Çîyayê Şengalê

Were em li destê hev bigrin

Berbi çîyayê Şengalê herin

Çadira li ser çîyayê dayinin

Bibin bi hevre çînarê hevdû.

 

Şengal gunehe bi tenê maye

Dilê milet di birîn de maye

Kolanên Şengalê xirab bûye

Avên kaniya jî şêlû bûne.

 

Were em li destên hev bigrin

Berbi çîyayê Şengalê herin

Bayê ferman li vir hatiye mevan

Belgê dara waşyandiya temam

 

Barane xwinê erdê şilkiriye

Gulên Şengalê tev pêpeskiriye

Çiyayê Şengalê bê guman mane

De were em bi hevre herin li wir.

 


 Karîna Osêyan

 

Nach oben scrollen