Xatir

Zivistanê dîsa xatir dixwast
Çîya hîna reşbelek bûn
Pilkiribûn daran bişkoşên xwe bo vebûn û teqînê
Bi tîna rojê bakûtan binva diherikandin ava xwe
Pîyê êvarê newal û çem dîsa dixulpîyan
Şêlû û sor diçu av
Kevir û kûç dîsa hawar û zivîn bûn
Du dem ji hev vediqetîyan
Yek diçû
Yek dihat

Zivistanê xatir dixwast
Biharê digot me xêrdî
Nişkavda nedibû cîhgorîn
Dîsa dixemilîyan dar bi çîçegên cûre bi cûr
Dîyar bû hîna zu bû bona hinekan
Alûçe gelas û zerdelîyan dîsa zu vekiribûn çîçegên xwe
Wan zu û bê wext teqandibûn bişkoş

Dîyar bû demsal ji hev vediqetîyan bo xatir

Gelo nizanim  dikarîya ku bo xatirê kesekî çûyîna zivistanê be sekinandin
Anjî dikarîya şunda bimîne zivistan bo xatirê kesekî

Bo xatir
Kirin û nekirin hebû
Bo xatir çend şer hatibûn rawestan
Çend pevçûn hatibûn sekinandin
Rûspîyan bang û biryara xwe deng bilind anîbûn ziman
Wan gotina xweya gotî gotîbûn

Bona xatirê rojê
Keyaksar li ber qerexa Çemê Nar Dirê şer dabû sekinandin
Daníbûn şervana şur û mertalên xwe
Hevhatibûn carek din Lûdîya û Medîa

Bona xatir çend nexweş hatibûn saxkirin
Çend hemşîre û pizeşk virda û weda baketîbûn
Bona nexwaşan
Çalek bibûn ew nava teşxalek mezinda
Şev û roja wan yêk bibû

Bo xatir
Li kûderê çend kar hatibûn kirin
Çend der û derîçe vebibûn
Bê dor av hatibûn dayîn
Zevî û baxçe hatibûn avdan
Bostan qûdir bibûn
Darê feqîyan kêfkiribûn

Bo xatir qîz hatibûn dayîn
Bi pirsên mezin û gûmanbar law bibûn zava
Dîyarî hatibûn dayîn
Dîyarî hatibûn girtin
Nîşan hatibûn dardakirin
Dawet û dîlanên mezin hatibûn darxistin
Yên çil şev û çil rojî
Yên heft roj û heft şevi
Yên sê roj û sê şevî

Bo xatir
Hevhatibûn cîran
Hevhatibûn eşîr
Hevhatibûn gelên nava şer

Bo xatir
Bêdeng bibûn mîr û key
Gotinên bên gotin nehatibún gotin
Cîhyê xwe mabûn şervan
Hesp nehatibûn zînkirin mabûn nava tewlanda

Bo xatir
Kerr lal û kwîr bibûn hinek
Dest û pê girêdayî li pey neríbûn

Bo xatir
Bo xatirê Pîrê Kurmancan
Rêketîbûn di zivistanêda
Hezarûdused Şervanên Dêsimî û çúbûn hawara Qoçgîrîyan

Bo xatirê dayîkan
Bo xatirê kalik û pîrikan
Bo serdar û rêvebiran
Çend qurbanî hatibûn dayîn
Çend xanî koşk û saray hatibûn çêkirin

Ma çawa bîrbe Şahê Cîhan
Wî bo xatir û evînê
Tac Mahal dabû çêkirin
Hostayên herî mezin bi destên xwe neqişandibûn ew
Berd û mermerên giranbiha anîbûn bo Mûmtaz Mahalê
Yemen Medîa Rajastan Pencab Çîn û Seylon nêzîkbibûn
Bar bi bar kevir û cehwerên bê hemba hatibûn kişandin

Bo xatir
Heta naha çend Mahbed
Çend Havrê
Çend Dêr û Mizgeft hatibûn çêkirin

Dîsa bo xatir
Çend kesên kodeskirî hatibûn berdan
Çend cara şur û bivirê celadan nehatibûn daşandin
Çend cara xençerên kişîyayî şunda ketibûn cîhên xwe

Ma îro dikare ku
Bo xatir
Bo xatirê zarokan
Bo xatirê mîrovayetîyê
Çek û rext bên avitin
Balafir tank û top bên sekinandin

Bo xatir
Dikare ku xazê neyê tar û mar kirin
Mîrovayetî neyê kuştin

Gelo nizanim
li vê cîhane heye hîna
Rûspîyekî  namdar ku
Bo xatirê Gerdûnê
Bo xatirê zanînê
Bo xatirê Xûdanasîyê
şer bide sekinandin
Berku gîrî nemîne
Berku hawar û qerîna tu kesekî nemîne


Ji Deftera min

 
Nivîs
Nach oben scrollen