Seregola Intabê

Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar

Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar

Amira Casar 1ê Gulana 1971ê li Londona Brîtanyayê jidayîk bûye, lîstikvanek Fransî ye. Bavê wê Kurd, dîya wê Rûs e.  

Amîr Casar keça Kurdek û stranbêjek Rûs e. Ew li Îngilîstanê jidayîk bûye lê li Îrlandayê medin dibe. Di ciwantîya xwe de ji hêla Helmut Newton ku fotografgirek navdarê Alman e ve tê dîtin û ber bi Parîsê diçe. Li Parîsê ji bo Chanel û ji Jean Paul Gaultîer wek model dixebite.

 Di 1989an de dest bi xwendina xwe ya aktrîstîyê dike  û di sala 1991ê de li dibistana lîstikvaniyê ya Conservatoire National Supérieur d’art Dramatique de perwediya lîstikvaniyê xelas kir.

Ew di drama fîlma Fransî ya bi navê “Erreur de Jeunesse” (1989) de yekembûna xwe ya aktorê çêdike. Kurtefîlma Départ Îmmédiat (1996), di nav de ku ew yek ji herdu rolan digre, di 1996 de xelata taybetî li Festîvala Kurtefîlma a Navneteweyi ya Clermont-Ferrand tê xelat kirin.  Ji bo rola wê di fîlmê pêkenokî “La vérité si je mens!” (1997) de ew di sala 1998an de ji bo Xelata Césarê wek namzet tê nîşankirin. Di fîlma pêkenokî “Quand on sera grand de” (2000) de Casar serlîstikvanî digre.

Bi lîstikvanên wek Sabine Azéma, Daniel Auteuil û Sergi López ve di projeyên cûrbecûr de leyîstîye.

Di heman salê de ew di dramaya fîlmê fantastîkê Piano Tuner of Earthquakes de stranbêja operayê Malvina van Stille, ku ji hêla zanyar Doktor Emmanuel Droz (Gottfried John) ve tê kuştin û laşê wî ji hêla Doktor Droz ve tê dizîn de rol digre.

Casar di heman demê de wek aktrîsek şanoyê jî kar dike. Di 2006an de ew dibe endamê jûriyê ya Festîvala Fîlmên Angers.

Amira Casar di sala 1995an de ji bo vîdyoya muzîkê ya Bryan Adams „Have You Ever Really Loved a Woman?“ jî xuya bû.

 

Çavkanî: Wîkîpedîa