Rastîya Evdalê Zeynikê, Şaşîya Mehmed Uzun

Rastîya Evdalê Zeynikê, Şaşîya Mehmed Uzun

Rastîya Evdalê Zeynikê, Şaşîya Mehmed Uzun

Xwendevanê hêja, heye ku sernavê nivîsê bala te kişandi be. Tu neheq jî nînî. Sernav, du kesên navdar ku di edebîyata me de cîh girtine nîşan dide. Yek ji wan hostayê qedîm û qedir bilind Evdal e, yek ji wan jî niviskarêk me yên naskirî Mehmed Uzun e. Evdal di edebîyata me yê devkî, Mehmed Uzun jî, di wêjeya niviskî de cîh girtin e. Her wiha yek dengbèj e, yek niviskar e.

Wek ku tê zanîn Mehmed Uzun çend romanên baş bi zimanê Kurdî nivisîye û zimanê me pê qenc kirîye. „Sîya Evînê“,  „Bîra Qederê“,  „Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê“ û „Hewara Dijleyê“ romanên sereke yên Mehmed Uzun in.  Yek ji wan romanên jî „Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê“ ye. Di heman demê de, ev roman mijara vê nivîsa me ye  jî.

Mehmed Uzun di vê romana xwe de, wekî ku di navê pirtûk de jî xûya ye, behsa jîyan û hunera Evdalê Zeynikê dike, çîroka wî pevdixe.

Belê, yên ku Evdal nas nakin, di derheqa jîyana wî de xwedîyê agahîya nînin, pir ji vî romanê hez kirin. Bi rastî, çi derew bikim, ez bi xwe jî, ji zimanê vî romanê, wek romanên din, pir hez dikim û diecibînim.   

Lê mixabin roman, ji ber ku romanek dîrokî ye, xwedîyê gelek şaşîyên girîng  û her wiha mihtacê gelek rexna ne. Jixwe emê di vî nivîsê de, van şaşîya nîşan bidin û pêşkeşî bala we bikin.

Mehmet Uzun, di romanê de jîyana Evdal bi giştî li ser agahîyên şaş pevdixe û ji rastîyê gelek dûr disekine. Mesela zewaca Evdal bi Gula File re ne rast e, Temo kurê Evdal  bixwe nîne, kesên wek Meyro yan jî Tavbanû û  Bengîn, di jîyana Evdal de tune ne. Di roman de, ji serî heta binî, behsa gundê ku Evdal lê bû ye, nake. Paşê xeletîk din heye, ku gelek girîng e, divê qet neyê qebûl kirin, ew jî, Tahir Xan e.

Evdal, wekî ku di roman de tê ziman, dengbêjê Tahir Xan nîne, dengbêjê Surmelî Mehmet Paşa ye. Ev rastî, him di dîrokê de, him jî di kilaman de eşkere ye.

Emê yek bi yek li ser van mijara hûr bibin, lê divê berê, em bi kurtasî li ser roman û romannivîsîyê bisenin.

Roman

Wek tê zanîn, roman li ser kesekî, şexsîyetek yan jî li ser serpêhatîyan ava dibe. Jîyana wan ê dervayî, yan jî hal û hewalên nava dilê wan, bi awakî kronolojîk, li ser rûpela, bi metodolojîyek mantikî, hisî û hunerî bi rêz dike. Çîrokan, dûr û dirêj pevdixe.

Gelek celebên romana hene; romanên romantîk, realîst, dîrokî, hîsî, polîsi, estetîk, psikolojîk, fasntatîk û her wiha, tev ji hev cûda cûda ne.

Di nav van da yên herî balkêş romanên dîrokî ne. Di edebîyata dunyayê de mînaka yekem nivîskarê Îngilîz Walter Scott e. Naverokên romanên dîrokî, bûyerên di nav serdemên cûda yên dîrokê de, bi metodek kronolojîk tê  pevxistin. Ev jî di nav xwe de, wek gotîk, tore, qewimîn  û her wiha xwedîyên celebên cihêreng in. Qehremanê romana dîrokî, dikare şexsîyetên rastî be jî, dikare xeyalî be jî. Lê divê naverok û çîrok rast be, weke ku dîrokê de çawa qewimîye, her wisa be. Romana dîrokî, dikare bi hin pevxistinên xeyalî bixemile, lê di bingeha xwe de, divê ji rastîyê dûr nekeve û naveroka çîrokê bi gorî dilê nivîskar neguhure.

Wekî ku tê xûyan, form û regeza romana, bi taybetî romana dîrokî mînanî agahîya jorê ye. Emê bi vê referansê li ser romana „Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê“ hûr bibin. Lê dive em berîya wê, bi kurtasi, çav biavêjin jîyana Evdal.

