Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan

Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan

Li ser koça dawî ya  Eyşe Şan re 24 sal derbas bû. Wek jîyana wê yê bikovan, dema wefatê de tenê mayîna wê jî di dîroka hunera Kurdî de wek birînek cîhê xwe girtîye.  

Di sala 1938”an de li Diyarbekrê jidayîk bûye. Bavê wê Kurd, dîya wê Ermenî ye. Di nav gel de wek “Şahbanûya Bêtac û Bêtext” ji bîr hatîye lê wek hunera xwe bi jîyana xwe ya bijan jî di hafizeyan de maye.

Wek navê Eyşana Kurd, Eyşan Xan, Eyşana Osman, Eyşana Elî jî hatîye naskirin. Ji ber ku bavê wê jî dengbêj bûye di emrê xwe yê piçûk de bi mûzîk  re hevnas bûye.

Perwerdahîya wê ya yekem car ya mûzîkê, li mala wan, di dîwanên denhbêjan de, bi hîmbûna kilam, dîrok û çandê ve destpêkirîye. Eyşe Şan di roportajek xwe de dibê; “Xwezil zimanê wan dîwarên mala me hebûya behsa wan şevbihurkên dengbêjan bikira. Min wisa guhê xwe dida wan ku yekî gazî min bikira ez vediciniqîm.”

Eyşe Şan di sala 1958”an de li ser xwestina bavê xwe dizewice û ji vî zewacê qîzekî wê çê dibe. Ji ber ku bi dilê wê nebûye ew zewac kin dimeşe û ji mêrê xwe diqete. Jixwe jîyana wê ya hunerê jî piştî vê hevberdanê destpêdike.

Piştî ku ji mêrê xwe diqete, Eyşe Şan di radyoya Intabê de dest bi gotina stranan dike. Di heman salî de plakek ku bi stranên Kurdî û Tirkî ve pêk hatîye derdixe. Di dûmahîka wan salan de diçe Stenbolê konseran dide.

Her çiqas Kurdî qedexe bûye jî, piştî du plaqên xwe yên Tirkî, dest bi derxistina qasetên Kurdî dike. Bi strana “Ez Xezal im” ve deng dide. Ji ber ku stranên Kurdî dibêje bi zextan re rûbirû dimîne û di sala 1972an de diçe Almayayê, dest bi jîyana koberîyê dike.

Ji ber ku zimanê Kurdî û bi Kurdî stran gotin di wan salan de qexexe bûye, ew jî wek mûzîkjenên din yên Kurd, bi saya teyîbên ku têne Tirkîye’yê ve îmkan dibîne ku li ser qasetan dengê xwe bigihîne guhdarên xwe. Bi stranên ku di qasetên xwe yên ewil de, yên wek “Lê Lê Ximşê”, “Lorke”, “Siverek Yollarinda” û “Gurbette” ve navdar dibe.

Gava li Almanya’yê bûye keça xwe yê 18 mehî winda dike, salên zor derbas dike û çendek navber dide xebatên xwe yên hunerîyê. Tê gotin ku strana nayê ji bîrkirin “Qederê” berhema wan salan e.

Di 1979an de diçe Bexdayê, di radyoyê de stranên xwe dibêje. Di.wan salan de di Radyoya Bexdayê de M.Arîf Cizrewî, Hesen Cizrewî, Hesen Tehsîn, Meryem Xan û Îsa Berwarî nas dike û bi wan re konsera dide. Bi dengê xwe yê qedîfe, bizot û bişewat ve di dilê guhdaran de text vedide.

Piştî wexta dixwaze vegere Dîharbekrê lê mixabin malbata wê nahêle, ew jî neçar dimîne diçe li Îzmîrê cîwar dibe. Berîya mirina xwe dîya wê dixwaze wê bibîne lê malbat dîsa destûr nade. Nahêlin ku here ser mexberê dîya xwe jî.

Eyşe Şan, strana “Heywax Dayê” ji bo dîya xwe dibêje û dibê “li vê Dinyayê kesek min nema, ez bêkes im” û dinale.

Di 18ê Çileya Pêşîn ya sala 1996an de ji nexweşîya pençeşêr xilas nabe û dinya xwe diguhure. Weyseta wê ya ji bo li Dîyarbekir defn be jî qebûl nabe û li Îzmîrê, bi çend kesan ve tê hildan.

Eyşe Şan, bi stranên xwe ve di mûzîka Kurdî de dibe efsaneyek.

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest

Schreibe einen Kommentar