Seregola Intabê

Şakiro û Têkilîya Bi Reso re

Şakiro û Têkilîya Bi Reso re

Vê axirîyê ez rastî gelek agahîyên şaş yên li ser Şakiro têm. Mesela Şakiroyê reben qet li Panosê rûneniştî ye, tînin dixin xelqê Panosê. Piştî koça ji Mûş Şakiro dişinîn Navik, halbûkî Şakiro bi du birayên xwe ve diçe li Qereyazî’yê cîwar dibe. Heye ku tenê bi mêvantî çûye wir. Û gengeşîya li ser şagirtîyê, gelo şagirtê Reso ye, yan na? Lê Bedîh, Bedîhê Kor? Kesek ewî bi bîr nayne… Ji bo van sedaman, min xwest em tûrek kin bidin mijarê, de keremkin…

Di sala 1936’an de li Kela Zêdka, wekî kurê siyemîn ya  Bedîhê Mihê Zîlî, hatîye dinyayê. Navê dîya xwe Cemîle ye û ji Cemîlê, bi Selim û Salih ve  sê bira ne. Xêncî wan, ji jinbava wî jî şeş bira û sê xwûşk hene.

 Malbat di sala 1943’an de bar dike tê Cemalverdî ku gundek Seregola İntabê ye. Şakiro heft salî ye. Li wir di gelek dîwan û cumeaetan de rastî şevbihurtka û dengbêjan tê. Ev gelek bala wî dikşîne û mêl dide wan. Yên di Seregolan de herî naskirî Bedîhê Kor e. Bedîhê Kor, ji Cemalverdî ye û di heman demê de şagirtê Evdalê Zeynikê ye. Wek tê zanîn Evdalê Zeynikê jî xelkê Cemalverdî ye û heta sî salîya xwe li Cemalverdî maye. Berîya ku diçe digîhîje Surmelî Mehmed Paşa, dengbêjê Hesen Begê bavê Elmecîd Beg bû ye. Ji ber ku piştî waxta dibe dengbêjê Surmeli Mehmed Paşa, ji Cemalvedî bar dike diçe cem Paşê.

Bedîhê Kor gelek kilam û meqam ji Evdal hilda ye û pìştî mirina Evdal bi giştî kilamên Evdal bi saya çend kesên kêm yên wek Reso, Ferzê û Bedîh gîhîştine guhdaran.

Şakiro jî hê di wan salîyan xwe de mêla xwe dide ser kilaman û digihîje Bedîh. Ji Bedîh hîmê kilam û meqaman dibe. Bedîh jî Şakiro diecibîne û bi xwe re li dewat û dîwana digerîne. Her wiha Şakiro li gund û devûdorên İntabê de hêdî hêdî deng dide û tê naskirin. Bi vî awayî dengbêjîya Şakiro di deh, danzdeh salîya xwe de li Seregolê, li cem Bedîhê Kor destpêdke.

Di sala 1951’an de,  di panzdeh salîya xwe de, cînara xwe  Dilber direvîne û pê re dizewice.  Sê sal piştî zewacê malbat ji Cemalverdî bar dike, diçe Qazbêl ku gundek Qereyazî’yê ye.

Malbat, hema bêje malbatek koçere, gelek koç dikin. Di sala 1960’an de vê carê berê xwe didin Edenê. Li wir qedera şeş sala ancax dimînin. Tên Mûşê, li wir jî salek dimînin.

Piştî Mûşê malbat cihë dibe, dibe du benda. Zarên Cemîlê Selîm, Salih û Şakir dîsa vedigerine Qereyazî’yê. Bedîh û zarên xwe yên din diçin Navik ku gundek Agirî’yê ye.

Divê ez bal bikşînim ku di gelek çavkanîyan de, gelek kesên lêkolîner, piştî Mûşê, Şakiro jî dişînine Navik. Lê ne rast e, Şakiro, hebe tunebe ancax bi mivantî çûye Navik, tu car li wir cîwar nebûye.

Şakiro, li Qereyazîyê zewaca xwe yë duyem bi Serayê re dike. Seraye, jinek bî bûye û li Bulanixê ebe (pîrik) bûye. Jixwe çend sal piştî Serayê, wê ji Edenê Xanim birevîne û pê re zewaca sêyemîn bike.

Piştî demek dirêj ku li Qereyazîyê dimîne, di 1989’an de koçî Îzmir’ê dike û li wir di sala 1996’an de wefat dike.

Ji her sê jinên wî yek zar dibin; ji Dîlber Favzî dibe û di sala 2006’an de li Îzmir’ê wefat dike. Metîn ji Serayê, Ümît jî ji Xanim dibên û niha herd bira jî li Almanya’yê dijîn.

Şagirtî û Têkilîya Bi Reso re

Şakiro şagirtê kê ye? Wekî ku em di gelek çavkanîyan û di ray û bawerîyên gelek kesan de rast tên ku dibên Sakiro şagirtê Reso ye. Dibe jî, dibe hinek kilam û meqam ji Reso hilda be, mumkun e, ji ber ku Reso gelek jê mezintir e.

Lê tiştek wiha jî heye: Gelek kesên İntabê, bitaybetî kalên ehlîyên gundên Seregolan dibêjin ku Şakiro deh, danzdeh salîya xwe de dest bi gotinê kirîye û li cem Bedîhê Kor gihîştî ye. Heta hîjdeh salîya xwe li cem Bedîh maye. Gava ku koç dikin diçin Qereyazîyê, Şakir idî wek dengbêjek sivik li İntabê hatîye naskirin. Ger em gotinên gundîyan rast qebûl bikin, belê, Şakiro şerbeta dengbêjîyê yekem car ji tasa Bedîhê Kor vexwarîye, ne ya Reso.  Ji ber ku Şakiro di wan salan de li Cemalverdî ye û hê haya wî û Reso ji hev tune ne.

Muhtemel e ku têkilîya wî bi Reso re piştî koçê çêbibe. Ji ber ku Reso jî li gundê Gopala ye ku di heman heremê da ne. Tê gotin ku hevnasîya Reso û Şakiro li dewat û dîwanên şevbihurkên wê heremê de çebûye. Wan sala Şakiro sivik e, nêzî bîst salîyên xwe ye. Lê tê dîtin ku dîsa jî dewatkarê şahî û cumaeta ye. Ev jî dide nîşan ku Şakir hê di wan salên xwe de weke dengbêjek tev li dewat û şevbihurka bûye. Herwiha Şakir, berîya ku bi Reso re dikeve têkilîyê, êdî dengbêj e.

Lê kalê heremê digotin, di cumaetan de hetanî ku Reso destûr neda Şakiro kilam nedigot. Şakiro, her wiha hurmetek mezin pêşkeş Reso kirî ye. Belê, ji hurmeta xwe, Reso wek mamostayê xwe qebûl kirîye.

Herdik jî xweşmêr bûne, lê çawa ku Şêx Silê ji Evdal re gotî ye: Haza ku şaîrin, dengbêjin, xweş dengbêjin…

Nivîs