Seregola Intabê

Di Hucrek de
Dem, ya xeman e. Havîn e. Şev, torînî ya xwe vedijîne. Tarîtî, xwe dinirxîne. Bedewîya hîvé berbiçav dibe. Stérk hey dibriqén, hey ditemirin. Hîv, carna dide der xema xwe. Carna vedişére ronahîya xwe, carna şewq dide, bextewarîyén piçûk dişîne diné. Tarî, ku xwezaya şevé ye, li ser rûyé diné, wek tabloyek wéne ye. Li ser, neqşén dîmenén ji jîné hene. Li quncek, şevger hene di çolén welat de. Li ser pişta wan çek, bin ronahîya hîvé dibriqin. Li quncek din agirén qucikén gundîyan dixuyén. Sitîlé mezin li ser in, savar dikelînén, li ber devé çemek de. Û bajarek. Di navendé de rewnakén lambén sûké dixuyén. Mîrov hingî ji navendé dûr dikeve rewnaq kém dibin. Jixwe li taxa quncik ya rojavaya bajar de lambe jî, rewnaq jî naxuyén. Lé gava tax bi dawî dibe, mîrov édî hévîya xwe ji dîtina lamban, ji berdewama taxé dibire, ji nişké ve golek rewnaqén spî û gur xuya dike. Wekî ku li wéderé tarî béhukum mabe, serdestîya xwe winda kiribe. Di tabloya şevé de ew der gola ronahîyé ye. Di nav de sîh hene. Sîh, yén avahîya ne. Li devdor û baxçén wé de lambén mezin bi rewnaqén spî her der ronî dikin. Sûrén baxçé bi télén bilind û qalind çékirî ne. Li doralî nobadarén biçek hene.
Ev der girtîgeh e. Girtîgehek mezin e. Té de hucrek heye. Hucrek piçûk, teng. Di hucré de xortek, di dil de xem hene. Xort, diréj û qemer e. Di hiş de serpéhatî û bîranîn, di beden de tengasî hene. Dem dema xeman e. Şev e. Şev, torînî ya xwe vedijîne, tarîtî ya xwe dinirxîne.
Tenétî çî ye? Béguman, békesî ye. Di rojén teng de, vala mayîna destén mîrov e. Ev xorté qemer û diréj tené nîne. Ji ber ku békes nîne. Gellek kes hene niha li cem, di xeyalan de. Heval, bi gotin, kirin û fikrén baş ve. Dilketî, bi çav û birhîyén reş ve. Û malbat. Lé niha bav, tené bav li cem e.
Di hucrek de mérek çé û çeleng, poré xwe yé gur û spî ber bi paş şeh kirîye. Enîya xwe derxistî ye holé, rûniştî ye. Lé kifş nîne ku ka gelo ew li quncek hucré rûnişti ye, yan quncika hucré ketîye ber bexté wî? Li cem, xortek diréj li ser pé sekinî ye. Belé diréj e, ji ber ku diréj e hinek xwar sekinî ye. Serî li ber, dest li ser zik, wisa biaram e. Ew jî wek méré çé xwedî çermek qemer, fikrek qemer û xwedî péşnîyarek dûrûdiréj e. Difikire; ev méré çé, li derva, li gund, li bajar û li vir, di vé hucra tarî de, çi mérek e. “Gava ku dimeşîya ba dihat, yan meşa wî bixwe bi ba bû nizam, hewa diqelişî, sûk diqerimî li benda sekna bayé dima.”*
Heta hîjdeh salîya xwe, li deşt û zozanén İntabé li ser pişta hespé mezin bibû. Bavé wî ew zewicandi bû. Ji gundek cînar, qîzek ji re xwasti bû. Geh cotkarî dikir di xortanîya xwe de, geh méranî. Geh bin péşa Qertewîné, li ber agirén gur, dibû hevalé şivanén bavé xwe, geh di mérg û zevîyan de, aligirén pala û gundîyan bû. Lé ew sal, yanî di hîjdeh salîya xwe de bavé xwe winda kir. Sedema mirina bavé wî tengezarîya dilî bû. Lé li ser gellek hatibû xeberdan. Li ser wé apé wî yekî sûcdar kir. Fermana lédané jé re derxist. Axirî, di hîjdeh salîya xwe de bibû xwedî dijmin. Rojek, gava ku ew û dijméné xwe rastî hev hatin, jé re got: “Hay ji xwe hebe, ezé li te xim.”
Ew sal havînek hénik ya welaté Serhedé bû. Bihara ku ji zû ve hatibû tevdîra xwe yé çûyîné didît. Ew sal, gellek qarxûn bi avén berfa ku ji çîyé dihelîyan tijî bibûn. Qarxûn wek mizgîniyet biçoş dikişîyan, dihatin rasta Seregolé. Ew sal gîha pır û xurt, simbilén genim tiji bûn. Kifşe bû ku dé bibûya salek tér û tîjî, dé bibuya salek bibereket… Ew sal hat girtin. Bîst û çar sal ceza xwar ji mérkujîyé. Hé hîjdeh salî bû.
Belé, yekî wiha ye ew mér di quncé hucré de. Gava ku li wir e, kifş e ku ne li hucré, li tu quncé jîné hilnayé. Yan jî mîna ku béje, divé mîrov li tu quncé jîné hilneyé. Enîya wî li hemberé diné vekirî, poré wî yé gewr, te digo bi dûyé cixaré çébûye, şehkirî ye. Seré wî daîm bilind maye, ji bo wé bedélén giran daye, lé qet kifş nekirî ye.
Ew jî raza bû di hepsa de, ketibû hurcé teng û tarî. Di tengasîya bémahîya azadîya emré xwe de, yanzdeh sal derbas kiribû. Yanzdeh zivistan derneketibû néçîré. Yanzdeh bihar li ser derbas bibûn, berf nexwaribû li çîyé. Di havîna de, li rasta gundé xwe, meydan nedabû hespa xwe. Di yanzdeh salan de li hepsén bajarén cûda, li Agirîyé, li Erzîngané û li Siwasé raza bû.
Xeberdide. Wek bedena wî yé diréj, diréj dibe hevokén wî. Kelîmeyén wî, wek rabûn û rûniştandina wî, bi heybet in. Xeberdide. Gava ku xeberdide mîrov nikare li çavan binhére. Ji wî, ev xorté ji bo ku diréj e hinek xwar disene, nikare seré xwe bilind bike û li çavé wî binhére.
Piştî yanzdeh salan li Nîxde’yé derketiye ji hepsé. Dinya bi çavek din dîtî ye. Bi dilek teze hez kirîye ji jîné. Malîya wî çûye ser dilovanîya xwe. Sé hep kurén piçîk hîştî ye. Ji nû ve zewicî ye. Pénc kur û qîzek berhemén vé zewacé ne. Ew xorté diréj û qemer jî yek ji wan ne.
Guhdaré wî ye xorté diréj û qemer. Guhdaré wî ye bédengîya li ser dîwaré hucré. Bédengîya sermedîyé ku ji dîwaré hepsé derbas bûye, hatiye, ketiye hundur. Guhdaré wî ye tunebûnî jî. Tunebûnîya li hunduré hucré. Tunebûnîya zarén ku di demsalén welaté xwe de, piştî sala li dû xeyalén ku ji desté xwe kirine ketine. Lé piştî sal û demsalén diréj xeyalén xwe xeyîdandine. Ji vé ye édî, xwedîyé xeyalén windayî ne. Ew zarén xwedîyé xeyalén windayî, gava ku li wé deré bûna, wé ew jî li ber vî bavé çeleng, wek xorté diréj û qemer li wé deré, wisa biaram bimana…
Niha édî xorté diréj û qemer xeberdide. Hûrik hûrik destpédike, diréj diréj didomîne. Hingî xeberdide vedibe, hingî vedibe difikire, hingî difikire mezin dibe. Mezin dibe, nézé bavé xwe dibe.
Evînî çî ye? Ne tené bengînîyek bikelekel ya li hember mîrovek e. Hin kesén ji nav me, carna dibén evîndaré welatan jî. Xéncî welatan, hinek ji me dibén evîndaré tégeyan jî. Ma carna tené tégehek, nabe sedema jîyana mîrovén wiha? Eger ku ne wisa bûya, mesela, heye ku Che niha hebûya. Gava mezin dibén, di nav kolanén civakan de serî yén tewyayî dibînin, aciz dibén. Dadmendî dixwazin. Ku nabînin qebûl nakin. Helbet seré xwe natewînin, lé diwazin serîyén tewyayî jî bilind bibin. Ji ber vî daxwazé dibin evîndar. Dibin evîndaré welatén bindest û tégehén windayî. Êdî agiré bengînîyén bikelekel di dilé wan de védikeve. Agirek wisa ye ku, heta téneyén windayî neyén dîtin û li nav civakén welatén bindest neyén belav kirin, natemire. Ji ber ku evînî, ne tené bengînîyek bikelekel ya li hember mîrovek e.
Gotinén kuré xwe nabire bavé çeleng. Ranabe, hevokén kuré xwe yén diréj, di voltayén giran de nagerîne. Xem nake, xwar nabe, seré xwe natewîne. Guh nade sîha ku ji ber ronîya çilmisî diréj dibe, diçe hilpasî dîwar dibe jî. Wek ku gazin bike li dîwaré kevir yé bémerhemet û sar nanhére. Desté xwe li ser poré xwe yé gewr, te digo bi dûyé cixaré çébûye, nagerîne. Wekî ku difikire nasene. Bi siûda xwe qayîl nabe, ji bétirsîyé natirse, nahulkume.
Ev xorté me yé diréj û qemer jî evîndarek wiha ye. Ji ber ku diréj hinek xwar sekînî ye. Mezin bû ye, neheqîya qebûl nekirî ye. Ré da ye agirén bengînîyan, di dil de véxistî ye. Derketîye çîyayan şer kirî ye. Astengîyén bilindahîyén çîyayan binpé kirî ye, ji jorahîya wan, bi çavén evînîyé li welaté xwe nehirî ye. Roj hebû ye tî, birçî maye. Şev hebû ye béxew, dem hebû ye bétitûn maye. Heval windakirî ye di pevçûnan de. Birîn dîtî ye, birîndar dîtî ye. Hévî û qehramanî, fedakarîyén însanî yén li ser çîyayén bilin dîtî ye. Roj hatî ye ew jî birîndar ketî ye. Ji ber parçén bombeyek ji çavén xwe yé rasté bû ye. Piştî du salén xwe yé nehésan de, di pevçûnek de dîl ketî ye. Ji wî ye niha li hucré ye.
Xorté diréj û qemer ku diréj diréj xeberdida, dît ku hevokén xwe yén diréj, di bedena bavé çeleng de dihele, diçe. Gelo şaş bû? Heye ku ew hevokan ji dîwarén bémerhemet yén hepsé derbas bibûn, çûbûn e İntabé. Bi tevé dengé havînek ve ketibûn guhé palekî. Pale di îstireheta nané nîvro da ye. Belkî ew pale, gava ku bi nané tendûré qotek ji savara ber xwe çédike, bi dengek havîné re, bi péjna méré çeleng bihise.
Di hîjdeh salîya xwe de derketî ye çîyé. Di bîst salîya xwe de hatî ye girtin. Sî û şeş sal ceza xwarî ye. Ev şanzdeh sal e girtî ye. Hinek jar bû ye. Êdî biberçavk bû ye. Li girtîgeha Wané, Dîyarbekiré û Mûşé raza ye. Niha anîne Erzeromé. Ji ber ku teze anîne xistine hucré.
Hé guhdarek bisikûnet ya kuré xwe ye bavé çeleng. Guhdaré kuré xwe yé ku li ber, ji bo ku diréj e xwar disene û gava ku xeberdide li çava nanhére, ye. Belé yekî wiha ye ew mér, di quncé hucré de. Lé kifş e ku ne li hucré, li tu quncé jîné hilnedihat. Yan jî mîna ku béje, divé mîrov li tu quncé jîné hilneyé. Enîya wî li hemberé diné vekirî, poré wî yé gewr, te digo bi dûyé cixaré çébûye, şehkirî ye.
Mérek diréj e. Xeberdide, guh dide, difikire. “Ku milé xwe yé diréj vedike, wekî qedehek iraqé li erdé dixe*” dixuyé.
Gede diréj e. Diponije. Wek bîrdarek teniktîya dilan disekine. Ji bijangan, wateyén demsalan dibarîne. Li cîhek dûr, ku xéncî wî kes nabîne dinhére. Heyfa xwe ji kiryarén xwe yé kirî nayne. Lé ji yén nekirî mane re tîne. Poşman e. Lé ne ji kirinén xwe. Poşmané nekirîyan e.
Gava ku xeberdana xwe diqedîne, li ber bavé çeleng, piçûk dibe dîsa, ditemire. “Min bibaxşîne, ji bo rojén ku min ji te dizî ne” dibéje ji bavé çeleng re. “Te tiştek xelet nekir” dibé bavé çeleng, jé re.
Ev fikrén ku piştî sala, ewî nézé bavé xwe kirî ye, ké bizanibe çiqas sekinî ye di quncikén hişé wî yén tarî de.
Wé di hunduré dîwarén bémerhemet de, pénc roj derbas bibin giran giran. Dîwar, évara bi ronahîk zer xwe dida der, biroj di sîhek tarî de xwe ditelîne. Wé penc roj çawa derbas bûna di nav wan dîwaran de? Penc rojén bédengîyé, penc rojén kûrahîyé, yén mîna bédawîtîyé…
Xorté diréj, ji ber ku diréj e, dikare diréjî paşeroja bibe, dîsa tené dimîne di nav wan dîwarén bémerhemet yén hurca xwe de. Ronahîyek zer, dîsa bédilé xwe, li ser diwaran xuya dike. Kifş e évarek din hatî ye. Rojek din jî kém dibe dîsa di hucré de.
Êdî hew dikare bavé xwe di xeyalé xwe de bigre. Tené, dîsa tené dimîne û édî naxwaze diréjî bîranînén kevn bibe. Jixwe, ka xortek mîna wî dikare diréjî çiqas rojén ku paşta ma ye bibe? Lé di jîyana wî de, gellek tiştén girîng hebûn ku ew li ser bifikire. Ev ji her halé wî, ji sekna wî, ji çavén wî yén ku van dîwarén hepsé yén bikevir diqelişîne ve kifşe ye. Belé, di vî emré xwe yén ciwan de gellek dîtibû, derbas kiribû. Gellek tiştén giran li ser xortanîya xwe de tepisandibû. Mîrov hingé dijî, di kûrahîya hunduré xwe de bi jîné dihese. Mîrov hingî dijî, bi janén wek parçén şekiré şikestî, yén ku di qirika mîrov de kîp maye, dihise. Ew niha xwedîyé xîçén şekir e ku di qirika wî de kîp maye. Heta nehele, jé xilas nabe.
Min dixwest ez li cem bûma wé hefté; hevalé wî yé hucré bûma. Divé min desté xwe bida ser milé wî, bi wî re birçî bimama, bi wî re tî… Divé min bi wî re parvekira cixarenekişandiné. Gava ku diponijî, seré xwe ber bi her alîyén milén xwe werdigerand û digot “na, divé wiha nibûya,” ez li cem bûma. Min dixwest, awirén wî yén di bin bijangan hilda û li ser çevén xwe bida. Min dixwest, di hucra ku bi dîwarén bémerhemet û bi kevérén sar ve çébûye de, bibûma sebrek piçûk jé re… Yan jî bibûma kevirek di wan dîwaran de…
“Heye ku alîyé te yé însan diéşe. Bla be, dîsa jî tu xwe negre. Ev dora min e, bihéle ez biéşim di dewsa te de…” **
_________________________________
*Ece Temelkuran
**Birhan Keskin/Ba/Metis
Nivîs
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan