Hikmeta Jîyané, Agir û Evîna Heyînî yé

“Me nehêle neçe, heye dinya xweş bibe …”

Çûyîn çî ye? Barkirin e gelo, ji derek? Xatir xwestin, xemgînî, bêrî ye gelo?

Çûyîn ne derkatina rêyên dûr û drêj e. Ne hîştine bajarek, gundek, yan jî malbatek û dilek e. Heye ku çûyîn, ji bo vegerek nû û jîyanek çêtir, tevdîrek bidilawer û zexm e.

Çûyîn ji bo pakî û zelalîya dilek bêaram, destpêka demajoya şoreşek bizehmet û destxistina azadîyek bixemgîn e. Xemgînîya li ser azadîya ku bi çûyîna hatîye destxistin, tenê bi vegerek serketî dehele, dûkelî dibe.  Ji ber ku çûyîn, veger e.

Heye ku yên çûn jî ji bo vê sedemê li rêya, li kolanên metropolan ketin û bûn dûyên serê xweyên bilind. Gellek çûn. Hineka dewsa lingên xwe hîştin ji me re, hineka kenên xwe, gazîyên xwe, hinekan “wêneyên xwe hîştin di paşilên me de..”

Me ji derilêdana wan nasdikir hatina wan. Ji dengê wan dibîhist me rewşa dewr û dewranan, di çavên wan de didit me, kelekela hundurê wan…

Lê ajî, mişextî? Gelo ji wan re çi mabû? Çi hêvî kirin ji dinê? Çima ewqas bêaram bû, ruhê wan? Çima destê wan bibû ji cîhên kevnare yên zaroktîya wan?

Her bajarek însanek e carna, carna her însan dibe bajarek belkî. Lê ciwak, gel, mişext dibin çi gelo di bajaran da? Navê wan çîye di nav qelebalixîyan de? Bajar wan hildide kêdera xwe, bi kîjan kolana xwe, sûka xwe, bi kîjan taxa xwe ve hemêz dike mişextan?

Lê Steinhein Berzan e êdî, carna Berzan dibe Steinhein…

Baran dibarî gelo li derva, yan jxwe sûkên jîyanê şil bûn, kifş nedibû. Gelo şirîdek ji serborîyan derbas dibû ji ber çavan, dirêjîyan ser sûretê, yan ji pûrtên bijanga ewr vala dibûn, kifş nedibû. Îmkana ku bikaribe ji pacerê li derve binhêre tune bû. Lê gelo îmkan hebûya, wê bixwesta li derve binhêre, nayê zanîn.

Di sibehek payîzek dereng ya 1998’an de şoreşgerek, li Almanya, di zîndana bajarê Steinhein de ku di bin çavê polîs de dihate girtin, gelo çi difikirî? Hûn dibên çîyayên bilind difikirî? Dibe jî, dibe ku  yên li ser  tapikên bilind dimeşîyan difikirî. Heye ku  tenê kenên li ser çavên wan difikirî. Ew hevalên ku bi wan re wêne kişandibû, bîstikên xwe yên bi wan re bakî kiribû, destên wan şidandibû, difikirî. Gelo niha çi dikirin? Gelo ew jî di bêrîya wan de bû?… Belê, lê gellek tişt hebû divê bifikirîya, bibîr bianîya, yad bikira. Gelo serpêhatîyên wî yên ji bo ku carek din were jibîranîn, wê li benda kê bûna? Û wê kingê, di demek çawan de jibîr bihata?

Tenê bû. Di nav ewqas heval û hogiran, rêhevalan de, di nav malbatek mezin de bû, lê ew dem tenê bû. Serbarîser tu dengek nas jî tune bû, dengek heval, dengek dost, dengek xwedî nermahî û germahîya dayîk mesela,  tune bû. Qet nebe dengê çivîkek bibhîsta, dengê kewek mesela, wê bikaribûya xwe bi wî dengê bigirta, xwe bigîhanda ser agirê wargehek çîyayî. Wê ruhê xwe li wî agirî bida, her wiha wê bibûya gulek belkî, biketa destê gundîk evîndar. Bibûya çîrokek hemdem,  ji pênûsa nivîskarek biniqutîya nav dilên gelê xwe. Ji nû ve vejîya her wiha li ser erdên welatê xwe. Lê tune bû tu deng. Ne yên çivîka ne jî yên din… Lê ne tenê deng, ba jî tune bû, bayên hênik yên çîyayên binevşî û çavên biken yên hevalan…

Dixwest cixarek bikşîne. Dûyê wê bikşîne kezeba xwe, û bi bêhnek kûr û drêj, janên jîyanê pifbike hûcra xwe. Divê namek binvîsîya gelo?. Belê, divê silavek bihîşta ji hevalan re; silavek, sedemek, peyxamek.  Gelo halê rewşa xwe yê dawî xêz bikira dûwarê hûcra xwe?..

