Şivan û Rovî

Çîrokeke Gelerî 

[…] Piştî ku şivan pez dide garê, hebana xwe davêje milê we û berê xwe dide gund, boku ji xwe ra xwerin û vexwerinê bîne. Demekî ji çîyê berjêr dibe, li ser zinarekî disekine û li gund mêzedike. Bi dilekî şad difikire: „Tu çiqas cîhekî xweşî, gwill û kwilîlkên renga reng deyşta te pir xweş dikin, eger ku axa û qereqol jî tûnebûna, ev deyşt û ev gund xweştir dibû, bratî û hevaltî pirtir dibû“.

Lê dengekî hawarê şivan ji van fikran durdixe.

Deng:

– Hawar, hawar, hawar xêrxazno, ez dişewitim, min ji nava vî agirî xilasbikin! Hawar, hawar, hawar…!

Şivan li dev û dorên xwe dinhêre, lê belê tiştekî anjî kesekî nabîne. Şivan xwe bi xwe dibêje: „Bawerim, ba ber guhên min ket, kesekî ku di tengasîyê dabe nabînim.“ Careke din dikeve rêya xwe, ber bi gund dimeşe û dîsa li ser gundê xwe difikire: „Zevî û mergên gundê me zehfin, gelo çima axayê gundê me tenê xwedîyê van merg û zevîyane? Çima tiştekî me gundîyan tuneye? Gundîyên feqîr! Ev zevîya han, eva piçuk ya min buya, besbû, min ê cotbikira û şivantî berda. Şivantî jî xirab nine, lê belê ez şivan, kwirê min şivan, kwirê kwirê min şivan … Eva jî qet nexweşe!” Careke din disa ev dengê hawarê fikrên şivan dibire.

Deng:

– Hawar, hawar, hawar min xlasbikin ji nava vî agirî, ez dişewitim, hawar, hawar, hawar…!

Şivan bi çavekî tuj li dev û dorên xwe dinhêre û vê care duyekî zirav dibîne. Şivan difikire: “Ev dengê hawarê ji wir tê, ka ez binhêrim ev çîye?”

Gava ku şivan tê wir, çi bibîne? Marek. Dev û dora mar puş komkirine û agir berdanê. Mar di nava agir da maye, xilasbûna wî tûneye.

Şivan:

– Çi bûye, çi hatîye serê te, marê cîwan?

Mar:

– Qet nepirse şivanê delal, bi lez min ji nava wî agirî xelasbike, ez ê bişewitim.

Şivan:

– Ez ê te çawa xilasbikim, ez ê bi xwe bişewitim!

Mar:

– Şivanê delal, dem zehf kwirte, dema me bo fikirandinê tûneye, hebana xwe bi serê darê xwe va girêde, û dirêjî nava agir bike, ez ê bikevim hebana te, tu ê hebanê bilindbikî û min ji nava agir xilasbikî.

Şivan henekî difikire, jiber ku mar û mîrov dijminên hevin: „Dijmin be jî, kesekî ku tengasîyêda be, heweceye ku alîkarî were kirin. Bav û kalên me jî wusa fikirîne. Pêwîste ku ez jî di rêya bav û kalan da herim.“ Şivan ji xwe ra rêke baş nabîne, lê belê çi bike? Tiştekî jînber li berçavên wî tê şewitandin!“ Şivan zêde nafikire, hebana xwe bi serê darê xwe va girêdide, û drêjî mar dike. Mar dikeve hebanê û şivan mar ji nava agir xilasdike.

Mar:

– Şivanê delal, ez nizanim çawa spas bikim, jiber ku te ez ji nava agir xilaskirim. Bo wî ez dixwezim te bi dil maç bikim. Tu mirovekî pir baş û pir xêrxwezî!

Şivan:

– Na, na spas marê cîwan, pêwîst nîne. Tu bimeşe di rêya xweda here, ez ê jî di rêya xwe da herim, wexta min kwirte.

Mar:

– Şivanê delal, te ez ji nava agir xilaskirim, te jîyana min xilaskir. Kê alikarîya me maran bike, pêwiste ku em wi kesî maç bikin.

Şivan careke din disa difikire: “Min ev mar ji nava agir xilaskir, min bi wî ra qencî kir. Gelo ewê bi min ra xirabîyê bike? Bo çi bi min ra xirabîyê bike? Pêwîste ku ez netirsim.“

Şivan rûyê xwe dirêjî mar dike û dibêje:

– Ka de min maç bike marê cîwan, dema min kwirte, ez ê herim!

Mar:

– Şivanê delal ez dixwezim xwe li te bialînim û lêvên te maç bikim.

Şivan difikire: „Ev mar jî zehf tiştan dixweze. Gelo fikra wî nebaşe? Min rûyê xwe dirêjkir, lê belê ew dixweze lêvên min maçbike. Tişt nabe, lêv û rû wekhev in, bla lêvên min maçbike!“ Şivan rêya maçkirina lêvan dide mar. Mar xwe li şivan dialîne heta ber devê wî tê û dibêje:

Mar:

– Şivanê delal, ez te maçnakim, ez ê te bikujim. Lewra wî kesê, ku ez kirim nava agir, ew jî mîrovekî weke te bû. Hun mîrov tev wek hev in! Mîrov mîrove, tu an yekî din, li cem min hun tev wekhev in. Mar carekî xwe li şivan digwêşe,  bêhna şivan tê girtin.

Şivan:

– Marê cîwan, min bi tera xirabî nekir, qencî kir! Bo çi tê min bikujî? Here wî mîrovî bikuje, ew ê ku xirabî li te kirîye!

Mar:

– Mîrov tev li cem min yekin, şivanê delal. Ku ez te bikujim, mesele dawî dibe.

Şivan:

– Başe marê cîwan, ez girtîyê te me, tu jî zanî mirina bê şahid neraste! Gerku tu desturê bidî, em ê li şahidekî bigerin.

Mar gotina şivan qebul dike û li şahidekî digerin. Pir diçin hindik diçin, rastî çêlekeke pîr tên. Dema ku çêlaka pîr wana dibîne û dibêje:

Çêlek:

– Rojbaş marê cîwan, vî mîrovê qirêj çikirîye ku te ew girtîye?

Pêşta şivan, dawîyê da mar vê bûyerê yek bi yek hewar didin.

Çêlek:

– Başe ez ê bibim şahidê we, marê cîwan. Tu dikarî vî mîrovî li vir bikujî, lewra mîrov ne başin. Dema ku ez cîwan bum, min şîr, penêr, rûn û mast dida wan, ew jî hevalên min bûn, ji min hezdikirin. Lê dema ku êdî ez pîr bûm, şîr û rûnê min qedîyan, wan êdî ez ji mal derkirim, ez dame ber devê gwir û hirçan. Mîrov bêbext in, ku ez şûna te da bûma marê cîwan, min ê ev mîrov li vir bikuşta.

Mar xwe li şivan dişidîne, derzîya xwe derdixe û dibêje:

Mar:

– Ev şahida li alîyê mine, êdî ez ê te bikujim.

Şivan:

– Marê cîwan, Ev şahida dijî mîrovan e, ew jî dijminê mîrovan e, ça hebe ez girtîyê te me, em li şahidekî dinê jî bigerin!

Mar:

– Başe! Em şahidekî dinê jî bigerin, bila eva xwestina te, ya dawîyê be!

Mar li şivan alîyayî û çêleka pîr jî bi wan ra li şahidekî dinê digerin. Pir diçin, hindik diçin rastî dareke sêvê tên.

Gava ku dara sêvê wan dibîne:

Dara sêvê:

– Rojbaş marê cîvan! Çi bûye, bo çi te ev mîrov girtîye?

Pêşta şivan, dawîyê da mar vê bûyerê yek bi yek ji dara sêvê ra dibêjin.

