Welat Qibla Dil û Can e

Di zaroktîya min de gelek kes û kesayet hene ku bandora wan li ser min çêbûne. Min hinek ji wan dîtine, hinek ji wan bihîstine, lê li ser min şop hîştine.

Yek ji wan jî Mele Abdurrahman Durre ye. Xelqê Milazgirê ye, li Kêranlixê ji dayîk bûye. Lê gava li Hesenpaşê bûye, li gund û herema me navê wî wan çaxa hatîye bihîstin. Mele Abdurrahman bixwe 16 sala di medreseyan de ders hildaye. Nêzî deh sala jî li Hesenpaşê di medresê de ders daye. Ez dibêm wan salan carna dihate gundê me. Gava ku dihate gund dibû mêvanê Apê Cemîl. Jixwe ew û Apê Cemîl hevalê hev bûn, zehf jî ji hev hez dikirin. Jixwe Mele Abdurrahman di ruportajek xwe de ku bi Mahmud Lewendî re kirîye, dibê “ez bi axelerê Hesena û Sîpka re mezin bûme, di min de kultura arîstokratên Kurda heye.”  Li jêre helbestek wî heye ku li ser Apê Cemîl nivîsîye.

Mele Abdurrahman Durre, zana, ronakbîr û rûspî bû. Jixwe di heman demê de pîsporê olê bû. Gelek cara bi gotin û zanînên xwe ve gelek sînorên kevneşopî yên cumaetên xwe pûç dikir. Mesela gava ku digot, “kê gotîye hîv pîroz e, meriv dikare basma xwe lêxe,” gundî şaş û metal diman. Geleka digotin “wê xenîmê me be…”

Bi vê awayî xwe dida der ku melakî yekta û cûda bû, lê ne tenê meletî,  ew Kurdek xas, zane û miletperwer bû.

Em dikarin jîyana wî bi Kurtasî wiha pêşkeş bikin:

Mele Abdurrahmanê Mele Nusreddîn, di sala 1930an de li Kêranlixa Milazgirê ji dayîk dibe. Bixwe xwe wiha îfade dike, “ ez ji xwelîya welatê pîroz çengekî axa welat im, jê çêbûme.” Ji Eşîra Botka ne. Lê di ruportaja xwe ya bi Mahmud Levendî de dide zanîn ku zêdeyî ji eşîra Hesena hez kirîye ku xalanê wî ne. Ji sê bava ji desta rihbanîyê ya cumaeta ehlên Quranê ye. Jîyana wî yê perwerdeyî zû destpê kirîye. Di zaroktî û xortanîya xwe de li çend medresên heremê gerîyaye. Di medresan de 16 sal perwerdayîya ol, Quran, Mantiqa Klasîk ya Eflatûn û Arîsto, edebîyat, gramera Erebî, Farisî û Kurdî hildaye. Di dawîyê de Medreseya Norşînê qedandîye û îcazeta xwe ya meletîyê ji wir hildaye. Li Medreseya Hesenpaşê deh sal ders daye. Paşê medresa xwe vekirîye û di medresa xwe de xêncî dersên olî, felsefî, edebî, zanîstî, Farisî û Erebî, dersên Kurdî jî daye, jixwe zimanê perwerdayîya medreseyan Kurdî bûye.

Di sala 1962an de diçe Enqerê. Li wir dikeve îmtihana miftîtîyê. Di wê îmtihanê de bi ser dikeve û dibe miftî. Li Dutax û Dîgorê miftîtîyê dike.

Lê di vî karê xwe de qet hizûr nedîtîye. Ji ber ku kesên nijatperest yê di nav sazîya Dîyaneta Tirkîyeyê de hene jê nasenin. Gelek cara şîkatê wî dikin. Lê şîkata herî zexm ya Serokê Dîyaneta Tirkîyeyê ye. Serokê Dîyanetê ya wê demê Ibrahim Elmalı, di 7ê Tîrmeha sala 1970an de nameyek ji Serokkomar Cevdet Sunay re dişîne. Di nameya xwe de bi çend xala wiha şîkatê Seyda dike:

Di vesîqayên ku li mala Abdurrahman Durre de bidestketine de helbestek heye ku ji tim Tirkîyetîyê re dide xebera û tê xwastin ku ev helbes li her derî belav bibe.

Du nameyên din ji Miftîyê Dêrikê tên û heqaret li şêxa tê kirin, pesnê Mehmed Ali Aslan  tê dayîn ku bi çepgerîya xwe ve tê nasîn.

