Seregola Intabê

ŞAKIRO GULA BER CEFAYÊ
Nivîskar mamoste Zerdûşt, di pirtûka xwe ya “Şakiro Gula Ber Cefayê” de kevneşopiya dengbêjiyê ya civakî, dîrokî û çandî bi zimanekî edebî û jînenîgarî pêşkêşî xwendewanan kiriye.
Nivîskar di pirtûkê de bi karakterê dengbêj Şakiro çand û jiyana kurdên Serhedê bi zimanekî serkeftî şîrove dike û radixe ber çavên xwendewanan.
Şert mercên giran ên zivistanên serhedê bi şevbihirkên civakê bi kilamên dengbêjan ve xemilandiye.
Civaka serhedê bi dewatên wan, xemgîniyên wan, xewn û xeyalên wan di dinya ya wan de bi xwendewanan daye hîskirin û nasîn.
Di wan şevan de hey zurîniya kelban dihatin ji quncikên derê malan, hey yên gurên hov û birçî ku ji ber giraniya birçîbûna zikên xwe, berjêrî nav gundan bûbûn.
Dem dihat çîrokên wan xilas dibûn, şev xilas nedibûn. Kilam nediman êdî ku werine gotin, dawiya nesîhet û gotûbêja dihat, xewa mezinan, yên xortan dihat, dawiya şevên zivistanan nedihat.
Nivîskar teswîra erdnîgariya Agiriyê wekî dîmenên zindî pêşkêşî xwendewanan dike.
Gava ku meriv, êvarek tarî de ji kuleka çaviyek yan jî ji pencereya odeyek li derva binhêriya, merivê bigota qey ew libên gir yên berfê di ezman de asê mane, sekinîne.
Nivîskar di romanê de li ser karên çandiniyê jî berfirehî rawestiyaye. Debara şêniyên Serhedê zêdetir genim, gîha û xwedîkirina pez e. Komxebata şêniyan û axaftinên di navbera wan de bi zimanekî çîrokî ji xwendewan re vegotiye.
Piştî gîhadirûnê, wexta nandirûnê hat. Tirpankêş îcar dest bi çinîna nan kirin. Zeviyan dirûtin, bar kirin anîn li bêderên xwe danîn.
Di pirtûkê de gotûbêja di navbera Evdalê Zeynikê û Gula File de, agahiyên dîrokî û balkêş derbas dibin. Û di cimeata Kurdan de Gula File kilaman dibêje ev jî azadiya jina Kurd wekî hûrguliyek radixe ber çavan.
De rêbaza dîwana dengbêjane, gava ku yekî xerîb yan jî mêvanek tê, dengbêj dizivire ser, bi kilamkî gumana xêrhatina xwe pêşwazî dike û selama Xwedê texsîr nake. Gulê jî vî qaydê bi cih tîne û berê xwe dide Evdal.
Nivîskar vexta ku Şakiro kilaman dibêje hîsên guhdaran gelek rûpelan de bi awayekî hostatî tîne ziman. Meriv bi hêsanî dikare empatî dayne.
Kilamên ku ji dil û kezeba hildihatin, dibûn rûbarên hîs û zîza, dirêjiyan ser dengê Şakiro, her xwe didan der, dibûn çavkaniyên xemgîniyan…
Wexta ku min romana “Şakiro Gula Ber Cefayê” xwend pê re çûme Serhedê, Agiriyê ketim odeya cimeatan piştî karên rojane di civaka wan a germ de ser mînderekî rûniştim. Wexta pişta xwe da belgiyan westandina min a rojane xilas bû. Li ber sobeya sergînan min jî destê xwe germ kir li benda çaya ser sêniyê sekinîm.
Di zivistanên reş û dirêj de cemidîm. Giha dirûna şêniyan de westiyam.
Di rûpelan de di nav zozanên berfireh, çiyayên biheybet ên Serhedê de geriyam.
Min bêhna pung, cehtirî û xwezaya paqij kişande cîgerên xwe. Ji Avên çemên zelal bi kulman av vexwar. Çûme zarokatiya xwe min milên xwe vekir ji deştan xwe berda berjêran.
Romaneke serkeftiye tema çand û dîroka Kurdan jê tê divê bê xwendin.
Muqades Agirî / Rojnameger, Nivîskar
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext