Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê

Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê

Folklara civaka neynûka ber serê wan e. Bi gelek pergalan ve rewş û şeklê civakê li ber çava xûya dibe. Bi roman, çîrok, helbest, kilam û stranên gelerî ve meriv dikare li ser jîyan, dîrok, bîr û bawerî, ketin û rabûnên miletan û di derheqên gelan de gelek agahîya bidest bixe.

Me bi romanên Dostoyevski, Tolstoy, Gorkî, Gogol û bi çîrokên Çehov ve civak û cumeata Ûrisa nas kir. Dîsa me bi berhemên Thomas Mor,  Charles Dickens û Shakespeare ve Îngilîza, bi yên Voltaîr, Balzak û Hûgo ve Fransîya û bêguman bi Gabriel Garcia Márquez ve Amerîkaya Latîn nas kir.

Civak û gelên serdest helbet xwedîyê îmkan û pergalên dewlemendin. Lê yên ku ji derfetên dewlemend bêpar mane jî li hember her tengasî û astengîya berhemên birûmet ku îro gîhîştine me afirandine û xîmên zexm ji miletên xwe re hîştine.

Her wiha edebîyata Kurda jî bi saya navên wek Evrihman Babet, Elî Herirî, Melayê Batê, Mele Ahmedê Cizirî, Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî, Evdalê Zeynikê, Cîgerxwîn û Erebê Şemo ve vejîne û hal û hewalên milet raxistine ber çavên me.

Destan û çîrokên epîk yên wek Memê Alan, Sîyabend û Xecê sazî, qayde û kevneşopên wan serdeman li me zelal dike. Sazûmanên begtî û axatîyê, eşîrtî û rûspîtîyû, jîyana zozanî û koçerîyê, têkilîyên eşq û evînîyê, şer û dewa, şîn û şahîya û rîtûelên dewat û dîlana digihîne me. Berhemên wek wiha di edebîyata devkî ya cumaeta Kurmanca de gelekin ku dengbêj û çîrokbêjan gotine.  

Yek ji wan jî çîroka “Xezala Mendol Axa” ye. Çîrok, em dikarin bêjin ku wek mûzîkalek e ku dengbêj hey bi devkî hey bi kilamkî dibêjin. Ji ber ku dîyalogên qehremana bi piranî bi kilamkî ne, dengbêj, ji serî hetanî dawîya çîrokê, piştî ku behsa bûyar û serpêhatîyan dike, îcar dizvirin ser cumaetê, gotinên qehramanên çîrokê bi kilamkî dibêjin.

Çîroka “Xezala Mendol Axa” ji ber ku çîrokek gelêrî ye ji alî gelek dengbêjan ve hatîye gotin û di erdnîgarîyek berfireh de xwedîyê guhdarê hejmer mezin e. Ji bo em bikaribin hin serîşte û serbenên civak û cumaeta Kurmanca bidest bixin, divê em bi kurtasî behs bikin.

Bi Kurtasî Çîrok

Medol Axa, axayê Qerederbendê,  Elo Memed Paşa jî, paşayê Axdûzê ye. Mendol Axa û Elo Memed Paşa, ji ber ku li ser zoznanan li hev nedikirin, hersal şer dikirin, ango dujminên hev bûn. Piştî waxta Elo Memed Paşa wefat dike. Eşîr li hev top dibe, ji bo ku ji wan re mezintahîyê bike, Dewrêşê kurê Elo Memed Paşa datînin dewsa bavê wî. Derwêş Beg, her çiqas piçûk û cahil bûye jî dest bi mezintahîya eşîra xwe dike.

Dewrêş Beg, piştî ku cîhê bavê xwe digre, berê ewil dixwaze nakokîya di navbera eşîra xwe û Mendol Axa ji ortê rake. Cab dişîne, têkilî datîne, hevdîtin çêdike û axirîyê de di navbera xwe û Mendol Axa de, li ser parvekirina zozana peymanek datîne. Her wiha şerê ku hersal di navbera wan de diqewimî, radiweste.

Dewrêş Beg xortek sivik û bêkar e. Her roj diçe nêçîrê, êvara tê mala xwe. Rojek dewrêşek dibe mêvanê wî û ji re salixê Xezala qîza Mendol Axa dide. Li ser vî Dewrêş Beg gelek meraqa Xezalê dike û sibetirî bi tena serê xwe diçe ditînaya Xezalê. Hespê xwe siwar dibe, rêya rojek diajo, destê sibê xwe digihîne Qerebendê. Ew ro Mendol Axa ne li mal e. Pêşwazîya vê mevanê xerîb ji Xezalê re dimîne. Xezal qawe, çay û taştê berpêşê mêvanê xwe dike jî, mêvan ti îkrama malê qebûl nake, ne dixwe ne vedixwe.

Mêvan li dîwana Mendol Axa bêxwarin û vexwarin li benda malxê malê, axayê êlê disene. Rûspî û malmezinên eşîrê jî tên li dîwanê rûdinên lê Dewrêş Beg xwe bi kesî nade nasîn. Gava ku Mendol Axa tê dikeve dîwanê xêrhatinê lê dike, îkrama wî jî qebûl nake. Mendol Axa daxwaza wî jê dipirse, Dewrêş Beg dewa Xezalê dike. Heta ku sozê Xezalê hilnede, nanê Mendol Axa naxwe.

Mendol Axa difikire. Dibê “ma qey ezê yekî ji wî çêtir bibînim” sozê Xezalê didê. Li ser vî Dewrêş Beg li ser sifra Mendol Axa rûdinê. Ji ber ku di nav eşîrên wan de, her çiqas li hev hatinbin jî, têkilî germ nîne û hê bêhna dujmintayîyê li ser xwe neavîtine, bê dewat û dîlan destûra Xezalê ji Mendol Axa distîne û sibetirî kerre kerr Xezalê hildide diçe.

Lê soz dide Xezalê ku heta roja dîya Xezalê neyê mala wan û dewatek bi dilê xwe nekin wê destê xwe li destê Xezalê nexe. Her wiha ber derê xwe çadirek vedigre, nobedara dide ber, bi xwe jî her roj diçe nêçîrê.

Di navber de heyşt meh derbas dibe. Rojek gava ku Dewrêş Beg li nêçîrê ye, dewrêşek tê bajêr, çav  bi çadirê dikeve, bi hêvîya ku belkî ji xwe re risqek peyda bike, diçe dikeve çadirê. Xezal dibîne û bi bedewî û rindîya wê dihise. Heta nobedar tên ewî diavêjine derva, ew idî dîtina xwe dibîne.

Piştî waxta bi rê dikeve, berê xwe dide Bexdayê. Di rê de rastî kurê Xelîfeyê Bexdayê tê. Jê re behsa Xezalê dikê. Kurê Xelîfe, li ser salixê dewrêş, cab dişîne bavê xwe dewa Xezalê dike. Dibêjin, ji ber ku kurek tenê bûye, bavê wî soz dayê, ango kurê wî kê bixwaze, jin yan qîz be, zewicî yan ezeb be, kê dibe bira bibe, wê ji kurê xwe re bistîne.

Li ser daxwaza kurê xwe Xelîfe ordîyek giran dişîne ser Axdûze. Gava ku ordî, destê sibê digihîje Axdûze, Dewrêş Beg dîsa li nêçîrê bûye. Ordî tê dora şehir digre. Dewrêş Beg gava bi ordîyê dihise, rêyek û çareyek dibîne, tê Xezal ji çadirê hildide, direvîne dibe ser çîyakî ku kes li ser tuneye. Xezal ji hespê peya dike, datîne ber zinarekî, diçe dinhêre ka gelo ev çi hal e, çi hewale, ev ordîya hatîye ser ya kêye, dewa çi dike.

Lê gava ku Dewrêş Beg ji Xezalê dûr dikeve, ber bi jêr diçe, du şivan rastî Xezalê tên û bi darê zorê dibin teslîmê eskerê Xelîfe dikin. Dewrêş Beg gava dizvire tê, dibîne ku Xezal ne li wir e, li hespê xwe siwar dibe diajo ser eskera. Serbaz, bi qesta xeberdanê cab dişîne, Dewrêş Beg dixapîne û dîl digre. Dest û lingê girê didin, dibin li binpêşa Bexdayê diavêjine bîrekî. Xezal jî dixine çadirekî, dora çadirê bi nobedara dorpêç dikin.

Di wê navberê de cab gihîştîye Medol Axa. Mendol Axa, pêş de her sê kurê xwe şandîye hawarîya Dewrêş Begê, bi xwe jî bi eskerê xwe ve diajo ser Bexdayê. Her sê kurên Mendol Axa tên Dewrêş Beg di bîrê de dibînin, derdixin, her çar bi hev re diajon ser ordîya Xelîfe. Di alîyê din de jî eskerê Mendol Axa tên, dikevin nav eskera qira wan tînin, Xezalê ji destê wan xilas dikin.

Sazîya Eşîrtîyê û Rûdanên Çîrokê

Eşîr, ji komên malbatan pêk tên. Di nav komên malbatên ku eşîr pêk hatîye, malmezinek serokatî û mezintayîyê dike. Ew malbat bi giştî torinê eşîrê ye û kesê ku mezintahîyê dike jî beg e. Her çiqas mêrên malbata malmezin ango torin tev di hiqûqa eşîrtayîyê de xwedîyê statûya begtîyê bin jî, esas beg yê ku mezintayîyê dike ye. Wek di çîrok de jî tê xûyan, begtî ji bav derbasî kura dibe. Loma piştî mirina Elo Memed Paşa, Dewrêşê kurê wî, ji alîyên rûspîyan ve tê ser mîndera bavê xwe.

Di sazîyên eşîran de rûspîtî jî heye ku xwedîyê cîh û rolek bihêz e.  Her beg xwedîyên rûspîyan e û rûspîtî wek konsîla eşîrê ye. Dikare bê gotin ku serketin û binketina began, li ser pişta zanebûn û feraseta rûspîyan digere.  Lê hêz, giranî û qedrê rûspîyan jî bi hebûna beg ve xwe dide der. Ji wî ye dîsa wek ku di çîrok de dixwîyê rûspîyê eşîrê piştî mirina Elo Memed Paşa, Dewrêş hê  cahil bûye tînin ser karê eşîrê.

Îcraata eşîrê di dîwana beg de bi rê diçe. Her wiha dîwan di sazîya eşîrtîyê de wekî meclîsek bi kar tê. Di çîrok de em dibînin ku her roj dîwana Mendol Axa bi rûspî û mezinên eşîrê ve tijî ye.

Dîsa di eşîran de xulam û pêşekar hene. Xulam kar û barên rojane yên nava mala beg dikin. Pêşekar jî her daîm li ber darê dîwanê ne, karê wan tenê hizmeta dîwanê, pêşwazî û birêkirina mêvana ye.

Lê di çîrok de tiştek heye ku li vê rastîya giştî ya eşîra nayê. Gava Dewrêş Beg diçe mala Mendol Axa, pêşwazîya wî Xezal dike. Di eşîran de jin, bûk û qîzên malê, pêşwazîkirina mêvana wêda dayne, ti car ber bi dîwanê naçin û wek me li jor jî got, her tim kar û barên dîwanê ji pêşekaran re dihêlin. Lê di vê çîrokê de dîya Xezalê, gazî xulam û pêşekara nake, ji bo ku pêşwazîya Dewrêş Beg bike, Xezal ji xewê hişyar dike. Di çîrok de qehwe, çay û taştiya mêvan bi destê Xezal ve pêşkeşî dîwanê dibe. Divê meriv li ser vê detayê hûr bibe, ka gelo ev taybetîyek tenê ya vê çîrokê ye yan gelo dîyardeyek sosyolojîk e ku ji ber çava revî be.

