Seregola Intabê

Wêneyek

Wêneyek

Behrek. Bipél. Heta ku çav bibîne şîn. Dexezar carna, carna jî peng, westar. Yekpare, wek dinyayek, makek. Masîk, neheng mesela, kefzer an jî, masîstérk belkî. Belé, masîstérk çétir e, ji ber ku stérka alema xwe ye. Û yakamoz, tunebe kémasî ye. Yakamoz réz bi réz, pél bi pél. Di binî de bermayîyén keştîyek, di daré direwş de gerdenîya jinek, gustîlek tilîya qilîçé, qutyek titûné ya tîryakîyek. Li ser texté ambaré şûşek şereba vexwarî, réça nargîleyek û bilûrek… Bermayîyén bîrewerén  evîndarek. Tev di biné behrek, tedawulén bîrveçûyî ya jîyanek. Ji balûpalîya wî re hilté her sibe tav, di bédawîtî ya wî de dadikeve û dibe tarîtîya wî her şev..

Mérek. Bipél. Ber devé silavek de xemgîn, ji ber ku hilnedaye şaşmayî. Betran her daîm, aram. Lé van roja dexezar hey, ji boyé xeyd. Aştîxwaz e gelo, nizam. Dixwaze bibe yekparek, wek dinyayek, bavek;  kenek an jî, jîyanek belkî. Belé bi pél e lé feqet şaşmayî ye jî. Çima?  Ji xwezîyén wî re hilté her sibe tav, di beyabana wî de demdibe û di xeyalén wî de winda dibe, diçe ser xeydén wi her şev.

Mérek û behrek. Halén bipél. Tavek. Hilbûn û daketin. Balûpalî û beyabanî. Yakamoz û ken. Gerdenî, fer… Li devé behré mérek. Di behré de şûşek şeraba vexwarî û qutîya titûné ya tîryakîyek.

Di tedawulé de nin kelîme, di tilîya qilîçé ya jîyané de nin manén wî… Ji yén ku dizanin bibînin re… 

Wéneyek Dikare Çi Béje

Wéneyek, weke ku té zanîn, beré behsa xwe nake, behsa xwe ji dawîyé re dihéle lewra. Wéneyek behsa cîhwar jî nake, behsa cîhwar jî ji dawîyé re dihéle. Wéneyek, behsa axirzeman, bérî, qencî û xirabî, hebûn û tunebûn, paşeroj û péşerojé jî nake. Wéneyek, beré, di waxtén dûr û diréj de, behsa xwedîyé çavén li ser xwe dike. Xwe, tené ji çavén li ser xwe re xuya dike.  Xwedîyé çavén li ser xwe dikşîne ber pirsiyarîya, pirsén ku bersîvén wan tune ne jé dipirse. Di her pirsek de, şopa qehrén giran dihéle li ser ferén her çavan de. Herwiha pirs, bi nîşanén xwe yé giran ve diniqutén nav dilé kesé ku lé dinhére. Dilé xwedîyé çavén ku lé dinhére, diqerime bi deqîqeyan. Wisa diqerime disene li ber dîmena di hunduré wéné de. Qirqa wî ziha dibe, dibin çol dev û lévén wî. Xwezîyek vexwarina tase ava sar derbas dibe ji dil. Ma çima di wé avé de naxenike? Çima nabe tasek jehr ew av jé re? Ka çi derbas nabe wî waxtî di hişé wî de: Ew wûçana ku hatîye dayîn difikire. Sekna li ber devé behré, halén bipél. Porén çîlspî yén ku li bayé ketine. Seknek tîk û li hemberé her tiştî jixwebawerîk zexm û méranîyek oryantalî. Ma ewqas, naxér. Fézek bedew jî dixwîyé di nav sîha çava de. Nérînek betran û bextewarîyek zelal. Ku ji ber xatiré “ez hé heme” filitî ye, hatî ye li devé behré sekinî ye.  Wéneyek, wek serfirazîyek karkirî ye.  Serfirazé wé, yén di hunduré wé de nin. Wéneyek, bi helsengandina kesé ku li xwe dinhére ve dest bi qedirbilindîyé dike. Ancax dikare wiha cîh bigre, di quncén giranbiha ya jîyana de.

