Seregola Intabê

Sîyabend û Xecê
Şivan Perwer, melûm e, hunermedé herî mezin û bin av û deng ya Kurda ye. Ne hewce ye ku em li ser giranbihatîya hunera wî bisenin. Bé guman dengbêjé evînê, evîna ye. Evîna wî ê herî mezin welat e, welatparêzî ye. Lê ew di hunera xwe de gelek cara li ser birîna dila, dilketîyan jî disene. Gelek kilamén wî yén li ser eşqé û evîna beşerî heye. Mesela “Xeydoké” em dikarin béjin destanek e. Her wiha gelek yén din hene. “Xezal xezal” jî yek ji wan e.
Di “Xezal” de evîndar gelek gazin û sîtema dike, dikeve nav derd û kula û ji desté van xwe diavé pésîr û péşa Çîyayé Sîpané, Sîpana Xelaté…
“Îro min bala xwe da Çîyayé Sîpané Xelaté,
Berfé lé kirîye oy Xezal…
Dîsa min dît bilbilé malxirab di quntara çîyé de hélûn çékirîye oy cefayé…
Sala par heta van çaxa Xezal ya min bû,
Sala îsal méré heram rabû lélé dewa lé kir…”
Her wek Şivan Perwer gelek hunermend û denhbéjén din jî di gelek kilamén xwe yén cûr be cûr de behsa Sîpané dikin. Wek mînak yek ji wan jî Hozan Serhad e:
“Ké here axa Tetwané
Wé bibîne çîyayé Sîpané
Cîh û waré Sîyabend û Xecê
Xemla rewşa Kurdistané…”
Ji ber ku Kurd çîyayîne huner û evînén wan, jîyan û serpéhatîyén wan bé çil û çîya helbet nabû ye… Gelek çîyayén Kurda hene, ne hewce ye ku em li vé deré behsa wan bikin, tev jî waré şer û dewén Kurda bûne her tim, té zanîn. Lé din av wan de em dikarin béjin, tené Çîyayé Sipanaé Xelaté, çîyayé evînî û evîndarîyé ye.
Sîpanê Xelatê bilindahîya wé 4.058 m’ye. Yek ji çiyayên mezin ên Kurdistanê ye. Sîpan li berava bakurê Gola Wanê ye. Li serê çîyayê Sîpanê Xelatê Serpêhatiya Siyabend û Xecê derbas dibe û herd evîndar li wî derê diçin ser dilovanîya xwe. Ji ber vé Sîpanê Xelatê li wêjeya kurdî de cîhekî girîng digre. Jixwe ev sedema mijara me ye jî.
—
Em werin ser çîroka xwe, çîroka Siyabend û Xecé:
Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê xortekî nêçirvan digeriya. Navê vî xortî Siyabend bû. Siyabend ji gundê Silîvê bû. Loma jê re digotin Siyabendê Silîvî.
Siyabend xortekî çeleng û bedew bû. Dilê wî ketibû Xecê. Xecê jî keçeke pir bedew bû. Wisan bedew bû, ku çavê kê lê biketa aqil ji serê wî diçû. Lé dilé Xecê di ev xorté me é çeleng da bû. Mixabin Siyabend pir xizan bû. Nikaribû ku qelenê Xecê bide û ji xwe re bîne.
Bavê Xecê Kurdekî dewlemend bû. Wî dizanibû ku dilê Xecê û Siyabend di hev de heye. Wî jî Siyabend qebûl dikir, lê ji temahiya dinê, dixwest keça xwe bide yekî dewlemend, ku bikaribe qelenekî pir ji bistîne.
Meriv ji mêranî, mêrxasî, hurmet û bedewiya Siyabend têr nedibû. Siyabend û Xecê herdu jî dengbêj bûn. Dema ku wan bi dizî hevûdu didîtin, dilê wan geş dibû, kêfa wan dihat, bi hev re henek dikirin û dikeniyan. Lê dema ku behsa qelend dibû, Xecé digiriya. Siyabend li ber dilê wê digerîya û nedihişt ku ew bigirî.
Wî digot,“bi çi awayî dibe bila bibe, dixwaze bila bi rindî be, dixwaze bila bi xirabî be, heta dixwaze bila kuştin jî tê de hebe, ez ê dîsa Xecê ji xwe re bînim, destê min ji Xecê nabe…“
Gava qîz, bûk û xortên êla Zîlan top dibûn û diçûn bindarûkê, ku Siyabend û Xecê didîtin, ecêbmayî diman, devê wan xwar dibû û li wan dinhêrîn. Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê ewqas qîz, bûk û xort dicivîyan, ku nedihatin hejmartin. Lê gava ku dibû govend û dengbêjî, kes qasî Siyabend û Xecê nedibû.
Gelek kurên axayan, began û dewletiyan dihatin, ku Xecê ji xwe re bixwazin, lê Xecê ew qebûl nedikirin.
Çend sal ketin navberê, rojekê Siyabend, Xecé revand bir ser Çiyayê Sîpanê Xelatê. Siyabend û Xecê sê roj û sê şevan li wir bi hev şa bûn. Pir bextewar bûn, ku miradê wan bi hev bûbû. Roja çaran, ber bi nîvroyê bû. Herdu di nav kulîlkan de rûniştibûn. Xewa Siyabênd hat. Serê xwe danî ser çoka Xecê û di xew re çû.
Dema ku Siyabend di xewa şêrîn de bû û Xecé bi porê wî şa dibû, bi carekê de dengek hat. Xecê nihêrî, ku di besta biniya wan de gakûvîyek direve û sê gakûvîyan jî daye dû wê. Ji wan yekî, ew gakûviya delal ji yên din veqetandiye û daye ber xwe dibe. Lê yên din nawêrin herin ser. Dema ku Xecê ev yeka dît, girîya. Hêsirên wê ji ser sûretê wê yê sor dilop dilop gêr bûn hatin xwarê. Hêsirek hat kete ser sûretê Siyabend. Siyabend, ji xewê bazda ser xwe. Wî bala xwe dayê ku Xecé digirî, pirs kir:
“Xecê, tu çima digirî, ma tu poşman bûyî? Bila li ber destê Xwedê ehd û qerar be, bila bi qewlê mêrê berê be, me heta niha mîna xwîşk û bira bi hev re derbas kiriye. Ku tu poşman î ez te dibim mala bavê te…”
Xecê got:
“Pî.. Siyabend, tu çima wisan dibêjî? Na, ez ne poşman im. Ez heta roja mirinê ji te dûr nakevim.”
Siyabend:
“Ku wisan e, tu çima digirî?”
Xecé got:
“Gavek berê gakûvîyekî, gakûvîyeka rind dabû ber xwe û dibir. Du-sê heb jî ji dûr ve li pey wan diçûn û newêrîbûn xwe bidana ser. Ew gakûvî mêrxasekî mîna te bû. Ji şabûnê û ji eşqa dilé min giriyê min hat.”
Siyabend:
“Ka, bi kîjan alî ve çûn?”
Xecê destê xwe dirêj kir û got:
“A bi vî aliyê han de çûn.”
Siyabend, rabû ser xwe, şûr û mertalê xwe girêdan. Tîr û kevanê xwe hildan û got:
“Li ser vî çiyayê Sîpanê Xelatê ji min mêrtir kesek tune. Ez nêçirvan im. Çawan gakûvî werin di cem min re derbas bin…”
Siyabend li pey gakûviyan ket û çû. Nêzîkî gakûvî bû. Tîrkevanê xwe kişand, dirêjî wî kir ku lêxe, gakûvî xwe wek mirovekî çeng kir û hat cem Siyabend. Struyê xwe li Siyabend xist û ew avêt bin gelî.
Xecê ma ne ma, Siyabend nehat. Te digot qey dilê wê zanibû, ku tiştek bi serê wî de hatiye. Xecé, lezekê şûnde li pey Siyabend çû. Li vî alî û wî alî geriya, Siyabend tunebû. Xecé gelekî geriya, lorîya, paşé hat binê gelî.
Çawan ku gihişt binê gelî, wê dît ku Siyabend li wir e û dinale. Çû ser Siyabend, lé çi bibîne! Darek di pişta wî re çûye û di sîngê re kiriye der.
Xecê li ser derd û kulan re got:
“Serê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e.
Binê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e.
Kê dîtiye, kê bîhîstî ye, ku nêçir, nêçirvan bikuje.
Gakûvîyo, te strudirêjo weke bejna mino,
Çawan te ji hev kir destê jin û mêro,
Strudirêjo weke dara sûkê,
Çawan te xirab kir bextê xort û bûkê?…”
Siyabend li Xecê vegerand:
“Xecê, Xeca min a delal,
Çawan nebû mirazê min û te,
Me ê ji xwe ra li serê Sîpanê Xelatê,
Çêkira konekî rind û delal.
Xecê meke, melûrîne,
Hêstiran di ser sûretê sor de nebarîne…”
Her wiha té gotin Siyabend û Xecê gelek stranan li ser hev dibêjin. Paşé Xecê jî, li wir, xwe ji zinêr diavêje jêr.
Çawa ku çîrokbéj û dengbéja ji beré de gotine û gîhandine me, her sal du gulén sor li ser mexberé wan de vedibin. Tén ku hindik dimîne xwe bigihînin hev, kelemek derté diréjé navbera wan dibe, nahéle ew bigihîjin hev. Té gotin, ew kelem qoçé gakûvîyé ye…
Belé, ev destana evînî ji wek glek destan û çîrokén gelén din yén Dinyayé bi trajîk bi dawî dibe. Em dikarin béjin Sîyabend û Xecé, beramberé Leyla û Mecnûn a Ereban, Ferhat û Şirin é Persîyan, Ramses û Kleopatra a Misirîyan, Napolyon û Josephine a Fransîyan û Romeo û Juliet a Îngilizan e.
Ev jî çîroka me ye, çîroka me Kurda ye ji wéjeya Dinyayé re…
Nivîs
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan