Seregola Intabê

Sone Ji Matilde re
Tê bibînî ku ez ji te hez dkim, gava ez hez nekim,
Ji ber ku bi du rûyê xwe ve dertê ber te jîyan.
Tê binhêrî ku bûye baskê bêdengîyê peyvokek,
Agir jî par hildide ji sermayê.
Yêk mê bû
Yêk nêr
Sîs û reş
Gewr û beş
Masî ji behrê kişandin
Berê xwe dan Sîpan
Yek ji bo Xecê
Yek ji bi Sîabend
Qudis ji min re wisa got:
‘îro tenê di navbera du saetan de
di nav sînga bajarê min de
pênce çem xeniqandin’


Li welatê me xerza,
Dîkek hebû şareza.
Rokê çû nav dîka,
Ji wan re go hêdîka:
Rabin bêjin mirîşkan,
Bes xwe bidin enîşkan.
Li zîndanê me, di tarîyek bitîn de.
Balindeya minê filît li hewşê ye,
Baskên xwe diçirpîne di bin caxan de
Gava nikilên xwe li parçeya xwerina bixwîn dixe.
Însan her tiştî di destê xwe de nagre ti car
Ne hêza xwe, ne bêhêzîya xwe, ne jî dilê xwe
Kîngê veke hemêza xwe dibe xaçek sîha wî
Kîngê hemêzke bextewarîya xwe parçe dike ew her tiştî
Jîyana wî hûrgulîyek bi xerîbî û bi jan tijîye her dem
Evîna bextewar tune ye.
Ê de hêêêê, de bavo Qendîla şewitî dinêrim çem e ha bi çem e,
Ezê Kazma kavil dinêrim çem e ha bi çem e,
Eskerê Hemîdiyê heft alayê ye,
Kurê Mûsa Begê Xwêytî* pêşiyê tê ye, li min li min,
Agirî tev agir e, dûrî herin dijwar e ew;
Ne agirê îsal e, lê agirê sedsal e kevnar e.
Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal,
Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e.
Nav çiya û zinaran
Pey dilê kovî mame
Bûm bi bask firiyam tevlî xeyalan
Deşta dûr pir dûr e
Li rojava destara
Derdan e hêviya min dîtinek bû
Wek merek mirî radiza di navbera me de
Paşeroja minê westîyayî, qirêj û bêhêvî.
Lê tiştek ku tu nizanî hebû berdilkê,
Min tim eşqê xwe paqiş kir bi te ve.
Dîlbera qeşeng, terhîn û ciwan
Li serî zerzeng di dest de piyan
Pêşkêşî min kir, mayî ji lêvan
Bi vexwarin da kirim netîwan
Veneşêre tu xwe ji min
Ez li te digerim,
li pey te me ez!
Xwe veneşêre qet,
Ez ê te bigrim elbet.
Bes nîne ma?
Bê te ez bûm belengaz,
Bê te ez bûm evîndar.
Ey Dîlbera gerden zerî,
Way nazika dêm qemerî,
Qamet ji mûma fenerî,
Wêran ezim, malim xirab.
Were em li destê hev bigrin
Berbi çîyayê Şengalê herin
Çadira li ser çîyayê dayinin
Bibin bi hevre çînarê hevdû.
Kulî-kulî berf dibare
Sivik, nazik, delal û xweș,
Xiyalȇ min bûne keser
Nav kulya da bedew qerqaș.
Dibêjin evîn, jan û êşe,
Him şîrîne,him kula reşe,
Gelo kê zane?
Dibêjin evîn derde û dermane,
Melhema birînên dilane,

Sîng û berê kew-gozelê Elegez e,
Vê biharê wê xemilye rez bi rez e:
Memikê yarê ser bedenê cot kanîne,
Xalêd sûret mîna konê Kurmancîne.
Danê şevê bû,
Sûkek tarî bûm
Rêhevalê peyarêyabûm.
Merivek winda bibû
Gava ji baranê direvî
Di tenêtîya xwe de.
Qîzka Kirmanc
Dayîka kemanê bigir hemêza xwe were pana Elegezê
Simbil û lalara bilorîne
Xezala Spikî wî alî hevîya dengê teye
XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎQîzka Kirmanc
Dayîka kemanê bigir hemêza xwe were pana Elegezê
Simbil û lalara bilorîne
Xezala Spikî wî alî hevîya dengê teye
Zêde
zîndan sar e
zengar in mifte
derî venabin dayê,
lihêfê davêjim ser çavên xwe
diçim rêwîtiya xwe ya zarokatiyê
Ji ber ku ala dijrabûnê ye qulinca di kelpika min de daçikandî,
ji ber ku ez hirsê û îmanê li xercê xwe dixim
û li xemê
û li rûyên çilmisî yên karkeran,
harharîyên serê çîyan dipeke ji min.
Ax ax
Zaroktîya me çiqas zu derbaz bû
Hop û Hovag
Çend qonax rê
Meta min
Hespê we yê enî bêş
Durva hîna tê ber çavên min
Evîna te ez bernedam
Tî mam, birçî mam
Şev xayîn, şev tarî bû
Bilûra mina şîrîn
Tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destebirayê şivan û dilketiyan î.
Hûn ew qas destan bi destbendan girê bidin
Hûnê nikaribin sînorên xeyalan bibînin
Hûn nizanin ku sînorên xeyalan tune ne?
Û ew ên xwedîxeyal
Baskên xwe vedikin