Bi Kurtasî Evdalê Zeynikê

Di sala 1800 de li gundek Seregolé, li Cemalvêrdî té dinyayé. Navé bavé xwe Mistefa, navé dayîké Zeyné ye.

Evdal hé 3 salî bû ye bavé xwe winda dike. Dîya wé bi seré xwe Evdal mezin dike. Ji ber vî jé re dibéjin “Evdalé Zeyniké”

Evdal li Cemalvêrdî heta 30 salîya xwe réncberîyé dike. Piştî 30 salîya xwe, té gotin ku Evdal xewnek dibîne, nexweş dikeve û bi mehan ji nav nîvîna dernakeve. Evdal di demajoya pakbûné de dest bi melodîyan dike û klam jé tén…

Her wiha Evdal, dibe dengbéjé Seregol û Serhedé. Navdengé wî diçe digihîje Surmelî Mehmed Paşa. Paşa, Evdal hildide dewat û dîwanén xwe, Evdal dibe dengbéjé Surmelî Mehmed Paşa.

Evdal di wan deman de du dengbéjén bin av û deng, di dîwan û dewata de ték dibe. Té gotin ku Şéx Silé sé roj, dengbéja File Gulé ancak dikare heft roj li ber Evdal berxwe bide. Evdal her wiha dibe “Şahé Dengbéja…”

Her çiqas ku hezkirîyén wî, ewî wek şahé dengbéja bi nav dikin jî, ew her tim dibé “ez bavé Temo me” û di kilamén xwe de her gazî Temo dike …

Gava Surmelî Mehmed Paşa li ser navé Dewleta Osmanî diçe Kozané, ser Avşara, diçe Edené ser Kozanoğlu Evdal jî pé re ye.

Réya sefera Kozané ji Dersîm re derbas dibe. Hevnasîya Evdal ya bi Dersîm re û kilamén li ser Dersîmé ji vî seferé té.

Surmelî Mehmed Paşa li Kozané wefat dike, Evdal jî dizvire té Serhedé.

Nivîskar Yaşar Kemal, Evdal Zeyniké wekî “Homerosa Kurda ” binav dike.

Evdal 113 sal emir kirî ye. 1913 de wefat kirî ye. Mexberé wî îro li İntabé, li gundé Melehesen e.

Em êdî dikarin berê xwe bidin romanê…

Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê

Sîpanê Xelatê

Roman bi Sîpanê Xelatê destpê dike, dîsa li Sîpanê Xelatê bi dawî dibe. Di roman de Evdal gelek cara bi Gulê û Temo re, car caran bi şagirtên xwe re diçe Çîyayê Sîpanê û li wê derê kon vedigre, dem û demsala derbas dike. Jixwe di dawîya roman de jî, nivîskar  Evdal dîsa dibe ser Sîpan û Evdal li wê derê wefat dike.

Xwendevanê hêja, ez ji bo vê nivîsê gelek li ser vê mijarê hûr bûm. Min li çavkanîyên ku ez gihîştimê û li naverokên kilama tevlihev kir, ez rastî çûyîn û hatina Evdal ya Sîpan nehatim.

Min ji kesên wek Ahmet Aras, Fehmî Atmaca jî pirsî. Ew jî dibên, „heye ku Evdal qet Sîpanê Xelatê nedîtibe jî.“

Belê di hin kilama de behsa Sîpan dibe, lê em nikarin bêjim ku Evdal çûye Sîpan û li wir maye. Li ser vî daneyek berbiçav di destên me de tune ye. Em dibên ku nivîskar jî xwedîyê daneyek nebûye. Li vir em dikarin qebûl bikin ku nivîskar di sînorê formata romannivîsînîyê de maye û ji ber xwe nivisîye.

Lê di vir de heqê me heye ku em pirsa Çîyayê Qertewîn ji nivîskar bikin. Gelo çima qet behsa Qertewîn nekirî ye? Heye ku haya wî ji Qertewîn tune bûye. Nivîskar gelek cara Evdal dişîne Sîpan, gelo çima carek jî naşîne ser Qertewînê? Him, wekî ku me li jor jî got,  gundê Evdal Cemalvêrdî ye. Cemalvêrdî jî di pêşa Qertewînê de ye. Meriv çima çîyayê ber mala xwe bihêle here derkeve çîyayek gelek dûr û xerîb?

