Xwarin û Xurek
Haza maza, golik ketine nava saza, Keledoş xweşe bi sîr û pîvazan

Xwarin û Xurek

Wek tê zanîn, benî adem, gava xwe li Dunya’yê dibîne, di heman demê de dest bi çalakîya xwe yê yekem dike: Starbûn. Starbûn li hember şertên zor yên xwezayê û li hember zindî û heyîyên xerîb ku hê nas nekirîye û ti wateyê lê nekirîye, parastina bingehîne. Ev macereya yekem ya benî adem di şikevtekî de diqede, li wir stara xwe dibîne.

Piştî ku idî dikare bisitire, problema duyem ya peydakirina xwarinê  û têrbûma sîstematîk dest pê dike. Her wiha mêrê êlê diçin nêçîrê, bi heywan û zindîyên hov re dikevin cedelê û gelek ji wan dibin qurbanîyên nêçîrê. Jin, ji ber ku welidîn e, di karên hêsan de cîh digre. Gîhayên der û dorên xwe top dike û bi vê awayî hilbijêrîyê dike û ji ber ku dûrê xeterîya disene, serdestî û birêvebirina kar û barên êlê jê re dimîne. Dîrokzan, vê demajoyê wekî “civaka maderşahî” binav dikin.

Ji wan serdema heta van dema, tê dîtin û zanîn ku çalakîya benî adem ya herî bingeh her starbûn û ziktêrkirin bûye. Ev rewş jî bêguman dibe kakûta çanda civakan.

Em dikarin bi kurtasî, çandê wek taybetîyên maddî û manevî ya civakekî binav bikin. Helbet ev taybetîyên civakî di demajoyên dîrokê de çê dibin û derbasî nifşên nû dibin.  Ji mîmarîyê bigre heta cil û berga, ji şiklên kar û bara, alav û pergala, hêja û ola û bi her celebî têkilîyên di navbera însana, reng, cûre û rîtuelên çandî ne. Bi heman wateyê xwe ve çand terza jîyan û remana civakê ye. Yek ji wan taybetîyan jî helbet xwarin û xurek e.

Me xwest em bi vê nivîsê li ser xurekên neteweyî yên civaka Kurda bisenin. Ji bo vê armancê me 10 xurekên sereke jibart û li jêrê pêşkeşê bala we kir.

Di serê serî de divê were gotin ku di sifra Kurda de nanê tisî xwarina sereke ya ber her xurekê ye. Jixwe nan di nav gel de pîroz e. Me di zaroktîya xwe de, hê niha jî, parçek nan li erdê bidîta, me hildida, paç dikir, li enîya xwe dixist û paşê datanî ser dîwarek yan jî cîhek paqiş. Me nedihîlşt ew parçe li ser rêya, di nav destpêya de bimîne. Her wiha pîroz bû û çar cûreyên nanê tisî yên ku em dizanin hene: Evan, nanê deste, nanê loş, nanê tîrê û nanê herwamî ye ku di gelek herem, gund û bajaran de hê niha jî di tendûrê de tê petandin.

1-Keledoş

Dîroka xwe digihîje salên 1800’yan. Bi agahîya rojnamevan Amberîn Zaman ku ji me re gotîye, xurekek Ermenîyên Wanê ye. Jixwe îro jî wek xureka Wanê tê qebûlkirin. Lê di heman demê de li Agirî, Muş, Bilîs û Colemêrgê jî gelek tê ecibandin û xwarin.

Keledoş xurekek zivistanî ye û bi goşt, keşk, nîsk û pincar ve tê çêkirin. Piştî ku dipete rûnê nivîşk li ser tê rêtin û pêşkeş dibe.

2- Helîse

Bi giştî li Serhedê tê çêkirin û zanîn. Bi taybetî li Agirî’yê xwarina sereke ya eyda ne. Xurekek bi goştê sor, den û bi rûnê nivîşk, di hundurê tendûrê de tê çêkirin e.

3- Kiftê Ebdîgor

Xureka Bazîdê ye. Tê gotin ku cara yekem ji bo Ebdîyê Kor ku bavê Îshak Paşa ye çêbûye. Bi goştê ku li ser sêl hatîye kutan de çêdibe. Piştî ku dipete li ser birinc pêşkeş dibe.

4- Xaşîl

Ev peyva ji Ermenkî, ji peyva xašil derbasî zimanê me bûye. Heye ku ev jî xurekek Ermenîyan be. Xwireka Agirî’yê ye û bi den, gulîlk û rûnê nivîşk ve çêdibe.

5- Savara Nîskan

Bi savarê ku hûr hatîye kutan ve çêdibe. Pê re nîsk jî dipete û tev lê dibe. Piştî ku dipije rûnê nivîşk li ser tê gerandin û pêşkeş dibe.

6Girar

Şorbeyek bi dew e. Tema kevneşop ya mitfaxa Agirî’yê ye. Bi den, nok, kiftê ku bi goşt çêbûye û gîhayên teze ku ji çîyan top bûne ve çêdibe.

7- Gulîlk

Zêdeyî li herema Agirî û Dersîmê çêdibe. Gulîlk di mehên biharê de, li çola, di serê çîyayan de peyda dibe. Gava dibe bihar jinên gunda kom dibin, diçin çîyê, gulîlk top dikin. Gulîlk di qoşxanê de dipije, paşê di rûn de diqele, li ser katixê sîrkirî tê rêtandin û wisa pêşkeşê sifrê dibe.

8- Bûryan

Xureka Sêrtê ye. Lê li Bilîs, Agirî, Dîyarbekir, Erzurum, Elezîz, Batman û deverê din jî çêdibe. Bi goştê karê ku organên hundurîn derketîhe ve di tendûrek ku en hindik sê metre kûrahîya wê hebe de dipêje. Di Seyahatname ya Evlîya Çelebî û di Mem û Zîn a Ahmedê Xanî de behs dibe.

9- Zerfet

Bi taybetî li Dersîm û Koçgirîyê de çêdibe. Wek hemû xurekên Kurda, bi ar, rûnê nivîşk, xwê, sîr û katix ve çêdibe. Li hinek dera bi goşt ve jî çêdibe.

10- Serbidew

Xureka herema Şirnexê ye. Bi den, keşk, rûnê nivîşk û bi qelî ve çêdibe. Xwirekek zivistanê ye.

Nivîs