Seregola Intabê

Xezeba Qertewînê
Kurteçîroka Parçejîyanek: ”Xezeba Qertewînê”
Di kovarek wêjeyî de kurteçîrokek Kamil Abê weşîya. Kovara Edebîyatist, ku li ser çand û hunera nivîskarîyê ya edebîyatê disekine û bala xwe bi zêdeyî dide ser nivîskarê nû, kurteçîrokên destpêkîyê diweşîne û bi xwendavanên xwe dide nasîn. Her wiha di dema demajoya xwe ya biharê de, di hejmera xwe ya 47an de bi hin nivîs û kurteçîrokên din ve “Xezeba Qertewînê” jî weşîya.
“Xezeba Qertewînê” me dibe salên 60an û rastî zaroktîya Qasim tîne. Qasim deh salîye. Di dumahîka çîrokê de em têdigihîn ku dîya xwe winda kirîye, bav jî girtî ye. Li gund, bi apê xwe re dimîne. Apê wî dixwaze bişîne dibistanê lê li bajêr cîhê ku bimîne tuneye.
Piştî vê danezanîyê îcar em dîsa di çîrokê de rastî profîla duyem tên. Xecê jinek bî ye. Li Panosê rûdinê, tenê di malek de dimîne. Qîza wê li gundê Qasim li mêra ye. Xecê carna tê cem qîza xwe. Rojek, dîsa gava li gund bûye, bi Apê Qasim re sohbet dike. Apê Qasim dibê “ez dixwazim Qasim bişînim dibistanê lê cîhek ku lê bimîne tuneye.” Li ser vî Xecê jî dibêje “ez li mala xwe tenê dimînim, odeyek minê vala heye, hezdikî bişîne bra li mala min bimîne, ezê lê binhêrim.”
Her wiha Qasim dişînin Panosê. Traktorek ji romorka xwe de çiwalek ar, torbek savar, torak, kartol, rûn û nivînê Qasim li mala Xecê vala dike. Qasim ew zivistan li wir dimîne. Derbiharê zexîreya wan xilas dibe. Xecê ji mala xwe diçe, digihîje kurê xwe. Qasim tenê dimîne. Ew jî piştî waxtek teyax nake radibe, li makîneyek (qamyon) sîwar dibe diçe ku here gund. Li Burnibulaxê peya dibe. Gundê wan 5 km dûrê rê ye. Peyatî bi rê dikeve. Diçe li qarxûna biharê diqelibe. Qederek ro ve diçe. Şil û şo dibe. Her wiha bi zor zehmet xwe diavêje gund.
Berîya ku here malê, ji ber îhtîmala hebûna spîyan, dibin tewlê kincê wî jê dixin, dişon. Di heman demê de ser guhê wî jî dişon. Li qubê, ber tendûrê kincê wî ziha dikin û lê dikin. Cî nivînê wî datînin ber tendûrê, li wir didan razandin. Qete nan, tasek qatix didinê, zikê wî têr dikin. Qasim di şeva yekemîn ya gund de her bavê xwe yê ku girtîye difikire, zor û zehmetîyên ku tê de ye dinirxîne.
Her wiha li gund digihîje hevalên xwe. Bi wan re her ro diçe çolê, digere û dileyze. Rojek gava ku bi hevalên xwe re li çolê digerin, zarek ji gund bi lez û bez tê mizginî dide Qasim. Bavê wî berdane û niha li malêye. Qasim bi vî xeberê ve zehf şa dibe. Îşligê xwe wek mizginî dide gede. Û ber bi gund direve. Heta diçe gund kê rastî wî tê her carê parçeyek ji kincê xwe dide wan. Heta xwe digihîne malê êdî ti tişt li ser namîne. Lê xem nîne, “êdî bavê wî jî heye…”
Kurteçîrok bi Tirkî, bi zimanek edebî hatîye nivîsandin. Heye ku çîroka serpêhatîyên nivîskar be. Di vekotina rûdana de teswîr û terîfên xwezayê balkêşe. Di herkîna çîrokê de nivîskar carna dikeve hûrgilîya, bi vê awayîyê serdikeve ku di bûyîna rûdana de fotografa dîmenan ber çevê xwendevan raxîne.
Lê meriv dikare behsa hin valahîyên ku di xwendina çîrok de xwe bi xwendevan dide hisîn jî bike. Mesela nivîskar dikaribû di destpêkê de gundê xwe, paşê Panos û di zivirê de Qertewîn û deşta Seregolê bide nasîn. Jixwe navê çîrok jî ji Çîyayê Qertewînê tê. “Xezeba” ku nivîskar behs dike harbûn û gurrbûna ava biharê ye. Berfa ser Çîyayê Qertewînê ku biharê dihele, dikişe tê rasta Seregolê û qarxûna tijî dike ye.
Ji bo “Xezeba Qertewînê” dikare bê gotin ku dişibe şêweya Çehov ku bêzêderoyî li ser rûdanên rojane disene ye. Jixwe ev şêwe nivîskar ji berpirsîyara hûnandina serî û binîya kurteçîrokê rizgar dike.
Em wek Malpera Seregola Intabê Kamil Abê pîroz dikin. Dîmenek bi rûmet bi awayek serketî li ber çavê me raxistîye. Em hêvîdarin ku berdewema van kurteçîroka were lê xwezil bi Kurdî be. Ji ber ku “edebîyat bi Kurdî xweş e.”