Li Serhedê, li gundên Seregola, dorhêlên Agirî, Mûş û Qereyqzîyê kesên ku yên gihîştine Evdal dîtine gelek in û niha di heyetê de nin. Kesek ji wan nedîtine û nebihîstine ku Evdal çûbe Sîpanê Xelatê û li wir kon vegirti be.

Evdal çima here Sîpan? Evdalê ku li pêşa Qertewînê mezin bûye û Qertewîn jî ji bo koçer, gundî û bazirganên pez dewarên devûdora zozan be, Evdal çima zozanê xwe bihêle here Sîpan, çi daye serê wî?

Xûya ye ku têkilîya Evdal û Sîpanê Xelatê, tenê di hin kilaman de hebûye, wekî „bayê Sîpanê, sura Qertewînê…“

Ev rewş jî me digihîne netîcehek wiha: Mixabin Mehmed Uzun nizanbîye ku Evdal li kêderê bûye û xelqê kêderê ye.

Evdal Dengbêjê Kî Ye

Bêguman û bêşik dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa ye. Evî rastîyê xêncî Mehmed Uzun herkes dizane. Hevnasîya Evdal û  Surmelî Mehmed Paşa li Xamûrê çêdibe û hevaltîya wan her wiha li wir destpêdike.

Berîya Surmelî Mehmed Paşa, Evdal bi gor hin kesên wek Ahmet Aras, carna ji Hesen Beg re, bi gorî Fehmî Atmaca jî, ji Hecî Yûsif Paşa re hey dengbêjî kirî ye. Lê bi zêdeyî tena serê xwe, ango serbixwe bûye.

Gava ku diçe Xamûrê ser Gula File û di dîwana Surmelî Mehmed Paşa de bi Gulê re dikeve lecê û Gulê têk dibe, Surmelî Mehmed Paşa, Evdal gelek diecibîne û dixwaze Evdal bibe dengbêjê wî.

Evdal serî de qebûl neke jî, Surmelî Mehmed Paşa Evdal îkna dike û her wiha Evdal dibe dengbêjê Paşê.

Li ser vî Evdal mala xwe bar dike, ji Cemalvêrdî diçe Kela Elajgirê, digihîje Surmelî Mehmed Paşa.

Tê zanîn, Surmelî Mehmed Paşa gundek dide evdal. Evdal bi xwe re dibe Xozanê jî. Herd kilamên Evdal yên meşhûr „Dersîm e Xweş Dersîm e“ û „Wey Xozanê“ berhemên wê sefera Xozanê ne. Lê di romanê de Mehmed Uzun, qet behsa van kilama û sefera Xozanê jî nake.

Em gava di ronahîya vê realîteya zelal de li romanê dinhêrin şaş û metal dimînin. Ew çî ye? Mehmed Uzun anîye Evdal kirîye dengbêjê Tahir Xan…

Tahir Xan kî ye?

Di rûpela 25’an de Evdal wiha tê nasîn:

„Ew evîndarê Gulê, bavê Temo, zirbavê Meyro (…) dengbêjê mîrê Kurda Tahir Xan, heval û dostê giregir, beg, mîr û zanayên Kurda bû.“

Halbûkî Evdal ne evîndarê Gulê ye, ne bavê Temo ye, ne jî dengbëjê Tahir Xan e.

Tahir Xan, ne mîrek ji welatê Serhedê ye, ew mîrek ji Kurdên Îranê ye. Navê gundê wî, Qelenî ye. Ji ber ku Şêx Silê dengbêjê wî bûye, loma jê re dibêjin „Şêx Silêyê Qelenîyê.“

Di wan zemana de, heye ku walî yan jî qaymeqamê dewlata Îranê bû ye. Piştî waxta li hember Şahê Ecem serî jî hildaye, bi qasî du sala dîl ketîye, paşê hatîye berdanê. Evdal li ser şerê wî û Şahê Ecem bi navê „Ez Bi Dîharê Qelenyê Diketim“ kilamek ji derdixe.

Rastî di kilaman de xûya ye, lê Mehmed Uzun, wekî gelek mijara, evî rastîyê jî li ser xwe de tewandîye. Di kilama Evdal de tê gotin, „Bi dizgîna Gogerçîn girtine, berê wê dane Kela Makûyê .“ Lê Mehmed Uzun ku haya wî ji vî kilamê tune ye, Tahir Xan li Stenbolê dîl dide girtin û dîsa li Stenbolê dişîne ber rihma Xwedê.  (rûpel 76)

Wek mînaka jorê, em dizanin ku Tahir Xan bi Şahê Ecem re şer dike, têk diçe, dîl dikeve û li Kela Makû ya Îranê du sal girtî dimîne, paşé tê berdanê.

