Mixtarek Kal, Bédengîyek Piçûk

Mixtarek Kal, Bédengîyek Piçûk

Derî vedibin carna, ji alî çepé yén mîrov de. Heval û hogir, dost û yar dikevin hunduré dilé we. Yan jî sîhek, carna tené sîhek. Lé kifş nake nepena xwe. Derî vedibin carna, roj diborén ji jîyana we, zeman dikişén diçin ji we…

Bédengî qederek e belkî di derîyé hineka de. Dengé zarek nayé ji malé mesela, qîzek tase av nade we. Û lawek,  pere naxweze ji we, kulma cînarek deré we nakute édî…

Heye hûn muxtarek bin, li gundek. Navé we bla Ahmed be mesela. Şebqé we li seré we, mora we di berîka we, demança we li ber we  da be. Ji van jî zédetir, heye emré we di wî gundî de be. Emrek ku nediréj be. Zor be, bi teqûreqa dinya bébinî de kelyayî be. Emrek hejyayî be, westîyayî be. Bavek we hebe. Navé xwe Elîxan be û li ber rihma Xwedé be. Ji ber ku ké xwedî bavek baş be, qanûna diné ye, divé kurek baş bi xwe re bigihîne. Ûbeydillah navé kuré we be û bayé ku ji dilé Nehrû’yé nemir zayî be, li alîk méjîyé wî alyayî be. 

Rojek hatibe ji bajérek dûr, ké bizanbe, heye ku Stenbol be. Were di hizura we, li ser çoka rûniştî be. Bala we yé ku béhn dayîn û standina méşek nerevandîbe di wexta xortanîyé de, gihîştîyé mana vé rûniştandiné be. Ûbeydillah li ser çoka rûniştî be û di hebûn û tunebûna xwe de, yekem car tiştek ji we xwesti be…

Bédengî gran bibe. Oda we tijî bike. Geh kém bibe ré bide xeberdané, geh zéde bibe, serdetsé dorhélé be.  Hevokén ku hé xwe ranexistibin ser ziman, bixeniqîne.

“Kuré min, ez li vir bûme, ezé li vir bimirim jî…”

Li Mîrze havîn be. Qarxûn mirçiqî, çem jar bûbe. Pale bi tedvîr be, devé kéra xwe tûj kirî be ji dirûna gîhé re. Demsal germ,  çîrokén diréj yén zivistanén diréj, ji zû ve qedyayî be.

Bédengî di oda we de serdest be, serdestî gran be. Zora granîya bédengîyé pişta teyaxa we tevizandîbe. Derz li dilé we ketibe. Wéneya kalké we, li ser dîwaré oda we dardakirî be. Lé mirûzé xwe kiribe. Êdî dengek ji we re lazim be.

“Keké, xebat li ser milé min e. Milé min bi dilé min re nîne. Dilé min li vir, milé min li wér e…”

Hûn bav bin, bavek baş bin. Bi germîya dilé xwe û héjayén civata xwe mezin bikin zarokén xwe. Mezin bikin, her yekî wan bi baskek bixemilînén. Bihélin bla bifirin bi baskén we. Bla herin welatan.  Li welatén xerîb, li bajarén mezin çevén xwe li jîyané bigerînin. Paşé werin di hizûra we de çokén xwe bitewînin û doza koçerîyé ji we bikin.

Hûn bav bin, bavek baş bin. Li hemberé pirs û daxwezîyén zarokén xwe her daîm béhn firehbin. Xwedî li dûyén ku heleqa çédikin li ser seré we derén. Sebir kin û bifikirin. Kémasî ji kû té, mesele çî ye, çevén zarokén we çima li dûrîya ne? Bi bédengîya dilé wan bihisin û paşé hûrik hûrik bipeyîvin.  Bédengîya dilé wan biqelişînin.