Li ser ranza xwe, bedena xwe yê jîr, bi bettanîyê şîpşidyayî pêça.  Neftikê, bêyê ku dudilî be vêxist. Agirek piçûk li ser pêşa betanîyê peyda bû. Agirek ku hikmeta  Zerdeştê zane ye. Ruhê Ahûra Mazda, erd û ezman, ax û av e. Û heyînî, heyînîyek pîroz e. Çavkanîya hêza îlahî, quwet û qudret e.  Lê niha ne farhang û buzîn, tenê guşnah, guşnaha şervana ye. Ya vejînê, ji nû ve çêkirinê, ya nemirîyê. Piçûk piçûk, jare jar destpêkir, hingî çû li ser belav bû, wekî ku daristanek bişewite bi biryarî gur bû.  Êdî dişewitî. Bîstek ewil dixwast cixarek bikşîne, lê niha bixwe bibû cixare û wek hebê cixarê dibû xwelî. Dişewitî gran gran. Lê vedijî bêguman, vedijî ji nû ve.  Wateyên nû dibarand dinê, dîyarîyan dixemiland bi agirên Xwedê. Ewrên qalind yên dûmanê çê dibûn li ser serî, diçûn tev li hikmeta Zerdeştê zane dibûn. Xwedêo, çiqas aram bû, çiqas bêtirs. Ma ewqas hêsan bû wiha şewat, heye ku ewqas lazim bû.

Belê, dişewitî êdî  Berzan, hûrik hûrik destpêkir şewat, alav alav, pêt bi pêt didomî agir. Heye ku berê por, pûrtên li ser beden, bijang şewitîn. Lê şewata bijanga ne dişibî yên din. Ji ber ku di her zîndîyan de berîya ku bijang bişewite, ji rewa hêstîrên çava zaha dibe, paşê dişewite.

Bêhizûr bibû êdî ruh di nav qefesa bedena ku dişewitî de. Dixwast bifire, derkeve, dûrkeve ji nav qîyamet û dojeha bedenê. Dixwast here, bihêle û here. Êdî nesene  li baxçê xwe. Sîha duwarê bav û kalê xwe, gundê xwe, zevî û mêrgên xwe, ku xem û xeyalên xwe yên jarik tê de zayîne, rêyên drêj û kin yên ku çavkaniyên ewrên mezin yên gumana ne, bextê dilê we re bihêle, here.  Kê bizanibe, belkî here cem bavê xwe. Here hesap bide bavê xwe. Hesabê baran. Barên ku bav daye ser milan.   

Lê wê êdî kê di berbanga emrê xwe de, bi îskane şîrê kelyayê dilşa bûya? Wê çavên kîjan bûkê hêstîr bike li ser dûyê tendûra dayê? Wê kê, ji zarên ku çavên xwe yê reş û gir bi firehî vekirine û bi şaşmayî li dinê û li jînê dinhêrin re, çav biniqîne? Wê kê tirsa xortan bitemirîne? Ciwanên  niha wê bi terbîya kîjan kulturê çê bibin, wê kê bixin mînak ji xwe re? Wê bi zimanê kê helbest werin nivîsîn? Wê behsa hêvîyên çawa bikin helbest û wê kê bibe qehremanê misrayên dirêj?     

Belê, dişewitî êdî  Berzan, hûrik hûrik destpêkir şewat, alav alav, pêt bi pêt didomî agir. Agirê hikmeta  Zerdeştê zane. Ruhê Ahûra Mazda, erd û ezman, ax û av. Agir, bedenek jîr dişewitand, heyînîyek pîroz vedijand.  Lê berê por, pûrtên li ser beden, bijang dişewitîn.

Karmendê nobedar qehwek teze çêkirî vedixwar û li televîzyonê temaşe dikir. Bi bêhnek ku hate pozê wî ji nişkê ve veciniqî. Gava ku li devdorê xwe nêhêrî, dît ku ji alîyê derê hûcran dû tê. Bi tirs hilperî. Dibe ku şewetek mezin derketibûya. Ber bi derîyên hûcran revî. Di pişt derîyê ku derdikete korîdorê de, bişqoka sîrena hewarîyê vekir. Heta di nav bîstek de, nobedar û karmendên zîndanê  ji bo ku bibînin ka çê qewimîye li ser hev civîyan, ew xwe gîhandibû derê hûrca ku tê de şewat çêbûye jî.

Gava diçin, êdî nemir in. Berê dihêlin nemir, wisa diçin. Ew nanê nîvro yên germahiya havînê de, di bin sîberê piçûk yên bi qamûşan çêbûne de tên xwarin, dimîne. Ew kanîyên ku ji erdê dizên û li ser tozên xwelîyê dixwîyê, li nav çolan, bêdeng dimînin. Lîstika rêza tewrêzê dimîne pişt nemir, nanê şivan, niftik û şeşik jî…

Gava ku yekem car revî bû û li erdê ketibû, çoka wî ya tezî rastî kevirek hatibû û xwîn bibû. Ew xwîna li erdê belav bibû, çok çiqas êşya bû. Ma însan  dev ji êşa xwe yê ewil berdide? Dev jî axa ku bi xwîna xwe ya ewil şil bûye, berdide?…

Ew destên nermik yên wek pembûyê, ewên çîlspî yên bi hizî û xwezî tijî ku hîn hîsên xortanîyê yekem car pê dabûn nasîn, dîyarê pêşeroja welatek dike. Ji boyê ji evîna ewil dibe, ji boyê diqete ji eşqê însan..   Bedena xwe ji bayê gran diparêze, pêsîra xwe ji xerîbîyê re vedike, dibe bêdawî, dibe nemir, dibe qehreman… 

Piştî wan çi dimîne gelo ji me re? Çi hîşt ji me re Berzan, çi got gelo ji me re bi çûyîna xwe ve? Ez dibêm payîzek hîşt ji me re, payîzek gran, payîzek zor… Heye ku ji wê ye em  dicemidin îro li welat. Nobedarîya şevên tarî û drêj bi gumana hêvînyan  ve diguhurin.  Bedewiya tavehîva tîrmehê, dengê çivîkên şên yên bermala, bêhna baya sivik û hênik yên şahîya bêdera, agirên gur yên şivanên bêtirs ku li çîyayên birîndar berê dibriqin, paşê dişewitin, ji hêstîrên çevan re dihêlin.  Ji ber ku tune ye êdî Berzan, li wan dera.  Lê heye belkî… Heye ji me re welatek, tê de sermayek. Heye ye ji me re sondek, ehdek…     

Berf dibarî gelo li derva, yan jixwe sûkên jîyanê spî bûn, kifş nedibû. Di rojek zivistanek sar ya 1999’an de şoreşgerek, li Almanya, di nexweşxana bajarê Steinhein de ku di bin çavê bijîjkan de dihate girtin, gelo di çi halî de bû? Gelo karwanek qarxûn, ji ruhê wî dirêjîyan ser sûretê yên li cem? Yan jî ji navberên pûrtên bijanga nêrînek dawî dadiket ser birînên wî,  kifş nedibû. Îmkana ku çavên xwe veke xatir ji dinyayê bixwaze tune bû. Lê gelo ew îmkan hebûya, wê xatir bixwesta ji dinyayê, nayê zanîn. Agir, agirê hikmeta  Zerdeştê zane. Ruhê Ahûra Mazda, erd û ezman, ax û Berzan. Agir, bedenek jîr şewitand, heyînîyek pîroz vejand. Bêrîya te dikim birako…

Dizanim, azadî nivîsên li ser dilê min e. Azadî, di kelîmeyên li ser zimanê min de ne. Ezê derxin wan kelîmeyan, li ser dîwarên mezin yên welatê te bikolin. Bixim name ji  hêvîyên te re. Bla bibe derman ji janên wan re. Azadî di êşa te yê ewil de ye. Ji wê, ezê ji nû ve destpê bikim. Belkî bi tevgerên te şa bibim,  belkî biherçiqim di bin giranîya wan de.  Belkî bi saya te, ji nû ve bi derdê dinê kevim. Bibime birîndarê xeyalên te.  Ji wan re bibim sedema hebûnê, derîyê çareserîyê. Bibim bûsek ji xemzê li ser sûretên wan re, bibim bawerî ji nemêrîya te re…

Bêrîya te dikim bira. Dewsa lingên te ma ji min re, kenên te, gazîyên te, “wêneyên te ma di paşila min de..”  Navê te ji ber dikim, têm li ser merxber, ber serê te rûdinêm. Na, ev tu nînî tê de. Tê rabî, telefona vekî ji me re, hêvîyên me teze bikî, xemên me birevînî.

Lê ji slava te bêpar dimînim, di sibe û êvara de, bi te xemgînim…  Xweş nîne na, bedew nîne dinya, bê te… 

 

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen