Seregola Intabê

Xatirxwazî
Wé sibé békéf bû jinik. Nedixwast ew roj sibe bibe. Nedixwast di wé sibé de hişyar bibe. Nedixast rabe, nedixwast di jîyana wé de ew roj hebe. Rabû. Di ser de giranîyek hebû. Çû serçavé xwe şûşt. Li ber neyniké li xwe nihérî. Ji werma çavé xwe aciz bû. Duh derengé şevé razabû. Béxew mabû, heye ku ji wé be. Rengé çermé rûyé wé jî hinek çilmisî bû. Xem nekir. Êdî ne girîng bû. Bi awakî bépûte poré xwe şeh kir. Wesemek sivik li sûrek, çav û lévén xwe da, vekişîya ji ber neyniké.
Çû cildanga xwe vekir. Gelo kîjan kincé xwe li xwe kira? Mîntana xwe yé sor hilda. Sor lédihat. Di nav rengé sor de xwe bihéz didît. Li xwe kir. Bişkoka giran giran pevxist. Paşé çû, ji cildangé şalé şîn jî derxist. Ewé li bin mîltana sor kir. Êdî amade bû, divé derketa.
Gava ku li rawestgehé li benda erebé sekinî, bi qulincek zirav ku di hunduré dil de peyda bibû hesîya. Ger ku ré bidayé, wé hingî biçûya mezin bûya û wé li ser ré, ji çavan héstîr bibaranda. Her çiqas ne hésan be jî, vé qulinca béwaxt, di hunduré xwe de fetisand, bandora wé temirand. Ew herd çavén bedew yén ku bîstek ewil dil hebû bigirîyana, niha zip ziha mabûn. Wek yén ku peyvén wan di avtenga wan de asé mane, wisa béçare…
Lé éş, dé ji wé çawa rizgar bûya? Nebe ku carek însan li ser hesîyeta tîr nebe, édî jé xilasbûn tune ye… Êdî di hunduré dil de ne rewşén hemû hesîyeta, bi her celebén xwe ve… Carna yek derté péş, yé din li paş ve dimîne, yan jî berevajîya wé dibe… Rojek tu dibî bihar mesela, rojek din payîz… Halé diné ye, wé çi bikira?…
Xengînîya wé ji bo hevalé xwe bû. Wé ewî bi ré bikira, jé cihéketî bima. Ji ber ku wé biçûya. Réyén welata, yén bajarén hûr û gir lé vebûya. Wé di palkûrsîya otobusé de yekî xerîb li cem runişta, ewé li dû, di bajaré mezin de tené bima. Ew roj cara yekem bu ku ji hezkirina yekî qehirîbû.
Di salén nodan de li Stenbolé, rojek ji rojén havîné. Bi qasî bejna rimek maye ku tav xwe ji rûyé ezman bikşîne. Li Încîrlî’yé serbihurkek. Li ser jinek û mérek. Mérik di paşéla jinké de, jinik di paşéla mérik de.
Dîmen, wek pirsek piçûk, wek her çar kirarîya hergav ya matematîké dixûyé. Hey mérik difeliqe, jinik berhev dike; hey jinik dikeve, mérik xwe li ber sîper dike. Ev dîmena, ger ku lı Çaxa Antîk bihata xûyan, mûhtemel bû ku wé di nav feylezofan de bibûya sedema cihébûna fikir û remané. Mesela ku Platon bûya wé bigota: “Evîn ne bûjenî ye. Ev neheqén ku berxwe dikevin. Her çiqas bedenén wan ji hev diqete jî, wé ruhé wan bi hev re bin.”
Axirî, desté jinké di desté mérik de, ruhé mérik di dilé jinké de bû û ji bo wan ya girîngtir jî ev bû.
Belé, jîyan dînamîk e, bi lez û bez e. Té de carna surprîzén qenc û xirab jî hene. Té ji yekî hez bikî, pir hez bikî, té bifikirî ku qet jé neqetî. Wé desté te jé nebe. Lé nabe. Hinek tişt diqewémin paşé, ji destan direve her tişt. Lé tu hé dibé “naxér, tiştek din béîmkan e.” Lé na, roj té, dewran diçe. Zagonén xwezayé biserté. Berpirsîyarî wek nîrek xwe li ser stûyan datîne. Stû li ber xwar dibin wek her caran. Xwezî namînin paşé, ne xwezî, ne hévî, ne miraz… Jîn li benda te nasene lewra, guh nade te jî. Tu carek dinhérî réyek teze vebûye. Fikra te ji te dizî ye, li ser hişé te runiştî ye. Lé ev ne hemdé te ye. Tu li ber disenî, berxwe didî bi hemû jîndeya xwe ve, lé mixabin, çare nîne.
