Ziman û Raman
Murathan Mungan dibêje di helbestek xwe de; carna ji nav helbestên ku bûne favorîyên min de ber çevê min dikeve, min hildide bin tesîra xwe bi rastî. Behsa zemanê berê dike;
“Gava em tev hevalbûn,
Gava lîstik neqedîyabûn,
Hê kesî bêbextî li me nekiribû,
Me hê kesî nexapandibû,
Berê bû, zehf berê…”
„Kürtçe Konuşmayın.“
Gava em zarok bûn, lîstikên me zû qedandin. Bêbextî zû li me kirin, me zû xapandin, em zû bi hev hisîyan. Di destpêke salên 80an de me ji gundê me, ji nav hevalên me, ji hemêza dayîkên me qetandin, qaşo birin dibistanê. Navê dibistanê YIBO bû. Dibistanek navendî ya ji bo bajarok û gundên derdoran bû. Lê li wê dibistanê de yek ji me Tirkîtî nizanibû. Kurdî jî qedexe bû. Jixwe memosteyên li wir jî Kurdî nizanibûn. Me bi hev re, bi pistepist, Kurdî xeberdida. Ne ji bo ku em serî hildin, ne ji bo ku em dersan xirab bikin. Ji ber ku ew tenê zimanê ku me dikaribû em pê bêjîyan bû: Wek „ez birçî me“, „ez ditirsim“, „ez bêriya malê dikim“.
Lê mamoste nedihîştin em bi zimanê xwe xeber bidin. Ji me re ne digotin „gürültü yapmayın“.
Digotin „Kürtçe konuşmayın.“
Wê gavê me fem nekir. Me got qey pirsgirêk dengê me ye. Me dengê xwe danî. Paşê me fem kir. Me dî hay loo, mesele ne deng bû, ne teng bû, mesela zar û zimanê me bû. Mesela ne xeberdan û qelebalixîya me bû, mesele xeberdana me ya bi Kurdî bû.
Ji wê rojê ve, zimanê me bû sûc.Her peyva Kurdî ya ku ji devê me derdiket, wek kevir li ser sînga me diket. Em hînî şermê û tirsê bûn. Em hîn bûn ku zimanê dayika xwe veşêrin, mîna ku birînek û eybek be.
Îro melûm e, em êdî mezin in. Tirkî dizanim. Me xwendîye, dîplomayên me hene.Em bi Kurdî dinvîsin, dixwînin. Lê carna hê jî dema ez bi Kurdî diaxivim, di guhê min de ew deng peyda dibe: „Kürtçe konuşmayın“.
YÎBO û Polîtîkaya Asîmîlasyonê
YİBO (Yatılı İlköğretim Bölge Okulu) Di salên 70ê û 2000an de, bi hezaran zarokên Kurd ji gundan hildidan û dibirin van dibistanan. Armanc qaşo“perwerde“ bû, lê pratîk çi bû?
Ziman yekcar qedexe bû. Xwendekarên YİBOyê dema di nav hev de Kurdî diaxivîn, ceza didîtin. „Kürtçe konuşmayın“ li ser dîwaran, di devê mamosteyan de bû.
Dibistanên YIBOyê bûn sedem ku zarên Kurd waxtekî ji zimanê xwe şerm kirin. Zarokê ku Tirkî nizanîbûn, dihatin teşhîrkirin û cezakirin. Ji ber vê yekê zarok bi tirs û zorê hînê Tirkîyê dibûn.
Xêncî van zarok 9 mehan ji malê, ji gund û ji xwezaya xwe dûr diketin. Dema vedigerîyan malê, nedikaribûn bi milet re bi Kurdî, ne jî bi tirkî xeberdin. Erê Kurd bûn lê xwezaya xwe ji bîr dikirin.
Hiş û Hînbûn
Zimanî zikmakî heqeten jî mihum e. Ez bixwe bêyî berjewendîyên polîtîk bal dikşînim ser vê mijarê. Wek tê zanîn zar, pêşî bi zimanê ku li malê dibihîzin fem dikin. Dema zarok bi zimanê dayikê dest bi xwendinê dike, mêjiyê wî têgehên nû 40% zûtir girêdide. UNESCO dibêje: „Perwerdeya ku zimanê dayikê paşguh dike, mîna avakirina xaniyekî bê bingeh e.“
Zimanê dayikê ne tenê peyv in lê stranên dergûşîyê, gotinên pêşiyan, henekên malbatê ne. Dema zarok dibîne ku zimanê wî li dibistanê jî qîmet dibîne, ji xwe şerm nake û xwebaweriya wî zêde dibe. Zarokê ku kurdiya xwe baş dizane, Tirkî û Îngilîzî jî hêsantir hîn dibe. Mêjî jixwe „duzimanî“ be, hînbûna zimanê sêyem %50 hêsantir dibe. Ev tespît wek îspata zanistîyê ye.
Welhasil, ziman û perwerde bi hev re girêdayî ne. Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye, di heman demê de nasname, çand û awayê fikrê ye jî.
Gelek lêkolînên UNESCOyê li ser vê mijarê heye. UNESCO û gelek lêkolînên din nîşan didin ku zarok dema bi zimanê xwe yê dayikê dest bi xwendinê dikin, %15-30 baştir fem dikin. Ji ber ku têgehên nû bi zimanê ku li malê pê diaxive zûtir hîn dibe û dema zimanê wî qedir dibîne, zarok xwe ewletir hîs dike. Xêncî wê, tesîra zimanê dayîkê li ser hînbûna zimanê biyanî jî çêdibe. Lêkolînan nîşan daye ke piştî xurtbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê hînbûna Tirkî, îngilîzî û yên din jî hêsantir dibe.
Perwerdeya Pirzimanî
Gelek welatên cîhanê ji ber pirzimanîbûna gelê xwe an jî armancên perwerdeyî, perwerdeya bi çend zimanan didin. Li gor lêkolînên UNESCO û mînakên cîhanê, ev çend welatên sereke ne ku bi perwerdeya pirzimanî têne naskirin:
- Swîsre: 4 zimanên fermî hene – Almanî, Fransî, Îtalî û Romanş. Dibistanên wê bernameyên pirzimanî pêşkêş dikin. UNESCO dibêje Swîsre %10ê GDP-ya xwe deyndarê mîrata xwe ya pirzimanî ye
- Kanada: Li herêma Quebec perwerdeya fransî-îngilîzî heye. Dîrokek dirêj a perwerdeya duzimanî heye. Dibistanên Socrates Schoolsli Montrealê bi Fransî, Yewnanî û Îngilîzî ders didin.
- Hindistan: Sîstema „three-language formula“ bi kar tîne. Zarok bi gelemperî bi Hindî, Îngilîzî û zimanekî herêmî dixwînin. Her du zimanên Hindî û Îngilîzî di gelek dibistanan de mecbûrî ne
- Singapûr: Îngilîzî wek zimanê yekem tê hînkirin, lê dibistan zimanên malê yên mîna Çînî/Mandarin,Malayî û Tamîlî jî diparêzin
- Awistralya: Ji bo gelên Aborjînî, koçberan û kesên Îngilîzîaxêv 3 cureyên perwerdeya duzimanî hene
- Almanya: Li piraniya herêman bernameyên pirzimanî yên bi rêkûpêk hene
- Zelanda Nû: Xwendekar ji bilî zimanên xwecihî, Îngilîzî û/yan Fransî jî hîn dibin
- Afrîkaya Başûr: Yek ji mînakên serkeftî yên perwerdeya pirzimanî li parzemîna Afrîkayê ye
- Hong Kong: Zarok ji 3 salî ve Kantonî, Îngilîzî û carinan Mandarîn hîn dibin. Siyaseta hukûmetê „duzimanî nivîsîn, sêzimanî axaftin“ e.
Herêmên Din Bi Sîstemên Balkêş
- Yekîtiya Ewropayê: European Schools13 dibistanên taybet in ku li welatên YEyê perwerdeya pirzimanî û pirçandî didin
- Filîpîn, Tîmora Rojhilat: Sîstema perwerdeyê bûye „mother tongue-based“ – ango bi zimanê dayikê dest pê dike
- Moldova/Gagauzia: Rûsî, Gagauzî, rûmenî bi hev re têne bikaranîn
- Vojvodina, Sirbistan: 7 zimanên fermî hene: Serbî, Kroatî, Rûmenî, Rutenî, Mecarî, Slovakî û Çekî
Tirkiye û Perwerdeya Pirzimanî
Tirkiye bi fermî welatekî yekzimanî ye. Di destûrê de hatiye nivîsandin: „Tu ziman ji xêncî Tirkî nikare wek zimanê dayikê ji welatiyên Tirkiyeyê re were hînkirin“. Yanî perwerdeya sereke bi Tirkî ye. Lê ji 2012an ve hin gavên „perwerdeya pirzimanî“ yên sînorkirî hene:
- Dersên Bijarte yên Kurdî
Ji 2012an ve xwendekarên pola 5an dikarin hefteyê 2 saetan dersa bijarte ya „Ziman û Zaravayên Zindî“ hilbijêrin. Di nav de zaravayên kurmancî û zazakî hene.
Salên 2025-2026an: 59,372 xwendekaran kurdî hilbijart – 50,809 kurmancî, 8,563 zazakî. Ev rekorek nû ye, ji salên berê 2 qat zêdetir e.
Lê hin astengî jî hene: Divê li dibistanekê herî kêm 10 xwendekar heman dersê bixwazin, na dibistan dersê venake. Gelek dibistan qet dersê pêşkêş nakin, yan xwendekaran ber bi dersên din ve dibin.
Mamoste kêm in: Wezareta Perwerdeyê di 2024an de ji 20,000 mamosteyên nû tenê 10 cih ji Kurdî re veqetand.
- Zanîngeh û Enstîtû
Li Zanîngeha Mardin Artukluyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî heye. Bernameya masterê ya bê-tez li ser ziman û çanda kurdî ye û pirzimanîbûna herêmê di ber çavan re digire. Her wiha Zanîngeha Bingolê jî bernameya masterê ya hînkirina kurdî vekir.
- Pirtûk û Naverok
Wezaretê pirtûka dersa kurdî ya yekem amade kir. Di pirtûkê de navên kurdî yên wek Hewan, Rojîn, Baran hene, wêneyên Ahmet Kaya, Yılmaz Güney, Newroz, govenda Şemmamê û keleha Amedê cih digirin.
- Zimanên Din yên Kêmneteweyî
Ji 2012an ve ji xêncî Kurdî, Abxazî, Adîgeyî, Lazî û Erebî jî wek dersa bijarte hatin pêşkêşkirin. Lê heta 2012an kêmneteweyan nedikarîn zimanê xwe di dibistanan de hîn bibin.
Gotina Dawî
Zimanê dayikê wek şîrê dayikê ye. Zarok pê mezin dibe, hiş û dilê wî pê ava dibe. Pişt re dikare 10 zimanên din jî hîn bibe, lê bingeha wî ew e.
Welatên herî pêşketî yên mîna Swîsre, Kanada, Singapûr bi zanebûn zimanên dayikê diparêzin, ji ber ku dizanin: Pirzimanî, pirjêhatîbûn e.
Seregol
