Şivan û Ruvî

Şivan û Rovî

[…] Piştî ku şivan pez dide guhurê, hebana xwe davê milê xwe û berê xwe dide gund, bo ku ji xwe ra xwerin û vexwerinê bîne. Demekî ji çîyê berjêr dibe, li ser zinarekî disekine û li gund mêzedike. Bi dilekî şad difikire: „Çiqas cîhekî xweşî, gul û kwilîlkên renga reng deyşta gund pir xweş dike. Ku axa û qereqol tunebuya, ev deyşt û ev gund xweştir dibû, bratî û hevaltî pirtir dibû…“ Lê dengek şivan ji van fikran durdixe.

Deng: – Hawar, hawar, hawar xêrxazno, ez dişewitim, min ji nava vî agirî xlazbikin! Hawar, hawar,hawar…!

Şivan li dev û dorên xwe dinhêre, lê belê tiştekî anjî kesekî nabîne. Şivan bi xwe bi xwe ra dibêje: „bawerim, ba ber guhên min ket, kesekî ku di tengasîyê dabe nabînim.“ Careke din dikeve rêya xwe, ber bi gund dimeşe û dîsa li ser gundê xwe difikire: Zevî û mergên gundê me zehfin, gelo çima axayê gundê me tenê xwedîyê van merg û zevîyane? Çima tiştekî me gundîyan tuneye? Gundîyên feqîr! Ev zevîya han, eva piçuk ya min buya, besbu. Minê cotbikira û şivantî berdida. Şivantî jî xirab nine, lê belê ez şivan, kwirê min şivan, kwirê kwirê min şivan … Eva jî qet nexweşe!” Careke din disa ev deng fikrên şivan dibire.

Deng: – Hawar, hawar, hawar min xlasbikin ji nava vî agirî, ez dişewitim, hawar, hawar, hawar…!

Şivan bi çavekî tuj li dev û dorên xwe dinhêre û vê care duyekî zrav dibîne. Şivan: “Ev Hawar ji wir tê, ka ez binhêrim ev çîye?” Gava ku şivan tê wir, çi bibîne? Marekî. Dev û dora mar puş komkirine û agir berdanê. Mar di nava agir da maye, xilazbuna wî tuneye.

Şivan: – Ci buye, çi hatîye serê te, marê cîwan?

Mar: – Qet nepirse şivanê delal, bi lez min ji nava wî agirî xelasbike, ezê bişewitim

Şivan: – Ezê te çawa xilazbikim, ezê bi xwe bişewitim!

Mar: – Şivanê delal, dem sehf kwirte, dema me bo fikirandinê tuneye, hebana xwe bi serê darê xwe va girêde, û dirêjî nava agir bike, ezê bikevim hebana te, tê hebanê bilindbikî û min ji nava agir xlazbikî.

Şivan henekî difikire, jiber ku mar û mîrov dijminên hevin: „Dijmin be jî, kesekî ku tengasîyêda be, heweceye ku arikarîya wî were kirin. Bav û kalên me jî wusa fikirîne. Pêwîste ku ez jî di rêya bav û kalan da herim.“ Şivan ji xwe ra rêke baş nabîne, lê belê çi bike? Tiştekî jînber li berçavên wî tê şewitandin! Şivan zêde nafikire, hebana xwe bi serê darê xwe va girêdide, û drêjî mar dike. Mar dikeve hebanê û şivan mar ji nava agir xilasdike.

Mar: – Şivanê delal, ez nizanim çawa spas bikim, ber ku te ez ji nava agir xilaskirime. Bo wî ez dixwezim te bi dil maç bikim. Tu mirovekî pir baş û pir xêrxwezî!

Şivan: – Na, na spas marê cîwan, pêwîst nîne. Tu bimeşe di rê ya xweda here, ezê jî di re ya xwe da herim. Waxtê min kwirte.

Mar: – Şivanê delal, te min ji nava agir xilaskir, te jîyana min xilaskir. Kê alikarîya me maran bike, pêwiste ku em wi kesî maç bikin.

Şivan careke din disa difikire: “Min ev mar ji nava agir xilaskir, min bi wî ra qencî kir. Gelo ewê bi min ra xirabîyê bike? Bo çi bi min ra xirabîyê bike? Pêwîste ku ez netirsim.“

Şivan ruyê xwe dirêjî mar dike û dibêje:

Şivan: – Ka de min maç bike marê cîwan, dema min kwirte, ezê herim!

Mar: – Şivanê delal ez dixwezim xwe li te bialînim û lêvên te maç bikim.

Şivan difikire: „Ev mar jî sehf tiştan dixweze. Gelo fikra wî nebaşe? Min ruyê xwe dirêjkir, lê belê ew dixweze lêvên min maçbike. Tişt nabe, lêv û rû wekhev in, bla lêvên min maç bike!“ Û şivan reya maçkirina lêvan dide mar. Mar xwe li şivan dialîne heta ber devê wî û dibêje: Şivanê delal, ez te maçnakim, ezê te bikujim. Lewra ew mîrovê ku ez kirim nava agir, ew jî mîrovekî weke te bu. Hun mîrov tev wek hev in!  Mîrov mîrove, tu an yekî din, li cem min hun tev yekin. Mar xwe carekî li şivan digwêşe, bêhna şivan tê girtin.

Şivan: – Marê cîwan, min bi tera xirabî nekir, qencî kir! Bo çi tê min bikujî? Here wî mîrovî bikuje, ewê ku xirabî li te kirîye!

Mar: – Mîrov tev li cem min yekin, şivanê delal. Ku ez te bikujim, mesele dawî dibe.

Şivan: – Başe marê cîwan, ez girtîyê te me, tu jî zanî mirina bê sahid nexwşe! Ger ku tu desturê bidî, emê li şahidekî bigerin.

Mar gotina şivan qebul dike û li şahidekî digerin. Pir diçin hindik diçin, rastî çêlekek pîr tên. Dema ku çêlaka pîr wana dibîne û dibêje:

Çêlek: – Rojbaş marê cîwan, evî mîrovê qirêj çikirîye ku te ew girtîye?

Pêşta şivan, dawîyê da mar vê buyerê yek bi yek hewar didin.

Çêlek: – Başe ezê bibim şahidê we marê cîwan. Tu dikarî vî mîrovî li vir bikujî, lewra mîrov ne başin. Dema ku ez cîwan bum, min şîr, penêr, rûn û mast dida wan, ewana jî hevalên min bun, ji min hizdikirin. Lê belê dema ku îdî ez pîr bum, şîr û rûnê min qedîya, wana îdî ez ji mal derkirim, ez da me ber devê gur û hirçan. Mîrov bêbextin, ku ez dewsa te da buma marê cîwan, minê ev mîrov li vir bikuşta.

Mar xwe li şivan dişidîne, derzîya xwe derdixe û dibêje:

Mar: – Ev şahida li alîyê mine, îdî ezê te bikujim.

Şivan: – Marê cîwan, Ev şahida dijî mîrovane, ew jî dijminê mîrovane, ca hebe ez girtîyê te me, em li şahidekî dinê jî bigerin!

Mar: – Başe! Em şahidekî dinê jî bigerin, bila eva xwestina te ya dawîyê be!

Mar li şivan alîyayî û çêleka pîr jî bi wan ra li şahidekî dinê digerin. Pir diçin, hindik diçin rastî dareke sêvê tên. Gava ku dara sêvê vana dibîne:  Dara sêvê: – Rojbaş marê cîvan! Çi buye, bo çi te ev mîrov girtîye?

Pêşta şivan, dawîyê da mar vê buyerê yek bi yek ji dara sêvê ra dibêjin.

Mar: – Tu çi dibêjî, dara sêvê? Tu jî bibe şahidê me.

Dara sêvê: – Marê cîwan, mîrov pir pîsin. Dema ku ez cîwan bum, seven min pir bun, sîya min freh bu, mîrov dihatin sêvên min dixwerin, di bin sîya min da govend digirtin. Ew dem mîrov hevalên min bun. Lê belê ez îdî pîr bum, seven min qedîyan, pelgên min weşîyan, sîya min îdî çênebu. Ji ber vê yekê mîrovan ez tenê hiştim, hevaltîya wan jî qedîya. Îdî ez çavên wan nabînim, Evan mîrovan xwinmijin, pewîste ku em wan bikujin û hevaltîyê nekin!

Mar: – Te dît, şivanê delal, dara sêvê jî wek min difikire. Îdî ezê te bikujim, lewra du şahidên min hene. Gotina xwe ya axirîye bêje, dema min kurte, ezê herim.

Şivan: – Ez girtîyê te me marê cîwan, tu dikarî min bikujî, lewra ez jî mîrov im.

Dema mar derzîya xwe derdixe ku şivan bikuje, li ser zinarekî rovîk li wan bang dike:

Rovî: – Brano, hevalno hun çi dikin, çi buye?

Gava ku şivan rovî dibîne, dibêje: Marê cîwan, çi dibe, bla rovî jî bibe şahidê me, ka hela ew çi dibêje? Mar gotina şivan qebul dike û ruvî jî dibe şahid. Pêşta şivan, dawîyê da mar vê buyerê ji rovî ra jî dibêjin.

Rovî: – Brano, hevalno ez bawer nakim, ku mîrovek marekî ji nava agir xilasbike. Lewra mîrov û mar dijminên hev in. Bi fikra min mar şivan an xapandîye anjî zordestî lê kirîye û kiriye hêsîr.

Mar: – Heval rovî em derewa nakin, ev buyer raste, bawer bike!

Rovî: – Ez bawer nakim, heta ku ev buyer li vir careke din di serîda neyê dubarekeirin.

Mar nedikare tiştekî bike. Ku mar şivan bikuje, rovî yê li herderî beje: „Mar li mîrovan zordestîyê dike û dijmintayî dike nav mirovan û heywanan. “Mar jî rezîl bibe.

Mar xwe ji şivan vedike, sivan puş komdike, mar dikeve nava helqa puş, şivan agir dadide û hebana xwe bi serê darê xwe va girêdide, dirêjî mar dike, mar dikeve hebanê û şivan hebanê bilind dike, dizvire ser rovî, dixeze bêje: „Min mar waha xilaskir.“ Lê belê rovî bi destê xwe işaret dike: „hilde li erdêxe, hilde li erdêxe!“ Sivan işareta rovî fehmdike û difikire: „Ev marê ku di hebana min daye, dijminê min e, ewî dixwest min bikuje, ez çi sekinîme? Dijmin dijmin e, dost jî dost e! “Şivan hebana xwe, ya ku mar têdane bilin dike li erdê dixe, bilind dike li erdê dixe, carek, dudu, sisê, penç, deh… Ji dijminê xwe xilas dibe. Şivan ber bi rovî diçe û dibêje: Zor, zor spas rovîye delal! Li ber qencîya te dixwezim te bi dil maç  bikim!

Rovî: – Na, na şivanê delal, marê cîwan jî dixwest te maç bike! Ew ders min zuva girtîye. Rojbaş!

Şivan kûr kûr difikire: „Dijmin nabe dost! Azadî bi zanistî dibe, bê zanebun mîrov kore…“ Rojên te jî baş rovîye zana, dersa ku te da min pir pir mezin e û pir pir granbiha ye!

Xwendevanek

Nivîs