Seregola Intabê

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Şéstpénc salî bû. Lé hé serxwe bû. Gava ku şîyar bû ji xewé, bi dengé melé gundé cînar hisîya. Li gundé wan jî mizgeft hebû, lé ji ber ku kesé méj dikir tune bû, mele jî tune bû. Çû tewlé dewara berda. Bir tev garané kir. Her sibe herkes radibû dewaré xwe tev garané dikirin ku şivan bihere biçérîne. Ew sibe şivan dîsa dereng mabû. Ber garané sekinî, heta dervayé gund çérand. Qederek ma.

Paşé şivan hat, bi awayek şermok, “qusûré nenhé re Apé Elîcan, ez di xewé de mam” got.“Tiştek nake, tu miqat be, bila dewar nekevin zevîya.”

Şivan got, “tu qet meraq neke Ape” û dewara da ser hev ji gund dûr ket.

Zivirî çû mala xwe. Malîya wî rabûye, jé re taşté amade kirî ye. Bi jina xwe ve, di vî xanî de tené diman. Esas ji vî gundî nebûn. Ji gundé kéleké bûn. Her sal havîna bi zozantî dihatin vir. Heta payîza dereng diman, paşé vedigerîn diçûn gundé xwe. Şeş kur, qîzek wan heye. Eno kuré en mezin e. Lé ji ber ku békér e Elîcan qet jé heznake. Bi vî halé xwe yé feqîr, gellek îmkan dabûyé, dîsa jî nebûye tiştek. Ka çi nekiribû? Çend sal ewil dewaré xwe firotibû ji re traktor standibû. Lé xebatek wî yé baş ne bihîstibû ne jî dîtibû. Gundîyé ku di karé xwe de dabûne xebaté tev jé nexweş bûn. Mesela  gava ku mérga mérik dirûtîye, makîné wisa jorda girtîye, li pey xwe birek gîhayé hîştîye. Gava ku mérik çev pé ketîye, ji hérsa dîn bûye.

Nebûye, çûye jé re bi deynî minibusek standîye. Vé caré jî, bihîstîye ku, piştî ku réwîyé xwe ji gund hildide dibe datîne bajér, diçe dikeve qawé qumar dileyze. Hin cara, xwe di qumaré de bîr dike, naçe di waxté xwe de réwîyé ku diçine gund hilnade. Réwî jî hévîya wî nasenin, bi erebén din diçine malén xwe.  Li ser vî, zirar dikin, édî nikarin deyné erebé jî bidin. Elîcan ji ber van tişta gellek diqehirî. Ji ber ku Eno nexistibû merif, ji ber ku ewçend békér mabû, gellek berxwe diket.

Lé ji zaré xweyén din hez dikir. Çi karî bida ber wan dikirin. Bi vî re, wan bi xwe re neanîbû zozan. Ewan li ser mal û karé gund hîştibû. Tené carna, gava ku karek Elîcan é giran hebûya dihatin, alîkarîyé dikirin, dîsa dizvirîn diçûn gundé xwe. Elîcan û malîya xwe, ji ber van sedeman tené diman. 

Taştéya wî, wek her car, bi nané tendûré, peniré teze ya çéleka û şîré ku li ser kuçik hatîye kelandin pék hatibû. Li ser sifré her daîm tené rûdinişt. Li ber deré mala xwe yé ku li navenda gund e, li ser kevirek rûnişt. Kevanîya wî sinî anî, da ber. Elîcan dest bi xwariné kir. Qet nedihate bîra wî ku jina wî bi pé re li ser sifré rûniştî ye. Ew kîngé taşté bixwara, yan jî nané nîvro, jina wî her daîm ji xwe re karek ku péda bikeve didît. Lé Elîcan ji vî rewşé gazindar nebû. Ji ber ku jina wî kingé bihata cem, yan wé besa éşa pişta xwe bikira, yan jî wé hinek karén nava malé bida péşîyé. Wé yan paqişkirina tewlé, yan  ji bîré av bixwasta, yan jî ew sîtila terikî pé bida ser kuçik. Yan baştir ew bû ku nedihate cem. Xwedé kirî vé sibé hé tiştek jé nexwestî ye.

Her wiha taştéya xwe xillas kir. Tebeqeya xweyé titûné ji berîka xwe derxist. Qapaxé vekir. Kaxizek zirav ji nav kaxizén ku bi derzîk piçûk bi hunduré qapaxé ve hatîye danîn derxist. Li navbera piçîya serî û nîşané ya desté çepé, bi cîh kir. Bi desté rasté, ji tebaqé, titûna qaçax ya Bilîsé ku xweş hatibû hûrkirin, li nav kaxiz raxist.  Titûné bi kaxiz işke işk péça. Serén kaxiz yén gihîştne hev, bi lévén xwe şil kir. Her wiha herd lévén kaxiz bi hev re zeliqîn. Êdî cixara wî hazir bû. Péçîyén xwe ser re derbas kir, qurçimén ku mane jî rast kir. Cixara xwe yé ku bi kéfek mezin péça bû, hilda nav lévén xwe yén bin simbélén qeytan. Çawa ku bi hesté mixtar bi derbekî véxist, dûyek tér û tijî, ji zû ve ji cixaré quloz bibû jî. Timé van tişta bi hostatîyek baş kiribû û ji alîk din ve jî karé xwe yén ku wé îro bikira fikirî.

Ew ro dîsa gellek karé ku divé bihata kirin hebû. Divé biçûya devçem bidrûta. Piştî kişandina cixaré rabû. Çû tirpna xwe yé ku danîbû ser xanî hilda.  Li ser milé xwe bicîh kir. Biré ket. Min di zaroktîya xwe de, kîngé kalek wiha ku tirpan li ser mila bidîta, ditirsîyam. Heye ku sedama vé Heso yé gundîyé me bû. Heso mezin bû. Emré wî ji sedî derbaskir, paşé dinya xwe guhirand. Kîngé rastî me bihata, çevén xwe li me cinnû dikir, me ditirsand. Çima wisa dikir, nizanim. Heye ku ancax wisa bike, emé wî ji bîr bînin difikirî. Neheq jî nebû ye. Paşé dîya min dîtibû ku em ji Heso ditirsin, me kîngé nesîk bikira, digo “ezé gazî Heso kim.”  Bi vî avayî me ditirsand, dida sekinandin. Gelo Elîcan jî wek Heso dikir gava rastî zara dihat, nizanim.

Heta nîvro xebitî.  Gîha çinî. Ji ber ku li ber tavé işk nebe, da ser hev. Ew hostayé tirpané bû. Berîya ku makînén pey traktora dernektibûn, karé herkesî bi tirpana dihate kirin. Wan çaxa panzde-bîst tirpanvan li kéleka hev réz dibûn, dest bi çinîné dikirin. Elîcan serhonazé wan çaxa bû. Kesé ku ji wî baştir tirpan bikşanda, kesé ku ji wî zûtir bidrûta tune bû. Wan çaxa ji bo pala, hostatîya tirpanvanîyé ne hésan bû. Herçîyén tirpanvan bûn, xwezîya xwe ji Elîcan re dianîn, dixwastin hoste û bilez bin. Jixwe ji bo tirpanvanek réya hostatîyé ew bû ku, di bin serhonazîya Elîcan de bikaribin bixebitin. Lé niha, xincî çend kalén hevalén wî, kesek ku navé tirpan hilda ser zimané xwe tune bû. Êdî karé herkesî, bi makînén ku li pey traktora dihatne girédan ve, biré diçû.

Gava ku bi kelekela tavé ya li ser seré xwe hisîya, valahîya giran ya birçîbûné jî, di zik de xwe da der. Tirpana xwe danî ber kétek gîha. Çû ser çemé ku  li kéleké dixebitî. Dest û lingé xwe şûşt, hinek hénik bû. Paşé çû mala xwe. Nané xwe xwar, titûna xwe péça, çend îskan çay vexwar, îstirehet kir.

