Bi Kurtasî Elêonore FOURNIAU

Elêonore Fourniau dibêje: “Rojek li Wanê, ez bi hevalek xwe re diçûm zanîngehê, di rê de şofêrê erebê muzîk vekir û pirsî; ‘hûn hunermanda Fransî ya ku bi Kurdî sitran dibêje nas dikin?   Me jê re got; ‘ewê tu dibêjî va li vê erebê de ye.’  “

Ev sahne, Elêonore gelek bextewar dike. Ji ber ku dibîne, sitranên vî welatî, li ser dengê wê gihîştine axên xwe.

Muzîsyena Fransî Elêonore Fourniau, piştî perwerdeyîya mamostatîya dîrokê, di sala 2010an de tê Tirkîye’yê.

Li Stenbolê xwendevanên Kurd nas dike. Bi saya wan bi muzîka Kurdî dihise û eleqe nîşan dide. Gelek dikeve bin tesîra dengbêjên wek Şakiro û Mihemed Arîf Cîzrewî.

Xêncî wan, ji şêwaza Kurmancîya Elewîyên Meraşê jî hez dike û dibêje.

Elêonore Fourniau, di roportajek xwe de, bersîvên li jêrê dide pirsên nûçevana K24ê:

Eleqa we yê li ser muzîka Kurdî çawa destpêkir?

Bi rastî ez ji bo ku muzîka Tirkî û saz hînbibim çûm Stenbolê.  Min li Stenbolê dersên taybet hilda û di konservatuarê de bûm xwendavanê mêvan. Ez du sal çûm dibistana saz ya Erdal Erzîncan. Lê di konservatuarê de min bi piranî hevalên Kurd bidestxist. Çagrî Koç û Mehmet Salih İnan du hep ji wan bûn. Me bi hev re Koma Ezman sazkir. Herwiha hevnasîya min û muzîka Kurdî destpêkir.

Ji muzîkvan yan jî ji berhemên Kurdî yên ku bandor li we kirine hene?

Bandora dengbêja gelek li ser min hene, bi taybetî Şakiro û Mihemed Arîf Cizrewî. Bi giştî tesîra dengên Serhedî li ser min zêde ye, lê ez ji şêwazên Kurmancî yên Elewîyën Mereş û Koçgirîyê jî hez dikim.

Hûn berhemên giran yên Kurdî dibêjin, ev di destpêkê de li we zor hat?

Helbet gelek zor hat, hê niha jî wisa ye.

Hûn qet rastî bertekên neyînî hatin ji bo ku hûn sitranên Kurdî dibêjin?

Ew sala ku ez çûme Tirkîye “Demajoya Çareserîyê” hebû, qedexe rabibûn, ji wê ez bi zextek li ser xwe nehisîyam, lê min ji hevalên xwe yên Elewî û Kurd bihîstibû ku heya demên nêz de jî wana zexta dîtibûn.

Bi kurtasî ez li Tirkîye yê, berevajîyê pêşhikuman, qet diltirs nebûm. Lê zehf ecêb e, li dervayê Tirkîyeyê min ev dît. Mesela li Fransa û li Fasê ji min re gotin “piştî van rûdanên ku qewimîne tu bi Kurdî nesitirî baş dibe.” Ez wek hunermendek Fransî,  gelek aciz bûm ku bûme şahidê zextên ku li ser Kurdî pêkdihatin. Lê min birik dewam kir, bi Kurdî got.

Sitran û klîbên we ji alî gelek kesan ve tê dîtin û li tora medyaya civakî parve dibe. We enstrumana hurdy-gurdy xistîye nav bêdera muzîka Kurdî û klîbên we gelek diecibe. Hûn çi hîsdikin li hember vê eleqeyê?

Li ser pêşnîyara hevalek ez sitrana “Xezal Xezal” hîm bûn û min got. Piştî ku vîdeo di medyaya civakî de weşîya ez çûm Stenbolê. Di wê waxtê de min zêde berteka neşopandibû. Bi saya hevala haya min ji berteka çibibû. Tev peyamên gelek baş bûn. Ev rewş him min gelek dilşa kiribû hin jî hinek şaşmabûm. Min berdêla keda xwe yê bi salan hildabû.

We ji malbata we û ji hevalên we yên li Fransayê bertekên çawa hilda?

Malbata min eleqe nîşanê zimanên rohilatê û Tirkîyeyê dike. Dîya min û bavê min li ser Asyaya Navîn lêkolînan dikin. Ez bi malbata xwe ve 11-14 salîyên xwe de li Ozbekîstanê mam. Lê ez li wir ne Ozbekî, Rûsî hînbûm. Dê û bavê min di salên 80ê yan de, xatîya min 2000an de çend sal li Tirkîyeyê mane. Xatîya min li ser Kurdên Elewî dixtora dikir. Ji vê ev mijar ji min te xerîb nedihat.

Yek jî zimanê pêşîyên bavê min ne Fransî ye, Oksîtan e. Oksîtan zimanê başûrê Fransayê ye. Ji bo vê, xelkê kêmjimar û zimanên di bin zextan de, wek xwezayî bala min dikişand.

Lewma malbat û hevalên min bi min şanaz in. Birayê min di Newrozê de bi min re li gîtarê xist, ew qelebalix û kelecana wê rojê ewî gelek bextewar kiribû.

Portreya Elêonore FOURNIAU

Elêonore Fourniau,di sala 1987an de li Parîsê ji dayîk bûye. 3 sal li Ozbekîstanê maye. Perwerdehîya pîyano hildaye û beşa dîrok xwendîye. Piştî 2010an ku beşa mamostatîya dîrokê diqedîne, li Stenbolê cîwar dibe û 6 sal dimîne.

Di sala 2016an de li Muglayê, dibe mêvanê Festîvala Zirne ya Navnetewî. Ji ber meraqa xwe ya li ser çand û muzîka Kurdî ji Dengbêj Xalîde û Gulsever Medar ders hildide û diçe qursa Kurmancîyê.

2016an de dizvire Fransayê û him wek solo him jî bi hunermendên wek Mikail  Aslan, Birol Topaloglu, Sylvain Barou, Efrên Lopez ve sahne hildide.


Musik

https://www.youtube.com/watch?time_continue=6&v=RbNWFRNyZn4&feature=emb_logo

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen