
Gozel
Sîng û berê kew-gozelê Elegez e,
Vê biharê wê xemilye rez bi rez e:
Memikê yarê ser bedenê cot kanîne,
Xalêd sûret mîna konê Kurmancîne.
Guliyê yarê mîna cewê der biharê
Hev girtine, fitil-fitil têne xarê.
Ezê li ser kaw-kubarê bengiyê xefur,
Min da desta û lîlandin sîmê tembûr,
Min go:-Yarê, tembûr destê min de helîya,
Were lawikê xwe keremke cotê gulîya. . .
Go:- Beytûyo, porr û gulîyê min qumaşin,
Yêngê mîna te bêsewda û bêhişin.
Sîng û berê min zozan e, ez çevreşi im,
Ne ya te me, para lawikê xwe keleşim. . .
Got berzeqê û bi avir min nihêrî,
Avirê wê min bûn mîna kêr û dirî. . .
Cotê gulîya bûn cote mer û min venîn,
Sazê min ket, tilî-pêçiyê min lerizîn…
Mêrg û geliyê Elegezê girtin dûman,
Nizam çira gelo bihar bû zivistan. . .
***
Zeriyê zenda zer hildaye ta enîşkê,
Raser hatye, dibişêve serê keşkê…
Ew keşk nîne, reben dilê mine, yazix,
Ji dest huba wê dihele, usa dişkê…
***
Xwezil, xwezil, ya min biyayî,
Xwezila bûka diya min bûyayî,
Te çok veda ber pîngê wê,
Serî bida ser sîngê wê,
Porr û gulîyê xwe reş berda,
Diya min porê te vegirta,
û min destê wê yê çira
Li ser porê te paç kira…
***
Ez bûm kanî, jorda hatim,
Ber bi baxçê te xulxulîm,
Sura dilê te da ser min,
Ax nîvê rê ez cemidîm.
***
Lawikê min çû, bû xwendekar,
Ber bi gundê me nayê,
Yara xwe hîşt, çara xwe hîşt,
Bîrkir sozê dinyayê.
Şeherlûke tîtik-mîtik
Qey muhbeta wî kirî,
Dilê lawikê min bû kevir,
Çerxa min çep zivirî.
Ez çi bikim bejina bilind,
Xirxê xweyî reng-rengî,
Gava lawikê minê ezîz
Ser şeherlûyê bû bengî…
Hergê bêjim: „Were, lawik,
Ez xezala serê çîya“,
Ax wê bêje: „şeherlûya min
Kew-gozela nav baxça“.
Hergê bêjim: „Were, lawik,
Ez sosinim, gula reng“,
Ax wê bêje: „Barişna min
Hewirmişa al-fireng“…
Wekî bêjim: „Ezê te re
çêkim berr û xalîça“,
Wê bê: „Dosta min dizane
Nexş-nîgarê şah, padişa“.
Min rebenê, hergê bêjim:
“ Ez xanimeke cindî“,
Heqî-heqiyê wê bê:
„Dostê prafesor û xwendî…“
Na gidîno, qesem-qirar,
Xwendikarî bûye dem,
Ezê hildim qey xatira
Defter, kaxwez û qelem…
Fêrîkê Ûsiv
Çavkanî: Asoya Helbesta Kurdî
Çavkanî: Asoya Helbesta Kurdî