Ronahîya Dunyayê

Dunya piçûk bûye. Lê ev ne wek metafora ku di helbesta Mungan de wekî “em mezin bûn û qirêj girt Dunya” ye. Ev Dunya ya global e, ku di qursîyên zanîngehan de behs dibe.

Evdalê Zeynikê, wek tê zanîn, di gelek kilamên xwe de gazî Temo dike. Di yek ji wan de dibê, “Temo lawo, çiqas xweş bû ronahîya Dunyayê.”  Belê, ancax huner bi vê ronahîyê dikare bihise û ancax hunermend hevokên wiha dikarin bi dev bikin, bînine ser zar û zimanan.

Lê divê were gotin, ev ronahî ya Dunyakê ku Evdal behs kirîye, bi wêje, bi huner û bi însanên xwedîyên taybetmendîyên bilind û bi xîreta însanetîyê derdikeve holê.  Wek Erîka Ueda.

Erîka Ueda van roja fenomenê Kurda yê li  ser plartormên dijîtal e. Ew xanimek Japon e û li Tokyoyê dijî. Bi Kurdî hîn bûye û bi muzîka Kurdî re eleqeder dibe. Bi Kurdî stranan dibêje û qliban dikşîne. Armanca wê, di  nav girseyên berfireh de belav kirin û danasîna muzîka Kurdî ye.

Hevnasîna Erîka Ueda ya bi çanda Kurdî ve li Stenbolê, bi garsonek Kurd ve destpêdike. Bi saya wî Kurd û Kurdîtî bala wê dikşîne. Bi mêvanperwerî, jîyan û bi taybetmendîyên din, ya gelê Kurd dihise û jê hez dike.

Piştî ku dizvire welatê xwe biryara hinbûna Kurdî dide û dest bi xebatên xwe dike. A niha bi Kurdî diaxife, stranan dibêje û repertuwarek dewlemend tomar dike. Di repertuwara wê de yek ji stranek balkêş ya Seîd Yusif e. Strana “çawa tê herî, min li vir bihilî” xebatek wê yê serketî ye û li Tokyoyê qlîba wê kişandîye.

Erîka, ji bo ku çand û hunera Kurdî bide nasîn qanalek YouTube jî vekirîye û her wiha deng û rengên Kurdî digihîne hemwelatîyên xwe.

Erîka vê axirîyê li ser hînbûna saz dixebite û melodîyên muzîka Kurdî û awazên muzîka Japonî dide ber hev, bal dikşîne hemanîyên wan. Bi van xebatan daxwaza Erîka ewe ku bikaribe di nav  cimaeta Kurd û Japonan de bendek dostanî û hevparîyê lihevbîne.

Erîka nîyet dike ku çand, huner û muzîka Kurdî hê ji nêz ve binase, bide der. Ji bo yê gelek cara tê welat û têkilîyên xurt û berfireh datîne. Her wiha çapamenî û medyayên sozsyal, yên Kurdî jî bi Erîka re eleqeder dibin, dikşînîne ser rûpelên xwe, bi xwendevan û şopdarên xwe didine nasîn.

Bi kurtasî Erîka Ueda bi Kurdî hîn bûye, bûye qasedik kulturî ku çand, huner û muzîka Kurdî li Japonyayê dide nasîn.  

Wekî ku me li jorê jî got, teknolojî her roj hingî diçe Dunya piçûk dike, mesafeyên di navbera gelan û çanda de winda dike. Ernîgarî, ziman û kevneşop êdî tenê li nexşeyan de dimîne, lê li ser platformên dijîtal ew rêz û nexşe, sînor û dîwar dikevin nav hev. Stran gotina Erîkayê dibe sembolek sereke bo vê mijarê. Ew zar û zimanên ku waxtek tenê di hafizayên ehlîyan de diman û digerîyan îro di tora global de tevdigerin û wateyên teze kar dikin.

Ev rewş him hêza teknlojîyê nîşanê me dide him jî hêz û dînamîka gelê Kurd, balkêşî û dewlemendîya çanda wê û ronahîya pêşeroja wê nîşan dide.

Em îro êdî hêsantir dikarin hevoka Evdal bigihînine Dunyayê: “Temo lawo, çi xweş bû ronahîya Dunyayê…”

 


Seregol Seregol

Nach oben scrollen