Seregola Intabê

YİBO
Waxtek dinya mezi bû, zehf mezin bû. Gund dûré hev bûn mesela, navçe dûr bûn. Bajar û bajarok jixwe li me heram bûn.
Me di vé dinya zehf mezin de, di gundek li Seregolé, di bin péşa Çîyayé Qertewîn de carna tewréz dileyîst, carna niftik. Carna diçûn ser çem, deketin gola mera, carna ji delavê ereba, pey pala diketin, diçûn nava mêrga.
Zivistana em hey li pey “qoté şivana” diketin, hey derdiketin nîçîra kewa. Hey kose peyda dibûn din av gund de, li ser réya malan de, hey dengbéj dihatin, dîwan digerandin.
Havîna em li mérga, çola, li devçema bûn, payîza li quba, kîlera, ber sere tendûra, bin dûyé sergîna bûn.… Em ji halé xwe xweş bûn, halé me jî ji me…
Lé ev bextewarîya me yé piçûk û sivik zéde nedomand mixabin. Rojek, di hinkayîyek payîzek de hatin me li hev kom kirin, gotin “hûné herin dibistané… ”
Ew sal ji gundé me neh deh zarok kom kirin û bere me dan qaşo dibistané. Di wan sala li gundén Kurdistané dibistan tune bûn. Tené li bajar û bajarokan de hebûn. Dibistana ku me birin jî li Dutaxé bû. Dutax bajaroka Agirîyé ye ku gundé me Mîrze girédeyé wé ye.
Bi kurtasî navé dibistané “YİBO” bû. Té wateya “Dibistana Heremé ya Bişevborî.” Li wé dere qasî hezar, du hezar xwendevan hebûn. Tev jî wek me ji gundén dev û dora hatibûn.
Em tev wek hev bûn; em gundî bûn, cahil bûn, bézar û bëziman bûn, serbarî ser, di nav me de kesek Tirkitî nizanibû. Memosta her car me hişîyar dikirin, digotin “Tirkitî xeberdin!” Lé xwezil me bizanibûya…
Di dersan de pirtûk didan me. Li ser rûpelan de wéneyén heywanan hebûn. Me di wan wéneyan de heywanén cûda cûda didîtin, tev jî wek yén gundé me bûn. Mesela kew, pişîk, kûçik, çélek, mişk û her wekî din… Lé me nizanibû, ka çîye, çi meseleye, çawa behsa wan dikin, ça didin nasîn?
Ji bîra min naçe. Di rûpelek de mişkek hebû, li ber parî penir sekinîbû, lédinhérî. Gelek nivîs hebûn li ser rûpel de lé me nizanibû ka çîye, çi nîne, mişk çi dibéje, penir peniré ké ye û çima li ber mişk e?…
Me sibé zû radikirin. Gazî dikirin, nobedaran bi darén desté xwe li ranzayan dixistin. Divé me di nav nîv seeté de kincé xwe li xwe kira û li derva li ber memosteyan hazir û amade bibûna.
Wek qaîde û kirinin eskerîyé me hildidan îştimayé. Yek bi yek me dijbartin. Paşé beré me didan lojmanén memostayan. Me li ser navé qaşo “paqişîya devdor” zibilén li dora lojmanan kom dikir. Piştî qaşo paqişîyé, îcar me dîsa di doran de réz dikirin. Îcar dora qaşo sporé bû. Bi me hereketa didan kirin. Jé re digotin “hereketén kultur û fîzîk.”
Me li ser westandina paqişîya devdoran îcar wan hereketan dikir. Di sermeyan de, di rojén zivistanan de ne paqişîya wan ne jî spora wan nedihate kişandin. Te digo em xwendevan nînin, kole ne.
Jixwe me ji dersa tiştek hilnedida, em û memostayan nedigîhîştin hev, me ji hev fehm necikir. Ji ber ku me Tirkitî nizanibû wan jî Kurdî.
Xwerin jî baş nebû. Royé sé dana xwerin derdiket. Jixwe çay tune bû, hefté carek derdiket. Ji bo ku em çay vexwin, derbiharan em derdiketin me kereng û siping kom dikir, dibir malén hin memostayan. Yek ji wan Şefîq Xoce bû, pir baş bû, xelqé Milazgiré bû, me zédeyî dibir mala wî, xanima wî di çaynikén mezin de çay çédikir dida me.
Di dibistan de kantîn tune bû, ji ber wé ku me danek birevanda em birçî diman. Di waxta nan xweriné de me li derva réz dikirin. Dor bi dor hildidan hundur. Gava em tev diketin hundur révebiré serkar dihat, qaşoka wé ji me re béje “loş be!” Belé, digot jî lé di heman demé de xeberdané pir nexweş jî digot û li ser seré me dikire qîre qîr. Mesela digot “ziqqûm be, kureder be, tu mala bavé we de xwariné wiha heye, xeber nedin, bira devé we tené ji bo qoté we vebe” û her wiha li ser seré me dida lotika. Ev heqaret, hérs û xeberén vî serkaré édî bibû merasîmek ji bo me, em hîmé wî hatibûn, ewî xeberdida me nedibîhîst.
Lé rojek ku ez ne li wir bûm, édî daye cané hevalan, heye ku wan gelek éşandibe, hevalan nan nexarine û ji xwarinxané derketine. Serkar li ser vî har bûye, yekcar cina ketîye û li derva hevalan kom kirîye xistîye rézé. Dîsa daye xebera, dest bi heqareta kirî ye. Édî hevalan teyax nekirine, lé civîyane, heta dilé xwe rihet kirine kutane, dev, poz şikinastine, di nav xwîna sor de hîştine.
