Seregola Intabê

Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
Wek ku tê zanîn êl û eşîrên Kurdan, di dîroka Kurdistanê da ciyekî girîng digrin. Ji ber vê yekê, dîroka Kurdistanê ji pêkhateya sosyolojîya eşîrên Kurdan nayê veqatandin û nayê çûda kirin. Gava meriv ku li ser êl-eşîrên Kurdan gotar nivîsand, pêwîstiya me bi agahiyên rast û cidî yên dîrokî heye. Herwiha ev demeke hinek kes li ser navên êl-eşîran malper vekirine, lê gava ku meriv li nivîsarên van malperan dinhêre, mîna ku wê ji nûh va êl-eşîran avabikin.? Grafîk û gotarên ku di van malperan da têne weşandin, ji rastîya çavkanîyên dîrokî dûr in…
Em werin li ser Zîl/ Zîlan/ Zelanî kî ne?
Li ser eşîra Zîlan, bi dehan belge û nivîsarên fermî yên dîrokî hene û divê ev nivîsarên fermî û yên dîrokî neyên paşguhkirin. Zîl/ Zîlan/ Zelanî eşîreke Kurdan mezin û di dîrokê da pêşengîya gelek şaristanîyan kirine, dewlet, mîrektî û konfedarasyon ava kirîye û bi kurtasî: “dewletên wek Pontus, Kapadokya û Kommagenê, Kurdên Zîlan/ Zelanîyan avakirîye. Tê zanîn ku bajarokê Zîle ya ku îro girêdayî bajarê Tokatê ye, paytexta dewleta Kapadokyayê bû û navê Zîleyê ji Kurdên Zîlan û Zelanîyan tê.” (1) Û di vê herikandina dîrokî da, di damezrandina dewleta Merwanîyan da, ji 8 eşîrên Kurdan yek jî eşîra Zîlanê ye û tê zanîn ku di Sancaqa Qulpê da, heşt eşîrên Kurdan hebûn. Komên eşîrên ku Mîrektiya Silêmanî ava kirine ev in: “Delhîzan, Buciyan, Zîlan, Besyan, Zîkziyan, Banûkî, Hevendî û Berezan. Lê di qeydên fermî da qala Banûkî, Delhîzan û Hevendiyan nehatine kirin. Tenê di avakirin mîrektî (beylik) a Silêmanîyan da, navên eşîra Zîlan, Besyan û Buciyan va tê naskirin û di qeydan da tenê ev sê eşîr hene.” (2)
Eşîra Zîlan heta sedsala 16an, li Meyafarkîn (Silvan) bûne û di sedsala 16an da, gelek eşîrên Kurdan hatin koçber û sirgûnkirin. Şaxeke mezin ya eşîra Zîlan, Komkî / Kumkî ne. Di dema koça mezin ya 1598 da, nêzîkî 300 mal Kumkîyan ji bo Xorasanê (Îranê) hatine koçberkirin. (3) Eşîra Zîlan eşîreke ku di sedsala 16an da, li herêma Meyafarkin (Silvan) ye. „Bi fermana Sultan li herêma Diyarbekirê bi cih bû, lê ji ber ku eşîr feqîr bû û neçar man ku koçî herêmên Qers û Bayezîdê bike. Bi saya leşkerên siwarî ku dabûn artêşa Osmanîyan, eşîr li ciyê zeviyên çandiniyê tê bi cih kirin. Ji ber sedem û pirsgirêkên sîyasî û civakî eşîra Zîlan mecbûr dibe û derbasî erdê Îranê dibin…“(4)
Ev belgeya dîrokî, di malpera ku li ser navê “eşîra Redka” hatîye avakirin û di wê malperê da, li şûna navê “Zîlan” û nevê “redkan” dinvîsandine, ev ne rast e û ne jî exlaqî ye. “Her du dewletan (Osmanî, Îran) wî (eşîra Redkan) dixwestin. Ev eşîr bi fermana Sultan li herêma Diyarbekirê bi cîh bû, lê ji ber ku eşîr feqîr bû, neçar ma koçî herêma Qers û Beyazîtê bike. Bi saya leşkerên siwarî yên ku dabûn artêşa Osmanî, eşîrê li ciyê zeviyên çandinîyê bi dest xistin. Piştî demeke dirêj, dema ku herêmên ku ew lê bûn, bûne qada şerê Osmanî û Farisan, ew eşîr neçar mane ku berê xwe bidin erdên Farisan. Bi erêkirina her du aliyan eşîr pêşî li Koyê bi cih bûn û paşê derbasî ser axa Osmaniyan a Wanê dibin û heta sala 1843an di bin desthilatdariya Osmaniyan da man.“ (5)
Di malpera “Redkî”yan da îdiayeke din jî ew e ku dibêjin Gulî Cafer Axa, ji eşîra “Redka” ye.? Lê belê, di gelek belgeyên fermî yên dîrokî da, hatine nivîsandin ku Gulî Cafer Axa ji eşîra Zîlanê ye û di rojnameke Swêdî da wiha nivîsandîye: “Bavê Eyup Paşa, Gulî Cafer Axa, wek Serokê Kurdên Zîlan hatiye pênasekirin (24.7.1877)”. (6)
Gava em li çavkaniyên di derbarê eşîra Redkan da ku hatine nivîsandin dinhêrin, eşîra “Radkan” di sala 1597an da, li bajarokê Amêdîyê ye ku îro li ser parêzgeha Duhokê ye. (7) Di vê demê da, eşîra Zîlan û Kumkîyan va li Amed / Farqînê ne û di alîyên erdnîgarîyê da, li du herêmên cuda dijîn. Wek ku di belgeyên Osmanîyan da jî hatîye nivîsandin û piştî sedsala 16an eşîra Zîlan li herêma Serhadê tê bi cih kirin. Di sedsala 19an da, li herêma Serhadê bi navê eşîra Zîlan konfederasyoneke eşîran hatîye avakirin û di nav wê konfederasyon da, gelek eşîrên Kurdan yên din hene. Eşîrên ku di nav konfederasyona Zîlan da cih girtine ev in: Rediki, Eyleyanlu, Aliyanlu, Dilhiranlu, Kürdikanlu, Kelturanlu, Şeyh Bizini, Cemaldinlu, Bizkanlu, Süveydanlu, Birakanlu, Kara Çorlu, Milliyan an Millivan, Azizi, Çekemenlu (Çekemenlu milekî Kumkîya ne) Karahacılar û Hazekanlu ne… (8)
Di sala 1878’an da (Şerê 93) di navbera Osmanî û Rûsan da peymanek pêkhat û Erdexan û Qers ji Rûsan ra man û Rûsan dest bi polîtîkayek bişaftinê kirin. Di vê demê da gelek civakên misilman koçî herêmên ku di bin destê Osmanîyan da bû kirin û di vê heyamê da bi tevî Eyûb Paşa ku serokê eşîra Zîlan bû, qasî 600/700 malên eşîra Zîlan derbasî nav axa Bakurê Kurdistanê, ku di bin desthilatdarîya Osmaniyan da bû. Piranîya malbatên Zîlan, li Kelê (Topkkale), Elejgir (Zêdka) û Qerekose / Agirî bi cih dibin. (Eyüp Paşa kurê Gulî Cefer Axa ye) Di vê serdemê da, Alayên Hemîdîyan hatin damezrandin û bi serokatîya Eyûb Paşa va ji eşîra Zîlanê, 2 Aliyên Hemîdîyan li Toprakkale/ Elejgir û Qarakose/ Agirî hatin ava kirin û hinek jî li navçeya Ercîşa / Wanê ne. Di raporên Osmanî û T.C da jî tê zanîn ku eşîra Zîlan li navenda Agirî û Elajgirê û hinek jî li Ercîşê ne. (9)
Di “malpera Redkan” da îdiayeke din jî, dibêjin navê Zîlan navê eşîra “Redka” a kevne û îro Zîlan êdî ne eşîr e.? Qaşo ev kesan li ser dîroka eşîran lêkolînan dikin? Divê meriv ji van hevalan bipirse, gelo meriv di nav van 5-10 salan da, dikare ji nûh va eşîran avabike? Di Kurdistanê da, her Kurde kokên wî digîhîje eşîreke Kurd û di Kurdistanê da, Kurdekî bê eşîr nîne. Lê îro pirsgirêka me êdî ne pirsgirêka eşîrtîyê ye. Dîroka Kurdistanê ya siyasî û civakî ya ku ji êl-eşîrên Kurdan ji me ra maye, divê em li wê dîrokê bibin xwedî û hembêz dikin. Lewma em dibêjin û tînin ziman, divê em vê dîrokê rast bixwînin û binivîsin.
Komkî / Kumkan jî bingeheke mezin yê eşîra Zîlanîya ne. Eşîra Kumkan / komkîyan di sedsala 16’an da, ji Amedê koçberî Xorasanê (Îranê) bûne û em rastîya vê dîrokî, ji dîroknasên Kûrdên Xorasanê hîndibin. Êla Kumkîyan di nav Konfederasyona Zaferanlu ya li Xorasanê da cih girtine.
Êla Kumkîyan, ne berekî Redkîya ne û ne jî Bekirîya ne. Ev der-doran îdia dikin ku Kumkîyan wek bereke (qebîlek) 150-200 salî ye. Ev îdiaya ji rastîya dîrokê dûr e, ti delîl û belgenameke wan yên dîrokî nîne. Kumkî tenê li herêma Serhedê nînin, di serdema koç mezin da (1589) Kumkîyan nêzîkî 300 malbat ji herêma Amedê koçî Xorasanê dikin. (10) Dîroknasê Xorasanî Dr. Afrasiab Şekofteh gava ku qala 110 eşîrên Kurdên yên li Xorasanê dike, yek ji wan eşîran jî Kumkî ne. (11)
Komkî/ Kumkî şaxeke eşîra Zîlanê ne û îhtîmaleke mezin ku nav Komkîyan ji Kommagenê hatibe. Kommgene bi Kurdî tê wateya „Kom a Gel“ û şaristanîya Kom a Gel (Kommgene) li gor belge yên dîrokî, di alîyê eşîra Zîlanê da hatîye avakirin…
Di malpera „Redkan“ da berevajîkirinek din jî li ser “Rapora Mît” ye.
“Rapora Mît’ê a veşartî da” ku di derbarê eşîrên Kurdan da wek pirtûk hatiye çapkirin û di wê raporê da, wiha qala eşîrên herêma Agirîyê û Kumkîya dike: “Kumkan (milê Elyo-Cekemen.) 11.500. Kurdên kurmanc in, şafiî ne û beşdarî serhildanê nebûne, lê wek dilsozê welatê xuya dikin, lê li derfetan digerin”… Wek ku ji raporê tê fêmkirin, Çekemenî şaxekî Komkî/ Kumka in û li li herêma Serhadê bi cih-war in. (12)
Di “rapora Mît ê” da jî nîşan dide ku milekî Kumkîyan li herêma Serhedê dijî. Lê belê, di malberên „Redka û Bekirî“ yan da, hink grafîkên malbat û êl-eşaran li gor xwe xêzkirine û Komkî/Kumkan û Çekemenîyan wek berek û şaxeke „Redkan û Bekirîyan“ nîşan didin. Ev îdiayan ne rast in, wek me li jor jî anî ziman, ti çavkanîk û belgeke wan yên dîrokî nîne. Lê belê, Bekirî eşîreke Kurda yê mezin e, li gelek gund û bajarên Kurdistanê hene, di serdema Osmanîyan da, eşîra Bekiran jî wek gelek eşîrên Kurdan yên din, bo bajarên Anatoliyê (Tirkiyê) têne sirgûnkirin. Li ser navê ciwanan Bekiran, malperek vekirine û di wê malperê da, ti lêkolîneke sosyolojîk û dîrokî li ser eşîra Bekiran nîne û wek rêxistineke siyasî li eşîran dinhêrin. Divê em baş bizabin di vê demê da rêxistinên sîyasî û netewî û ji girêdanên êl-eşîran cudatire.! Pirsgirêk û kêşeyên civata Kurd yên îro, ne pirsgirêkên eşîrbûn ango ne eşîrbûnê nîne. Pêvajoya ku em îro tê ra derbas dibin, pêvajoya serketin û tekoşîna netewî û civakî a azadîya gelê Kurd e. Rastîya dîrokê paş va nayê zivirandin û ti kes jî nikare çerxa dîrokî şûnda bizvirîne…
Xelîl Sipan
Çavkanî:
1) Mehrad R. Izady – Bir el kitabi Kürtler / S – 79-90
2) Osmaniden günümüzde Diyarbakir / S – 348
3) Horasan Kürtleri – Selim Temo / S – 263-264
4) 19. Yüzyılın Birinci Yarısında Aşiretler ve Demografik Yapı: Bayezid Sancağı Hakan Kaya
5) Retkan aşiret sitesi
6) 24.7.1877 Dagstelegrafen Rohat Alakom arşivi.
7) Şerefname / S – 126
8-9) Dr. Yakup Karataş / Eyüp Kul – 48*361 – XIX. Yüzyılın sonlarında Beyazid Sancağındaki Aşiretler ve iskan politikası.
10) Selim Temo Horasan Kürtleri / Haşim Sadiqî “Bintara Çiyayê Kîsmarê -Xorasan” Eşîra Kumkîyan (bi farsî) S – 54-55-56
11) Dr. Afrasiab Shekofteh dîroknasê Kurdên Xorasanê (gotar Ingilîzî )
12) Aşiretler Raporu – Doğu Perinçek