Dîsa zivirî ser karé xwe. Tirpana xwe hilda. Tirpankişandina wî wek beré nebû, lé hé xirab jî nebû. Gava ew dixebitî, li hember, qamyonén ku gîhé dikişandin, traktorén ket dikutan û erebeyén tuccara yén ka dikişandın dernas dibûn carna. Elîcan bi tu tiştî, bi tu kesî re eleqeder nedibû, tené bi karé xwe re mijûl dibû. Gava tirpan dikişand yek tiştek ewî ji karé wî dikir, ew jî av û cixare bû. Waxté tî dibû diçû ser kanîya devé çem, av vedixwar. Her gava av vexwara péşt re titûn jî dipéça. Carna traktorén dihatin ber re derbas dibûn li qlakson didan, destén xwe jé re dihejandin. Ew jî li wan vedigerîya, wan silav dikir, ew qas. Karé wî yé rojek, ji bo traktorek nîv seet bû. Ji boyé divé bixebitîya, gellek bixebitîya. Elîcan, Elîcané serhonaz, waxtekî berîya herkesî karé xwe xilas dikir, bédera xwe reş dikir. Lé niha? Niha li hemberé makînén ku diavéjne pey traktora ték çû ye. Pey herkesî dimîne, ancax dikare karé xwe xilaske. 

Berîya évaré, esrek dereng dest ji kar berda. Tirpana xwe da ser milé xwe, hédî hêdî ber bi gund meşîya. Hem dimeşîya hem jî titûn péçand ji xwe re. Hey rastî zara dihat ré da. Lé gelo wek Hesoyé rihmetî, çev û devé xwe ji zara re xahr dikir, wan ditirsand, nizanim. Wé demé ez li pey bûm. Ji wî min sûreté wî nedidît. Jixwe min ji zara jî nepirsî.

Çû malé. Tirpan danî ser xanî. Garan ji çolé hatîye, ketîye nav gund.  Ev seetén seré évarén havîna, seetén herî qelebalix û bi hereket in. Her kes ji malan derté; jin û zar, kal û pîr, di hizûré de ké hebe édî, bi lez û bez diçin, dewarén xwe ji nav garané vediqetînin, tînin dixine tewla, girédidin. Gazîn, qérîn, girîna zarokan, dengé kelba, dewera û beqén nav çem, ûhwd. tev tevé hev dibin. Elîcan, her évara yek ji mûdavîmé vé hengamé û qelebalıxé bû. Ew roj jî eynî tişt bû. Dewaré xwe da péşîya xwe, bir kire tewlé, giréda. Baş e, gelo édî xillas bûbe karé Elîcan? Naxér, hé kaa… Piştî şîvé, vé car nobedarîya li dijî diza li benda wî ye.

Esas, ew tişté ku vé serhonazé kal dixiste “kalé şevé” ev nobedarîya wî bû. Gava min, ew darén bî yén me hé teze li baxçé oda méra çikandibû, av dikir, ew, ji tarîya şevé diniqutî dihat. Bi xwe re stérkén şivana, îşiqa hîvé ya çilmisî, tebeqa titûna qaçax, tifing û lamba desta dianî.  Hinek jî ronahî hebûn her car, di çevan de…

“Binér” digot “qurban, li Qertewîné, li seré çîyé binhére. Ew agirén ku dişxulin dibinî, tev yén şivana ne. Alavén jîyanén koçerén. Gava meriv ji vir lé dinhére, ji meriv wetrî stérkén ku qibla xwe winda kirine ne. Ev şeytanîya şevereşé ye; erd jî eynî ye édî, ezman jî. Herdik jî di bin orxanek tarî û reş de nin, li kalî binhérî béqîmet e.”

