Tê bibînî ku ez ji te hez dkim, gava ez hez nekim,
Ji ber ku bi du rûyê xwe ve dertê ber te jîyan.
Tê binhêrî ku bûye baskê bêdengîyê peyvokek,
Agir jî par hildide ji sermayê.
Ji bo ku dest bi hezkirina te bikim ji te hez dikim,
Ji bo ku ji nû ve dest bi rêwîtîya ku
Wê hezîya minê ji bo te bêdawî bike bikim.
Ji ber vê ye ji te hez dikim, vê gavê.
Tu dibê qey destê te da ne nifta bextewarî û birînên nedîyar
yên ku bi xemgînî tijî ne.
Him hez dikim ji te, him hez nakim.
Du canê hezîya min heye bo hezkirina te
Ji vî ye gava hez nakim hez dikim ji te
Û ji vî ye gava hez dikim, hez dikim ji te.
Pablo Nerûda (1904 – 1973)
Helbestvanê ji Şîlî. Navê xwe yê esas Rîcardo Reyes Basalto ye. Lê paşê ji ber heyranîya xwe ya ji bo helbestvanê Çek Jan Nerûda, heman paşnavê jibartîye. Di sala 1971an de Xeleta Wêje ya Nobelê Hilda ye.