
Fîlozofa Bêmiraz: Hypatia
Gelekên me Hypatia bi fîlima Agora ve nas dike. Ew, matematîknas û filozofa Yûnanî ye. Tê texmîn kirin ku di sala 370an de li Îskenderîyeyê hatîye dinyayê. Bavê wê Theon, rêvebir û mamostayê matematîkê ya Zanîngeha Îskenderîyê ye. Hypatia, ku ji lêpirsîn û lêkolînan hez kirîye, di nav afmosferek wiha ya zanîstîyê de mezin bûye.
Îskenderîye, navendek zanîstîyê ye û wek tê zanîn ku bi destê Îskenderê Mezin ê Qiralê Makedonan ava bûye. Tê de Yûnanî, Misirî û Cihû bi aramî bi hev re jîyan e. Hypatia, bi rêberîya bavê xwe ve perwerdahîyên wek matematîk, astronomî, geometrî, felsefe, hunerên desta, helbest û bangewerîyê hildaye û bêqisûr gihîştîye. Theon di heman demê de, ji bo gîhana bedenî ya qîza xwe sporên wek sobanî, bêr, hilkişandina çîyan û siwarbûna hespan ji pê daye kirin.
Theon, bala xwe daye ser zanîstên pozîtif û duajoyê Aristoteles bûye. Lê Hypatia, heye ku ji tesîra hevalên xwe yên wek Proheres û Plutark be, mêla xwe daye ser Platonîzma Nû.
Hypatia, perwerdeya xwe li Atînayê temam dike û dizivire Îskenderîyeyê. Ji alîyê xelqê ve bi hurmet, hezî û bi heyranî pêşwaz dibe. Serbest li bajêr digere, sazûmanan zîyaret dike, kesên bibandor û wezîfedaran dibîne, bi wan re têkilîyan saz dike. Di serdema xwe de bi nasnava “fîlozofa jin a Misirê” deng dide. Bi bedewî, dilpakî, xwezanî, ziravî û zerafeta xwe ve dertê pêş. Gelek guhdar û şagirtên wê çê dibin, mala wê dibe navendek çandînî û zanistîyê.
Bi Hypatia ve li Îskenderîyê perwerdahîya felsefeyê jîndar dibe. Herwiha Hypatia dibe rêvebira dibistana Platonîzma Nû. Bi saya Hypatia gelek xwendevan tên dibistanê. Dibe navenda balkêşî ya herkesî û gelek kes dibin aşiqê vê jina bedew û zana. Gelek kes dew jî lê dikin lê ew her tim dibê “ez bi heqîqetê re zewicîme” û tim teklîfên zewaca reddike.
Lê her çiqas Hypatia bi nasname, zanîstî û sosyalî ve bihêz bûye, ji alîk din ve, ji ber xebatên xwe yên felsefeyî û zanîstîyê, dibe hedefa bawerhişkên Xaçperestan. Bawerhişkên Xaçperest, ji ber ku têkilî û nêzîktahîya wê bi walîyê pûtperest re hebûye, Hypatia jî wek pûtperest qebûl dikin û dexesî ji hêz û bandora wê yê li ser gel dikin. Lê bi rastî ti eleqeya Hypatia bi pûtpersîtîyê ve tune bûye. Mesele di navbera kesên Xaçperest û yên nexaçperestan de dikelîyaye. Lê li ser vê dubendîyê, ji ber ku bawerhişk li dijê Hypatia tevdigerin, agirnokîya civakî zêdetir dibe û herwiha dibistana Hypatia dibe hedefa bawerhişkên Xaçperest.

Di roja eydek olî ya sala 415an de, serekeşîş Cyrille di dêrê de wehz dide û cimaetê li dijê Hypatia difitîne. Girseyek fanatîk li sûkan dicivin, qelebalixek mezin li dar dixin û har dibin. Gava Hypatia ji dibistanê dertê diçe mala xwe, rêya wê digrin, ji faytonê peya dikin, li paş erebê girê didin û di sûkan de kaşdikin, digerînin. Ser guhê wê hûrxweş dikin, kinjê wê jê dikin, tezî û rût dihêlin, bi birînên giran ve dikşînin tînên dêra İmperial. Li wê derê didin ber kevir û dara, lînç dikin. Bedena wê parçe dikin, lebatên wê ji hev diqetînin û çermê wê bi qalikên mîdye ve diselixînin, di sûkan de digerînin. Paşê her paçeyên bedenê yek bi yek top dikin û dişewitînin.
Piştî kuştina Hypatia dawîya bûyeran nayê. Dibistana Hypatia payîmal û wêran dikin. Kitêbxeneya navdar ya Îskenderîye talan dikin, dişewitînin. Gelek lêkolîner û zanyar terka Îskenderîyeyê dikin. Herwiha navenda zanîstîyê ya serdema yekem ditemirînin.
Ev bûyera ku bûye rûreşîya mîrovahîyê û sedema girtina Dibistana Îskenderîyeyê, di rêya pêşveçûna şaristanîyê de valahîyek mezin çêdike ku bi hezar salan telafî nebûye. Herwiha bi Hypatia ve li Îskenderîyeyê matematîk û felsefe jî dimire.
Di nav mamosteyên Dibistana Îskenderîyeyê de matematîkzanên wek Apolloniusê Pergeyî, Euclides (Uklîd) û Heron, gelek hekîm û erdnîgarvan, astronomîger, fîzîknas û felsefezan hebûne.
Piştî salan jîyana Hypatia wek şano, çîrok û roman gelek caran pêşkeş dibe. Lê esera ku di derheqê Hypatia de gîhîştîye roja me, tenê nameyên Synesîosê Kyrenê ye ku şagirtê wê bûye. Di van nameyan de Synesîosê Kyrenê heyranîyên xwe tîne ziman û hurmetên xwe yê ji bo xebatên wê radigihîne: “Ew halê afirandina bedewî û zanîstîyê bû.”
Voltaire di nivîsek xwe de ji bo vê rûdanê gotîye; ”cînayeta heywanî ya kûçikên bi timtêla keşîştîyê .”
Helbestvanê Fransî Leconte de Lisle, piştî sedsalan Hypatia wiha bibîranî ye: ”Rihê Platon, bedena Afrodît hetahetayî kişîyan çavên bedew ya Hellas… ”
Çavkani:
Maria Dzielska, İskenderiyeli Hypatia, Weşanên Berfin