Tacê Serê Zivistanê

Tacê Serê Zivistanê

Çemê Mûradê, çemê mezintir û dirêjtir ya Serhedê ye. Dirêjaya xwe 722 km ye. Ji bintara Grîdax û Eledaxan destpêdike, raste rast tê Qerekilîsê. Ji binê bajêr re derbas dibe, mêla xwe dide Xamûrê.

Diçe binê Xamûrê, dikeve nav newal û kendalên Eledaxan, di wan pêşan de ba dibe, xwe dide kêleka rêya  Dutaxê,  diçe li pêsîra navçeyê dikeve, ji binpêşê dikişe.

Lê carna hêrs dibe, bi taybetî biharan dîn û har dibe, bax û baxçeyan, zevî û mêrgan, nava malan tarûmar dike, havîna ancax aram û jar dibe, nerme nerm berê xwe dide Milazgirê.

Di kilamên dengbêjan û di çîrokên çîrokbêjan de dixûyê ku li wan taxan jî dibe rêbirê qaçax û sîwaran, tengî û astengîyan derdixe pêş camêran, dibe gola tirsa hespan, hetanî zikê wan hilpas dibe, xûdanên wan li nav xwe dixe û berê xwe dide deşta Mûşê, diherike diçe.

Macereya xwe ya li deşta Mûşê kin dimeşe. Jixwe naçe nagihîje bajêr jî.  Tenê li bakûra deştê dixe, diçe digihîje çemên Perî û Qeresûyê ku milên Munzûr û Firatê ne, bi wan û hin çemên din yên hûr gir ve dirije Avbenda Kebanê.  

Ji ber ku kêleka rê ye, çem dibe şahidên gelek rûdanan jî. Bi taybetî beşa xwe ya di navbera Dutax û Xamûr gelek bi xeter û têlûke ye. Gelek cara erebeyên rêwîyan ji newalên pêşa Eledaxê şiqitîne ketine Mûradê, Mûrad wan hildaye hetanî Milazgirê bi xwe re birîye.

Lê tevî vê yekê, dîsa dikare bê gotin ku halê xwe yê herî bedew û rewşedar yên zivistanê ye. Her zivistana wekî bûken hîjde salî yên eşîran xwe dixemilîne û berpêşê çavên hezkirî û meraqlîyên xwe dibe. Dicemide, diqerime, bûz digre. Dikeve bin rûpişta berfê û bûzê, sipî û çîl dibe, di bin tîrêjên tavê de ku carna lêdikeve, dibriqe dibriqe, dibe şewq li rûyên bînerên xwe dikeve, di çav û dilê wan de diteqe, ji xwe ve dibe. Her wiha wek mirazek sipî û qerqaş li ber lingan û çavan radikeve. Wekî ku hûn di fotografadan de jî dibînin, mînanî xûyangehek biefsûn, dibe tacê serê zivistanên Serhedê…

Lê gava meriv behsa Mûrad û pêşên Eledaxê bike, meriv behsa Xalê Kazim û gundê Gomê neke nabe. Esas behs ya gund jî nîne, ya pira li ser çem e. Ew pireya ku di fotograf de dixûyê tenê ji bo gundê Xalê Kazim, Gomê ye. Di navbera gund û rê re Mûrad derbas dibe. Gûndî ji bo ku herin bajêra, Qerekilîs, Xamûr yan jî Dutax, berîya pireyê gelek zehmet kişandine. Jixwe zivistana û bihara defreta derbasbûna ji avê tunebûye.

Xalê Kazim jî dixwaze dewlet pireyek çêke û diçe serîyan li derîyên dewletê dixe. Ha îsal ha salek din, ha îcar ha carek din, dinhêre ku dilê karbidestan tune. Rojek diçe derdikeve meqama walîyê Qerekilîsê. Daxwaza xwe bi walî dide zanîn û şîkatê karbidestan dike.

Dibê, “Walî Beg, qey me navê pirê danîye Ataturk Koprusu karbidest loma çênakin, Xwedê zane ezê hetanî Enqerê herim.”

Dibên walî pê kêfxweş dibe, ji Xalê Kazim, tewra wî û navê pirê hez dike. Li ser vî telîmat û fermanan dide, kar û barên çêkirina pirê zûtirîn destpêdike û havîna wê salê çêdibe. Xalê Kazim lehweke piçûk li serê pêrê dixe ku li ser dinvîse “Ataturk Koprusu”.

Ew pireya ku di fotografa dîmana çemê Muradê de dixûyê ew pire ye.  Alîyê milê çepê rê ye, rêya Qerekilîs û Dutaxê ye,  di milê rastê de jî gund heye ku pire wan digihîne hev.

Di salên vê axirîyê de aqilê hevpar yê mîrovahîyê ji germîyayîya kûrevî endîşe dike. Wek tê zanîn welatên ku herî zêde di bin tesîra germê de dimînin yên Afrîqayê ne. Nîjer, Çad, Sûdan, Senegal, Gana, Kamerûn û hê gelek welatên din yên Afrîkayê ji niha ve rastî gelek encamên vê halê Dinyayê hatine jî.

Xêncî van welatan, li jora Dinyayê, qermên cemseran dihelin, lehî dikişin, berf kêm dibin, hukma zivistana jar dibe û işaretên nebaş yên ji bo pêşeroja demsalên Dinyayê xwe didin der.

Lê wek di dîmenan de jî dixûyê, hê demsal û zivistanên Serheda me berxwe dide, çîyayên me, Agirî, Sîpan, Kosedax û Qertewîn her zivistan, hinek ji wan havînan jî, berfa çîl sipî li xwe dikin, bi rengê paqiş û qerqaş ve ku weke desmala serê bûkên eşîran e, xwe pêşberê welatê me dikin. Her wiha ji sir û sermaya Serhedê Çemê Mûradê jî bêpar namîne. Diqerime, dicemide, di bin bûz û berfê de vedileze, dibe tacê zivistana heremê.

Hê xweş e zivistanên Agirîyê, qermên li ser Mûradê, xêncî payîzê, her demsalê Serhedê…

Nivîs