Toza Keleska Eliko

Toza Keleska Eliko

Min di zaroktîya xwe de du bazirgan nas kir. Ev herd bazirgan ticaretên xwe bi temamî li ser pişta gundî û cotkaran de dikirin. Yek ji wan Hecî Mihê yek jî Elîko bû.

Hecî Mihê xweyî dikan bû, Dikana wî li gund bû, ji Elîko dewlementir bû. Tarişên wî, bi qasî heyşt neh heb zarên kurîn, du jinên wî hebûn. Wekî ku ji navê wî kifşe ye “hecî” bû, çibû mala Xwedê. Vê axirîyê gerçî idî herkes hecî ye, lê berê herkes nikari û biçûya hec. Zor bû, zehmeg bû û gelek dirêj didomîya. Hecî du, sê meham de ancax dikaribûn bihatana malên xwe. Yanî “hecîbûn” bi serê xwe elemeta dewlementbûnê bû.

Hecî Mihê, ji şehra, ji bajaroka pêdivîyên nava mala, weke rûn, şekir, çay, cixare, êmîşên demsalê, şekleme,  piskêvêt, gofret, loqim (ku yên herî zehf me jê hez dikirin) dianîn difrot. Hecî Mihê ne tenê di gundê me de, ji bo çend der û dora jî bazirganê sereke bû. Ew jî dihatin ji Hecî bi zêdeyî ji xwe re cixare, ji zarên xwe re şekleme û piskêvêt dikirîn.

Tayebetîyek din ya Hecî hebû ku gava behsa wî dibe divê were gotin. Ew jî radyoya wî bû. Belê, radyoyek mezin ya Hecî hebû. Di serê jora dikanê, di quncikek taybet de cîhkirî bû. Ji ber ku gelek gundîyan Tirkitî nizanibûn, heye ku Hecî jî zêde nizanibû, tenê li ezkerîyê çi hînbibû ew bû, zêde guh nedidane radyoyê. Radyo tenê danê êvara ji wan re lazim bû, belê danê êvara, waxtê seeta weşana Radyoya Rewanê.

Berbi seeta weşana Rewanê gundî hêdî hêdî dihatin, her yek li quncek dikanê rûdiniştin, li benda dengê Keremê Seyad, Eznîva Reşîd diman ku ka gelo wê kîjan dengbêja, kîjan kilama anons bikirana. Û her wiha Qarapetê Xaço, Fatma Îsa, Sûsika Simo, Şeroyê Biro, bi bilûra Egîdê Cimo ve dihatin dikişîyan nava dilê gundîyan.

Wekî min li jorê jî behs kir, yek ji aktorên zaroktîya min Elîko ye. Elîko bazirganek seyyar bû. Her daîm bi hevjîna xwe Gurco re li ser keleska xwe bû. Ew jî ji şehra, ji bajarokên nêzîk bi zêdeyî êmîş û alavên pêdivîyên malan dianîn li nav gunda digerîyan û difrotin gundîyan.

Bihara sêv, arûng, tû, havîna zebeş, qawin, qeysî, tirî, payîza hinar û pûrteqal li keleska xwe dikir li nav gundên der û dora digerand, difirot, bi beranberên wan genim û ceh hildida berhev dikir.

Di keleska wî de tekên otomobîlan hebû. Tekên lastîk yên otomobîla, erebe sivik dikir û li pey hespên jêhatî ve wek bayê bezê rê hildida. Gava ku rastî firxûn û erebeyên ga dihat, ji wan te digo bi sûreta teyereyan derbas dibû, diçû.

Lê ne tenê li nav gunda di heman demê de ji ber serên zevîyan jî derbas dibû, her wiha barê xwe li palan, şofêrên motor û bîçeran yan jî li tirpankêşên mêrgan jî parevedikir. Ewan jî bi saya Elîko di bin kelekela germa havînê de zebeş, qawin û tirî dixwarin, bêhna xwe vedidan, can û bedenên xwe hênik dikirin.

Lê Elîko di zivistanan de jî betal nedima. Gava ku dibû zivistan û berfa giran li ser heremê de diket, Elîko keleska xwe berdida, îcar bi xizaka xwe ve derdiket pîyasê. Melûme zivistana rêya gundan dihate girtin. Ne erebe, ne siwar, ne jî peya nedikaribûm ku ji gundek herin gundek din. Nexweşek hebûya mesela xêncî xizaka Elîko ti hêvî û gumanek tunebû. Elîko di roj û rewşên teng yên gundîyan de bi hesp û xizaka xwe ve dibû çareserîya neçar, rêwî û nexweşa.

Tê bîra min, li ser darê xizakê cilek qalind radixistin. Doşekek qalind, orxan û betanîye datanîne ser wê cilê. Rêwîyê Elîko radibû ser doşekê, bi orxan û betanîye ve xwe zexme zexm dipêçandin û xwe teslîmê xizaka Elîko dikirin.

Di van tim çalakî, xebat û lebat, hema bêje di her faalîyetên Elîko de hevparî û hevaltîya hevjîna wî Gurco jî hebû. Gurco jinek bedew, bilind, têr û rijî û bi heybet bû. Weke çîya li cem mêrê xwe disekinî, di her karê wî de alîyê wî dikir. Jixwe niha jî ku keleska Elîko tê ber çavê min ez ne tenê Elîko, her carî û daîmî Gurco jî li cem dibînim. Gurco figûrek sereke ya ser textê kêleka Elîko bû.