Seregola Intabê

Hikmeta Jîyané, Agir û Evîna Heyînî yé
“Me nehéle neçe, heye dinya xweş bibe …”
Çûyîn çî ye? Barkirin e gelo, ji derek? Xatir xwestin, xemgînî, bérî ye gelo?
Çûyîn ne derkatina réyén dûr û dréj e. Ne hîştine bajarek, gundek, yan jî malbatek û dilek e. Heye ku çûyîn, ji bo vegerek nû û jîyanek çétir, tevdîrek bidilawer û zexm e.
Çûyîn ji bo pakî û zelalîya dilek béaram, destpéka demajoya şoreşek bizehmet û destxistina azadîyek bixemgîn e. Xemgînîya li ser azadîya ku bi çûyîna hatîye destxistin, tené bi vegerek serketî dehele, dûkelî dibe. Ji ber ku çûyîn, veger e.
Heye ku yén çûn jî ji bo vé sedemé li réya, li kolanén metropolan ketin û bûn dûyén seré xweyén bilind. Gellek çûn. Hineka dewsa lingén xwe hîştin ji me re, hineka kenén xwe, gazîyén xwe, hinekan “wéneyén xwe hîştin di paşilén me de..”
Me ji derilédana wan nasdikir hatina wan. Ji dengé wan dibîhist me rewşa dewr û dewranan, di çavén wan de didit me, kelekela hunduré wan…
Lé ajî, mişextî? Gelo ji wan re çi mabû? Çi hévî kirin ji diné? Çima ewqas béaram bû, ruhé wan? Çima desté wan bibû ji cîhén kevnare yén zaroktîya wan?
Her bajarek însanek e carna, carna her însan dibe bajarek belkî. Lé ciwak, gel, mişext dibin çi gelo di bajaran da? Navé wan çîye di nav qelebalixîyan de? Bajar wan hildide kédera xwe, bi kîjan kolana xwe, sûka xwe, bi kîjan taxa xwe ve heméz dike mişextan?
Lé Steinhein Berzan e édî, carna Berzan dibe Steinhein…
Baran dibarî gelo li derva, yan jxwe sûkén jîyané şil bûn, kifş nedibû. Gelo şirîdek ji serborîyan derbas dibû ji ber çavan, diréjîyan ser sûreté, yan ji pûrtén bijanga ewr vala dibûn, kifş nedibû. Îmkana ku bikaribe ji paceré li derve binhêre tune bû. Lé gelo îmkan hebûya, wé bixwesta li derve binhêre, nayé zanîn.
Di sibehek payîzek dereng ya 1998’an de şoreşgerek, li Almanya, di zîndana bajaré Steinhein de ku di bin çavé polîs de dihate girtin, gelo çi difikirî? Hûn dibén çîyayén bilind difikirî? Dibe jî, dibe ku yén li ser tapikén bilind dimeşîyan difikirî. Heye ku tené kenén li ser çavén wan difikirî. Ew hevalén ku bi wan re wéne kişandibû, bîstikén xwe yén bi wan re bakî kiribû, destén wan şidandibû, difikirî. Gelo niha çi dikirin? Gelo ew jî di bérîya wan de bû?… Belé, lé gellek tişt hebû divé bifikirîya, bibîr bianîya, yad bikira. Gelo serpéhatîyén wî yén ji bo ku carek din were jibîranîn, wé li benda ké bûna? Û wé kingé, di demek çawan de jibîr bihata?
Tené bû. Di nav ewqas heval û hogiran, réhevalan de, di nav malbatek mezin de bû, lé ew dem tené bû. Serbarîser tu dengek nas jî tune bû, dengek heval, dengek dost, dengek xwedî nermahî û germahîya dayîk mesela, tune bû. Qet nebe dengé çivîkek bibhîsta, dengé kewek mesela, wé bikaribûya xwe bi wî dengé bigirta, xwe bigîhanda ser agiré wargehek çîyayî. Wé ruhé xwe li wî agirî bida, her wiha wé bibûya gulek belkî, biketa desté gundîk evîndar. Bibûya çîrokek hemdem, ji pénûsa nivîskarek biniqutîya nav dilén gelé xwe. Ji nû ve vejîya her wiha li ser erdén welaté xwe. Lé tune bû tu deng. Ne yén çivîka ne jî yén din… Lé ne tené deng, ba jî tune bû, bayén hénik yén çîyayén binevşî û çavén biken yén hevalan…
Dixwest cixarek bikşîne. Dûyé wé bikşîne kezeba xwe, û bi béhnek kûr û dréj, janén jîyané pifbike hûcra xwe. Divé namek binvîsîya gelo?. Belé, divé silavek bihîşta ji hevalan re; silavek, sedemek, peyxamek. Gelo halé rewşa xwe yé dawî xéz bikira dûwaré hûcra xwe?..
