Seregola Intabê

Zimané Çavan

Zimané Çavan

Otomobîlek sor, hat li deré baxçé xwaringehé sekinî.  Mérek simbél zirav, bejn navîn jé peya bû. Qure û ji xwe tér bû. Deré erebé dada, berî xwe da xwaringehé. Derî vekir, ket hundur. Ji hundur béhna hékén pijyayî, benî û nané teze dihat. Pisîkek ku li derva bû, ber bayé wan béhné xweşik ket û ji derîyé navber ma ye, xwe avît hundur.

Ji ber ku édî li hundur bû, xwe serketî hesiband. Çû xwe li lingé Hurdinya yé ku ji komek qelebalix re servîs dikir da. Hurdinya , “nekeve dest pé min, ez nikarim bi te re eleqeder bim niha” got û bi sinîya di desté xwe ve, ber bi koma qelebqalix çû.

Li xwaringehé qelebalixek tîpîk ya dawîya hefté heye. Sibehek yekşemé ye. Komek ciwan, li ser sifra taşté ne. Hurdinya ji wan re çay, av, penér, rûn, nané sorkirî ûhwd servîs dike. Kom, bi deh kesan pék hatî ye. Ji wan, çar xort, şeş heb jî qîz in. Li ser du masén ku gîhandine hev rûniştine. Beré qîza li derî, yén xorta li dîwar e. Ji xorta du heb li milé serî yé çepé, yek li navendé, yé din jî li alî yé rasté rûniştine. Yé li alî yé rasté Ardil e. Li hember Berîvan heye.

Beré Berîvan li Ardil e, pişta wé li dîwar e. Piştî serwîsa Hurdinya, dest bi xwarin û vexwariné dikin. Rûn, bi pûte pé danî li ser nané sorkirî radixin, hingiv li ser rûn  dixin, bi noşî canî dixwun. Xeberdidin. Kelîmeyan li ser sifré digerînin, gotinén hev li hev dixin, peyvan ji hev distînin û didin hev.

Ardil piştî her xeberdané, ji ser berçavka xwe ve li Berîvan dinhére, tesîra gotinén xwe yén li ser dipîve. Berîvan, bi hereketén xwe ve, bi Ardil dide zanîn ku guhé wé lé ye. Ardil péderdixe ku bala Berîvan li ser e. Hey li çavén Berîvan dinhére. Gava çavén Berîvan jî dizvire ser, nérînén wé hildide, çavén xwe jé direvîne, bi awakî şermokeyî, seré xwe berjér dike.

Mijar té ser germahîya global. Berîvan, behsa helandina cemedén ku li cemsera diqewime, dike. Vî rewşî ji bo denga ekolojîk télûkek mezin dibîne. “Ger ku pirsgirekek me yé wek germahîya globalî tune be, keremkin, zivistan e, çima serma nîne, çima berf nabare?”

“Xebera Berîvan e” dibé Ardil, “jixwe mîrovén zanist jî li ser télûkek wiha disenin.”

Ji her serî dengek derté. Herkes tiştek dibéje. Ji nav komé hinek heq didin Berîvan’é, hinek din, doza tiştén din dikin. Li ser sifrek taşté de, gotin û xeberdanén naîf  li dû hev réz dibin, di nav şaxén mijaran de digerin, tevlihev dibin. Hinek ji wan, ji xeberdané diqetin, tené bala xwe didin ser xwarinén li ber xwe. Her wiha peyvén li hev ketî û hevokén li hev alyayî, di valahîya hewayé de winda dibin diçin.

Çaya Ardil kuta dibe. Berîvan îskana wî dadigre. Bi vé babeté dîsa çavén xwe dikute ser Berîvan’é. Ji dorhélé diqete, gotin û xeberdana nabihîze édî. ‘Te çaya min dagirt” dibé Ardil, bi wateyén xurt yén li ser çavén xwe, “gelo, gelo…” Bi manén ku di çavén Ardil de kom bûne dihise Berîvan. Lé dinhére, ‘na Ardil, na. Ez dikarim tené çay bidim te, ewqas, tiştek din na.’