Lê nivîskarê me tîne Tahir Xan bi paşayên Osmanîyan re dixe şer û dişîne Stenbolê. Gelo mîrek Kurda ku mîregtîya wî di nav sînorê Ecem de be, wê çima were bi Osmanîyan re şer bike?

Xwezî Mehmed Uzun di heyatê de bûya û bersîva van pirsên me bida.

Evdal û Gulê

Li welatê Serhedê tê zanîn, salêxê mêrê qenc e, rojek li Xamûrê dewat e. Siwarê dewatê herî giran Surmelî Mehmed Paşa ye. Hatîye Xamûrê, li mala dewatê dîwan danî ye, meclîsa dewatvan û siwaran li dorê kom bûne. Gula File jî ku dengbêja Paşê ye, li dîwan û dewatê  ye.

Gula File, dengbêja Surmelî Mehmed Paşa ye, li Serhedê bi nav û deng e, ne xercê ti dengbêj û şaîra bûye ku li hemberê wê deng bidin.

Evdal gava ku bi dewatê û Gula File dihise, ji Cemalvêrdî hespê xwe siwar dibe heta êvarê xwe digihîne Xamûrê. Ew  û Gulê li dîwana Paşê sê roj û sê şev dikevin lecê.

Em beşek jê bidin.  Kilam, „Evdal û Gulê“ ye, gelek dirêj e. Di dawîyê de,  gava Gulê li hember Evdal serî datîne wiha dibêje:

„Evdal tu were destê min bigre, emê herin mala me ye

Ezê ji te re daynim orxan û dolegên qedîfe ye

Ezê ji te re çêkim birincê Qerejdaxê bi suzme ye

Ezê ji te re çêkim çotek gorê Kurmancîyê dîzleme ye

Tu ku vegerîyayî, ji te pirs kirin gotin îkrama Gulê çî ye

Bêje îkrama Gulê ji serê heftê û heft bavê min zêde ye …“

Evdal lê vedigerîne, dibê;

„Wey can Gulê wey can Gulê

Bejin ziravê wek qamûşên devê golê

Çavê reş in bi rengê hubrê

Poz bîvîlnê ji nikulê kewê

Lêdixe sura Qertewînê

Bayê Sîpanê, hewa Bilêcanê

Awaz bi awaz dihejîne

Wey can Gulê wey can Gulê

Heyla xeber xweşê min bi heyranê

Şememoka li nav bostanê

Suravêlka li nav mêrhan ê

Gulê te ez kuştime

Bi zarê şirîn û bi xeberdanê

Wey can Gulê wey can Gulê …“

Tê gotin ku sondek Gulê hebû ye, her kê ku wê, bi deng û dengbêjîya xwe têk bibe, wê pê re bizewice. Piştî lecê, Mehmed Uzun, Evdal û Gulê  bi hev re dizewicîne. Ev şaşîyek bingehîn e.

Werim em guhê xwe bidin Ahmet Aras:

„Piştî sê ro û sê şevan Gulê dest li ber Evdal datîne, dibê: ‚Evdal haza ku tu şaîrî û şaîrekî bê emsalî. Ez xwedîyê sonda xwe me. Te ji min bir, heke ku tu qebûl bikî, ezê te bistînim, lê belê ezê dîsa li ser dînê xwe bimînim, ez ji dînê xwe venagerim.‘

Evdal dibê: ‚ Gulê tu jî şaîrekî pir mezin î. Heta niha tu kesî li pêşîya min ewqas berxwe neda ye. Ez mêrkî zewicî me, bi jin û zar im. Dînê te ji te re, dînê min ji min re, herkes bira di rêya xwe de here. Tu xwûşka min, dîya min î. Here bira Xwedê mirazê te bike.’“ (Ahmet Aras- Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê rûpel: 48)

Ger ku Mehmed Uzun hinek li ser bixebitîya wê bi rehetî rastî van kilama û rastîya çîrokê  bihata.

Ahmet Aras di pirtûka xwe yê bi navê „Şaîrê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê“ de xûya dike ku Evdal gava hê li Cemalvêrdî bûye zewicî bûye û navê jina wî jî Eyşê bûye.

