Seregola Intabê

Seregol û İntab

Seregol û İntab

  • Dîrok

İntab, Waxté Împaratorîya Osmanîyan de, girédayé Senceqa Bazîdé a Eyaleta Wané bû ye. Piştî ku di 1919’an de dibe navçe,  di sala 1927’an de bi Qerekilîsé (Agirî) ve té girédan.

Bi gor gelek çavkanîyan, dîroka navçé diréjî sedsala B.Z.XV’a dibe. Di wan sedsalan de her çiqas deştek ji yén rojhileta bakûrî ya Qralgeha Hûrrî-Mîtanîyan bûye jî, esas di bin serdestîya Ûrartûyan de té xûyan.

İntab, B.Z. di sedsala VIII.’an de dikeve bin hakîmîyeta Medan. Serdestîya Medan heta ku li hember Persîya ték diçin didome. Paşé herem dikeve desté Persîyan. Serdestîya Persan jî heta sedsala B.Z. 331’an dewam dike. Piştî muherebeya Îssos, herem, tev li Împaratorîya Îskenderé Mezin dibe.

Di sedsalén P.Z. 1. û 2.an de Romanî tén, li ser heremé bi Parsîyan re şer dikin. Lé Romanî hakîmîyeta xwe li ser rohilata Firaté nikarin tesîs bikin.  Di sedsala P.Z. 3. de piştî ku Parsî cîhé xwe ji Sasanîyan re dihélin, vé caré şeré bi Romanîyan re ji Sasanîyan re dimîne. Lé di sala 642’an de Artéşén Îslamî, hakîmîyeta Împaratorîya Sasanî diqedînin û dibine serdesté heremé.

Ber bi dawîya sedsala VIII’an Tirkén ku Îslamîyeté qebûl kirine, di dewra Ebbasîyan de ber bi heremé dikişin, tén. Li ser vî Artéşén Bîzansî dixwazin li hember Tirka bisenin û nehélin bikevin heremé. Di sala 1071’an de artéşa Alpaslan, bi alikarîya gelek eşîrén musliman yén Kurda, li Milazgiré bi Îparatora IV. Romen Dîyojen re şer dike û wan ték dibe, dikişe, dikeve heremé.

Piştî şeré Milazgiré, qederek Harzemşahî, paşé Moxolî tén dikevin heremé. Xéncî wan Îlhanî, Împaratorîya Tîmor, Karakoyunî û Safevî li heremé dor bi dor dibin serdest.

Jixwe wekî ku tén zanîn, pişti şeré Çaldirané ku di navbera Yavûz Siltan Selîm û İranîyan de pék hatîye, bi Peymana Qasré Şîrin ve herem, di salana 1639’an de dikeve desté Osmanîyan.

Her çiqas di salén 1877-1878’an de bi şerén di navbera Osmanî û Rûsan de herem hey dest diguhure jî, bi Peymana Ayastefanos dîsa di desté Osmanîyan de dimîne.

  • Erdnîgarî

Zemîna İntabé, 1535 mitre ji sevîyeya behré bilindtir e. Rûyé erdé, xwedîyé qarekterek zozanî û bi kend û kosp e.

Zivistan dréj û işk, havîn ziha, bihar kin e. Barîn, zivistana tim berf e. Demsala biharan de hey baran (şilî) dibare.

Çemé Mûradé ku milek ji yén Firaté ye di navbera navçeyé de derbas dibe.

Bakûré navçeyé bi çîyayé Qiliçgedîk û Rûtan ve dorpéç e. Li rohilaté Eledax, li başûr û rojavaya başûr Qertewîn, li rojava jî Elmalî heye.  Li heremé daristan û héşinahî tune ye.

Li bakûré İntabé Zédka, li rojhilat  Xamûr, li başûra rojava Milazgir, li başûr de Panos heye. Navé din ya navende İntabé “Dutax” e. Mena xwe ji “du” “tax” a té. Ji ber ku çemé Muradé di nav ziké navçe de dernas dibe, navçe dixe du taxa …

  • Serjimér

Hejmera heremé li dor 35-40 000 e. Ji van nézîké 10 000 kes li navende navçe ye. 

Çalakîyén aborî bi zédeyî cotkarî ye. Xwedîkirina heywanan, esnafî û bazirganî jî tamarén giranbiha ya aborîya heremé ye.

  • Seregol

80 gundé İntabé heye. Ji wan 14 gund ji Seregolé ye. Seregol, herema herî mezin û fireh ya İnrabé ye. Sînoré wé, ji İntabé destpé dike te digihîje Milazgir û Panosé. Di nava wé de çemek zirav dernas dibe diçe digihîje Muradé. Çîyayé Qertewîn xemla Seregolé ye, ji sînoré Panosé destpédike heta Milazgiré diçe.

Di binpéşa Qertewîné de Cemalverdi, Qereqûyî, Gundé Elî, Hacîbotî û Hacîusif hene. Xéncî wan, Melehesen, Mîrze, Bedo, Gundé Mihé, Késa, Şemé, Xirbesork, Dérik û Burnubûlax gundé Seregolé ne.

Navdarén Sereke yén Seregolé

  • Elmecîd Beg (1860-1930)

Seroké Eşîra Sîpkî ye. Elmecîd Beg piştî damezirandina Alayén Hemîdîyeyan de dibe serokén Alayén eşîra xwe  û  di şeré cîhané a yekemîn de li hember artéşa Ûris şer dike û Agirîyé, Qersé û Erzeromé diparéze. 

Di sala 1930’an de, li ser birînek ku di şer de  di çoka wî de peyda bûye û dibe kangren,  li Bazîdé di nexweşxaneya leşkerî de şehîd dikeve.

Mexberé wî li gundé Meter a İntabé, li kéleka Şéxé Şehîd e.

  • Xalis Beg (1889-24 Îlon 1977)

Di serhidana Agirîyé (1926-1930) de bi Îhsan Nûrî Paşa, Biro Heské Télî, Ferzende û Ardeşîr Mûradyan ve seroktî û péşengtîya serhildané kirî ye. Di demajoya serhidané de, di muzakereyén bi Komara Tirkîye’ye re wekî delegeya Komara Agirî’yé wezîfe hildaye. Piştî tékçûna serhildané diçe derbasî Îrané dibe, ji wir diçe Başûr, salek du sal li cem Mele Mistefa Barzanî dimîne.

Piştî efûyé dizvire welat. Di navbera salén 1946-1960’an de, di Partîya Demoqrat ya Adnan Menderes de dibe parlementeré serdemén 9. 10 û 11. ya Agirî’yé.

Xalis Beg, di dîroka Parlementoya Tirkîye’yé de, parlementeré yekemîn e ku zimané xwe yé zikmakî wek Kurdî dide qeydkirin.

Xalis Beg, piştî Derba 27 Gulané mişexté Yassiada’yé dibe. Li wé deré té darezandin. Ji ber ku Tirkîtî zéde nizanibîye, xwe him bi Tirkîtî him jî bi Kurdî diparéze. 

Li hemder sûcdarkirina ku makezagon binpé kirîye de xwe wiha diparéze: “Vallahi Hâkim Bey, Anayasa’nın ayaklarımızın altında olduğunu bilseydim hiç çiğner miydim ?”

Ji alîyé Dadmendîya Bilind a Yassiada ve 10 sal cezayé hepsé dixwe. Piştî cezabirîné dişînin Hepsa Qeyserîyé.

Hevalé wî a nivîngehé Abdülmelik Firat, di pirtûka xwe ya bi navé “Firat Mahzun Akar” de behsa serpéhatîyén Xalis Beg dike.

Xéncî vî,  Samet Ağaoğlu ku wezîrek ji kabîneya Menderes e, di pirtûka xwe ya bi navé  “Marmara’da Bir Ada” de, behsa helwest û ûslûba wî yé bi espirî, yén di mehkemé de li hember hakim, dike.

Xalis Beg di 24 Îlon 1977’an de li Seregolé, gundé Qereqûyé wefat dike.

  • Evdalé Zeyniké (1800-1913)

Di sala 1800 de li gundek Seregolé, li Cemalverdî té dinyayé. Navé bavé xwe Mistefa, navé dayîké Zeyné ye.

Evdal hé 3 salî bû ye bavé xwe winda dike. Dîya wé bi seré xwe Evdal mezin dike. Ji ber vî jé re dibéjin “Evdalé Zeyniké”

Evdal li Cemalverdî heta 30 salîya xwe réncberîyé dike. Piştî 30 salîya xwe, té gotin ku Evdal xewnek dibîne, nexweş dikeve û bi mehan ji nav nîvîna dernakeve. Evdal di demajoya pakbûné de dest bi melodîyan dike û klam jé tén… 

Her wiha Evdal, dibe dengbéjé Seregol û Serhedé. Navdengé wî diçe digihîje Surmelî Mehmed Paşa. Paşa, Evdal hildide dewat û dîwanén xwe, Evdal dibe dengbéjé Surmelî Mehmed Paşa.

Evdal di wan deman de du dengbéjén bin av û deng, di dîwan û dewata de ték dibe. Té gotin ku Şéx Silé sé roj, dengbéja File Gulé ancak dikare 7 roj li ber Evdal berxwe bide. Evdal her wiha dibe “Şahé Dengbéja…”

Her çiqas ku hezkirîyén wî, ewî wek şahé dengbéja bin av dikin jî, ew her tim dibé “ez bavé Temo me” û di kilamén xwe de her gazî Temo dike …

Gava Surmelî Mehmed Paşa li ser navé Dewleta Osmanî diçe Kozané, ser Avşara, diçe Edené  ser Kozanoğlu Evdal jî pé re ye.

Réya sefera Kozané ji Dersîm re derbas dibe. Hevnasîya Evdal ya bi Dersîm re û kilamén li ser Dersîmé ji vî seferé té.

Nivîs