Şerm dike Ardil bi nérînén Berîvan, hinek jî dişké, xeyalén wî dilerézin hûrik hûrik. Berîvan fehm dike, bi derzén xeyalén Ardil dihise. Lé wé çi bikira, evîn her daîm bi du kesî nedibû, hey peya jî dihéle mîrov. Ardil jî wé bibîya peyayé evîna xwe. Tiştek ku bikira tune bû.  Ardil édî bi nérînén tirsek, şikestî û xemgîn li Berîvan, li guharén piçûk û gilover yén zér, ku bedewîya wé hingî baştir ber bi çav dixe, dinhére.   

Li masa pişt wan mérek û jinek rûniştine. Mérik hey li rojnama desté xwe dinhére, hey li koma qelabalix ya li ber xwe. Mérik bi çavnérînek piçûk digihîje béçareyî ya Ardil. Jinik li hember mérik rûniştî ye, pirtûk dixwîne.

“Tu çiqas şérîn dibî gava pirtûk dixwînî” dibéje ji jina xwe re. Kenek zirav û narîn peyda dine li ser lévén jinké.

“Spas dikim, reha îdeolojîyé dixwînim” dibé bi dengek nerm.

Kenek bitinaz xuya dibe li ser rûyé mérik lé zû winda dibe. “Îdeolojî mirin qîza min, tu hé li wan derayî?”

Çavén xwe ji pirtûk hildide, li méré xwe dinhére Naîle: “Ma tu nizanî heta çîn hebin li ser rûyé dine, wé îdeolojî jî her hebin.”

Naîle di salén xwe yé zanîngehé de aktivîstek polîtik bû. Gelek cara ketibû desté polîsa, şkence dîtibû, carek hatibû girtin jî. Ango yekî ku bi hésanî ték biçûya nebû.

“Carna polîs jî ji me re digot, gava me hildida bin çav. Tu jî niha wek wan dibéjî. Lé ne wan çaxa, ne jî îro, îdeolojî kuta nebû û wé nebe jî.”

 

Îrfan kenîya, “binér te ez kirim polîs jî.” Naîle jî dikene, kifşe ye ku dixwaze bi méré xwe de bikeve.

“Carek ji bo em xercén zanîngehé protesto bikin, me forûm danî Meydana Hergelé. Meydana Hergele, navé qantîna Fakulta Edebîyat ya Zanîngeha Stenbolé ye. Evî navî xwendevana lé kiri ne.  Wan salén nodan, ji wé meydané gelek xwendevan dihatin girtin. Ji ber ku fakulta me pir bihereket û polîtik bû. Rojek em dîsa li Gayrettepe ne. Çavén me girédayî, em li benda îfade dayîné sekînî ne. Polîsek hat milé min girt, min hejand,

“Fikra te yé sîyasî çî ye?” Min jî got “ez sosyalîst im.” Sîlek li min da, “ma tu nizamî îdeolojî mirin e.?”  Min jî lé vegerand, “Lé Fîdel hé heye.”  Û sîlek din hat.

