Taybetmendîyên Helbestên Mungan
Kurtayî
Emê di vê gotarê de li ser taybetmendîyên karekterîst yên helbestên Murathan Mungan de bisenin. Emê di nav helbestên wî de li ser nasname, bîrkanîya çandî, erdnîgarî û di serdema modern de tenêtîya kesê hemdem bisenin.
Jixwe wek tê zanîn, di helbestên Mungan de şopa çana Mezopotamyayê, xerîbketîya jîyana bajarîyên hemdem û lêgerîya nasnameyî ya takekesan li hev dikeve.
Ev nivîs wê bi taybetî analîza tematîk û formel ya berhemên wek Yaz Geçer ( Havîn Dibore), Sahtiyan (Sextîyan) û Metal bike.
Destpêk
Piştî 1980an de helbesta Tirkî ket nav tîrbûna hestîyarîya takekesî û lêpirsîna nasnameyî. Murathan Mungan mînaka herî serketî ya vê mijarê ye. Ji ber ku di erdnîgarîyek pirçandî de gihîştîye, di berhemên wê de, mîtlojîya Rohilatê, vegotinên gelêrî û cûreyîyên çandî dertên pêş.1
Di helbestên Mungan da ziman tenê alavek estetîk nîne. Ziman bîrkanîya ku hafizeya çandî dikşîne ye. Ji bo vê helbestên Mungan her çiqas takekesî be jî di heman demê de rûçikê civakî jî dihewîne.
1- Temaya Nasname û Xwemalîyê
Di helbestên Mungan de meseleya nasnameyê bi hewildana xwenasîya takekesî ve girêdayî ye. Heybestvan pirzimanî û pirçandîya Enedolê dikşîne nav helbestên xwe.
Bi taybetî di pirtûka Yaz Geçer de lêgerîna nasnameyê xûya dibe. Di helbestan de takekes di navbera paşeroj û pêşerojê de teng dibe.2
Di vê gilêyê de helbestên Mungan, vegotineke lêgerînê ya nasnameya bêkokîya însanê modern e.
2-Bîrkanîya Çandî û Tesîra Mezopotamyayê
Di helbestên Mungan de çanda Mezopotamyayê û mîtên Enedolê cîhek giranbiha digrin. Çîrok, destan, vegotinên gelêrî û atmosferên bajarên qedîm di helbestan de bi zêdeyî xûya dibin.
Mesela di pirtûka Sextîyan de motîfên kevneşopîyê digihîjin tenêtîya takekesê modern. Di van helbestan de paşeroj, ne wek bîranînên nostaljîk, lê wek hêzek zindî yê ku nasnamê kifş dike xwe dide der.3
Mungan, erdnîgarîyê wek nasnameya helbestî bikartîne û ev jî di helbestên modern ya Tirkîtîyê de cîhek xweser dide wî.
3-Evîn û Tenêtî
Di helbestên Murathan Mungan de evîn ne bextewarîyek romantîk e; bi hestên windayî, kêmayî û melonkolîkî ve girêdayîye.
Di pirtûka Metal de, sarîya jîyana bajarî û siviktayîya têkilîyên modern lêhevtîne. Di van helbestan de evîn, bi zêdeyî hestên tenêtîya takekesîyê zelal dike.4
Zimanê lîrîk ya helbestê, temaya evînîyê vediguhuze ser axaftinek kûr ya xwebixweyî.
4-Taybetîyên Ziman û Şêwazê
Zimanê helbestîyê ya Murathan Mungan bi van taybetîyan dertê pêş:
- Bikaranîna tîr ya hêmeyan
- Vegotina lîrîk lê modern
- Teknîka helbesta ku çîrok vedibêje
- Mîtolojîya rohilatê û bandora çanda gelêrî
Bi van awayan helbestvan, lîrîzma takekesayetîyê dike nav bîrkanîya çandîyê.
Encam
Helbestên Murathan Munhan, berhemên giranbiha yên ku bîrkanîya çandî û temayên erdnîgarîyê bi kûrahî dinirxînin. Helbestvan tenêtîya takekesayetîyê bi çîrokên qedîm yên Mezopotamyayê ve tîne ziman. Her wiha zimanek xweser ya helbestîyê diafirîne.
Helbestên wî tenê vegotinên estetîk nînin, di heman demê de qada bîrkanîya çandî ne.
Çavkanî
- Mehmet H. Doğan, Modern Türk Şiiri Üzerine Yazılar, Stenbol, 1998
- Murathan Mungan, Yaz Geçer, Weşanên Metîs, Stenbol, 1980
- Ahmet Oktay, Cumhuriyet Dönemi Türk Şiiri, Weşanên Yapi Kredi, Stenbol, 2003
- Murathan Mungan, Metal, Weşanên Metîs, Stenbol, 1994
Seregol Seregol
