Seregola Intabê

Sal Hatin Mîna Gava

Sal Hatin Mîna Gava

Balzac di gotinek xwe de dibê: “Pêşerojê meraq neke, ça hebe wê were. Lê yên ku wê derbas be baş bifikire. Ji ber ku wê qet ji aqilê te derneyê.” 

Balzac yek ji wan nivîskaran e ku min bi saya wan ji xwendin û edebîyatê hez kirîye. Gava min “Sosina Li Gelî” xwend,  min xwest ez herim Fransayê, li Toursê pey şopa Kontes Henriette bikevim. Ewqas tesîr li min kiribû. Bêguman ev tesîr ji quweta qelema nivîskar tê. Lê Balzac ne tenê bi qelema xwe ve, bi jîyana xwe ve jî balkêş bûye. Carna bohem bûye, rehet bûye, carna jêhatî  jî bûye, xebitîye û  bol nivîsîye.  

Bi rastî ev gotinên wiha yên van maqûlan meriv hişyar dike, bal dikşîne ser xwe, her wiha meriv bi xwe dihise.  

Ez sivik bûm, zehf sivik bûm. Niqutek gelek piçûk ya jîyanê bûm. Li gund bûm. Geh li çolê, nav mêrg û zevîyan, geh delavê gola çemê gundê me, geh li nava gund, ser kulîlka bûm. Hê li ser pêpelûka bûm, derneketibûm rêya, dûrîya. Min hê dunya nedîtîbû, hê xebernedabû, hê li “ber lingê dayîka xwe bûm.” Dunya mezin ez piçûk bûm.  

Di wan çaxê min de ji min re name dihatin, ji serê walî ya dunyayê. “Bira, di heman demê de fotografek xwe yê ku di derengê şevê de li ser kar im ji te re dişînim.” Ew nameyên wisa ku tê de carna fotograf hebûn gelek ji min re dihatin. Carna di tarîya şevan de, carna di odeyek xebatê li ser defter û kitêba, carna ji sûkên freh yên ku li ser avahîyên gir, bilind û mezin çêbûne de hatibûn kişandin, dihatin. Ji derek dûr, ji dunyayek nedîyar, wekî ku ji gerdunek din hatibûn wisa bi efsûnbûn ji bo min. 

Gava ku ez di wan fotografan de çev bi avahîyên ew çend mezin û bilind diketim aqilê min disekînî. Çawa wisa çêbibûn, kê çêkiribû, ça qedandibûn? Û qehramanê minê ku di her fotografek de li cîhek din, her daîm bi ken û hezî li min dinhêrî, di nav wan avahîyan de çawa winda nedibû, ça disekinî, çi dikir?  

Lê di bersîvê min de ev pirs tunebûn. Çima tunebûn ez nizanim. Min jê nedipirsî. Min jî ancax behsa xwe dikir. “Îro ji min re solek standin, em ji gund derketin,  êdî li navçê ne, min  dest bi dibistanek teze kirîye.”  

Ew nameyên ku dihatin digihîştine zaroktîya min, her carî wek çevkanîya şahîyê bûn ji bo min. Wek mizgînî bûn ku digihîştine min, dunya min ronî û dewlemend dikirin, min bi dunyayê dihêsandin. Lê ne tenê min bi dunyayê dihisandin, di heman demê de ez bi saya wan nameyan bi nivîsê jî dihisîyam, min bikêf û eşq dixwand û dinvîsî jî. Min dizanibû ku li derek dûr, zehf dûr yek heye ku di meraqa min de ye, ji min hez dike û pirsa min dike, qedir û qîmeta xwe bi rê dike ji bo min.  

Paşê, piştî gelek salan, dem  û demsalan, piştî gelek zemanan îcar ez bi wêjayan hisîyan. Min dît dunya piçûk bûye, ez mezin bûme.  Wekî ku helbesta Letîvê Huseyn û Ezîzê Îsko de dibêje, “sal hatin bihurîn, hatin mîna gava, ser emrê me hêwirîn, wade li me nekir lava, cahiltî li me bar kir, derî dada revî…” 

Sal hatin, bi xwe re roj anîn. Divê ez bi rûyê li efsûna li ser xwe biketema. Min hêz da xwe, ez ji pêpelûka ketim, derketim rêya, rêwîtîya. Rojek li balafirek siwar bûm, min berê xwe de dûrîya. Pir çûm hindik çûm, min xwe gîhande wan avahîya. Ew avahîyên mezin, bilind û gir êdî ne li dûrê min, ne li gerdunek din bûn. Li ber çevê min, bi qasî rêwîtîyek yekbêhn nêzî min bûn.  

Edî ez bi qehremanê xwe yê zaroktîya xwe ve li wan sûka, di nav wan avahîyan de bûm. Her wiha min perda efsûna salan navber kir, ez ketme nav, min mij û dûyên li ser bîranîna rakir, dunya piçûk û zelal kir.  

Ez bextewar û minetdarê wê destê me ku dirêjê jîyana minê li ser pêpelûka bûye. Ji ber ku meşa li ser pêpelûka ne hêsan e. Alîkarîya destek bihêz û salih nebe, ketin muhtemel e.  

Hin kes hene, ku diçin,  xwe jî bi xwe de dibin. Terka me nakin.  Dîmenên xwe tev yên me dikin. Me bi dunyayê û jîyanê dihisînin. Esas me bi xwe dihisînin.  

Ji birayên baş yên dirêjê dûrîyan bûne re…  

 

Nivîs