


Xweşmêrê Kurmancîya Şirîn: Keremê Anqosî
“Welato tu pir dûrî
Dengê min nagîhîje te
Xerîbîyê mam bê lorî
Derdê min kê bêje te?…”
Keremê Anqosî întelektuelek piralî ye. Folklor, dîrok û Kurdnas, zimanzan, nivîskar û helbestvan e. Me vê axirîyê bi saya communicationa înternetê ewî naskir. Di gelek portalan de nivîs, helbest û xebatên wî pêşkeşkirî ne. Agahîyên li ser jîyan û xebatên wî, di gelek platformên dijîtal de parvekirî ne.
Di sala 2014an de bernemeya “Rû bi Rû” ya Dunya TV, Mamoste Keremê Anqosî dike mijarek xwe. Di bernamê de Keremê Anqosî ruportajek dide Nevzat Keskîn. Di reportajê de behsa jîyana Kurdên li Gurcistanê û xebatên xwe yên li ser ziman, folklor, çand û sazîyan dike. Piştî gelek pirs û bersîva, di nav danezanê xwe de hildide pirsek ji Nevzat Keskîn dipirse. Jê re dibê, “Tu İntabê dizanî? Em ji wir hatine.” Paşê em li ser hûr bûm û em pê hisîyan ku malbata wî jî wek gelek malbatên din yên Êzdîya, di dema şerê Osmanî û Ûrisan de ji İntabê koç kirine çûne Gurcistanê.
Keremê Anqosî, di 10ê Cotmeha 1937an de li Tibîlîsê, di malbateke Êzdî de hatîye dunyayê. Wek ronakbîrekî Kurd û wek xizmetkarekî wêje û çanda Kurdî, herwiha di pêşketina Kurdeyetîyê de, kedek bêhampe daye. Gava behsa çanda Kurdên Yekîtîya Sovyeta berê, bi taybet Kurdê Gurcistanê dibe, berî herkesî navê Keremê Anqosî tê dayîn. Gelek navendên Kurdî yên kûltûrî, çandî, komên stran û reqasê, yên ku dema Sovyetê hatibûn demezirandin, bi saya ked û xizmeta wî bûye. Keremê Anqosî di heman demê de alîkarîyek mezin daye ji bo pêşketina têatroya Kurdî ya Tibîlîsî.
Di sala 1978an de, bingehê beşa Kurdî ya Radyoya Gurcistanê ya dewletê avakirîye û heta dawîya jîyana xwe tê de kar kirîye. Radyoya Ronkahî ku niha li Tibîlîsê weşangerîya xwe hê didomîne, li ser vê bingehê ava bûye. Ewî fonda sazbendiyê ya gelekî dewlemend saz kirîye, gelek stranên Kurdên Gurcistanê qeyd kirîye û kirîye milkê gelê Kurd. Herwiha bi zimanên cûrbecûr gelek nivîsên zanîstî û pirtûkên cûda li ser ziman, edebîyat, dîrok, êtnografiya, folklor û dînê Êzdîyan de çap kirîye.
Wek “Xelata Şerefê ya Gurcistanê” bi gelek xelat û madelyayên dewletê ve hatiye pêşkeşkirin. Ew endamê Yekîtiya Rojnamevanên Gurcistanê ye. Kurdên Gurcistanê keda wî gelek bilind biqîmet kirine û navê “Rêvebirê Kurdên Gurcistanê“ lê kirine.
Keremê Anqosî gelek salan li Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Gurcistanê karmendê zanyarî bûye. Sala 1979an de, ew di Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstîyê ya Gurcistanê de derbasî ser kar bûye û heta sala 1991ê li wir xibitîye.
Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tibilîsê dest bi weşana rojnameya “Gêlawêj” kirîye. Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatiyên Kurd yên Gurcistanê“ danîye. Sala 1998an de “Yekîtiya Êzdîyên Gurcistanê“ saz kirîye û demeke dirêj seroktayî kirîye.
Keremê Anqosî pisporê rojhilatnasiyê û zimanê Kurdî ye. Xwedîyê bi dehan pirtûk, broşûr û bi sedan maqaleyên li ser dîrok, êtnografya, wêje, ziman, folklora Kurdan û dînê Ezdîyatiyê ye. Di temamîya jîyana xwe de ew weke nivîskar, rojnameger, mamoste, rêvebir û serokê civata Kurdan gelek kar kiriye.
Ew ji salên 1970î de serkêşê gelek çalakiyên civakî, polîtîk, çandî û perwerdehî ji bo hînbûna zimanê Kurdî, parastin û qebûlkirina mafên Kurdan weke netewên kêmjimar de xebitîye. Di gelek rojname û pirtûkên Kurdî de editorî û weşangerî kiriye.
Mamosta Keremê Anqosî heta dawiya jiyana xwe di gel malbeta xwe li bajarê Tibîlîsê jîyaye û kar kirîye. Di 1 Cotmeh 2019an de, di 82 salîya xwe de dunya xwe guhirandîye.
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan
- Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê
- Hunermenda Pirreng: Tara Mamedova
- Çîroka Kilama “Dunyayê”
- Derhêner a Fransî: Dinya ji Kurda re deyndar e.
- Qotikên Cixarê
- Di Şikefta Kulê de Du Evîndar
- Prometheûsa Rojhilatê: Kawa
- Kincên Jinan
- Dayîka Kemanê
- Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan
- Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê
- Xwarin û Xurek
- Serpêhatîyên Stranên Kurdî
- 10 Wênesaz 10 Tablo
- Ez Çermesorikim û Tênagîhim
- Şahbanûya Kurda Jinemîra Balerîna: Leyla Bedirxan
- Edebîyat Bi Kurdî Xweş e
- XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎ
- Nuroyê Meter
- Xeyal Bê Sînor in
- Bilûra Min
- Evîna Te Ez Bernedam
- Ax Ax Zaroktîya min
- Bi Şanazî Li Dinyayê Dinhêrim
- Tava Rojê Rûye min da
- Zîndan sar e
- Mamed Axa û Bekir Beg
- Şivan û Ruvî
- Kêzika Tebaxê û Mûristang
- Mîha Kulek
- Dîkê Sîs
- Çîroka Barçêmkê û Silêman pêxember
- Xalis Beg di Çapamenîya Tirkan de
- Xatirxwazî
- Chris Kutschera Çû Ser Dilovanîyê
- Çavnérîyek
- Ahmedê Xanî
- Dengé Te Té
- Di Sirén Hevokan de Mamostayek