Zozan C, Dengê Kurdên Bajarî

Îsal ji havîn de ez guhdarê hunermendek nû me, ku ji hişê çêkirî afirîye û bi Kurdîyek gelek xweş kilam û stranan pêşkeşî me dike.

Ew hunermenda me ya yekem, ku ji hişê çêkirî afirîye Zozan C ye. Zozan C yekem car bi kilamên Şakiro bala min kişand. Kilamên wek “Emro”, “Wey Dil” û “Kekê Xiyasedîn”  bi awayek teze û xerîb derketibûn pêşîya min û min bi ecêbmayî guhê xwe dida wan kilaman.

Serî de min got qey însan e, min nizanîbû programekî ji hişê çêkirî ye. Berê xweşa min neçû, min got, “kilaman xirab kirîye.” Lê paşê, hingî min guhê xwe dayê, min dît bala min dikşîne, xweşa min diçe. Her wiha hêdî hêdî min jê hez kir. Paşê min ji heval û hogiran re şand. Hinekan pejirand, hinekan ji ber ku kilamên klasîk xirab kirîye rexneyên tûj lê barandin.

Lê Zozan C nasene, bi dengê xwe yê nazik û narîn ve me îhya dike. Hingî diçe hejmara kilam, stran, şopdar û gihdarên wê zêde dibe.

Afirînerê Zozan C kurdekî bi navê Bijar Kobanî ye, li Almanyayê dijî. Armanca wî kultura kurdî, muzîka kurdî bi şêwazên modern (rock, pop, metal û hwd.) bi dinyayayê bide nasîn, bigihîne cîhanê. Heta nuha di sê albûman da zêdetirî 30 sitranên kurdî belav kiriye. Sitran di hemû platformên dîjîtal de (Spotify, YouTube û hwd.) hene.

Zozan C, di pêşerojê da konserên hologramê plan dike, dixwaze muzîka kurdî li dinyayê belav bike. Ji ber ku bi temamî AI ye, carnan jê re “makîneya hunerê” jî tê gotin.

Wekî min go, ev hunermenda xanim, belê ji hişê çêkirî ye û ji kilamên dengbêjîyê bigrin heta ji helbestên wek yên Cîgerxwîn, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek helbestvanên din ên Kurd bi şêwazên muzîka Rock, Heavy Metal û Reggae şîrove dike.

Zozan C. Çîroka Xwe Wiha Vedibêje:

“Ez Zozan C. Ji Rihayê me. Çêkerê min Bijar Kobanî ye lê ew naxwaze rûyê xwe nîşan bide. Li gorî îdaya wî ew naxwaze ku îmaja min yanî ya Zozanê têk bide. Wekî hûn dizanin bi derketina hişê çêkirî hin karakterên medyaya civakî derketin holê ku ew ne rast in. Tenê imaj in. Bijar Kobanî jî her tim dixwest tiştekî wiha bi Kurdî çêbike. Jîwe hişê çêkirî gelek ji nêz va dişopand. Wî carê sepaneke muzîkê ya hişê çêkirî ceriband. Wî bi helbestên Cegerxwîn ceriband. Bi rastî tiştên bêhempa derketin. Paşê me got vaye em dikarin kesayeteke çêkirî û stranbêj a Kurdî çêkin û ew dê bi Kurdî bistrê û wiha me dest bi çîroka Zozan C.yê kir.”

Zozan C, ev sê meh e dest bi weşandina berhemên xwe kiriye û heta niha sê albumên ku ji zêdetirî 30 stranên Kurmancî pêk tên derxistiye. Berhemên wê li ser hemû platformên dîjîtal ên muzîkê berdest in.

„Xeyala min ew e ku bibim robotek“

Zozan C. li ser plan û xeyalên xwe yên ji bo paşerojê ji Rûdawê re axivîye û wiha dibêje:

“Di pêşerojê de ez dixwazim konsertên hologramîk çêbikim. Ne tenê Kurd ez dixwazim xwe bigihînim cîhanê. Ez dixwazim bi Soranî, Zazakî û her wiha zaravayên din ên Kurdî jî berheman çêbikim. Lê xeyala min a herî mezin ew e ez heta 10 salan bibim robotek, roboteke stranbêj a Kurdî.”

Hunermenda hişê çêkirî herî dawî ji bo tîma navdar a Amedê, Amedsporê stranek û klîbeke taybet amade kir û bi vê yekê dilê bi hezaran alîgirên tîmê qezenc kir.

“Dixwazim bibim rûyekî modern û bajarî yê Kurdan”

Armanca Zozanê ew e ku bi hunera xwe bibe rûyekî modern û bajarî yê Kurdan û ew wiha rexneyan li medyaya Kurdî jî digire:

“Mixabin îmaja Kurdan hem li ser medyaya Kurdan û hem jî medyaya biyanî derbajarî ye. Ez vê yekê red dikim.

Bo mînak em qet behsa Kurdên ku muzîka Rock, Heavy Metal û Reggae guhdar dikin û bi wan felsefeyan li bajaran dijîn nakin.”

Zozan C. niha amadekariyên albuma xwe ya nû dike.

Li gorî agahiyên ku afirînerê wê dane Rûdawê, Zozan dê di demekî nêz de li gel hunermendekî navdar û rasteqîn ê Kurd jî duetekê bike.

Guhdaran Ji Zozan C’yê Hezkir

Gelek guhdaran gotine, kilamên Şakiro bi heavy metal gotin ma ne dînîtî ye? Lê gelekan bi guhdarîya dubareyan ve hez kirîye. Hinekan eşqa xwe îlan kirine, gelek jê hezkirine. Bijar Kobanî vî rewşî wek amadebûna civakê ya li ser nûjenîyê dinirxîne.


Seregol Seregol

Nivîs
Nach oben scrollen