Yén ku li ser bihurké derbas dibûn bi çevé xwezîyé li wan dinhérîn. Neheq jî nebûn; ma çend mér yan jî jin, çend mérî yan jî jiné ewha bi béri, bi hezî û bi dostî heméz kirîye?.
Jinik kelogirî dibe, xemginîyek kûr ya cihébûné di dilé xwe de digerîne mérik. Lé eger ku neçûya, “wé wî birîndar bikira jîyan.” Bi bedena jinké dihise paşé; bi enerjîya di beden de, bi quweta di enerjîyé de… Mekan winda dibe di héşé wan de, zeman disene. Ji qeyd û dengén devdoré xwe yé fîzîkî re digrin derîyén îhsasén xwe. Mantiq paş ve dikşîne mané xwe, gava ku desté mérik diçe ser pişta jinké, seré jinké dikeve ser singé mérik …
Di salén nodan de li Stenbolé, bi xemgînî kuta dibe rojek ji havîné. Hinek paşé, jinik bédilé xwe diqete ji mérik. Jihev diçe milén li ser navpişta jinké. Hemû gotinén xwe li wateyén çevén xwe bar dike jinik û dibe kiryara wé ya dawîn, nérînek germ ya li ser çavan.
Her wiha watek dihéle li pişt xwe ji mérik re. Ber bi Ömür’é dimeşe, nérdewana peya dibe. Ew méré ku wé piştî salén dûr û diréj, bi watén ku jinké di çavé wî de reşandibû bihisîya, ber bi Bakirköy çend gav diavéje. Paşé, ké bizanibe wé édî kîngé bibîne, ji bo carek dawî li jinké binhére, li pişt xwe dizvire. Dibîne ku jinik jî zivirîye, dibe ku ew jî eynî tiştî fikirîye, bi eynî tiştî hisyaye. Çavén wan li hev dikevin di demén axirîyé, di carén dawîyé de. Çavé jinké dişqite paşé, tev li qelebalixé dibe bedena wé. Ji nû ve çé dibin her wiha qelebalix, mérik jî winda dibe té de, jinik jî…
Jinik kelogîrî dibe. Wé name bişîne ji mérik re. Mérik, xemginîya kûr û gran ya cihébûné digerîne di dilé xwe de. Wé di namén xwe de cîh bide kelîmeyén lihevhatî. Wé ji nû ve binirxîne serpéhatîyan. Belkî wé bi kelîmeyén lihevhatî, jépirsînén jîyanbarîyé jî bike. Ké bizanibe, belkî doz lé bike. Û paşé wé bersîv bi ré kevin. Bersîvén germ yén xatirén réhevaltîyén beşdarîyan, yén payîzén remanan, berfînén zivistanan û yén agahîyén hezîyan, hevxwazîyan…
“Du kesén ku jı hev diqetin, ewé/a ku bi piyarî dipeyîve, yé/ya ku ber bayé eşqé neketîye ye. Gelo çend kes hene di nav me de, ku birîndaré desté piyaré nînin? Gelo ké di waxtek cihébûnek de, ji hemézek bi piyar pétir, erîşek bi dujminahî naxwaze?” *
Qelebalixa trafiké ya seré évaré, rézén diréj çédike di bin serbihurka Încîrlî de. Berévar e. Tav xwe ji rûyé ezman kişandî ye. Tarîk tenik ketî ye, hewa édî korik bû ye. Seré otomobîla li ser hev in. Lambén xwe véxistine, çavén wan dişixwulin. Hinek li qlaksona dixin, bilezin. Hinek li ser hemdé xwe ne, bisebrin. Ji alî Topkapi ve tén, ber bi Avcilaré giran giran dikişin. Dengé sîrena hawarîyé ya ambûlansek dixeniqe di nav dengé motoran de. Ajovanek klamek hildede serî, yekî tîne bîra xwe. Réwîyek, dixwaze stérkek bibîne, ji ber ku édî évar e. Çavén xwe digerîne li ezmanén Stenbolé. Ji dûr ve îşiqek dibîne, gellek piçûk. Jé wetrî stérk e. Lé dixape, ne stérk e…
Her wiha bidawî dibe rojek, di salén nodan de li Stenbolé. Jinek héstîrén çavén xwe vedişére ji mérek. Derdek nû peyda dibe û wé roj bi roj mezin bibe di nav dilek. Xwe bilez diavéje otogarek, mérek.. Wé dîsa vegere gelo, ji bo carek?
Carna dicemide dilé min, di tenétîyén dûrîyan de. Bérîya dike carna…
*Ahmet Altan
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd