Seregola Intabê

Şivanê Kurmanca

Şivanê Kurmanca

Romana Yekem: Şivanê Kurmanca

Ez hey li sahafa digerim. Gava destê min li ser rûpelên tenik yên pirtûkên kevn digere, kelecanek jar, xwe bi dilê min dihisîne. Ez bi wan şa dibim, xwe li hevokên wan dixim.

Çend roj ewil ez di sahafek de rastî romana „Şivanê Kurmanca“ hatim. Şivanê Kurmanca, romanek bi nav û deng ya Ereb Şemo ye ku di edebîyata me yê hemdem de wekî romana yekem tê qebûl kirin. Roman gelek cara, bi weşanxaneyên cûr be cûr hatîye weşandin. Di wan weşanan de bi zêdeyî bi navê „Şivanê Kurd“ derketîye pêşberê xwendevana. Min jî, nêzî bîst sal ewil bi vî navî xwendibû. Lê em îro êdî dizanin ku navê xwe yê orjînal Şivanê Kurmanca ye. Jixwe ev nivîs wê ev weşana orjînal bi we bide nasîn.

Li Ser Amadekarîya Pirtûkê

Çapa di destê min de ji alî Weşanxaneya Lis di sala 2009’an de hatîye weşandin. Di destpêkê de pêşgotinek dirêj ya Mustafa Aydoğan heye. Aydoğan ku amadekarê pirtûkê ye, li ser roman hûr  bûye, serrast û berhev kirîye, her wiha orjînala çapa yekem ku di sala 1935’an de weşîyaye amade kirîye. Mustafa Aydoğan di vê xebata xwe yê bi rûmet de tiştek baştirîn jî kirîye, him bi alfabe me ya latînî  ya 1929’an him ji bi ya niha, weke du pirtûk bi hev re berdest kirîye.

Mustafa Aydoğan di pêşgotinê de dide zanîn ku gelek pey metna orjînal ketîye. Çûye Ermenîstanê, di Kitêbxaneya Dewletê de rastî kopyayekî ku du rûpel jê kêm bûne hatîye. Çûye serî li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê daye. Bi saya Prof.Celîlê Celîl gihîştîye arşîva Casîmê Celîl. Xêncî wî çûye di nav Kurdên me yên Sovyeta berê gerîyaye. Ketîye arşîva Sara Distribution û bi alikarîya Têmûrî Xelîl di arşîva Riya Teze jî xebitîye. Her wiha bi xebatek birûmet, berhemek giranbiha pêşkeşî me kirîye, mala wî ava…

Roman, heta niha bi gelek zimanê cûda weşîya ye. Bi Rûsî, Ermenî, Almanî, Tirkî, Azirî, Gurcî, Erebî, Fransizî, Îngilizî û Macarî. Bi alfabeya me yê niha, cara dawî, di sala 1990 ji alî Weşanên Özgürlük Yolu, bi navê Şivanê Kurd weşîyaye.

Naverok

Roman, bi koça Şemoyê Hesenî ku bavê Ereb e destpê dike. Şemo ji Surmelî ya Rewanê ye. Li ser mirina jina xwe ya yekem, bi herd kurên xwe Biro û Dewrêş ve bar dikin tên li Azadê ku gundekî Qersê ye cîhwar dibin. Qers di destê Ûris de ye. Demajo, berîya şerê yekem ya cîhanê ye. Li wir dibe şivanê gund. Di heman gundî de diziwice jî,  bi navê Çîçek, Gogê û Ereb dibe xwedîyê sê zarên din… Li Azadê gelek salan dimnînin, bi zor û zehmetîyê, bi feqîrî û belengazîyê jîyana xwe didomînin.

Piştî Azadê çend gundê Qersê digerin. Di her gundî da jî şivantîyê dikin. Ereb jî di wan gunda de mezin dibe û ew jî wek bav û birayên xwe yên din dibe şivan û rêncberê gunda. Her wiha bi şivan û gavantîyê gund bi gund digerin. Gava ku Ereb dibe deh panzdeh salî li gundê Alêksandrovskê dibe xizmetkarê dibistanê. Mamoste gelek ji Ereb hez dike û hildide nav xwendavanê xwe. Ereb himê xwendin û nivîsandinê dibe.

Gava ku şer destpê dike Ereb, ji ber ku zimanê wek Kurdî, Tirkî, Ermenkî û Ûrisî dizane,  dibe rêberê artêşa Ûris.   

Ereb Tê Seregolê

Di sala 1914’an de demajoya şerê yekem ya cîhanê destpê kirîye. Ûris hatîye ajotîya ser Osmanîya.  Ereb Şemo, bi artêşê re tê Qaxizman û Tendûrekê. Artêş ji Tendûrekê dikişe tê dikeve İntabê. Ji nav gundê İntabê, Ereb tenê behsa Sêvik û Zadik dike. Heye ku ketine gelek gundê din jî lê nivîskar navê teva rêz nake.

