Ka Em Bavên Ber Aqil

Ka Em Bavên Ber Aqil

Hebû tunebû, rehmet li gora dê û bavên min û we bû, li gundekî sê bira hebûn. Ji malê dinê tenê du kerê wan hebûn. Bi van kerana ji çiyê êzing dibirin bajêr difirotin û jiyana xwe pê dom dikirin.
Rojek ji rojan, ev herdu kerê wan hatin dizîn. Çol û çiya gişt geriyan nedîtin. Berê xwe dan malên gundiyan, disa nedîtin. Hersê bira li ser kevirekî rûniştin û ji hev re gotin:
– Ka em bavên ber aqila?
Yê mezin got:
– Heger ez bim, ê ku kerê me biriye yekî kinik e.
Yê ortê got:
– Ger kinik e, ji Xirbebelik e.
Yê biçûk got:
– Ger kinik e û Xirbebelik e, sed ji sedî ew Elik e.
Rabûn berê xwe dan gundê Xirbebelik. Girtin ser mala Elik.
Jê re gotin:
– Zû kanîn kerên me?
Elik got:
– Kerên we ne li cem min in.
Wan got:
– Me avêt ber aqila ker li cem te derket.
Elik got:
– Ger hûn bi aqilê xwe bawer in, çi di bin lihêfa min de ye?

Yê mezin got:
– Ger ez ez bim, tiştê di bin lihêfa te de ye tiştekî girover e.
Yê ortê got:
– Ger girover e, ez bibêm orte sor e.
Yê biçûk jî got:
– Ger girover e, orte sor e û sed ji sedî hinar e
Elik zer û şîn bû, destê wî di ber de ket û got: „Kerê we wane di tewlê de ne.“