Apek

Xwendavané héja, ev kurteçîroka wéneyek e. Dîmenek xemgîn, li ser xwedî şiklek e. Wéne li ser desté xortek e. Ew xweşmére bipél ku li ber devé behrek bipél e, apek e. Ap, xwedî şeklûşemalek çé ye, bilind û gir e, xweşmér  û şanaz e. Lé ji ber ku li welat nîne, xemgîn e.

Apek Dikare Çi Bike

Apek dikare welatek piçûk bixwaze. Di wî welaté piçûk de, dikare wezîrtîya karén cotkarîyé bike. Apek dikare çakétek kesk, mîntanek zer û kiravétek sor li xwe bike. Di waxtén xweş yén xortanîya xwe de, li Stenbolé, di standyûmek de, dikare diruşmek biavéje. Béje “bijî Diyarbekirspor” û çardexwira xwe yé bi navé “keça Kurda” ji ser pişta xwe bikşîne, sé cara bikuxîne. Her wiha piştgirîya Dîyarbekirspor bike. Apek dikare di qereqolek de bi Tirkî nepeyîve û ji bo îfada xwe bide, tercûmanek bixwaze. Apek dikare ji girtîgehek derkeve û li ber deré girtîgehé çavé şivanek ramûsîne. Ji ber ku “şivan e, gavan e, li seré çîyan e, zane ji bo Kurda ne…” Her wiha dikare serbilind be. Li hember zulmé û zoré hildaré barén giran be. Dikare koçber be jî, ji bo yé bérîya çemé Mîrze bike. Dikare qet nebe di xeyalén xwe de, hey li ber devé Gola Méra bibe mîré gundîya, hey li Gola Bînnaz bibe néçîrvané masîya. Hey li ser devé Kendalé Spî biponije, hey li ser pişta hespé kehél, çavé xwe li ser mérg û zevîyén Seregola Serhedé bigerîne.  Apek dikare di axirîya emré xwe de, ji diné û jîné tér nebe û ji bo neavayîya xeyalén xwe, dilé xwe bişewtîne.

Apek dikare bi xortek bawer be. Çavé  xwe li ser bigerîne û ronahîyén ku té de maye, wek dîyarîyek, jé re bihéle.  Apek dikare baş be. Bi hezî tijî be. Gava ku ji vé diné koç ke, kenek bihévî, biquwet û bi bawer li ser dîmena wének de bihéle.

Apek dikare hevokén diréj li dû hev réz bike. Dikare xatiré xwe ji xortrek, ji welatek, ji jînek bixweaze.

“Apo, her wekî ev Gola Wané ye, ev der meyxana Qambûr Memed e, li îskela ber devé avé ye, tema iraqé, hevalé émîşé Erdîşé ye.”

Stenbol, cîhwaré koçbera ye, sitargeha berxwedaré dijî zoré ye. “Ne Gola Wané li véderé ye, ne ez li kéleké me. Ne welat heye édî, belkî di xewnén tekoşera da ye, ne jî ez heme, ne ku li ser rûyé diné me…”

Li nexweşxanek mezin ya bajérek mezin de, gava ku seet ji yeké şevé re bîst dixwat, Yezdané Mezin jî, ruhé Apé min dixwast. Ez qerimîm wé demé, li ber deré servîsa acîl ya nexweşxané. Dilek min digot “here cem, desté wî bigre.” Dilek din digot “neçe, wé bixeyde.”  Dengé dixtorek dihat min. Gazî hemşîrek dikir: “Eva dibehite, lé binhére.”   

Apo, gelo desté miné bima di pésîra te de? Te yé li çevé min binhérîya wé demé? Nizanim. Min bigota “neçe, hé lazimî tu ji me re, min jî hilde cem xwe yan jî…” Tu bimayî belkî li cem min…

Apek, xwedî şeklûşemalek çé ye, ji ber ku li welat nîne, xemgîn e. Lé îro édî tune ye.

Belé, apek; apek û behrek. Halén bipél. Xwezîyek. Hebûn û tunebûn. Balûpalî û beyabanî. Yakamoz û ken. Çûyîn…

Li devé behré xortek, di dest de wéneyek. Di behré de şûşek şeraba vexwarî û qutîya titûné ya tîryakîyek.

 

 

Nivîs