“Kuré min, ez li vir bûme. Nikarim bedena xwe yé kal ji van dera biqetînim. Bîranînén xwe, bîrûbawerîyén xwe nikarim li van dera, li pişt xwe bihélim. Nikarim terka van dera bikim…”

Dîsa bédengî. Dîsa giranîya wé, kûrahîya wé. Hûn bavén, bavek baş in. Çok li ber we tewyayîne. Heye ku cara yekem be hûn li ber xwezîyén zarén xwe natewin, nerm nabin, tîk disenin. Ji wî ye béhna we teng dike vé caré bédengî. Bédengîya oda we yé ku mîrovén baş û mérxasén dilawér lé civîya ne. Serén zarokén we li ber we xahr, dengé wan li ber guhé we jar in.

“Keké, çare nîne, divé em barkin…”

Daxwezek xurt, bi dengek jar, li ber we, berxwe dide. Jarîyek wisa ku derz li bédengîyé naxe, serdestîyé jé nastîne. Tené, xwe li ber dîwaré guhé we ditelîne.

Heye ku axirîya emré we be. Heye ku tolazîya qedera jîyana we be. Lé çare nîne, hûn édî kal in, kalemér in. Xuyaye ku birévabirina malbata we ji desté we derketî ye. Xwe ji xorté malé re hîştî ye.  Divé hûn qebûl bikin. Rastîya jîyané û ya xwezayé ev e. Heye ku méjîyé we yé ku di qafé we yé kal de ye, édî baş nafikire. Heye ku aqilé we ji tenitîyé, ji béhevaltiyé aciz bûbe, xwe paş ve kişandibe. Û hûn bav in, bavek baş in. Divé hûn qebûl bikin hewldana zarokén xwe. Divé hûn nebin asteng ji xeyalén wan re…  Ji wî ye édî xilazî û xirabkirina bédengîyé li benda we ye.

“Baş e, bla be, bla bi gotina we be.” 

Her wiha hevokek, dibé tékçûyîna muxtarek. Û wiha destpé dike li welat, çîrokén her koçberîyé. Dewarén xwe, mirîşkén xwe firotin rojek. Pertal û kelmelén xwe li erebén traktoran kirin. Li mala gerîyan, xatiré xwe xwastin ji gundîyan. Çûn. Li paş wan xanîyek vala ma. Kevirén li ber derî man. Gavén ku em hey dibûne mévané muxtar, li ser wan kevira çay dida me. Bîra ku av jé dikişandin, dewsa lod û qelaxa wan ma. Yek jî şopén lingén wan û péjna çavén wanén kelogirî.

Heye hûn muxtarek bin, li gundek. Navé we bla Ahmed be mesela. Şebqé we li seré we, mora we di berika we, demança we li ber we  da be. Heye emré we di wî gundî de be. Emrek ku nediréj be. Zor be, bi teqûreqa dinya bébinî de kelyayî, hejyayî, westîyayî be. Û di axirîya vî jîyana nehésan de, roj were hûn bar bikin.  Herin  li bajarén xelqé, rihé xwe yé kal ku tené ew ji we re mabû, winda bikin. Paşé dîsa werin li gundé xwe cîwar bin, lé édî ne zindî bin.

Ew roja ku  muxtaré gundé me, bécan û bérih paş ve anîn,  em heta évaré sekinîn. Gava ku tarî ket erdé, évarek bixem xwe li nav gundé me raxist. Em tev li navenda gund kom bûn û me beré xwe da mexberé mixtar. Ji nav me apek me rabû, daxwezîya wî yé dawîn bi cîh anî. Beré xwe dayé û gazî kir:

“Ahmed, Ahmed, Ahmed….”

Hewakî hénik, porén li seré me û çéreyén bin lingé me dida bayek sivik. Bédengîyek kûr xwe bi me dida hisîn. Muxtar dengé me bihîstibû. Dibe ku dikenîya jî… Yan jî bibû sîhek, hatibû cem me. Lé kifş nedikir nepena xwe. Belkî hé muxtar e, li gundé xwe ye. Lé kifş nake péjna xwe.

Roj diborén ji jîné, zeman dikişén diçin ji emrén me. Gava ku çû ser dilovanîya xwe muxtaré me, édî payîz bû. Ji me re payîz mabû. Ji ber ku ji yén mayî re ne payîz, her daîm…

 

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest
Nivîs

Schreibe einen Kommentar