Dîyardeyek din jî heye ku di çîrok de bala guhdar dikşîne, ew jî şerê li ser zozana ye. Aborîya eşîra, bi taybetî wan dema, bi xweyîkirina tariş ve pêk tê û debara malbatan jî her wiha bi dest dikeve. Rûn, şîr, goşt, post û hêrîyên heywanan tên firotin û bi vî awayî risqên mala û malbata peyda dibe. Ji bo vê, di eşîr û cumaeta Kurmanca de, bi taybetî di jîyana eşîrên koçer de hebûn û parvekirina zozanan gelek girîng e. Car heye eşîr diçin heremên din zozanan ji began kêrê dikin, car heye zozanên wan têra wan dike li herema xwe diminin, car heye bi eşîrên cînar ve zozanên xwe parevedikin.

Lê di dîroka civaka Kurda de, ji berê heta roja îro parvekirina zozanan tim bûye problem. Eşîr û malbat li ser sînoran û bikaranîna zozanan li hev nekirine, gelek şer û dew kirine, mêr ji hev kuştine, koka hev qelandine lê dîsa jî destê xwe ji zozanan nekirine. Jixwe di çîrokê de jî ev rastîya pêşberê ber çavan dibe. Elo Memed Paşa û Mendol Axa her sal li ser zozanan şer kirine û gelek mêr ji hev kuştine. Di nav herd eşîran de ev problem û dujmintahî  bi rabûna Dewrêş Beg ve çareser dibe. Ev jî nîşan dide ku di jîyana eşîran de feraset û behremendîya mezin û bega gelek mezin û xweyîyê cîhek granbiha bûye.

Rûdanek din jî heye di çîrokê de ku divê meriv li ser bisene. Ew jî redkirina îkramên dîwanê ye. Di eşîrên Kurmanca de ku mêvanek nan û ava malê nexwe, ew tê wê wateyê ku dewa dujmintahîyê lê dike yan jî wê lê bike. Lê dîsa jî hatina wê ya dîwanê firsenda çareserkirina problemê dide her alîyan. Eger ku pirsgirek û dubendîyên di nav alîyan de were xeberdan û çareser bibe,  mêvan ancax wî çaxî li ser sifra mazûvan rûdinê. Lê ku berevajî be, çay, qahwe yan jî xurek li ber mêvan sar dibe û mêvan her wiha bêxwarin û vexwarin derê here, ew jî tê wateya neyartîyê, ango idî dujminê hev in. Di çîrok de Dewrêş Axa li ser vê qaîdeyê diçe û ji ber wê ji dujminê xwe yê berê dewa qîza wî bike, îkrama dîwanê qebûl nake. Ji ber ku yan yê bibin dostê hev yan jî dujminê hev. Ev dewa û dozek wisa ne ku ti rêyek din li ber wan nahêle. Dewrêş Beg, loma piştî ku sozê Xezalê ji Mendol  Axa distîne, li ser sifrê rûdinê.

Çîrok bi piranî li du cîya derbas dibe ku navê wan Qerederbend û Axdûz e. Ne dîyar e ku ev herd war li kû ne û îro digihîjin kîjan wîlayet û bajarên heremê. Lê ji ber ku nêzî Bexdayê ye û li ser pişta hespê çûyîn hatin ewçend zêde û bi derfet e, heye ku herêma Botanê ye. Jixwe navê eşîran jî tuneye. Eşîra Dewrêş Beg çi eşîr e, kîjan eşîr e ne dîyar e, her wiha yan Mendol Axa jî… Jixwe pêwest jî nîne, ji ber ku rûdanên ku tê de derbas dibin di tim eşîr û welatên Kurmanca de her heman e. 

Çîrok gelêrî ye. Tê de 25 malikên kilaman heye. Ji alî gelek dengbêjan ve hatîye gotin lê me ji Dengbêj Mihemedê Panîyê, ji qeydên wî yên li ser YouTube hildaye. Mihemedê Panîyê paşnava xwe ji gundê xwe hilda ye. Panî gundek xweş ya Erdîşê ye ku tê de gelek ekreba û dostên baş hene.

Ez bawer im, wê rojek îmkan hebin ev çîroka Xezala Mendol Axa û yên wek vî, wê bikişên ser  şanoyan û bibin mûzîkalên çand û folklara me yên sereke.

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest

Schreibe einen Kommentar