Ahmedê Xanî

Gava meriv ji Agirî’yê dertê û berî xwe dide Bazîdê, rêyek bêçiv û rast, fireh û pak, ku bi qasî 100 km heye, li ber meriv dirêj dibe. Rêwîtîya ber bi Bazîdê, ji ber ku rê dikare we bibe her derî, ji bo gelek ehlî û welatîyan bi heyecan e. Rê, dikare we bibe bin xetê, bike mêvanê eşîrek çîyayî. Her wiha, dikare we derxe Çîyayê Araratê, bike hevalê şevgerên hemdem, an jî têke Qesra Îshak Paşa, bigihîne dîroka qedîm. Belê, rêwîtîya ber bi Bazîdê xweş e, dîmenên der dora bedew e. Gava hûn nêzî Bazîdê dibin, ger hûn bi şans bin, wê ew dem li ser çîyê ewr tune be. Hûnê li ser rê, ji dûr ve bilindahîya çîyê bibînin. Li ali milê rastê  a bilind, li alî milê çepê jî a piçûk, wê xwe peşkeşî ber çavê we  bidin. Her wiha hûnê bihesibînin ku hûn diçin dikevin nav zikê çîyê. Wê çavê we ne li ser rê, lê wê li ser çîyê be. Hûn  nakevin nav Bazîdê, hûnê bikevin bin bandora dîmena Araratê… Her wiha hûnê bi dewlemendîya Araratê bihisin û di binpêşê de çavên xwe li wateyên qedîm û hema bibêjin kevneşop bigerînin, dilên xwe ji serpêhatî û nehatîyên Kurda re bişewitînin.

Di bin pêşa vî çîyayê herî bilind de kesek qedîm heye ku, ev 300 sal e razayî ye: Ehmedê Xanî, yek ji dewlemendiya Araratê ye. Di sala 1651 de li Çolemêrgê, li Gundê Xanî hatî ye dinê. Di 14 salî xwe de dest bi nivisê kiriye. Dema ku „Mem û Zîn“ temam kiriye 44 salî bûye. Xanî, di sala 1707 de li Bazidê wefat kiriye. Gora wî li wir, di bin pêşa Araratê ye û tirba wî ziyaretgaha xelkê ye.

Ehmedê Xanî, berhemên gelek bedew û bi rûmet pêşkeşî edebîyada Kurda kirî ye. Wek tê zanîn Mem û Zîn, berhemê wî ya sereke ye ku di sala 1695 de çap bûye. Xêncî vî Nûbihara Piçûkan jî berhemen din a naskirî ye. Eqîda Îmanê, Eqîdeya Îslamê, Fî Beyanî Erkanî Îslam (Beyanata Erkana Îslamê) berhemên wî yên din in. Ehmedê Xanî ne tenê nivîskar û wêjezan, di heman demê de fîlozof e jî.

Ehmedê Xanî dersên xwe yên feqîtî yê bi Erebê hildide, her wiha Erebî hîn dibe. Di wan deman de yên ku xwedîyên îmkan bûne perwerdehîya xwe di dibistanên feqîyan de pêk anîne. Ji bo Ehmedê Xanî ew îmkan çê hebûye. Ew jî diçe Bazîdê, dest bi Medreseya Mûradîyê dike. Lê li wir namîne, piştî wexta, perwerdehîya xwe li medresên Xelat û Bilîsê didomîne. Paşê diçe Botan û Mezopotamyayê. Pêvejoya axirîyê ya perwerdehîya wî li medresên Bexda, Şam, Heleb û İranê derbas dibe. 

Tê gotin ku Ehmedê Xanî diçe Kâbeyê jî tavaf dike. Di berhemên xwe de xûya dike ku çûye Mısırê jî. Bi taybetî, li medresên Sûrîyeyê de felsefe Yûnana Antîk, di medresên Mezopotamya û Îranê de tasavvûfa Îslamê fêr dibe. Li wan dera li ser astronomî hûr dibe û teknîka şîir û hunerê hildide. Di heman demê de, dîsa li wan dera Feqiye Teyran, Ehmedê Cizirî, Hîpokrat, Platon, Aristo, Farabî, Şahabettîn Sûhreverdî, Mihyeddîn Erebî, Elî Herîrî, Fîrdevsî û Ömer Hayam dinase, li ser eser û xebatên wan dixebite. Ehmedê Xanî, piştî demajoyek dewlemend ya perwerdehîyê û piştî gerek berfireh ji bo dîtina dinyayê, bi îlm û îrfanek kûr dîsa vedigere Bazîdê, dest bi dayîna dersa dike.   Yek ji taybetên balkêş ya Ehmedê Xanî welatparêzî û gelperwerdehîya wî ye. Ew, di waxtê xwe de li heremê, pêşengê ronahî bûnê bûye. Em dikarin bibêjin ku di tim remanên wî de têma bingehîn ev e. Ew nemaze li ser yekîtî, pêşketin û azadîya Kurda sekinî ye. Di berhemên xwe de rewşa Kurda ya nebaş, jihevbûyî û bindest wek pirsgirekek lezgîn ya ber çareserkirinê ditîye, bi giranî li ser sekînî ye. Pêşveçûna çand û ziman gellek girîng dîtî ye, ji ber wê, berhemên xwe, wek tê zanîn, bi Kurdî nivîsî ye.

Ehmedê Xanî her çiqas alimek welatparêz bû ye jî, lê tu car nijadperest nebû ye. Ehmedê Xanî dîrok, çand û qîmetên olî ya xelqên cînar wek nêzikahîyek biratî dîtî ye û wisa nirxandî ye.  Ehmedê Xanî mamostayek baş û pêşketî û pîsporê zimane jî. Felsefe, teolojî û edebîyata waxtê xwe baş xûnaftî ye û li ser xîmên berhemên xwe reşandî ye. Xêncî Kurdî, serdestê Erebî, Farisî û Osmanî jî bû ye. Di Mem û Zîn de,bi awaya dahûrîna bûyara ve xwendevan ji xwe re  dike heyran û sermest dike. Vegotinê xwe vecîzî ye. Di fikir û vegotinên xwe de bandora Arîsto û Eflatûn xûya dike.

Ji ber ku pîsporê ziman e bi awakî hêsan zimanê Îslamî, yanî Erebî hînê zarên Kurda dike. Ji bo hînbûna ziman, metodên pratîk ku xelq bikaribe bi hêsanî fem bike saz dike. Di Nûbihara Piçûkan” de dibêje. “ Ne ji bo sahîp rewacan, belkî ji bo piçûkên Kurmancan.” Her wiha xûya dike ku îlm û îrfana xwe ne ji bo zûmreya dewlemenda, lê bi giranî ji bo gel û bindesta bikar anîye.

Welhasil, Fîrdevsî ji bo Îranîyan, Eflatûn ji bo Yûnanîyan çi be, Xanî jî ji bo Kurda ew e. Di civaka de, ji berê heta îro, her daîm şexsîyetên girîng û pêşeng gihîştine. Hinek ji wan Pêxemberin, berdevkê hêzên îlahî ne. Hinek ji wan leheng in, alên siûda gelen xwe ne. Hinek ji wan jî alimin, niçîrvanê sir û nagîhanên dinya û jîyanê ne. Her wiha Ehmedê Xanî jî di vê qategorîya dawîn de ye. Ji ber ku Xanî, li ser jîyanê û pêşveçûna însanîyetê sekînî ye û di xebat û berhemên xwe de krîterên îlmî û felsefî ya gerdunî  bikar anîye, ji boyê navê wî di qonaxa felsefe û zanîstîyê de cîhek birûmet girtî ye. Aristoteles, şagirtê Eflatûn, memostayê Îslenderê Mezin e. Di dema xwe de bingeha felsefeya antîk avakirî ye. Alimên Îslamê, yên ku Aristo li ser atmosfera Îslamê nirxandine, jê re gotine “mamosteyê yekem.” Farabî, bêyî ku ol û bawerîya Îslamê li der ve bihêle, şîroveyên nû li felsefeya Arîsto dike û rêya tasavvûfê vedike. Nêrîna,“xwesteka meriv, efendîyê kaînatê ye” berhema vê ekolê ye. Her wiha Farabî ji bo pêşveçûna civaka metodên zanîstî yên nû formûle kirî ye. Ji bo vê û xebatên herî dewlemend yên Farabî, di alema îlmî ya Îslamê de, Farabî, piştî Arîsto,  bi “mamosteyê duyemîn” hatîye binav kirin.

Ehmedê Xanî mîratkarê herd memostaya ye.  Xanî xwestî ye ku hiqûq bi otorîte re bizewice û pê re bibe yekvicûd. Ji bo Xanî, azadbûn û bextewarîya ferda, bi otorîteyek hiqûqî ve girêdayî ye.  Azadîya ferdî, beramberê azadîya xwestekê ye. Yanî dikare were gotin ku Ehmedê Xanî, bavê fikir ya dewleta bihiqûq a azadîxwez e. Yan jî bi gotinek din, formûlesazê dewleta hiqûqa demoqratîk e. Ji ber van xebatên Ehmedê Xanî yên sosyalî, sîyasî, felsefî ûhwd. piştî Arîsto û Farabî, jê re gotine “mamosteyê sêyemîn.” Nivîskar H. Mem,  di pirtûka xwe ya “Mamosteyê Sêyemîn Xanî” de li ser vê mijarê bi firehî disene.  Îro, nemaze dîrokzanên felsefeya rojhilatê qebûl dikin ku ne Xanî ne jî Farabî, bi qasî Arîstoteles hilnehatine ber çavan. Farbî û Xanî, wek Arîsto, ku fîlozafek bi nav û deng ya dinyayê ye, nehatine naskirin.  Farabî ji alî devdorên zanîstî çiqas hatibe bi sînorkirin, Xanî jî ewqas ne hatîye ronîkirin. Xezîneya wî nehatîye kefşkirin. Di bin pêşa Araratê de, hê îro jî veşartî ma ye.  Belê, gava meriv ji Agirî’yê dertê û berî xwe dide Bazîdê, rêyek bêçiv û rast, fireh û pak, ku bi qasî 100 km heye, li ber meriv dirêj dibe. Rêwîtîya ber bi Bazîdê, ji ber ku rê dikare we bibe her derî, ji bo gelek ehlî û welatîyan bi heyecan e. Rê, dikare we bibe ba Tirba Xanî, di dilê we de bibe sedema peydabûna hizûr û aramîyek bêsînor, we li wir bihêle, ji zeman û mekanê biqetîne, bibe sedsala 17’an, derxe hizûra îlm û îrfana qedîm ya Ehmedê Xanî…  Li heremê tê gotin ku kesên rêya wan ber bi Bazîdê dikeve, ger ku neçên serîk li Tirba Xanî nedin, kar û şixulê wan lihev nayê, di tu emelê xwe de sernakevin û nagihîjine miradên xwe.  Ji vî, gava berî we dikeve Bazîdê, bihêlin bla rê we bibe cem Xanî. Heye ku xezîneya veşartî, li benda aqilê we.


Seregol


Aforîzmayên Ahmedê Xanî

  • Zimanê min sira min veşêre jî, rewşa min diyar dike. 
  • Tebat dermanekî bi êş e, diêşîne lê pak dike.
  • Derd, çiqas bê gotin ew qas mezin dibe, çiqas belav be ew qas har dibe, di dawiyê de jî merivan dişewitîne, xilas dike.
  • Singa kesên deryadil, hedefa tîra herî bi jehr e.
  • Kesê ku bikeve bin fermana dil, para wî tenêtiye.
  • Agirê ku dikeve nav dil pir dilsoje.
  • Ji dilşadî û xemgîniyê re hemsir hewceye.
  • Kesên arzûmend bi berjewendîne, lê evîndar cangorî ne.
  • Şev du canin; hinek wekî Tacdîn dixwezin ku bigihîjin hev, hinek jî zehmetiyê hildijbêrin wekî Mem û Zîn.
  • Sermiyana tenêtiyê dînîtî ye.
  • Kesê ku birînê dide te û dilşadiyê ji xwe re hildide ew kes heval nîne.
  • Ga dimre çerm dimîne, mêr dimre nav dimîne.
  • Meriv him ronahiye him jî tariye. Him nêz e him jî dûrî ye.
  • Kê ku nezanî bi zanistê ve guhartiye, ew idî sifrê xwe bi zêr ve guhartiye.
  • Ji kîndaran feyde nayê, ew kes bira be jî.
  • Derdê xwe ji nezana re, şaşwaz û zarokan re nebêje.
Nivîs
Nach oben scrollen