Mar:

– Tu çi dibêjî, dara sêvê? Tu jî bibe şahidê me.

Dara sêvê:

– Marê cîwan, mîrov pir pîsin. Dema ku ez cîwan bûm, seven min pir bûn, sîya min freh bû, mîrov dihatin sêvên min dixwerin, di bin sîya min da govend digirtin. Ew dem mîrov hevalên min bûn. Lê belê ez êdî pîr bûm, sevên min qedîyan, pelgên min weşîyan, sîya min êdî çênebû. Ji ber vê yekê mîrovan ez tenê hiştim, hevaltîya wan jî qedîya. Êdî ez çavên wan nabînim. Evan mîrovan xwinmijin, pewîste ku em wan bikujin û bi wan ra hevaltîyê nekin!

Mar:

– Te dît, şivanê delal, dara sêvê jî wek min difikire. Êdî ez ê te bikujim, lewra du şahidên min hene. Gotina xwe ya axirîye bêje, dema min tuneye, ez ê herim.

Şivan:

– Ez girtîyê te me marê cîwan, tu dikarî min bikujî, lewra ez jî mîrov im.

Dema mar derzîya xwe derdixe ku şivan bikuje, li ser zinarekî rovîyek li wan bang dike:

Rovî:

– Brano! Hevalno! Hun çi dikin, çi bûye?

Gava ku şivan rovî dibîne, dibêje:

– Marê cîwan, çi dibe, bla rovî jî bibe şahidê me, ka hela ew çi dibêje?

Mar gotina şivan qebûl dike û ruvî jî dibe şahid. Pêşta şivan, dawîyê da mar vê bûyerê ji rovî ra jî dibêjin.

Rovî:

– Brano! Hevalno! ez bawer nakim, ku mîrovek marekî ji nava agir xilasbike. Lewra mîrov û mar dijminên hev in. Bi fikra min mar şivan an xapandîye anjî zordestî lê kirîye û kirîye hêsîr.

Mar:

– Heval rovî em derewa /vir û zûra nakin, ev bûyer raste, bawer bike!

Rovî:

– Ez bawer nakim, heta ku ev bûyer li vir careke din di serîda neyê dubare kirin.

Mar nedikare tiştekî bike. Ku mar şivan bikuje, rovî ê li herderî beje: „Mar li mîrovan zordestîyê dike û dijmintayî dike nav mîrov û heywanan. “Mar ê jî rezîl bibe.

Mar xwe ji şivan vedike, şivan puş komdike, mar dikeve nava helqa puş, şivan agir dadide û hebana xwe bi serê darê xwe va girêdide, dirêjî mar dike, mar dikeve hebanê û şivan hebanê bilind dike, dizvire ser rovî, dixeze bêje: „Min mar waha xilaskir. “

Lê belê rovî bi destê xwe îşaret dike: „hilde û li erdêxe, hilde û li erdêxe! “

Şivan îşareta rovî fehmdike û difikire: „Ev marê ku di hebana min daye, dijminê min e, wî dixwest min bikuje, ez çi sekinîme? Dijmin dijmin e, dost jî dost e! “Şivan hebana xwe, ya ku mar têdaye bilin dike û li erdê dixe, bilind dike û li erdê dixe, carek, dudu, sisê, penç, deh… Ji dijminê xwe xilas dibe. Şivan ber bi rovî diçe û dibêje:

– Zor, zor spas rovîye delal! Li ber qencîya te dixwezim te bi dil maç bikim!

Rovî:

– Na, na şivanê delal, marê cîwan jî dixwest te maç bike! Ew dersa min zuva girtîye. Rojbaş!

Şivan kûr û kûr difikire: „Dijmin nabe dost! Azadî bi zanistî dibe, bê zanebûn mîrov kore. Rojên te jî baş rovîye zana, dersa ku te da min pir, pir mezin e û pir, pir granbiha ye“.

Şivan bi dilêki geş berbi gund dimeşe.


Seregol Seregol

Nivîs
Nach oben scrollen