
Mixtarek Kal, Bédengîyek Piçûk
Derî vedibin carna, ji alî çepê yên mîrov de. Heval û hogir, dost û yar dikevin hundurê dilê we. Yan jî sîhek, carna tenê sîhek. Lê kifş nake nepena xwe. Derî vedibin carna, roj diborên ji jîyana we, zeman dikişên diçin ji we…
Bêdengî qederek e belkî di derîyê hineka de. Dengê zarek nayê ji malê mesela, qîzek tase av nade we. Û lawek, pere naxweze ji we, kulma cînarek derê we nakute êdî…
Heye hûn muxtarek bin, li gundek. Navê we bla Ahmed be mesela. Şebqê we li serê we, mora we di berîka we, demança we li ber we da be. Ji van jî zêdetir, heye emrê we di wî gundî de be. Emrek ku nedirêj be. Zor be, bi teqûreqa dinya bêbinî de kelyayî be. Emrek hejyayî be, westîyayî be. Bavek we hebe. Navê xwe Elîxan be û li ber rihma Xwedê be. Ji ber ku kê xwedî bavek baş be, qanûna dinê ye, divê kurek baş bi xwe re bigihîne. Ûbeydillah navê kurê we be û bayê ku ji dilê Nehrû’yê nemir zayî be, li alîk mêjîyê wî alyayî be.
Rojek hatibe ji bajêrek dûr, kê bizanbe, heye ku Stenbol be. Were di hizura we, li ser çoka rûniştî be. Bala we yê ku bêhn dayîn û standina mêşek nerevandîbe di wexta xortanîyê de, gihîştîyê mana vê rûniştandinê be. Ûbeydillah li ser çoka rûniştî be û di hebûn û tunebûna xwe de, yekem car tiştek ji we xwesti be…
Bêdengî gran bibe. Oda we tijî bike. Geh kêm bibe rê bide xeberdanê, geh zêde bibe, serdetsê dorhêlê be. Hevokên ku hê xwe ranexistibin ser ziman, bixeniqîne.
“Kurê min, ez li vir bûme, ezê li vir bimirim jî…”
Li Mîrze havîn be. Qarxûn mirçiqî, çem jar bûbe. Pale bi tedvîr be, devê kêra xwe tûj kirî be ji dirûna gîhê re. Demsal germ, çîrokên dirêj yên zivistanên dirêj, ji zû ve qedyayî be.
Bêdengî di oda we de serdest be, serdestî gran be. Zora granîya bêdengîyê pişta teyaxa we tevizandîbe. Derz li dilê we ketibe. Wêneya kalkê we, li ser dîwarê oda we dardakirî be. Lê mirûzê xwe kiribe. Êdî dengek ji we re lazim be.
“Kekê, xebat li ser milê min e. Milê min bi dilê min re nîne. Dilê min li vir, milê min li wêr e…”
Hûn bav bin, bavek baş bin. Bi germîya dilê xwe û hêjayên civata xwe mezin bikin zarokên xwe. Mezin bikin, her yekî wan bi baskek bixemilînên. Bihêlin bla bifirin bi baskên we. Bla herin welatan. Li welatên xerîb, li bajarên mezin çevên xwe li jîyanê bigerînin. Paşê werin di hizûra we de çokên xwe bitewînin û doza koçerîyê ji we bikin.
Hûn bav bin, bavek baş bin. Li hemberê pirs û daxwezîyên zarokên xwe her daîm bêhn firehbin. Xwedî li dûyên ku heleqa çêdikin li ser serê we derên. Sebir kin û bifikirin. Kêmasî ji kû tê, mesele çî ye, çevên zarokên we çima li dûrîya ne? Bi bêdengîya dilê wan bihisin û paşê hûrik hûrik bipeyîvin. Bêdengîya dilê wan biqelişînin.
“Kurê min, ez li vir bûme. Nikarim bedena xwe yê kal ji van dera biqetînim. Bîranînên xwe, bîrûbawerîyên xwe nikarim li van dera, li pişt xwe bihêlim. Nikarim terka van dera bikim…”
Dîsa bêdengî. Dîsa giranîya wê, kûrahîya wê. Hûn bavên, bavek baş in. Çok li ber we tewyayîne. Heye ku cara yekem be hûn li ber xwezîyên zarên xwe natewin, nerm nabin, tîk disenin. Ji wî ye bêhna we teng dike vê carê bêdengî. Bêdengîya oda we yê ku mîrovên baş û mêrxasên dilawêr lê civîya ne. Serên zarokên we li ber we xahr, dengê wan li ber guhê we jar in.
“Kekê, çare nîne, divê em barkin…”
Daxwezek xurt, bi dengek jar, li ber we, berxwe dide. Jarîyek wisa ku derz li bêdengîyê naxe, serdestîyê jê nastîne. Tenê, xwe li ber dîwarê guhê we ditelîne.
Heye ku axirîya emrê we be. Heye ku tolazîya qedera jîyana we be. Lê çare nîne, hûn êdî kal in, kalemêr in. Xuyaye ku birêvabirina malbata we ji destê we derketî ye. Xwe ji xortê malê re hîştî ye. Divê hûn qebûl bikin. Rastîya jîyanê û ya xwezayê ev e. Heye ku mêjîyê we yê ku di qafê we yê kal de ye, êdî baş nafikire. Heye ku aqilê we ji tenitîyê, ji bêhevaltiyê aciz bûbe, xwe paş ve kişandibe. Û hûn bav in, bavek baş in. Divê hûn qebûl bikin hewldana zarokên xwe. Divê hûn nebin asteng ji xeyalên wan re… Ji wî ye êdî xilazî û xirabkirina bêdengîyê li benda we ye.
“Baş e, bla be, bla bi gotina we be.”
Her wiha hevokek, dibê têkçûyîna muxtarek. Û wiha destpê dike li welat, çîrokên her koçberîyê. Dewarên xwe, mirîşkên xwe firotin rojek. Pertal û kelmelên xwe li erebên traktoran kirin. Li mala gerîyan, xatirê xwe xwastin ji gundîyan. Çûn. Li paş wan xanîyek vala ma. Kevirên li ber derî man. Gavên ku em hey dibûne mêvanê muxtar, li ser wan kevira çay dida me. Bîra ku av jê dikişandin, dewsa lod û qelaxa wan ma. Yek jî şopên lingên wan û pêjna çavên wanên kelogirî.
Heye hûn muxtarek bin, li gundek. Navê we bla Ahmed be mesela. Şebqê we li serê we, mora we di berika we, demança we li ber we da be. Heye emrê we di wî gundî de be. Emrek ku nedirêj be. Zor be, bi teqûreqa dinya bêbinî de kelyayî, hejyayî, westîyayî be. Û di axirîya vî jîyana nehêsan de, roj were hûn bar bikin. Herin li bajarên xelqê, rihê xwe yê kal ku tenê ew ji we re mabû, winda bikin. Paşê dîsa werin li gundê xwe cîwar bin, lê êdî ne zindî bin.
Ew roja ku muxtarê gundê me, bêcan û bêrih paş ve anîn, em heta êvarê sekinîn. Gava ku tarî ket erdê, êvarek bixem xwe li nav gundê me raxist. Em tev li navenda gund kom bûn û me berê xwe da mexberê mixtar. Ji nav me apek me rabû, daxwezîya wî yê dawîn bi cîh anî. Berê xwe dayê û gazî kir:
“Ahmed, Ahmed, Ahmed….”
Hewakî hênik, porên li serê me û çêreyên bin lingê me dida bayek sivik. Bêdengîyek kûr xwe bi me dida hisîn. Muxtar dengê me bihîstibû. Dibe ku dikenîya jî… Yan jî bibû sîhek, hatibû cem me. Lê kifş nedikir nepena xwe. Belkî hê muxtar e, li gundê xwe ye. Lê kifş nake pêjna xwe.
Roj diborên ji jînê, zeman dikişên diçin ji emrên me. Gava ku çû ser dilovanîya xwe muxtarê me, êdî payîz bû. Ji me re payîz mabû. Ji ber ku ji yên mayî re ne payîz, her daîm…