Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
Di salên 90an de li Stenbolê di lokala Komeleya Mafên Mîrovan de qîre qîra sitrana “Heseno Lawo” bû.
“Hey lo bira
De divê dijmina dora konê Hesen ê birayê me girtine
Ax lê bira Heseno lawo
………………………………..
Şûrê destê te sincirî
……………………………….
Lora lora borê te ye
Hey lo bira…”
Em çend xortên ji zanîngehê me banda Koma Wetan kifş kiribû û em kûda biçûna me bi xwe re dibir, digerand. Me di lokala, li cafeterya û restoranta de vedikir, pêşkeş dikir. Gelek guhdar tênedigihîştin ku bi Kurdîye lê me bi şanazî dida zanîn û me pê xwe qure dikir.
Dîsa sitranên wek Sînê, Çi Digerî, Birîndar, Venagere, Elegez û Filîto Lawo me û herkesên ku guhê xwe didanê jixwe dibirin, di nav kela kela pelan de dikelandin.
Taybetîya herî balkêş û sedema ku nayê ji bîrkirina Komê, barkirina rûdana cihêrengîyê ye ku di mûzîka Kurdî de xûya kirine. Bi “Elegez” ve bêrîyek bi coş tê ziman, bi “Filîto Lawo” ve bayê pînk floyd tîne û bi “Hesen Bira” ve bedewî, hêcayî û bilindahîya awaya rockê li ber çava radixe û dide der. Jixwe “Birîndar” bala meriv dikşîne ser kesayetîyê û behsa bêhempahîya eşqê û evînê dike.
Koma Wetan yekem car sitranên Kurdî wek rock biqaîde kirîye û gotîye. Di sala 1973an de li Tiflîsê, ji alî sê mûzîsyenên Êzdî û yekî Ermenî ve saz dibe. Di destpêka karên xwe de helbestên Mîkaîl Reşît, Karlînî Çaçan, Eliyê Îsko, Ordixanê Celîl û Latifî Husret bikartînin û dikin stran.
Kom, ji ber hin sedeman di sala 1991an de ji hev belav dibe û xebatên xwe yên li ser mûzîkê betal dike.
Kerem Gerdenzerî ku yek ji damezrînerê Koma Wetan e, derbarê wê komê de wiha dibêje: “Me berî 50 salan di salên heftiyan de ew koma muzîkê ya rock ava kir. Di wan salan de ciwanan gelek ji wê şêweya muzikê hez dikirin. Em çar kes hatin ba hev û me koma muzîka rock ava kir û navê jî kir Koma Wetan. Me gelek konsert saz kirin.”
Derbarê sedemên belavbûna komê de jî Gerdenzerî dibêje ku di salên 90î de dema Sovyeta berê hilweşiya di hemû waran de gelek pirsgirêk derketin û koma wan jî belav bûn û beşek ji wan derbasî Rûsyayê bûn.
Kerem Gerdenzerî dide zanîn ku wî 4 albûm derxistin û niha jî mûjilê albûmekî dibe û hêvî dike ku ew albûm dê di demeke nêzîk de derbikeve.
Kerem Gerdenzerî li bajarê Tiblîsê li Gurcistanê hatiye dinê. Gerdenzerî li dibistana mûzîkê hîn bûye û yek ji dahênerên koma mûzîka nûjen ya bi navê Koma Wetan e.
Xêncî Gerdenzerî endamên komê yên din Rafael Şamil Dasînî û Omer Sebrî Recevî ne. Çaremîn kesê komê mûzîkjenek Ermenî ye ku navê xwe Levon Grîgorî ye.
Piştî belavbûna Komê, Dasînî, Omer Sebrî û Levon Grîgorî dev ji xebatên xwe yên mûzîkê berdidin û berê xwe didin kar û berên din.
Mixabin bi belavbûn û betalbûna Koma Wetan ve “şûrê destê Hesen” jî dikeve û tema rocka Kurdî di nav dilên guhdarên civan de dimîne.
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan
- Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê
- Hunermenda Pirreng: Tara Mamedova
- Çîroka Kilama “Dunyayê”
- Derhêner a Fransî: Dinya ji Kurda re deyndar e.
- Qotikên Cixarê
- Di Şikefta Kulê de Du Evîndar
- Prometheûsa Rojhilatê: Kawa
- Kincên Jinan
- Dayîka Kemanê
- Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan
- Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê
- Xwarin û Xurek
- Serpêhatîyên Stranên Kurdî
- 10 Wênesaz 10 Tablo
- Ez Çermesorikim û Tênagîhim
- Şahbanûya Kurda Jinemîra Balerîna: Leyla Bedirxan
- Edebîyat Bi Kurdî Xweş e
- XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎ
- Nuroyê Meter
- Xeyal Bê Sînor in
- Bilûra Min
- Evîna Te Ez Bernedam
- Ax Ax Zaroktîya min
- Bi Şanazî Li Dinyayê Dinhêrim
- Tava Rojê Rûye min da
- Zîndan sar e
- Mamed Axa û Bekir Beg
- Şivan û Ruvî
- Kêzika Tebaxê û Mûristang
- Mîha Kulek
- Dîkê Sîs
- Çîroka Barçêmkê û Silêman pêxember
- Xalis Beg di Çapamenîya Tirkan de
- Xatirxwazî
- Chris Kutschera Çû Ser Dilovanîyê
- Çavnérîyek
- Ahmedê Xanî
- Dengé Te Té
- Di Sirén Hevokan de Mamostayek