Ev rastîya zelal di kilaman de jî xûya ye. Mesela yek ji wan kilama „Eyşo Rabe Çirê Vêxe“ ye. Ev kilam ji Evdirihmanê Milazgirê hatîye bihîstin, beşek ji kilamê wiha ye:

„Evdal go Eyşê ca rabe, li mi de wî wî, de wî wî çirê vêxe

Qîzê min erzahîla te da mîrê mîra û ocaxa mala şêx e

Belkî Xweda mala bavê Eyşo bibe ber tofanê û li topê xe… „

Gelek berîya hevdîtina wî û Gula File, bi navë Hamê, Kewê û Pûlê sê zarên Evdal jî hebûne. Jixwe dîsa piştî waxta Încî, Dûrê û Mihê jî ji Eyşê têne dunyayê. (Ahmet Aras- Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê rûpel: 27)

Di roman de jixwe, ti car behsa van zarên Evdal nehatî ye kirin. Şeş zarên Evdal hebû ne, tev jî ji jina wî Eyşê bûne. Lê Mehmed Uzun him bi Eyşê nehisîya ye û Gulê xistîye jina Evdal him jî Temo tenê wekî kurê Evdal nîşan daye. Xûya ye ku Mehmed Uzun xwe li ser van rastîyên bingehîn qet newastandî ye.

Em werin ser Temo…

Temo

Xwendevanê heja, mixabin şaşî û xeletîyên Mehmed Uzun xilas nabin. Di romanê de weki ku me li jor jî behs kir, tiştê ku qet nebûye dike û Evdal û Gulê dizewicîne. Bi dewat û dîlan wan dike jin û mêrê hev. Bi vî jî nasene tîne Temo dixe kurê wan. Di roman de Temo ji Gulê dibe. Lê ne rast e. Ka em binhêrin Temo kî ye.

Li ser Tirba Evdalê Zeynikê

Temo dergûşek êtim e. Li herema Serhedê de tên gotin ku waxta şerê di navbera Osmanî û Ecem de, dê û bavê wî tên kuştin. Ew bê dê û bav, bê xwedî û malbat dimîne. Bi her çi qaydeyî dibe ku Evdal digihîje ev dergûşa êtîm, zelal nîne.

Jixwe wek ku tê zanîn Temo kurê Evdal bixwe nîne. Çawa ku Ahmet Aras salix dide, gava gundîyên Wanê, Ebexê, Erdîşê, Eledaxê û Bazîdê ji şerê Rom û Ecem direvin, Evdal, Temo li çolê dibîne. Aras wiha dibêje:

„Rojekî xeber tê, dibên, ‚Rom û Ecem dîsa bi hev re ketine şer, leşkerê Romê şikîya ye, leşkerê Ecem ji sînor derbas bûye, pêda pêda tê.‘

Gundîyên Evdal jî terş hewanên xwe didin pêşîya xwe û direvîn. Evdal jî bi wan re diçe. Ew ku di rê de pir hindik diçin, bala xwe didinê ku şênî têjî wan rê û dirban bûye, herwekî mehşer e. Ça ku dibêjin ‚dê ewladê xwe diavêje‘, ew rewşa jî wisa bûye, kes haj ji kesî tune bûye. Evdal, wê demê di rê de rastî qundaxa zarek kurîn tê. Zarokê hildide dide hemêza xwe, diçe cem jina xwe, dibê,

‚Eyşê, kurên me dudu bûn, bi vî awayî bûne sisê. Emê vêya jî weke ewladê xwe xweyîkin, mezinkin.Gunê min li stûyê te û bavê te be tu firqê nexe nav wî û zarên me yên din.“(Ahmet Aras- Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê rûpel: 106)

Navê wî „Temo“ datînin. Her wiha Evdal di gelek kulamên xwe de gazî dike dibê „Temo lawo…“

Temo, mêrxasek Hesenî, heval û dostê Evdal bû ye. Di sefera Xozanê de ew jî eskerek Surmelî Mehmed Paşa bû ye. Hevaltîya wan li wir çêbû ye. Pir ji hev hez kirine. Loma Evdal navê dostê xwe li vî zaroka êtîm kirî ye û pir jî jê hezkirîye.

Pèveçûna Evdal û Gulê bi Şêx Silê re

Mehmed Uzun di romanê de Şex Silê wek dengbêjek gerok, dengbêjek li ser rêya, wek dengbêjê karwana nîşan dide. Dibê, „Ew ne dengbêjê beg û mîran, dengbêjê rêvinge û karwana bû.“ (rûpel 65)

Lê rastî ne wisa ne. Jixwe pişta çîrokê jî li vir dişkê. Şêx Silê dengbêjê Tahir Xan bixwe ye. Evdalê Zeynikê, wekî ku di romanê de hatîye nivîsîn, dengbêjê Tahir Xan nîne, dinya alem dizane ku Evdal dengbêjê Surmelî Mehmet Paşa ye. Jixwe emê li ser vî di beşek pêş de hûr bibin.