Di vesîqayan de dixûyê ku di navbera Abdurrahman Durre û Mehmet Ali  Aslan de têkilîyên gelek zexm hene,

Xêncî van, dîsa di mala Abddurahman Durre de tomarek ewraq hatine dîtin lê hê tênegîhane naverokên wan, ji boyê li ser dixebitin, lê di heman demê de, wê li pey ew kesên ku navê wan derbas dibin bikevin.


Paşê ji ber fikrên xwe yên sîyasî, di sala 1979an de sirgûnê Sinopê dibe. Ji wêr sirgûnê Malkara û Tekîrdaxê dibe, axirîyê de ji wezîfê tê hildan. Paşê dîsa bi biryara mehkemê beraat dibe û dizvire ser  wezîfeya xwe. Lê di vê navberê de diçe Lîbyayê, sê sal li wir dimîne. Di sala 1983an de vedigere Tirkîyayê.

Di salên 70 û 80an de çend cara dibe namzetê parlementoyê. Di salên 90an de dikeve hepsê, çend sala li hepsa Mûş û Erzînganê dimîne. Piştî hepsê tê Stenbolê. Di nav xebatên damezirandina Enstitûya Kurdî de cîh digre. Enstitû saz dikin û ew jî li wir dersên Kurdî dide.

Çend sal şûnda, ji ber ku şertên mayînê li Tirkîyayê namîne, diçe Ewropayê. Çend sala li Vîyanayê dimîne. Li wê derê di camîyan de meletîyê dike. Paşê diçe Almanyayê. Li Almanyayê dest bi xebatên xwe yên sîyasî dike, dikeve nav sazîyên îslamîst yên Kurda.

Mele Abdurrahman, di sala 2012an de, di 11ê Cotmehê de li nexweşxaneyek Kölnê, di 82 salîya xwe de jîyana xwe ji dest dide. Tirba wî niha li Kêranlixê ye ku Seydayê rihmetî weke “welatê pîroz” binav kirîye. Li zer dîwarê wê jî wiha dinvîse: “Welat qibla dil û can e.” Piştî salên dûr û dirêj yên sirgûnê niha li qibla xwe ye. Rihma Xwedê lêbe.


Helbestek wî ji pirtûka Kurdnameyê: 

Ji Cemîl Beg re

Cemîl Beg, rabe axayê delal î,

Xûya be, bê te nabe, şîr helal î.

Ji Kurdan re heval û dost û yar î,

Ji merdan re, ji derdan re hewar î.

Qulingê war û zozanê welatî,

Pilingê dil bi jan û bê tebat î.

Kurê mêrxas û mêrê Serhedî tê,

Dilêr û şêrê bê pişt û xwedî tê.

Felek qelaş û xayîn e, ku şêra

Li bendê dijminan tîne, dîlê re.

Begê min rabe, zincîr ê neyara,

Qet û pafî bikin wek şehsûwara.

Were, da em bi hev re bên tifaqê,

Bîgihîn pêşmergê Îran û Iraqê.

Bigîhîjin xortê şoreşvanê cengê,

Li Dunyayê ku dane nav û dengê.

Xeber bidin birayê jîr û zana,

Mihê Beg, ew jî rabe ku ji Vîyana.

Ji Seydo re vekin hûn têlefonê,

“Bidomînin ku doza serxwebûne.”

Ku ew doza muqaddes tê, muqaddes,

Dibê herkes were lê, rabe herkes!


Berhemên wî:

  • Din Perdesi Altında Sakallı Yılanlar (Daily News 1962)
  • Ilahi Sır ve Hikmetler (Weşanên Aydın, 1970)
  • Evîna Welat (Melsa, 1992)
  • Şerha Dîwana Ehmedê Xanî: Felsefe û Jîyana Wî (Weşanên Avesta, 2002)
  • Kurdname (Weşanên Avesta, 2006)

Çavkanî:

  • Mahmud Lewendî- Rûpelek Ji Dîroka Me: Abdurrahman Durre Mêvan e (Çapel Medya)
  • Kurdname -Weşanên Avesta
  • Faruk Durre
  • Pigirtên Meclîsa Mezin a Milet ya Tirkîyeyê
  • (Cumhuriyet Senetosu Tutanak Dergisi, cilt 60, 86.Birleşim, S.20)
  • Bernamegeh
  • Kurdipedia

Seregol Seregol

Nach oben scrollen