Seregola Intabê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Waxtekî, hebûye tunebûye, li welatek dûr, di nav xwezayek kesk de, şivanek zehf biaqil û heywanhez hebûye. Ev şivanê piçûk ewqas biaqil bûye, bi bersîvên xwe yên ku dida pirsên ku jê dihatin pirsîn ve însana şaş û metal dihîşt. Rojek ji rojan, nav û dengê biaqilbûna şivanê piçûk çûye gihîştîye guhê Qral. Qral jî xwestîye vê şivanê biaqil bibîne û binase.

Şivanê Biaqil ça ku daxwaza Qral bihîstîye, kelecanek pêgirtîye û rabûye çûye hizûra Qral. Qral ji Şivan re gotîye;

“Hela were Şivanê biaqil, ezê niha sê pirsa ji te pirskim. Heger ku tu bersîva van hersê pirsa bidî min ezê wezîfeyên girîng yên welat bidim te. Tê li qesra bijîyê.”

Şivan jî gotîye “temam” û Qral dest bi pirsên xwe kirîye.

“Li ser rûyê erdê de di kîjan behrê de çand niqut av heye?”

Şivanê piçûk wiha bersîva vê pirsî daye:

“Qralê min, ji bo ku meriv evî hînbibe, divê meriv çavkanîyên xwezayî yên ku behra tijî dikin û ewra teqîp bike. Ji ewran niqutê şilîyê diniqutine behrê û avên ji çema dikişin jî dirijine behra. Heger em çavkanîyên  avên xwezayî kontrol nekin, emê nizanibin ka gelo çend niqutên behrê hene. ”

Şivanê Piçûk wiha daye bersîva Qral û Qral derbasî suala xwe ya duyem bûye:

“Emrê bêdawîyîya gerdunê çiqas e?”

Şivanê Piçûk hankava dest bi bersîvê kirîye, gotîye:

“Bilindahîya Çîyayê Qafê 1 mêtre ye, kûrahî û berayîya wê jî yek mêtrene. Ji vî ye Teyrê Enqe her sed salî carek tê Çîyayê Qafê. Teyrê Enqa ku xwe digihîne çîyê, çîyê nikil dike. Waxta nikilkirina Teyrê Enka xilas dibe tenê yek sanîyek derbas dibe. Her wiha ji bêdawîyîya gerdunê tenê sanîyek kêm dibe.”

Bersîva Şivanê Piçûk ya ji bo vê pirsê jî wiha bûye. Qral bi şaşmayîyek mezin ve pirsa xwe ya dawî jî dipirse:

“Li ezman  çend stêrk hene?”

Şivanê piçûk û biaqil, berîya ku bersîva pirsê bide ji Qral kaxiz û qelemek dixwaze. Qral xwesteka Şivanê Piçûk hankava tîne cîh. Şivanê Piçûk, kaxiz bi birek nukte ve tijî dike. Kê dike ku wan nukteya bijbêre, ji ber ku zehf bûne tevê hev dike û naqedîne. Paşê Şivanê Piçûk ji Qral re dibêje:

“Ev nukteyên ku min li vir rêz kirine çiqas  bin, stêrkên li ezman jî ewqas in. Hûn diqedînin bijbêrin.”

Piştî pirsan Qral ji Şivan re gotîye:

“Aferin, tu zehf biaqilî, te her sê pirsan jî rast kir. Tê idî li vî welatî bibî şexsîyetek zehf mihum. “

Qral biryar dide ku Şivanê piçûk û biaqil bibe endamê dîwanê û xwestîye waxta ku wê biryaran bide Şivan jî di civata bilind de hebe.

 

Çîrok: Hans Christian Andersen