Kenîyan herdik jî, seré xwe hejandin ji serborîyan re. Li zanîngehén Tirkîye’yé ké ku çep û Kurd be, en hindik carek, miheqeq ji ber desté polîsa derbûs bû ye. Îrfan jî carek hatibû girtin. Li Meydana Sultanahmedé, ji bo avakirina girtîgehén tîpa F protesto bikin, meşek girsî çébibû. Îrfan di wé meşé de hatibû girtin. Neh roj li Gayrettepé, di bin çav de şkence dîtibû. Di “bendika Fîlîstîn” de mabû, kutan û elektrîk xwari bû. Paşé derxistibûn DGM’é. Ew car tené bû. Di korîdorén DGM’é de ji bo îfade bide li benda dozger bûn. Li ser seré wî şeş polîsén sivîl hebûn. Tené bû û gellek teng bibû. Tî bû, birçî bû û di destén polésan de dîl bû. Xemgîn û béhn teng bû. Paşé çavé wî li Eren Keskîn ketibû. Eren Keskîn, ji ber  ku parézer bû, heye ku hatibû ji bo dozén xwe teqîp bike.  Îrfan wé nas dikir, lé wé Îrfan nasnedikir, jxwe wé ji ku naskira.  Lé pé derxisti bû ku Îrfan girtîyé desté polîsan e. Li çavé Îrfan nihérî bû, bi awakî dostane, dostanek qedîm. Wek dayîkek, wek hevalek. Çend gav ber bi Îrfan hatibû, lé kifş bû polîs wé tengasî derxista. Jixwe, ji ber ku parézgeré mafén mîrova bû, polîsan qet jé heznedikirin, rika wan gellek jé dihat. Lé ew nérina wé téra Îrfan kiribû. Piştî wî nérîné, Îrfan xwe ve hatibû. Eren Keskîn héz û moralek gellek mezin dabûyé bi nérînek. Îrfan birçî bû, lé te digo nan xwerî ye, tér bibû. Tî bû, te digo av vexwarî ye. Tené bû, lé ne xem bû, Eren Keskîn hebû. Bes bû. Parezgeré wî nebû, karek wé jé re tune bû lé hebûna wé û nérînek wé bes bibû. Îrfan wé nérîné û vé bîranîné ji bîr nekiri bû. 

Naîle dîsa vedigere ser pirtûka xwe. Îrfan jî li rojnamé dinhére. Di vé navberé de, li masa hember Ardil cixara Berîvan védixe. Dîsa béhemdé xwe çav dişqitin ser Berîvan’é. Berîvan, nerme nerm û bi kenek tenik, nérînén biheter lé bizdonek yén Ardil dibersivîne. Spas dike û béhnek ji cixara xwe dikşîne. Paşé di nav tilîyén xwe yén zirav, diréj û narîn de hinek disekinîne. Li ser neynûkan, ojeya sor ber bi çav dikeve. Béhnek din jî hildide ji cixaré. Dûyén wé, di hewayé de kevanan çé dike û ji hev belav dibe. Cixare datîne ser xwelîdanké. Ardil, bi çavan ve  dûyén zirav yén jé hilpas dibe, teqîp dike. Ji ber ku lévén Berîvan bi rûj in, li ser cixaré lekeyén rûj çébûne. Ardil, dixwaze ku dûyén zirav yén ji cixara birûj dertén, bikşîne hunduré xwe û di kezeba xwe de kîp bike.

“Tu cixare nakşînî Ardil?”

Bi nérînek ku xéncî wé û Ardil tu kes pé dernexe li Ardil nehérî û bi Ardil da zanîn ku tiştén di hişé wî de derbas dibe, fém kirî ye. Ardil şerm kir. Lé vé caré nikaribû çavé xwe jé birevîne, bala xwe yé li ser veşére. Divé bersîvek bida.

“Na, ez hé çay vedixwim, bi çay re cixare nakşînim.”

Tilîyén bedew, narîn û zirav dîsa cixaré hildidin nav xwe, dibin datînin nav lévén birûj. Vé caré Berîvan béhnek kûr jé dikşîne û dûyé xwe ber bi Ardil dişîne. Dûyén ku ji kezeba Berîvan dertén, tén li rûyé Ardil dikevin, hîsén bextewarîyek bébinî didin Ardil û dilé wî gellek şa dikin.

Îrfan ji ser rûpelén rojnamé li Ardil dinhére. Ardil bi eleqeya Îrfan dihise. ‘Wé bibe, wé bibe merak neke’ dibé ji Ardil re,  bi wateyén çavan. ‘Bi kî re û kîngé’ dibén çavén Ardil.

Cixara birûj, di nav tilîyén bioje de ye. Dû, li ser rûyé Ardil e. Çavén Îrfan li wan e.

Her ké ku wateyén nerm yén çava, tev li bejnûbalek nazenîn bike, ew e serketîyé evîné.

Nivîs