Piştî kutané tev li hev kom bûne, ber bi navçé dest bi meşé kirine. Wekî ku min li jor jî behs kir, memostayé me yé baş Şefîk Xoce, pey hevala ketîye û wan daye sekinandin. Li ser vé bûyaré tené hevalek ji dibistané avîtin, yén din domandin.
Ew der, zimané min nagere ku ez jé re béjim “dibistan,” di bîranînén min de cîhek gelek xirab û neyînî hildide. Em té de gelek aciz bibûn. Me dixwast em her birevin, herin gundé xwe, dîsa li pey kewa kevin, “qoté şivana” bileyîzin. Êvara lingén xwe ji tendûra daxin, di bin stérka de rûnén, bin tîréja hîvé de ji Ahmedé Elîxan çîrokén bibihîzin, bi serpéhatîyén Mîrze Mihemed bihisin.
Me ceriband jî, me rojek firar kir. Ez, kurapé min Zîya û Apé Cesîm. Herdik jî niha li welatén stérkan e, ez dibém rihé wan şad e.
Me plan kir, di rojek biharé de, waxta nané nîvro, gava herkes li xwarinxané bû emé birevîyana. Devdoré dibistané bi bendén téla dorpéçkirî bû. Li her quncikekî de nobedar hebûn. Lé ewan jî di waxta nan de diçûn xwariné.
Belé, di rojek xweş ya meha Nîsané de, dane nîvro, xencî min, Zîya û Cesîm kes li baxçe nemabû. Me li dev û dora nihérî, kes tune bû. Herkes çûbû xwariné, xwendevan, nobedar, memoste, niha herkes li ser nan bû. Edî waxté revé bû.
Em revîn. Me xwe gîhand bendé téla, em di navbera téla de derbas bûn me bere xwe da sûké. Bi tirs, bi şik û bi kelecan em çûn dikana keké min. Kek Faîk en meziné me ye. Li bajér dikana wî ya konfeksîyoné hebû, bazirganek xort bû.
Çev me ket, got;
“We xér e, hûn hatin çi?”
Me jî got ku “em bi destûra memostayan hatine, emé hinek bigerin û herin.” Li ser bersîva me kéfa wî xweş bû, hat ji me hez kir, yek bi yek me ramûsand, pere da me û pirsa hal û kéfén me, dersén me kir, bi me re eleqeder bû.
Qasek şûnda me destûr jé xwest em derketin. Me bi peré ku kek Faîk dabû ji xwe re tişt mişté wek piskivét, şekleme, loqém, dendik stand û em bi ré ya xwe yé firaré ketin. Em jé bajér derketin me da pala réya Panosé. Di nav herîya biharé de me bi zehmetek gelek mezin kelé Dutaxé xilas kir û em her wiha derketin rasté.
Em li ser kele sekinin me got em hinek béhna xwe hildin. Lé me dît ku texsîya Kek Faîk ya héşîn weke gulekî makînelîyek ji bajêr pekya ye û ber bi me tê. Çare tune bû, şerté revé tune bû, em qerimîbûn, me tiştek nekir, tene em di cîh de sekinîn.
Texsîya héşîn hat ber me sekini. Du memostén me, nobedarek û Kek Faîk jé peya bûn. Ew Kek Faîké ku seetek beré ji me hez kiribû û pere dabû me, niha ji me re dixeyîdî, hérsa xwe dianî û yek sîle li me dida.
Kek Faîk piştî ku dile xwe li me rehet kir, me li ereba xwe kir, bir teslîmé dibistané kir. Serkar, memosteyén me û hemû xwendevan li baxçe bûn. Gava em ji ereba héşîn peya bûn teva me dît. Ser kincé me lewitî bûn, em serdanpé li herîya biharé ketibûn. Memostayén me li halé me nihérîn rûyé xwe tirş kirin, stûyén xwe li me bakirin, aviran dan me.
Rojek şûnda 23 yé Nîsané, cejna netewî ya Tirka bû. Qaşo me hişyar kiribûn ku em ser kince xwe bişon, paqiş bikin da ku bi paqişî tev li cejné bin.
Gorî pîvanén pedagojik, di dibistana yekemin de zarok ku gihîştne sinifa séyemîn, divé édî hîmé xwendin û nivîsandiné hatibin. Lé em di sinifén sésé û çara de ancax hîmé Tirkitîyé dihatin, hinek ji me hé derengtir ji hîm dibûn.
Welhasil me li wir gelek zehmet kişand, em gelek herçiqîn di bin destê memostayén nebaş yén nijadperest da.
Piştî sala, em Tirkitî jî hîm bûn, me xwendin jî da ser hev, em çûn zanîngehan jî. Em di platformén akademîk yén nefermî û demokratîk de bi backrounda YİBO’yan hisîyan. Di xebatek Memosta Dr. İsmail Beşikçi de ji ev mijar té kolandin. Bi gorî Beşîkçi, YİBO tenê ji bo asimile kirina zarén Kurda li heremé ava buna û armanca yekemîn tunekirina ziman û çanda heremé ye.
Lé îro ez û bi mîlyonan kesén weke min ku jé wé cenderé bi saxlemî rizgar bûna, îro xwedî li xwe, li çand û zimané xwe derdikevin.
Wisa nebe ev nivîs jî nedibû.
Nivîs
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan