Taxên Min Zerdo

Piçûktîya min li gund derbas bû. Gundê me di navenda rasta İntabê ye. Wek gellek herêmin li welatê me, li gundê me jî tenê du demsal hene. Havîn hênik û ziha, zivistan sar û zor derbas dibe. Her çiqas payîz û bihar jî hebin, emrê wan gellek kinin. Ji wê, ev herd demsal, yanî bihar û zivistan giranîya xwe di nav salê de didin xuyan.

 

Zivistan dirêj e. En hindik şeş meh dewam dike. Di çirîya paşîn de despê dike, ta meha nîsanê didome.  Di wan meha de li bin gundê me dirûnge saz dibûn. Dirûnge, cîhê alifxwarina pez e. Her gundîyek ku xwedîyê pez bû, dirûngek wî hebû. Gîha li ser berfê radixistin, pezê xwe dianîn bi wan didan xwarin. Bi sazkirina dirûnga, li ser berfê gerên gilover yên zer çêdibûn. Zerîya li ser berfê ji hûrên gîhê û kayê çêdibûn. Gundî royê sê dana pez ji goma derdixistin, dianîn ser dirûngê, alif didan wan, paşê dîsa dibirin dixistin goma.

 

Piştî ku pez ji dirûngê dikişîya, em diçûn ser, me hin lîstok dileyîst. Lîstokên wek “nanê şivan”, “darê gogê” lîstokên me yên zivistanî bûn. Ger ku hewa pir sar nebûya em li ser qeşayê û kurşê jî dişqitîn. Me parçek laylon hildida, em diçûn  ser berfa kurşe girtî. Me laylonê xwe li ser berfê radixist. Paşê em li ser rûdiniştin me xwe ji berjêrek berdida. Me pêşbazî dikir. Kê ji me herî dûr bişqitîya wî qezenç dikir. Xêncî wan, ji bo nêçîra kewa, me defik jî datanî  ser dirûnga. Me parçên piçûk yên nanê hişk dixist nav têla, datanî quncikên dirûngê. Gava ku kew bihatana nan, têl li lingê wan dialîya. Nikaribûn bifirîyana. Wî çaxî, ji nav me kê xwedîyê defik bû, diçû kewa xwe digirt.

 

Her wiha di zivistana da rojên me, bi van lîstokan derbas dibû. Lê êvar û şevên me jî xweş derbas dibûn. Ji ber ku çîrokbêj û dengbêjên gundê me hebûn. Dengbêj jinek bû. Navê wê Cemê bû. Jê re digotin “Cema jina Hecî Mihê.” Mêrê wê hecî bû û xwedîyê dikanek yekane ya gund bû. Bavê wê ewî bi zorê dabû Hecî. Ji ber ku Hecî bi dilê wê nebû, dilê wê gellek bi şewat bû. Cemê mezin bû. Jinek wek mêra bû. Ji kesî, bitaybet ji mêra venedikişîya. Kilam digot. Kilamên wê xweş bûn. Di kilamên xwe de her daîm qala derdê evînîyê dikir. Ji felekê re gazin û loma dikir. Ji “mirazên bêdil qayîl nedibû,” ji wan re dil dişewitand, bi awazên xemginîyê “axx li min” dikişand, ber bi dilên nazenîn û ji hîsîyetên tenik re dişand. “Kula dila gerînek e / biherin cem Cemîl Begê bla derî veke / derdê dila li xwedî be / bla li kesî loma neke.” Tê bîra min li gund, bitaybet dengbêja jina bû. Gava bêhna jina teng bûya, bêrîya malên bavê xwe yan jî zarên xwe yên ku li eskerîyê yan jî li xebatê bûna, bikirana, diçûn cem Cemê, xwe diavîtin ber dilovanîya dengê wê. Cemê bi dengê xwe ve dibû şirîkê derd û kulen wan, sedema hêstîr rêtina wan, sebir û aramîya wan. Piştî 67 salan çû ser dilovanîya xwe. Li pey xwe du qîz, şeş kur, gellek kilamên diltenikîyê û navek xweş hîşt.

 

Lê em bi zêdeyê bi çîrokbêj ve eleqeder dibûn. Ji ber ku em hê zarok bûn û wek mezina tu derd û kulên me tune bûn. Me ne bêrîya kesî dikir, ne jî em bi êşên ku ji halê dinê derdiket, dihat  pêsîra mezina vedida, nedihîsîyan. Çîrokbêjê me Ahmedê Elîxan bû. Em êvara diçûn mala wî, ta derengê şevê li cem rûdiniştin. Wî ji me re çîroka “Mîrze Mihemed, Dewê Sor” û yên din digot. Em bi çîrokên wî carna dibûn Xelîl Axa deketin pey Perîşanê, Carna em dibûm Xezal, me axayên wek Dewrêş, pey xwe digerand li pêşên Çîyayê Şengalê. Hine çîrokên wî wisa dirêj bûn, dûmahîya wan çend şev didomandin. Gava çîrokek ku di şevek de xilas nedibû, sibetirî em heta êvarê di meraqê de diman. Me digot ka gelo wê çawa be. Dibû êvar em dîsa diçûn cem Ahmedê Elîxan, bi meraq û eleqeyek mezin me guhê xwe dida dûmahîya çîrokan. Derengê şevê, gava emê êdî ji hev belav bûna, Ahmedê rihmetî bi me re derdiket, ber derê xwe disekinî ku em netirsin. Gava em jê dûr diketin hey deng dida. Digo “ez li virim, netirsin, tiştek tune.” Em bi ewlekarîya dengê wî, bêtirs diçûne malên xwe.   

 

Her wiha derbas dibû zivistanên zaroktîya min. Paşê hecî leylek xuya dibûn li ezmanan. Hecî leylek nîşana dawîya zivistanê bûn. Gundî, ji bo ku hecî leylek werin li ser xanîyên wan daynên, hêlûn çêdikirin ji bo wan.  Edî cemre diket. Berê hewa germ dibû, paşê erd nerm dibûn. Kurşe dehelîyan, dibûn lehî dikişîyan. Paşê demajoyek kin ya navbera zivistan û havînê dihat. Berf dihelin, qarxûn dikişîyan. Her der dibû herî. Serdestîya herîyê li nava gund, li çolê, li ser rêyan û li her derî derdiket pêş. Hinekan, ji vê demajoya kin re digotin bihar. Pişt re gulan dihat. Bi xwe re havîn dianî. Em pê şa dibûn.   

 

Bi hatina havîn re kar û barên gundîyan jî destpê dikir. Piştî ziwabûna herîyê, zevîyê xwe diajotin, genimê bihare û ceh diavîtin. Paşê gîhadirûn dihat. Hinekan bi tirpana, hinekan jî bi troktoran mêrgên xwe didrûtin. Gîya didan ser hev, kom dikirin. Dikişandin ber derê xwe dixistin lod. Ji bo di zivistana pêş de heywanên xwe pê xwedî bikin. Jixwe rojên pêş yên havînê jî wexta nandirûnê bû. Berîya nandirûnê, gava ku genim êdî gihîşti bû, em dizîka ve diketine zevîyan, me firîk diçinî. Me li çolê agir vêdixist, firîk dişewitand. Hebê genim yên di nav simbêlên firîkan de diqelîyan, sor dibûn. Paşê me wan ji erdê kom dikir, dixwar. Hetanî me hinek qeynek dixwar dest lêvên me bi tenîya agir reş û peş dibûn.

 

Piştî nandirûnê bêder çêdibûn li dora gund. Her gundîyek xwedî bêderek bû. Li wê derê genimê xwe didan bayê, paqiş dikirin. Paşê genimê xwe dixistin telîsa dibêrin li malên xwe vedişartin. Ger ku wê ji bo payîzê toxim bihîştana çal vedidan, genim dixistin çal. Heta payîzê yan jî biharê, êdî wê kîngê toxim biavîtana zevîyên xwe, wê demê çal vedikirin, genimê xwe derdixistin. Heta dawîya van karên xwe, ji her malek xortek an jî malxê malê, di şevên havînê de li derva, li ber bêderên xwe radizan.  

 

Havîn ji bo me zarokan jî baş û bişahî debas dibû. Di havîna de lîstokên me jî diguhirîn. Me êdî tewrêz, niftik, gog, çavgirtonek û her wekî din dileyîst. Di çemê jêra gund de gol hene. Ev golanan celeb bi celeb bin. Yek ji wan Gola Mêra ne. Mêr, havîna di Gola Mêra de diketin avê.  Sobanî dikirin, didan pey hev derbasî walî dibûn. Em zar bûn, me nikaribû em wek wan derbasî walî golê bin. Lê em, ji yên derbas dibûn re heyran diman. Di çavên me de ewan mêrxasên jêhatî bûn. Me ancax dikaribû di delavê tenik ya golê de bisenin. Lê her sal kîjan zar ku êdî hinek mezin bibû û bi çavên xortên gund, êdî di destpêka xortanîyê de bû, hêdî hêdî tevdîra wî didîtin, amade dikirin ku bikaribe bi sobanîyan ji golê derbas be. Havîn bi van tevdîra derbas dibû. Paşê ber bi dawîya havînê çend xortên jêhatî û bi tecrûbe, yên ku wê teze derbas bin hildidan nav xwe, dihîştin ku golê bikeve, bi tena serê xwe, bê alîkarî derbasî aliyê din bibe. Kê ku bi serkeftî derbasbûya êdî ne bi çavên zaroktîyê, lê bi çavên xortanîyê lê dihate nêrîn. Havînek, yek ji wan jî ez bûm. Hostadên min Koçoyê Mihê Rihanê û Ahoyê Heso bûn. Ewan sobanî ferî min kirin û gava ez  cara yekem derbasî walî golê bûm, ewlekarîya min pêkanîn. Piştî havîna ku ez ji golê derbas bibûn, êdî ez jî bibûn xort.

 

Lê wek zaroktîya herkesî ya min jî zû derbas bibû. Êdî waxtê dibistanê hatibû. Ez heft salî bûn, divê biçûma dibistanê. Lê li gundê me dibistan tune bû. Xêncî min zarên din jî hebûn ku divê dest bi xwendinê bikarana. Berîya me ji gund yên ji me mezintir çûbûn. Ji wan kekê min Mûrad, kurapê min Zîya, Fesîh û Kazimê gundîyê me û apek min ê piçûk Cesîm jî hebûn. Zivistanan winda dibûn, havînan dihatin. Me nizanibû ka çûne cîhek çawa. Tenê me dizanibû ku çûne dibistanê.

 

Di dawîya havînek bedew de, rojek payîzê êdî dora me bû jî. Em kom kirin, tevdîra me dîtin, berê me dane dibistanê. Di koma min de ji kurapên min Baran, Rojhat û Reşît jî hebûn. Xêncî wan du heb  jî keç hebûn ji gundê me. Yek ji wan Aynûr, yek jî Saadet bû. Herda jî dawîya xwedina xwe neanîn.

 

Zarok tev di rê de digirîyan. Kesî nedixwast ku ji gund derkevin herin dibistanê. Me birin Dutaxê. Li sûkê peya kirin. Pere dan me. Ji me re kinc, xwerin, vexwerin, şekleme, loqim û piskivêt sitandin. Ber bêhna me gerîyan. Paşê me carek din li otombîlê kirin, berê me dan dibistanê. Em birin cîhek ku li dervayê bajêr bû. Li ber xanîyên mezin, bilind û dirêj danîn. Erdên baxçe kevir, yen hundur bêton bûn. Ev dibistan bû. Jê re digotin “yatılı bölge okulu”. Bi kurtasî navê wê YİBO  bû. Bi zêdeyî bi vî navê kurt dihat binavkirin.

 

Li wir gelek zarok hebûn. Tev jî ji gunda hatibûn. Di nav me de zarên bajarî tunebûn. Me teva bi Kurdî xeber dida. Yên ku Tirkî bizanibûn gellek kêm bûn. Ew jî bi zêdeyî xwendevanên sinifên dawîn bûn. Tenê memostên me bi me re Tirkî xeber didan. Me ji gotin û xwestinên wan gellek cara fem nedikir. Ji wî, tê bîra min, me gellek firçe jî dixwar. Ji me re digotin “ma hûn gêj in?” Lê ya me ji gêjtîyê nebû. Me ji zimanê wan fem nedikir. Di dersan de pirtûk didan me. Tê de çîrokên zarokan hebûn. Lê me tu tişt fem nedikir ji wan. Gellek cara memoste bideng ji me re dixwend jî. Lê nafîle. Em tênedigihîştin. Belê me texmîn dikir ka çîye, qala çi dike. Lê ew jî ne ji femkirina ziman bû. Wêne hebûn li ser rûpelan. Me ji wan wêna texmînên xwe diajot. Mesela wêneyên penêr, mişk û pisîk hebûn. Xêncî wê yên kulîlka, çivîka û zarokên di nav baxçeyan hebûn. Em di dersan de tenê bi wêneyan disenîn, me xwe bi wan dixapand. Lê em gellek teng dibûn, difetisîn di wan dersan de. Gava di sinifê de qelebalix çêdibûn, mamostên me nedigotin bêdeng bin. Digotin bi Tirkî xeberdin. Yanî ger ku bi Tirkî bûya qelebalix û nesî jî serbest bû. Gellek heval ji vê tengasîyê dibistan berdan, çûn malên xwe. Neheq jî nebûn. Eger tirsa bavê min li ser min nebûya, heye ku min ê jî berda, biçûma gundê xwe, bibûma guhdarek baş ya çîrokên Ahmedê Elîxan.

 

Jîyana li wir gellek zor û zehmet bû. Her sibe me seet şeşa de radikirin. Me li derva dixistin rêzê. Paşê bi me paqişîya dorhêlê didan kirin. Me zibil û qirêjîya dora lojmanên mamosteyan û ya dibistanê paqiş dikir. Paşê em dîsa diketin rêzê. Îcar jî hereketên sporî bi me didan kirin. Ew ji mejbûrî bû. Me bi destên xwe yên qirêj, bi zikên birçî, destê sibê, di sermaya payîza de, gellek cara zivistana jî, hereketên qaşo sporî dikir. Em diwestîn û dicemidîn. Piştî van hereketan, me li ber derê xwarinxanê dîsa dixistin rêzê. Li vê derê jî, berîya taştê nesîheta li me dikirin. Gellek hevalên ji nav me, qet nizanibûm ka gelo çi dibêjin jî. Lê li wê derê, di rêzek de wek nîzamîya eskerîyê sekin jî mejbûrî bû. Zik pirçî, laş cemidî em di rêzê de disenîn. Paşê me yeko yeko hildidan hundur. Di hundurê xwarinxanê de, berîya salona xwarinê, odeyên lavaboyê hebûn. Li wan oda gellek kanî, li ber wan jî nobedarên dest bi dar hebûn. Di wan odeyan de dest şûştin mejbûrî bû. Kê ku destê xwe neşûşta, nexwesta bişûşta, ji nobedarê dest bi dar kutan dixwar. Him ji ber sermayê, him jî ji paqişîya dorhêlê, çermê destê me diqelişîn. Merhem jî tune bû ku em lêxin. Ji ber wê qelşên destê me mezin dibû. Ji bo ku qelşê destê me hebûn, me nikaribû em destê xwe bi ava sar ya wan kanîyan bişon. Me gellek cara berîya nanxwarinê kutan xwaribû li wir. Gellek cara, bi dar li destê me dixistin. Ji bo wan, destê me qelişî ye neqelişîye xem nebû. Piştî wan kutana, gava em diçûn xwarinxanê, me nikaribû em kevçî bigrin û şorbeya li ber xwe bixwin. Jixwe her sibe şorbeya nîska didan. Heftê carek çay derdiket. Ji wî me gellek bêrîya çay dikir.

 

Gelek cara, gava em li xwaringehê li ser sifrê bûn, rêvebirê dibistan dihat. Navê wî Remzî bû. Berê ji me re digot, “noşî can be!” Divê me, bi dengek bilind û bi carek bigota, “saxbî!” Wek eskerîyê. Paşê, ger ku ew roj bêhna wî teng bûya, diqêrîya, digot, “ziqûm be, ma li mala bavê we xwarinên wiha heye? Deng nedin, nexne qelebalix. Ez devê we vekirî nebînim. Tenê gava hûn parî hildidin devê xwe vekin. Gava hûn parî dicûn jî bla devê we girtî be.” Her tiştê wek wiha digot. Wî çaxî me fem nedikir. Em piştî waxta gihîştinê ku nîjatperestek tûj bû. Em tev gellek jê ditirsîyan. Em li ber wek eskera disekinîn. Lêdana wî jî pîs bû. Li kê da ewî gêj dikir. Ez li wê derê du sal mam. Piştî min, min bihîst. Dîsa rojek çûye xwarinxanê, ji hevalan re daye ser hev. Li ser vî, gellek xwendevan hêdî hêdî, bêyî ku xwarin bixwin ji xwarinxanê derdikevin. Rêvebir hêrs dibe. Dertê, xwendavana li derva kom dike. Dixe qêrîn, dibê “hûn çima wisa derketin, ma qey hûn îsyan dikin?” Her wiha gellek pirsên ne baş li ser hev rêz dike. Li ser vî, xwendevanên mezin yên ji sinifên dawî, ber pê diçin, lê dixin. Pozê wî dişkênin. Yek ji wan jî Kazimê hevalê min bû ye. Piştî lêdanê xwendevan tev kom dibên, ber bi bajêr dimeşin. Ji mamosteyan Şefik Xoce hebû, ji Milazgirê bû. Me gellek jê hez dikir. Ew çûye, pêşîya xwendevana girtî ye, wan paş ve zivirandî ye. Ji vê bûyarê çend heb heval, yek ji wan jî Kazim, ji dibistanê tên avîtin. Jîyana wanê perwerderîyê jî wiha diqede. Her wiha ew jî ji YİBO’yê rizgar dibin.  

 

Ez bi çavê îro li jîyan û sazûmanên wê derê dinhêrim, gellek şaş dimînim. Çawa pergalek wek ya eskerîyê li ser zarokên piçûk dihate damezirandin? Ev lazimîya ji kû dihat û çima?

 

Piştî du salê minê YİBO’yê, ez derbasî dibistanek nû bûm. Ji ber ku mala me ji gund bar kiri bû, hatibû Dutaxê, êdî nehewce bû ku li YİBO bimînim. Dutax, navçeyek piçûk ya Agirî’yê ye. Hejmera gelhê, îro heye ku nêzî deh hezara bûbe. Di navendê de Çemê Mûrad dikişe, diçe digîhîje Feratê. Pirek dirêj, herd pêsîrên ku çem ji hev qetandîye, digîhîne hev. Li alîyek navçê pozê Çîyayê Eledaxê, li alîyek din Qertewîn û li navendê deşta Seregolê hene. Navê Dutaxê a yekemîn İntab e. Piştî şerê Rûsan û Osmanîyan ku di navbera salên 1877-1878 pêk hatîye de, hin esker û sereskerên Osmanî tê de bi cîh bûna. Gava ku tê de bicîh bûne neketine nav Kurda, ji xwe re taxek nû avakirine. Ji wî du tax peyda bûye; taxa Tirkan û ya Kurdan. Jixwe îro jî gelheya navçê bi Tirkan û Kurdan pêkhatî ye. Navê îro, yanî “Dutax” ji wir tê. Lê ji alîyên dorhêlên xwe hê bi navê berê tê naskirin. Mesela xelqên Erzerom, Qers û Wanê, jê re dibên İntap.

 

Min li Dibistana Gazî bicîh kirin. Dibistana minê nû, li navenda navçê bû. Li vir, bi zêdeyî zarokên navçeyî hebûn. Wan salan di navenda navçê de hejmera Kurda zêde nebûn. Ji wî, ji xwendevanan gellekê wan Tirk bûn. Ez jî hê bi Tirkî hîn nebibûm. Ji bo wê min di rojên xwe yê serî de pir tengasî kişand. Ji ber ku min hin peyvên Tirkitî şaş dianî ziman, zarokan bi min tinaz dikirin. Mesela min ji “üç” re digot “uç” û her wiha. Ji vî, zarokan ji min re digotên “Kurdo Kurdo uç..” Li ser van tinazan min gellek şer dikir. Rojên me tev bi lêdan û kutanê derbas dibûn. Jixwe navê min jî li wan ecêp dihat. Kesî nizanibû ku “Zerdûşt” çîye, kê ye. Li ser zimanê wan jî nedisekinî. Memostên min jî gava navê min hildidan diketin zorê. Bi rastî, wan dema ez jî ji navê xwe aciz dibûm. Gelo çima navek normal li min nekirbûn? Li YiBO jîyan zehmet bû lê hêsanîyên wê jî hebûn. Mesela hevalên minê li wir tev wek min bûn. Ji wî kes bi kesî re tinaz derbas nedibû. Lê li Gazî’yê ez tenê mabûm. Paşê min di nav dibistanê de hevalên wek xwe dît. Em gihîştin hev. Me xwe li hember wan diparast. Jixwe gava ez hatime Gazî’yê di sinifa sêyemîn de bûm. Herkes êdî fêrî xwendin û nivîsê bibû. Lê ez hê teze hînê Tirkîtîyê dibûm. Ji wî, ez di sala xwe yê çaran de fêrî xwendinê bibûm.

 

Sala ku minê dest bi dibistana navîn bikira, derbeya 12 Îlon çê bibû. Destê hesin ya desthilatîya eskerîyê bi hemû giranîya xwe ve li her derî bû. Gellek xort û mêr hatibûne girtin. Di nav wan de kekên min û apanên min jî hebûn. Girtî wisa zehf bûn, di hepsa piçûk ya Dutaxê de cîh nemabû. Ji wî, Apê Cemîl û panzdeh bîst hevalên wî, demek li lîseya navçê de hatine girtin. Min jî carna ji wan re xwarin û cixare dibir. Lê eskera nedihîştin ez wan bibînim. Tiştê ku min dibir li ber derî ji min distandin, bixwe dibirin didan wan. Carek min xwest ez apê xwe bibînim. Ji bo bîstek destûr dan min. Ez çûm oda ku girtî lêne. Nehîştin ez bikevim hundur. Li ber derî min li wan nihêrî. Apê Cemîl serê jorê rûniştibû. Cimeeta wî qelebalix bû. Di nav wan de Ahoyê Hecî Misto, Mehemedê Îshan, Yusuf Beyazitlî, Abdûrahman Demîrel, Maşellah Tan û kesên din hebû. Silav dan min. Bi min silav şandin ji derva re. Paşê wan şandin girtîgeha Agirî’yê.

 

Piştî salan min li wê lîseyê de mamostatî kir. Ew cîhê ku apê min û hevalên wî tê de girtî bûn, kiribûne barxana dibistanê. Ez kîngê ber bi wê barxanê biçûme ew sahneya wan sala dihat ber çavên min.

 

Di demajoya 12 Îlonê de min serî li dibistana navîn da. Ji bo navê min qeyda min çê nedikirin, min hilnedidan. Ji bo ku bikaribin min qeyd bikin, rewşa min gîhandin dozgerîyê. Dozger, ji bo navê min li ser min doza giştî vekir. Li ser dozê, dadgeh biryar da ku Zerdûşt, navek bi qaydê edet û toren Tirkan nîne û di çanda û zimanê Tirkan de jî navek wiha cîh negirtî ye. Ji bo vê divê bihata guhertin. Ji bavê min xwestine ku navek din li min bike. Bavê min jî gotî ye “min carek nav li kurê xwe kirî ye, ez navek din lê nakim.” Ji ber ku bavê min nav li min nekirî ye, dozger navê xwe li min kirî ye. Navê dozger Zafer bû ye. Gedek hebû di sinifa min de. Min qet jê hez nedikir. Minê ji ku bizanibîya, wê piştî danzdeh salîya min,  navê wî li min be. Navê minê duyem, hê niha jî tenê di kar û têkilîyên min ê fermî de tê birkaranîn. Di nav malbat û têkilîyên minê taybet de, her navê minê yekem bikar tê.  

 

Her wiha min bi navek nû dest bi dibistana navîn kir.


Seregol

Nach oben scrollen