Seregola Intabê

Sê Stran Du Ziman

Sê Stran Du Ziman

Sûna Alan û Hevalên Xwe sê stran bi Kurdî û Yewnanî strane.

Alan û Hevalên Xwe strana “Were Qurban”, “Nekî Nekî” û “Çavên Mecnûn” him bi kurdî him jî bi Yewnanî strane. Sûna Alan û Hevalên Xwe ev stran di çerçoveya projeyekê çandî de li hev anîne.

Alan, tevî Hara Loannidouyê stranên xwe bi rengekî akûstîk strane û dema strînê bi rengekî zindî tomar kirine.

Di projeyê de hunermendan strana “Were Qurban” (Ti Ta Theleis Ta Lefta), “Nekî Nekî” (Sala Sala) û “Çavên Mecnûn” (To Gefiri Tis Dramas) him bi kurdî him jî bi yewnanî strane. Stran li ser hemû platformên dijîtal hatine weşandin.

Di dema strînê de Mario Christofiyî li ûdê, Filippos Papasavvasî li bûzûkiyê Ed Emeryyî li tzoûra û rîtmê daye.

Bi vê projeyê tê armanckirin ku çandên cûda bên ba hev û têkiliyek di navbera wan de çêbibe.

Sûna Alan li Bingolê ji dayîk bûye. Gava hê du salî bûye malbat koçî Îzmirê kirîye. Her wiha Sûna Alan li wir mezin bûye. Di nav çanda malbatê de bi muzîka dengbêjî û lawjeyên Elewîyan ve gihîştîye. Di civantîya xwe de di bin tesîra muzîka Yewnanî de maye. Li Londonê jîyana xwe didomîne.

Albûma Sûna Alan bi alîkarî û sazûmanîya Deutsch -Kurdisches Kulturinstitut bi navê Live Performance derketîye. Guhdar dikarin di tim platformên dijîtal de bigihîjin albûmê. Di albûmê de stranên li jêrê cîh girtine.

 

Naveroka Albûma Live Performance:

Çîya Bilind e & Gundê Hember

Birîndarim

Lorî

Mêvanê Bilbil

Rewend

Esmer Eman

Heyder Heyder

Di Dinê de Sê Tişt Hene

Li Mêrdînê

Zembîlfroş

Helîme

Canda

Nadîa

Narê

Ez Kevokim

Ezê Herim Welatê Xwe

Meso Xidirê Min

Aşîtî (Palyuşka Polye)

Ez Dayîkim

 

Çavkanî: bianetkurdî/ bernamegeh