Ev yek, ya duduya em werin ser  leca Evdal û Şêx Silê. Divê em di serî de kifş bikin ku Gulê di vê lecê de tune ye. Ya herî girîng em dikarin bêjin ku di ti çavkanî û kilaman de em rastî pêveçûnek Gulê û Şêx Silê nayên. Her wiha Gulê û Şêx Silê qet hev nedîtine û di heman meclîsan de xûya nebûne.

Lê  mixabin Mehmed Uzun vî rastîyê jî serobinê hev dike û Gulê bi Şex Silê re dixe lecê.

Leca Evdal û Şêx Silê li Qelenyê, li dîwana Tahir Xan pêk tê. Yanî wek ku Mehmed Uzun nivîsî ye,  Şêx Silê dengbêjek bi serê xwe, ya rêwî û xana, ya karwana nîne, li Qelenyê, dengbêjê dîwan û meclîsa Tahir Xan e.

Evdal li ser daxwaza Surmelî Mehmed Paşa diçe Qelenyê. Surmelî Mehmed Paşa, ji Tahir Xan re namek dinivîse. Dide Evdal û bi çend rûspîyên xwe ve dişîne. Dixwaze Evdal û  Şêx Silê bikevin lecê. Tahir Xan jî qebûl dike û dîwana xwe saz dike. Her wiha dengbêj heft ro û heft şev, bê navber didin ber hev, bi hev re kilaman dibêjin. Beşek ji wê lecê wiha ye:

„Evdal go Şêx Silê Dîdem e, ji dilê min re xweş Dîdem e

Çemê Dîdemê li ber me re dikişe lem e lem e

Min li Tirkîyeyê sê wîlayet li pişt xwe hîştî ye

Ez ji bona Şêx Silê hatime welatê Ecem e

Şêx Silê go, Evdal, ez ku heme, Şêx Silê me

Dengbêjê Tarxanê Qelenyê me

Ez kela li deştê me, mija li rûyê behrê me

Li dinyayê ez beloqê ber çervê dengbêjê xelqê me

Li vira ez îro qesasê serê Evdalê Zeynikê me „

Kilam wiha destpê dike û dirêj dibe. Wekî me li jor got, heft roj û heft şev didome. Şeva dawî dengê Şêx Silê dikeve, dibê;

„Ez çi bikim, kal bûme, diranê min ketine, ez ne emsalê te me,

Evdal, haza ku tu şaîrî, tu hostayê min, ez şagirtê te me…“

Li ser vî Evdal lê vedigerîne dibêje;

„Şêx Silê bejna min ne kin e, ne dirêj e

Ev heft roj û heft şev e Şêx Silê bi min re kilama dibêje

Gelî cumeetê hûn bizanibin ku Şêx Silê şaîr û xweş dengbêj e…  „

Li ser vî Tahir Xan radibe Evdal pîroz û bi xelat dike, paş ve dişîne. Evdal û rûspîyên Surmeli Mehmed Paşa vedigerin tên Kela Elajgirê, cem Paşayê xwe.

Xwendevanê ezîz, Mehmed Uzun di vê mijarê de jî dîsa şaşîtîya dike û bi xeyalî û nerastîya, romana ku qaşo li ser jîyana Evdal e, pevdixe.

Em mînakek ji roman bidin:

Nivîskar, çavê Evdal di lecê de kor dike. Binhêrin çawa;

„Piştî pêveçûna çar rojan, Evdalê reben û nexweş, bi temamî ji taqet û kuwetê ket. Dinya li ber çavê wî reş bû, meclîs bû zîndan, Evdal di nav valahîyeke tarî de winda bû.Ew wexta ku koranî bi ser Evdal de hat, dor, dora wî û gotina stranê bû. Ji nişkê ve wî dengê xwe birî û hêdîka li dora xwe nihêrî. “ (rûpel 71)

Halbûkî tê zanîn ku Evdal di leca bi Şêx Silê re ser dikeve û bi serbilindî dizvira qonaxa paşayê xwe. Korbûna wî jî jxwe gelek piştî mirina Surmeli Mehmed Paşa diqewime. Çawa salix didin, qatarax tè ser çevê wî. Piştî heft sala diçe ser hekîmek Îranê. Hekîm perde ji ser çavên wî hildide, demek şûnda Evdal êdî dibîne. Li ser vî, kilama „Eyşo Rabe Çirê Vêxe“ derdixîne.