Di bin bérîyén gur de nérînén tûj, di nav lévén bin simbélén qeytan de, titûna péçayî ya Bilîsé hebû. Bi her béhnek re dûyén gurr derdiket, bi hewayé diket, ber bi joré dikişîya tele tel… Bi her kişandinadiné ve, gevezîk piçûk ya agiré seré cixaré peyda dibû û dişibî alavén piçûk yén agirén şivanan, ku ji dûr ve dixûyan.

Ji min re behsa qaçaxén beré dikir, min di nav tarî û bidengîya şevé de dûr û diréj digerand. Camérek wek xwe bû Elîcan, bi qaydé alema xwe, bi qaydé dinya xwe dijîya. Bi nîyetek baş li herkesi, li her tiştî dinhérî. Ji însana, ji heywana, ji her bizindîyén ku Yezdané Mezin çékiribû, hez dikir. Tev li merén ku herkes jé ditirsîyan, jé direvîn jî nedibû mesela, nedixwast zirar bide wan jî. Me rojek li gund merek dîtibû, ji bo ku were bikuje, me gazî kiribû. Qet ji bîr nakim, hat lé nihérî, hîşt ku mer ji ber bikişe here. Herkes dixeydî,  gazî dikirin digotin “bikuje, te çima nekuşt?” Lé ew kenîya bû, gotibû “ez mera nakujim.” Xwedîyé hin regezén xwe bû, wek wan disekinî. Çîrokén diréj diréj digot, ji kalbûné hine cîha ji bîr dikir, disekinî, şerm dikir, digot “em sibé dewam bikin.” Lé di siban de qet berdewama wan nedihat.

Xweşmérek bû wesselam.. Di jîyané de ji tu tiştî, ji xizanîyé jî gazin nedikir, xéncî Enoyé kuré xwe. Kuré xwe nekiribû jîrekek wek xwe, neqedandibû. Ji boyé gellek diqehirî, berxwe diket. Min ewî dişiband Siléman Efendîyé Orhan Welî. “Wexté ku solé wî lénedida hildida ser ziman navé Xwedé, lé gunekar jî nedû. Û ji tu tiştî nekişandibû di dinyayé de xéncî birînén lingé xwe.” Birîna Elîcan jî Eno bû béguman.

Di şeva dawî ya hevaltîya me de, em dîsa di nobeté de bûn bi hev re. Sibetirî emé ji hev biqetîyana, ezé biçûma bajarén dûr. Ew bajarén ku ewî qet nedîtîye û wé qet nebîne… Stérkek şiqitî ew şev ji ser me. Jxwe stérk pir nézîké me bûn. Me desté xwe biavîtayé, bi qasî ku me, dibe ku bikaribîya bigirta, nézîké me bûn.

“Binér” got Elîcan gava ku stérkek dişqitî dît, “bawerîk kevn dibéje, gava ku kesek koç bike ji vé diné, stérkek dişqite, ji çûyîna wî/wé agahdar dike herkesî. Wé yek din jî çû ji vé dinya viroke.”

Di ew şeva dawîn de xemgînîyek hebû li ser me çi bû, me herda jî xeber nedida. Gelo ji bo ku ezé Elîcan di van şevén aram de bihélim, herim dûrîya, berxwe diketim, yan Elîcan, ji niha ve bérîya dosté xwe yé ku wé biçûya dûrîyan dikir, nizanim.…

Gava em ji hev qetîyan, dengé kelbén beredayî dihatin ji devdora… Yek jî, kilamén zemanén teze yén ku şivanan birrén mezin, bi awakî ecemîtî digotin.

Piştî wé havîné, di şevek zivistané de razaye Elîcan, ranebûye. Wek ku jîyaye çûye, di dawîya emré xwe yé şést pénc salî de, ker û lal…

Tifinga wî dane Eno, dewarén wî, lamba wî û qutîya titûné jî…

Lé ronahîya çevé wî, li tirpana wî?… Ewan ké hilda gelo?…

Û stérkek şiqitîbe gelo ew şev, ji bo Elîcan?…

 

Nivîs