Ji dîwarê İntabê dertê tê xwe digîhîne Seregolê. Artêş li Dêrikê ku gundekî Seregolê ye kon vedike,  kamp datîne. Di rûpela 132’an de ev beş wiha derbas dibe:

„Eskerê me danîbû li Entabê, li gundê Dirêkê, ew çend gund berê gundê Sîpka bûn. Navê wan gunda Sêvik, Dêrik, Zadik û yên din. Wî gundê Dirêkê de gele malên kurmancêd me mabûn. Malekî de jina tivinge destada nedihîşt kesek ser mala wêda bê.“

Piştî İntabê artêş diçe Sîpanê Xelatê, ji wir diçe xwe digîhîne Milazgirê. Li Milazgirê Ereb ji artêş vediqete, vedigere tê mala xwe.

Nivîskar, di mijara Sîpan de bi kurtasî behsa çîroka Sîyabend û Xecê jî dike.

Ereb Dibe Bolşevîk

Ereb Şemo, piştî ku dev ji rêberîya artêş berdide, diçe mala xwe. Demek şûnda îzna xwe ji dê û bavê xwe distîne diçe Sariqamşê. Di wan salan de li Ûris reaksîyona şoreşê destpêkirîye û hatîye xwe gîhandîye welatê Serhedê jî. Gava ku Ereb li Sariqamişê dixebite rastî bolşevîka tê û dibe hevalên wan. Her wiha Ereb li wê heremê ji bo şoreşê gelek dixebite. Sempatîya şoreşê di nav eskeran de jî hingî diçe zê dibe. Ereb gelek xebat di nav eskeran de jî dike. Şoreş şer naxwaze, dike ku artêşa Ûris di tim enîyan de lihevhatin çêke û vekişe were welat. Dibê, „ev şer ya emperyalîsta ne,  ne ji bo kara karker û cotkaran, gundî û rêncberan e.“ Ev daxwaz di nav eskeran de gelek deng dide. Ji ber ku him esker him jî malbatên wanê li Ûristanê gelek xizanî dikşînin.

Piştî demek Ereb li wir deşifre dibe. Zabitên Çar pey Ereb dikevin. Ereb di nav gunda de demek xwe vedişêre. Paşê, di sala 1917’an de, direve diçe, xwe diavêje Tîflîsê. Ji wir jî diçe Stavropolê, dikeve nav bolşevîka, dibe Muhafizê Sor. Li wê derê gelek cara bi Qazaxa re dikeve pevçûna. Gava ku şoreş bi hêz dibe, bolşevîk, ji bo ku Ereb di nav Kurmanca de bixebite, dişînine Tîflîsè.

Ereb li Tîflîsê,  diçe nav Kurdên ku ji Qersê hatine, pirsa malbata xwe dike. Şopa xwîşka xwe Golê rast dike. Digihîjne hev. Salix hildide ku bavê wî hatîye kuştinê, dîya wan jî ji birçîbûnê mirî ye. Her wiha malbata xwe winda dike.

Ĺê êdî ew bolşevîkek jêhatîye.

Analîz

Roman, çîroka nivîskar bixwe ye. Loma  nivîskar di romana xwe de navê xwe bikaranî ye. Roman, bi vegotinek xatiratî pêk hatî ye. Nivîskar, serpêhatîyên xwe rêz dike.

Di roman de em dibine şahêdin jîyana Kurda, Ermen û Ûrisan. Disa em şerê yekem ya cîhanê, demajoya şoreşa çirîya pêşîn, şer û pevçûnên di navnera miletan de, bi taybet Ûris, Kurd û Ermenîyan de, bi çevê Kurdek şivan, paşê rêberek artêşa Ûris û di dawîyê de jî bi çevê bolşevîkek dibînin.

Ez dibêm, em dikarin bibêjin ku vegotin û nivîsa romanê ne bi awa û şêwazek edebî ye. Nivîskar bi qaydê  xeberdana rojane  nivîsî ye û ji mijara bingeh dûr neketî ye. Her wiha serî li metodên wek teswîr, detay û hûrgilî neda ye. Ji ber ku hin meselên sîyasî û civakî bi zimanek sivik bidev kirîye, hinek wêjekar, roman dixin kategorîya „realîstîya sosyalîst.“

Di mijara ziman de jî gelek balkêşî hene. Ez  bi zanetî dibêm „balkêşî“ ji ber ku ez naxwazim bêjim „kêmasî“ yan tiştek din. Di wan çaxa, li wan dera, bi zêdehî Kurdên me yên Kafkasa xwedîyê ziman û devokek wiha bûne. Kelîmeyên wek „paîz (payîz)“,  „egir (agir) „,  „derbaz (derbas)“, „bela (belav)“, „unda (winda)“ ûhwd gelek in.

„Şivanê Kurmanca“ bê guman  romanek sereke ya edebîyata me ye. Ji gelek alîyan ve giranbiha ye.

Ereb Şemo

Di 27 Çirîya Pêşîn 1898’an de li gundek Qersê, li Azatê tê dinyayê. Di 21 Gulan 1978’an de li Rewanê, di 80’ê salîya xwe de diçe ser dilovanîya xwe.

Ereb Şemo, xêncî Şivanê Kurmanca xwedîyê gelek roman û berhemên dine jî; Berbang (1957), Dimdim (1966), Jîyana Bextewar (1959), Hopo (1969) çend romanên sereke yên Ereb Şemo ne. Xêncî van gelek berhem û xebatên wek çîrok, lîstokên tiyatroyê û maqale hene

Ereb Şemo, di heman demê de endamê Yekitîya Nivîskarên Sovyeta ye.

Nivîs