Di leca Evdal û Şêx Silê de, Mehmed Uzun di beşek de bi Evdal wiha dide gotin:

„Ez Evdalê Zeynikê me

Şaîrê dinê

Şalûrê erdê me

Ez dengbêjê Tahir Xanê Kurdî me

Ez bilbilê ber perê rojê

Mêrekî çê, siwarê hespê Gogerçînê

Aşiqê pelê Gulê me…“

Kilamek wiha tune ye. Ne dengbêjên Serhedê, ne jî yên Rewanê kilamek wiha negotine. Jixwe kilamek Evdal yê wek jor jî tune ye. Tê xûya ku nivîskar evî ji ber xwe derxistî ye. Jixwe kilam ji rastîyê jî dûr e.

Tê de du tişt hene ku nerast in: Yek, Evdal, wekî em her dibêjin, dengbêjê Tahir Xan nîne.

Dudu, navê  hespê Evdal Gogerçîn nîne. Mehmed Uzun bihîstîye ku Gogerçîn navê hespek bû ye, lê nizane navê hespa kî ye. Gorgerçîn, navê hespê Tahir Xan e. Em evî ji kilamek Evdal dizanin. Di kilama „Ez Bi Dîharê Qelenyê Diketim“ behsa şerê Tahir Xan û Şahê Ecem dike. Di şer de Tahir Xan dîl dikeve. Dîlketina Tahir Xan wiha tê gotin:

„Zezê digot Cemîlê, koranî di çavê min û  te de hatê

Heyfa min nayê bi kuştina bavê min û te tenê

De îca rabe bala xwe bidê pepûkê

Bi dizgîna Gogerçîn girtine, berê wê dane Kela Makûyê

Gogerçîn bi rêza mihîna kirine extirme ye…“

Di kilam de xûya ye ku Tahir Xan dibin Kela Makûyê, li wir dîl digrin, hespê wî jî dikin barkêş.

Her wiha zelal e ku Gogerçîn navê hespê Evdal nîne. Di kilaman de, ji bo hespê Evdal du  nav derbas dibin:

Yek, kilama „Evdal Kor e Rê Nabîne“ ku Evdirihmanê Milazgirê gotîye. Di kilam de, ji bo hespê Evdal beşek wiha heye:

„……………..

Ez par vî çaxî Evdalê Zeynikê, siwarê Cindî bûm

Goşyê ser milê qîza û xorfa bûm

Gula govenda bûm, şahê dengbêja bûm

………………..“

Kilama duyem jî, „Qonaxa Bavê Te Kulî Ye“ ku Zahiro gotî ye, tê de dîsa navê hespê Evdal derbas dibe:

„Evdal digo Temo lawo îro qonaxa bavê te Kulî ye

Komek qîz û bûkê Kulîyê li ser ava Erez kirasşo danî ye

Qîzekî digo hela mêzekin, ev kalê şerpeze li ser pişta hespê kî ye

Malxirabo ku dike qêrîn, meriv dibê qey dîn e, yan cinnû ye

Xwenga wê ya mezin digo hêdî bêje bira dengê te neçe wî ye

Korê, çima tu nizanî, ev Evdalê Zeynikê, bavê Temo, siwarê Kûvî ye

……….“

Wek tê xûyan, Evdalê Zeynikê, mîna gotina Mehmed Uzun siwarê Gogerçîn nîne, lê siwarê Cindî û Kûvî ye. Kilmaên ku bi saya dengbêjan heta roja me hatine, çi bêjin, rastî jî ew e.

Esas gihîştina van kilama ewqas jî zor nîne. Mehmed Uzun, berîya nivîsa xwe, kerem bikira biçûya Serhedê bigerîya, wê rastîyên ku em li ziman dixin,  bixwe bidîta.  Lê mixabin, hezar mixabin ku Mehmed Uzun rûxalî li ser mijarê sekini ye û bêyî ku li ser Evdal hûr bibe nivîsî ye.

Şagirtên Evdal

Di romanê de, di rûpela 78’an de nivîskar beşek ji şagirtên Evdal re vediqetîne. Di vî beşî de Evdal hey bi şagirtên xwe re xeberdide, bi wan re car bi car rûdinê sohbeta saz dike. Li ser şagirtên Evdal, ji vî beşî heta mirina Evdal roman pevdikeve.

Min ji lêkolîner Fehmî Atmaca pirsî. Bi xwe li Agirî’yê, serokê Mala Dengbêja ne. Li ser dengbêj û dengbêjîyê hûr dibe, li pey şopa wan dikeve. Cend  nivîs û maqaleyên wî ku di hinek rojname û kovaran de weşîya ye hene. Yek ji wan jî li ser Evdal e. Agahîyek wiha da min, got:

„Sazûmanîya şagirtîyê di nav dengbêja de hebûye. Dengbêjê ku di heremê de deng dane, li pey xwe şagirt û dûajoyan hîştine. Mesela tê zanîn ku Şakiro şagirtê Reso ye û ji bo ku kilama jê hilde gelek li cem maye û qaîde, isûl û meqama jê hilda ye.

