Seregola Intabê

Şer û Jin

Şer û Jin

Di sala 1990î de, êvarek payîzek dereng de li Zanîngeha Stenbolê  pêşbazîya tîmên folklorê saz bibû. Di wê pişbazîyê de tîmên folklorê, mînakên leyîstokên folklorîk yên heremên Tirkîyeyê pêşkeş dikirin.  Ew sal di wê pêşbazîyê de ez rastî zagonek çanda me hatim.

Tîma herema Serhedê bi 18 kesan ve pêkhatibû. 9 hebên wan qîz, 9 hebên wan jî xort bûn. Tîma Serhedê derket ser sahneyê û leyîstin. Govend gerandin, desmal ba kirin, dest û milên hev de gavên biaheng û hereketên biestetîk lidarxistin. Hinek paşê, qîz û xort ji hev qetîyan, qîz hinek paş de man, xort derketin pêş. İdî tenê xort dileyîstin. Qederek şûnda rîtûelên şer pêşkeşkirin, ango mêr şer dikirin. Du leyîstikvanên ji tîmê, bi hereketên şik û pak ve şerê du camêra nîşan didan. Li hev diketin, dest û lingên xwe diavîtine hev, radibûn rûdiniştin, hevdu dibirin û dianîn. Gava em bi giştî ketibûn bin tesîra wan, ji nişkê ve leyîstikvanek qîz xwe avît navbera herd camêra, laçika serê xwe derxist û avîte erdê. Şer yekcar sekinî. Paşê lîstikvan tev li hev topbûn û dîsa govend gerandin.

Ji bîra min naçe, gava ew tîma leyîstika xwe xilas kir û ji sahneyê derket, salon ji dengê çepikan te digo hildişê. Herkesî, ne tenê bînerên Kurd lê her bînerên wê derê gelek ecibandibûn. Ji ber ku him performansa leyîstikvanan zehf pêşta û serketî bû him jî peyama leyîstokê zehf bihêz û bitesîr bû.

Ez bi xwe jî gelek zeman di bin tesîra wê peyamê de mabûm. Paşê ez hinek li ser hûr bûm û gîhîştime rastîya zagonek sosyolojîk ya eşîra Kurda.

Di nav cimaeta eşîran de gava ku mêr şer bikin, jinek ku bikeve navbera wan û laçika serê xwe derxe û bavêje erdê, ew şer êdî divê di heman demê de bisene. Yê ku laçika jina pêpes bike û nesene, di nav civakê de qedir û qîmeta xwe, hurmet û namûsa xwe winda dike û bi zextên giran ve ji nav cimaetê tê avîtin.

Tiştek ecêb e, ez çend roj ewil, di çavkanîyek dijîtal de rastî agahîyek hatim. Gelek bala min kişand, ez şaş mam. Jiber ku di kûrahîya dîroka şarezanîyan merivahîyê de ez rastî zagonek heman hatim ku ew jî wek eşîrên Kurda, ji ber destê qedrê jina şer û dewên di navberên xwe de rawestandine.

Tiştê ku bala min kişandibû wêneyek wênesazê Fransî Jacques Louis David (1748-1825) bû. Gava ez li ser hûr bûm, ez hîn bûm ku wêne li Muzeya Louvre pêşkeş dibe ye.

Dirêjaya wêne 5 mêtre heye ku di navbera salên 1795-1799an de çêbûye û behsa sazbûna Roma’yê dike. Lê di heman demê de peyama aşitîyê ya wênesaz jî dide.

Piştgirê Şoreşa Fransî Jacques Louis David di wêneya xwe yê bi navê “Ketina Navberê ya Jinên Sabînê” de, jinek ji Sabînê ku ketîya navbera du fermandarê ku şer dikin de, di navenda kompozîsyonê de nîşan dide.

Sabînî, berîya sazbûna Roma’yê, qebîleyek ji rohilata Çemê Tîber e û her daîm bi Romayan re şer kirine. Sabînî miletek çîyayî bûye û bi zimanê Oscanî xeberdane.

Gorî dîroknasê Ramanî Lîvy, gava ku Roma di sedsala BZê 8an de bi destê Romulus ava dibe, ehlên wî tev mêr bûne. Romulus, ji ber ku li bajêr pir hindik jin hebûne, dibîne ku wiha here wê nifûsên wan zêde nebin. Li ser vî bi xwestine senetoyê ve mêr û merivên xwe dişînin nav qebîle û xelqên der û dora ku bi jinên wan re bizewicin.

Lê jinên Sabînî teklîfên zewacê yên mêrê Romanî qebûl  nakin. Li ser vî Romanî planek çêdikin ku jinan birevînin. Festîvalek li ser navê yezdanê behrê Neptûn sazdikin. Jinên Sabînî yên ku tên festîvalê direvînin. Di nav wan de xêncî yekî tev bakîre bûne. Ew jina ku bakîre nebûye Hersîlîa bûye û bi mêr bûye. Piştî ku tê revandinê Romulus pê re dizewice.  

Ji ber ku jinên wan revandine, Sabînî diajon ser Romayê. Qîza walîyê kela girê Capîtolînê Tarpeîa îxanetê ji Romanîyan re dike, derîyê derê bajêr vedike û her wisa Sabînî dikevne Romayê.

Sabînî heta kela hundur pêşta diçin. Romulus eskerên xwe yên ku paş ve vekişîyane top dike û erîş dike. Di vê erîşê de şerek dijwar diqewime. Li ser vî jinên Sabînî bi Hersîlîa ve dikevne navbera herd alîya.

Gava jin dikevine nav eskera şer disekine. Herd alî li hev tên, di navbera wan de aşîtî çêdibe. Piştî aşîtîyê Sabîn tên digihîjine Romayîyan û li ser girê Capîtolînê cîwar dibin.

Wêneya Davîd bi kurtasî behsa vê çîrokê dike. Di wêne de li alîyê milê çepê bavê Hersîlîa qralê Sabînîyan Tatîûs e. Li milê rastê jî, yê ku dike mizraqa xwe kewkutî bike Romulusê şervan e. Ew jina ku di navbera wan de ne jî Hersîlîa ye ku dixwaze şerê bavê xwe û mêrê xwe rawestîne.

Kurd dibêjin “şêr şêr e, çi jin e çi mêr e” lê ev şinanî jî rûdanek baldar e, hewceyê lêkolînên hûr û giran e. Heye ku çand û qaîdeyên civakên çîyayî heman e.