiket me dizanibû êdî barê xwe girtîye. Me jî dida dû, em jî derdiketin. Li derva Aho, qotikê ku top kirîye, bi hostatî û giran giran ji cêba xwe derdixist, paqiş dikir û dibir devê xwe, vêdixist. Bi vêxistinê ve dûyê gur, têr û tijî ji cixarê derdiket. Aho wê dûyê dikişand hundurê xwe, paşê devê xwe vedikir, hinek disenî, berdida. Wê demê em matmayî diman. Me digot “ew dû kûda diçe, tu ça dikarî wisa di hundurê xwe de bigrî?” Aho digot,

“Dû heta binê lingê min diçe, paşê ji wir tê ji devê min dertê. ”

Me jî dixwast wek wî bikin. Lê me mîna wî nediqedand. Gava me bêhnek jê hildida em dikuxîyan û dû bêyî ku here hundurê me ji devê me derdiket diçû. Wan çaxa Aho qehremanê me bû, me zehf dixwast ku em jî wek wî bikaribin bikşînin û em zehf pê de diketin ku hîn bibin. Lê qotikê wisa dirêj jî dest me nediket, Aho, Koço û çend hebên din yên ji me mezintir wanên dirêj ji me re nedihîştin. Jixwe bidestxistina qotikên dirêj jî hostatî dixwast. Divê meriv wisa hilda ku ji cimaetê kes nebîne yek, yek jî divê hingî ku ji ber xwe neşewite xilas nebe zûtirî bitemiranda û biavîta cêba xwe. Bi rastî karek ne hêsan bû.

Qotik jî jixwe cur be cur bûn.  Hinek ji wan poçikên wan sor û dirêj bûn. Yên wan dikişandin dewlemend bûn. Yên ku heta cîhê sor dikişandin, me digo “xwedîyê vê tima ye, ku jê were wê pembûyê cixarê jî bikişanda.” Lê hinekê din jî heta cîhê lêvek, du lêva dima diavîtin. Ewan jî ji bo me yên merd bûn, ber nediketin. Xêncî yên poçik sor yên bêpoçik jî hebûn. Ewan jî jixwe pir kêrê me nedihatin. Him ji hev belav dibûn him jî cîhê lêva nedima ku em bikaribin bikşînin. Ew jî qotikên feqîran bûn, perê wanê ku bidine cixarê poçik sor tune bûn. Aho jixwe qet ber bi wan qotikan nediçû, wana ji me re dihîşt, me jî ti temek ji wan hilnedida.

Ji nav cimaetê hinekan titûn dikişandin. Bi xwe re qutî digerandin. Waxtê wê cixare bikişandana, derê qutîyê xwe vedikirin, kaxizek jê hildidan, li ser tilîya beranekê û ya eşhedê radixistin, ji qutîyê titûn derdixistin, li ser kaxiz digerandin, kaxiz bi titûn tijî dikirin, tê de pen dikirin, zexm bi cîh dikirin, paşê lêva kaxiz li devê xwe dixistin, şil dikirin, herd devên kaxiz bi hev dikirin, rast dikirin û hildidan nav lêvên xwe vêdixistin. Gava ku vêdixistin dûyê qalind ji wan derdiket, qasek li ser serê wan digerîya, hinek li hewayê de asê dima, paşê hêdî hêdî ber bi pencerê dikişîya diçû tev li mij û sermaya derva dibû.

Kişandina titûn xweş e, kêşên xwe têr dike. Lê ji ber ku agir heta xwe bida ber simbêlan dihatin kişandin, me ti fayde ji qotikên wan nedidît. Ji me re tiştek nedima. Ewên ku titûn dikişandin,  meriv dikare bêje ku ehlê kêfê bûn. Ji bo ku temek rind ji cixare kişandinê hildin û jê têr bin rind pê de diketin û her carê bi zehmetî cixarê xwe dipêçandin. 

Qotikên cixarê di heman demê de di derbarê sosyolojîya gund jî hin agahî dida. Mesela qotik li ber oda kê zehf bûna, dihate zanîn ku ew mal konax û nandar bû, malxê malê merd û mêrê cimaet û civakan bû. Gotikê cixarê erzan aborîya xwedîyê xwe dida der. Dîsa bi saya qotika meriv pêderdixist ku ji gundîya kê daîm diçe şehra û kê ji dikanên şehra hergav danüstandin dike, kifş dibû. Her çiqas cixare di dikana gund de jî dihatine firotan lê te digo pakêt û kaxizên cixarên şehra çêtir bûn.

Dikana Hecî Mihê dikana yekane ya gund bû. Tê de ji şekleme û piskivêta bigre heta cixare, ta û derzî, lambe û şûşên xwe û alavên din yên ji bo mala çi pêwest be hebûn. Di wan deman de cixarê herî biha û rind Samsun 216 bûn. Poçikê wê sor, kaxizê wê şîl spî û zexm pêçayî bû. Cixarê dewlemenda bû, herkes nikaribû ewê bikşîne, gorî yên din biha bû. Piştî wê Maltepe dihat, Maltepe jî poçik bi pembû bû lê spî bû û wek Samsun 216 xweş jî nebû. Xêncî wan Birinci û Bafra hebûn. Ev herd cixare yên herî erzan bûn û di heman demê cixarê paleyan bûn. Di paletîyê de edet bû, xwedîyê kar xêncî heqê pala nan û cixare jî dida. Gava ku kêm bima Hecî Mihê cixara vedişart. Aqilê wî ji kê bibirîya didayê, ji kê nebirîya nedidayê. Herwiha di danûstandina cixarê de, di mêzînga gund de hevsengîya têkilîyan jî xwe didan der.

Lê ev hevsengî ne tenê di firotana cixarê de, di îkrama wê de jî xwe dida der. Mesela tê bîra min hinek cixarekêş gelek cara du pakêt bi xwe re digerandin. Di cêbek wan de Samsun 216, di cêbek din da jî cixara paleyan digerandin. Ewan jî gorî aqil û dilê xwe di cimaetan de îkramên xwe dikirin.

Kurteçîroka çavdêrîya me yê li ser qotika divê bi peyamek xilas be, ger nebe wê kêm be. Ez ti cara wek Ahoyê Heso, Koço û yên din hinê qotika nebûm lê ez ji şewata wan qotikan tiştek din hîn bûm. Gava ku dişewitin bêhna titûna baş û nebaş ji hev diqetin. Meriv bi yekî aciz dibe, bi yekî jî bikêf dibe. Her titûn bêhna xwezaya xwe dide,  wek benîademan, kê çi be, ew e.

 

Nivîs