Mimkûn e ku li cem Evdal jî çend şagirtê wiha hebin. Her çiqas di destê me de çavkanî tunebin jî, tê gotin ku Ferzê û Reso gihîştine  cumeetên Evdal, dengê wî bi guhê xwe bihîstine. „

Ji bo şagirtîyê em dikarin tenê ewqas bêjin. Lê di dîroka hunermendî û dengbêjîya Evdal de ti car û ti dem xebat û lebatekî wek perwedayî ya li ser dengbêjîyê nehatîye dîtin û bihîstin.

Fehmî Atmaca di domahîka agahîya xwe de dide xûyan ku, hinek dengbêj, piştî dengdayina Evdal,  dengbêjîyê berdan e, hinek ji wan jî ketine bin sîha Evdal, qet nav û deng nedan e.

Heye ku yek ji wan jî Bedîhê Kor be. Bedîhê Kor, gundîyê Evdal e, xelqê Cemalvêrdî ye. Ew ji, çawa ku kesên devûdorê û zarên wî dibêjin, di siviktaya xwe de gihîştîye Evdal. Tê zanîn ku Şakiro jî gelek salan li cem maye û gelek kilam û meqamên Evdal jê hildaye.

Bi gotina Fehmî Atmaca, ji nav şagirtên Evdal du kes deng dane, ew jî Ferzê û Reso ne.

Lê di roman de, em rastî navek nayên.

Mirina Evdal

Di rûpela 143’an de ku destpêka beşa dawî ye, nivîskar, Evdal li ser çîyayê Sîpanê dişîne ber rihma Xwedê. Roman bi can dayîna Evdal ve li wir bi dawî dibe. Lê nade zanîn ku gora wî lê kêderê ye û çawa bûye.

Lê rastî çî ye? Herkes dizane ku piştî mirina Surmelî Mehmed Paşa, Evdal gelek perîşanî dikşîne. Her wekî ku di kilamek xwe de dibêje, „kal bûye ketîye feqirîyè.“ Ji ber vî Evdal, carna  gazî Temo dike, dibê, „Temo lawo, mirin çêtir e ji feqîrîyê.“

Piştî salên zor û zehmet yên feqirîyê Evdal li herema Serhedê ku jê re  dibêjin „gola dengbêja“ pir digere. Gola dengbêja sêlinga li navnera İntab, Milazgir û Qereyazî ye. Evdal berê ji Kela Elajgirê bar dike diçe Qancîya, ji wir diçe Goma Milazgirê, ji wir jî dîsa dizvire tê Qancîya.

Li Goma Milazgirê kurê wî yê mezin Hamê dimîne. Li Qancîya jî zarên wî yên din. Lê koça dawî ya Evdal vegera İntabê ye. Evdal axirîya emrê xwe de tê Melehesen û li wir jî di sala 1913’an de wefat dike. Evdal 113 sal emir dike. Mexberê wî niha li Melehesen e.

Komeleya Mala Dengbêja ya Agirîyê, di sala 2013’an de li Melehesen cîhê gora Evdal kifşkir û çêkir.

Lê di vî mijarî de jî, di roman de ti agahî, gotin û vegotin tune ye. Ev jî kêmasîyek ji kêmasîyen din in.

Dawînk

Welhasil,  „Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê“ bi serdanpê bi xeletîyan pevketî ye. Îskeleta romanê, bi naverokek şaş û xelet ava bû ye.

Roman, ne li kilaman tê, ne li jîyana Evdal, ne jî li rastîyan. Tenê, berhemê pevxistinek xeyalî a nivîskar e.

Belê, roman e, lê ne ya Evdal e.

Zerdûşt Öztürk

https://krd.riataza.com/2017/04/20/mehmed-uzun-u-rastiya-jiyana-evdale-zeynike-1/

https://krd.riataza.com/2017/04/21/mehmed-uzun-u-rastiya-jiyana-evdale-zeynike-2/

Di vê gotarê da analîzeke heralî heye derheqa jîyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê da û derdikeve holê, ku gelek malûmatîyên di gotarê da hene, di pirtûka nivîskarê mezin Mehmed Uzun “Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê” da cî ne girtine.
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Em bi hêvî ne, ku bi saya serê vê gotarê zanebûnên we derheqa dengbêjê me yê hema bêje herî mezin da zêde bin
Copyright © 2016 by Krd
.RiaTaza.com



Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest
Nivîs

Schreibe einen Kommentar