Li ser ranza xwe, bedena xwe yé jîr, bi bettanîyé şîpşidyayî péça. Neftiké, béyé ku dudilî be véxist. Agirek piçûk li ser péşa betanîyé peyda bû. Agirek ku hikmeta Zerdeşté zane ye. Ruhé Ahûra Mazda, erd û ezman, ax û av e. Û heyînî, heyînîyek pîroz e. Çavkanîya héza îlahî, quwet û qudret e. Lé niha ne farhang û buzîn, tené guşnah, guşnaha şervana ye. Ya vejîné, ji nû ve çékiriné, ya nemirîyé. Piçûk piçûk, jare jar destpékir, hingî çû li ser belav bû, wekî ku daristanek bişewite bi biryarî gur bû. Êdî dişewitî. Bîstek ewil dixwast cixarek bikşîne, lé niha bixwe bibû cixare û wek hebé cixaré dibû xwelî. Dişewitî gran gran. Lé vedijî béguman, vedijî ji nû ve. Wateyén nû dibarand diné, dîyarîyan dixemiland bi agirén Xwedé. Ewrén qalind yén dûmané çé dibûn li ser serî, diçûn tev li hikmeta Zerdeşté zane dibûn. Xwedéo, çiqas aram bû, çiqas bétirs. Ma ewqas hésan bû wiha şewat, heye ku ewqas lazim bû.
Belé, dişewitî édî Berzan, hûrik hûrik destpékir şewat, alav alav, pét bi pét didomî agir. Heye ku beré por, pûrtén li ser beden, bijang şewitîn. Lé şewata bijanga ne dişibî yén din. Ji ber ku di her zîndîyan de berîya ku bijang bişewite, ji rewa héstîrén çava zaha dibe, paşé dişewite.
Béhizûr bibû édî ruh di nav qefesa bedena ku dişewitî de. Dixwast bifire, derkeve, dûrkeve ji nav qîyamet û dojeha bedené. Dixwast here, bihéle û here. Êdî nesene li baxçé xwe. Sîha duwaré bav û kalé xwe, gundé xwe, zevî û mérgén xwe, ku xem û xeyalén xwe yén jarik té de zayîne, réyén dréj û kin yén ku çavkaniyén ewrén mezin yén gumana ne, bexté dilé we re bihéle, here. Ké bizanibe, belkî here cem bavé xwe. Here hesap bide bavé xwe. Hesabé baran. Barén ku bav daye ser milan.
Lé wé édî ké di berbanga emré xwe de, bi îskane şîré kelyayé dilşa bûya? Wé çavén kîjan bûké héstîr bike li ser dûyé tendûra dayé? Wé ké, ji zarén ku çavén xwe yé reş û gir bi firehî vekirine û bi şaşmayî li diné û li jîné dinhérin re, çav biniqîne? Wé ké tirsa xortan bitemirîne? Ciwanén niha wé bi terbîya kîjan kulturé çé bibin, wé ké bixin mînak ji xwe re? Wé bi zimané ké helbest werin nivîsîn? Wé behsa hévîyén çawa bikin helbest û wé ké bibe qehremané misrayén diréj?
Belé, dişewitî édî Berzan, hûrik hûrik destpékir şewat, alav alav, pét bi pét didomî agir. Agiré hikmeta Zerdeşté zane. Ruhé Ahûra Mazda, erd û ezman, ax û av. Agir, bedenek jîr dişewitand, heyînîyek pîroz vedijand. Lé beré por, pûrtén li ser beden, bijang dişewitîn.
Karmendé nobedar qehwek teze çékirî vedixwar û li televîzyoné temaşe dikir. Bi béhnek ku hate pozé wî ji nişké ve veciniqî. Gava ku li devdoré xwe néhérî, dît ku ji alîyé deré hûcran dû té. Bi tirs hilperî. Dibe ku şewetek mezin derketibûya. Ber bi derîyén hûcran revî. Di pişt derîyé ku derdikete korîdoré de, bişqoka sîrena hewarîyé vekir. Heta di nav bîstek de, nobedar û karmendén zîndané ji bo ku bibînin ka çé qewimîye li ser hev civîyan, ew xwe gîhandibû deré hûrca ku té de şewat çébûye jî.
Gava diçin, édî nemir in. Beré dihélin nemir, wisa diçin. Ew nané nîvro yén germahiya havîné de, di bin sîberé piçûk yén bi qamûşan çébûne de tén xwarin, dimîne. Ew kanîyén ku ji erdé dizén û li ser tozén xwelîyé dixwîyé, li nav çolan, bédeng dimînin. Lîstika réza tewrézé dimîne pişt nemir, nané şivan, niftik û şeşik jî…
Gava ku yekem car revî bû û li erdé ketibû, çoka wî ya tezî rastî kevirek hatibû û xwîn bibû. Ew xwîna li erdé belav bibû, çok çiqas éşya bû. Ma însan dev ji éşa xwe yé ewil berdide? Dev jî axa ku bi xwîna xwe ya ewil şil bûye, berdide?…
Ew destén nermik yén wek pembûyé, ewén çîlspî yén bi hizî û xwezî tijî ku hîn hîsén xortanîyé yekem car pé dabûn nasîn, dîyaré péşeroja welatek dike. Ji boyé ji evîna ewil dibe, ji boyé diqete ji eşqé însan.. Bedena xwe ji bayé gran diparéze, pésîra xwe ji xerîbîyé re vedike, dibe bédawî, dibe nemir, dibe qehreman…
Piştî wan çi dimîne gelo ji me re? Çi hîşt ji me re Berzan, çi got gelo ji me re bi çûyîna xwe ve? Ez dibém payîzek hîşt ji me re, payîzek gran, payîzek zor… Heye ku ji wé ye em dicemidin îro li welat. Nobedarîya şevén tarî û dréj bi gumana hévînyan ve diguhurin. Bedewiya tavehîva tîrmehé, dengé çivîkén şén yén bermala, béhna baya sivik û hénik yén şahîya bédera, agirén gur yén şivanén bétirs ku li çîyayén birîndar beré dibriqin, paşé dişewitin, ji héstîrén çevan re dihélin. Ji ber ku tune ye édî Berzan, li wan dera. Lé heye belkî… Heye ji me re welatek, té de sermayek. Heye ye ji me re sondek, ehdek…
Berf dibarî gelo li derva, yan jixwe sûkén jîyané spî bûn, kifş nedibû. Di rojek zivistanek sar ya 1999’an de şoreşgerek, li Almanya, di nexweşxana bajaré Steinhein de ku di bin çavé bijîjkan de dihate girtin, gelo di çi halî de bû? Gelo karwanek qarxûn, ji ruhé wî diréjîyan ser sûreté yén li cem? Yan jî ji navberén pûrtén bijanga nérînek dawî dadiket ser birînén wî, kifş nedibû. Îmkana ku çavén xwe veke xatir ji dinyayé bixwaze tune bû. Lé gelo ew îmkan hebûya, wé xatir bixwesta ji dinyayé, nayé zanîn. Agir, agiré hikmeta Zerdeşté zane. Ruhé Ahûra Mazda, erd û ezman, ax û Berzan. Agir, bedenek jîr şewitand, heyînîyek pîroz vejand. Bérîya te dikim birako…
Dizanim, azadî nivîsén li ser dilé min e. Azadî, di kelîmeyén li ser zimané min de ne. Ezé derxin wan kelîmeyan, li ser dîwarén mezin yén welaté te bikolin. Bixim name ji hévîyén te re. Bla bibe derman ji janén wan re. Azadî di éşa te yé ewil de ye. Ji wé, ezé ji nû ve destpé bikim. Belkî bi tevgerén te şa bibim, belkî biherçiqim di bin giranîya wan de. Belkî bi saya te, ji nû ve bi derdé diné kevim. Bibime birîndaré xeyalén te. Ji wan re bibim sedema hebûné, derîyé çareserîyé. Bibim bûsek ji xemzé li ser sûretén wan re, bibim bawerî ji nemérîya te re…
Bérîya te dikim bira. Dewsa lingén te ma ji min re, kenén te, gazîyén te, “wéneyén te ma di paşila min de..” Navé te ji ber dikim, tém li ser merxber, ber seré te rûdiném. Na, ev tu nînî té de. Té rabî, telefona vekî ji me re, hévîyén me teze bikî, xemén me birevînî.
Lé ji slava te bépar dimînim, di sibe û évara de, bi te xemgînim… Xweş nîne na, bedew nîne dinya, bé te…
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext