Seregola Intabê

Serpêhatîyên Stranên Kurdî

Serpêhatîyên Stranên Kurdî

“Yên ku kilamên welatekî çêdikin ji yên zagonan çêdikin birûmettir in!”  Thales

Konfîçyûs gotîye, “ku karê îdarekirina welatekî bidana min, bêguman minê, bi lêkolîna li ser ziman destpêbikira.” Ji ber ku seeta avahî û îfadeya reman li ser xîmê ziman e.

Ziman, belê wek tê zanîn sazûmana sembola ne. Lê di heman demê de pîvana wateyan e jî. Çi biwatene  yan bêwatene, tev li ser ziman digere. Her wiha bandora terza me yê bikaranîna ziman, li ser çand û sazûmanên din yên çandê, xwe dide der. Ziman pergala berkêşana zanînê, parvekirina qada herî bilind ya serpêhatîyên çandî û ferdî ye. Pêka sembolîze kirina bal, bawerî û ferasetên me dike ku bigihîne kesên din û ewan bikaribin li ser binirxin. Ziman, bûye rêya bingeh ya berkêşîyê ku çandê derbasî nifşên nû dike. Fikir û remanên me yên li ser dunyayê bi wê çêdibe û dîsa bi wê îfada xwe dibîne. Tirkekî ku bi Tirkî difikire, ji Kurdekî ku bi Kurdî difikire cûdatir jîyanê dinirxîne. Hemû taybetîyên çandî di ziman de veşarîne. Her wiha karektera civakî û taybetîyên çandê jî dîsa di zimandanin. Çawa ku karektera civakî, terza jîyanê, nêrîna li ser dunyayê ji çandê cûdatir nayê fikirandin, ziman jî ji çandê cûda nîne.

Hunermend û Helbestvanekî Navdar Hesen Zîrek

Her wiha bi giştî mûzîk jî wek ziman xwedîyê heman avahî û fonksîyona îfadeya nasnameya çandî û nêrîna dunyayê ye. Mûzîk jî zimanê civakî ye. Ew jî şeklê jîyana me, hêjayîyên me, edet û kevneşopên me dide der û digihîne nifşên nû.

Em dikarin bêjin mûzîk jî mîna ziman, bi bîranîn û serpêhatîyên civakê  ve dagirkirîye. Bi vî awayî dikare bê gotin ku mûzîk jî bi qasî ziman xwedîyê taybetîyek netewî ye.

Mesela gava hûn li ser kilamek dengbêjîyê hûr bibin, hûnê tê de jîyana civakî, bawerî, hêjayî, ziman û awazên neteweyî bibînin. Di kilamek de carna bûyer û serpahatî, carna çîrokek bixem tê ziman.

Ji ber van pêkeran, divê her mûzîk û mûsîkî, her kilam û stran, bi giştî her berhemên hunerê di xwezaya xwe de, eserê kîjan ziman û çandê ye divê di orîjînalîya xwe de bimîne.

Hunermendekî Navdar: Tahsin Taha

Lê em di her baskê hunerê, di nav her miletî, di her çandê û şaristanîyê û di her serdeman de rastî eser û berhemên ku kiras guhirandine tên.  Du sedemên sereke hene ku ji ber wan berhemên hunerê kiras diguhurînin: A yekemîn dayîn standina gelên cînar e. Gelên cînar, şert û şûrtên dunyayê, hûr û girên jîyanê, taybetîyên bawerîyê û berhemên hunerê didin hev û ji hev distînîn, dikevin bin bondora hev û di hin mijaran de dişibin hev jî. Ev sedemek bêgune, asayî û meşrû ye.

Mesela şano ji Grekan derketîye û dinav milet û medenîyetên dunyayê de belav bûye. Wênesazî her çiqas mînaka yekem li Fransa’yê, di Şikevta Chaûvet hatibe dîtin ji, dirêjî salên dûr yên B.Z. dibe û mîrata hevpar ya însanîyetê ye. Dîsa hunerên wek heykel, wêje, reqs û hemû baskên fonetîkan berhem û pêmayîyên hevpar yên mîrovahîyêye. Di nav wan de dayîn û standin her hebûye û dibe jî…

Lê sedema duyemîn biproblem e. Di vir de paqijî û dilpakî tuneye. Hin kesên ku xwe wek “hunermend” binav dikin, ji ber ku nikarin bi xwe eser û berhema biafirînin, çav berdidin yên hazir û ji wan, hama bêje didizin. Ev rewş bi zêdeyî di hunerên fonetîk de heta niha pêkhatîye. Meqam û qaîdeyan, melodîyan, ziman û gotinên wê diguhurînin û lê xweyî dertên, wekî ku bi xwe çêkiribin pêşberê sûjeyên estetîk dikin.

Mehemed Arif Cizrewî . Dengbêj û Hunermendê Kurdî. Kilmên wî yê bi naskirî jî hatine dizîn.

Li Tirkîye’yê, em di salên 60’îyan de rastî mînakên yekem tên. Ji salên 60’î heta yên 70’yan bayê serdestîya arajmanan ber bi çav dikeve. Hunermendên Tirk, bi piranî stranên Fransizî, bi giştî yên Rojavayî hildane, gotinên Tirkî li ser wan bar kirine û gotine. Mesela hûn li Wîkîpedîa’yê binhêrin, hûnê rastî nêzî 100 stranên aranje werin ku Ajda Pekkan gotîye. Lê ne ew tenê, Ayla Dîkmen, Alpay, Aşkın Nur Yengi, Ayla Algan, Candan Erçetin, Cem Karaca, Ferdi Özbeğen, Fikret Kızılok, Füsun Önal, Gönül Yazar, Leman Sam, Nilüfer, Nükhet Duru, Özdemir Erdoğan, Selçuk Ural, Sezen Aksu, Tanju Okan, Tarkan, Zerrin Özer û hê gelekê din ku em nikarin li ser vî rûpelê dirêj bikin, stranên xerîb hildane, bi Tirkitî gotine.

Stranên wek Una Calle Nos Separa (Anlamazdin) ku ya Leo Dan ê Arjantînî ye,  T’as L’air D’une Chanson (Kadınım) ya Serge Reggiani ê Fransî, Ederlezi( Hıdırellez) ya Goran Bregović ê Hirvat û Darîner Antsan (Sevda Kuşun Kanadinda) ya Harout Pamboukjian ê Ermenî ye, mînakên sereke yên ji wan in.

Helbet heman tişt tê serê stran û kilamên Kurdî jî. Ev hunermendên ku me navê hinek ji wan li jorê daye, ji ber ku berê wan li Rojavayê, li Avrûpayê bûye, stranên wan hildane, aranje kirine û lê xwedî derketine. Baskek ji wan jî, ku gelekê wan Kurd in, stranên Kurdî hildane, gotinên Tirkî li ser wan kirine û gotine. Lê bêşansîya stranên Kurdî ewe ku navê aranje jî lê nekirine. Ewên ku wan stranên Kurdî hildane bi gotinên Tirkî gotine, stran, ne wek parçeyek aranje, lê wekî ku orjînal e pêşber kirine û ji binî ve rastîya wan veşartine. Mesela we ji Cumhur Sezer Önal, Sezen Aksu, Tanju Okan, Cem Karaca pirs bikira, wê aranje kirina stranên ku gotine qebûl bikirina, lê hûn îro ji Ibrahim Tatlıses, ji Izzet Altınmeşe, Burhan Çaçan yan jî ji Kazancı Bedîh pirs bikin, wê rastî û orîjînalîya gelek stranên Kurdî înkar bikin.  

Lê dilxweşîyek heye ku ew jî stran û kilamên miletan bi înkarkirina dizên çandê ve winda nabin.  Ji ber ku stran û kilam, bi destê dengbêj û hunermada bi serdanpê rihê milet û gel didin der. Derd û kulan, êş û janan, hêvî û bêrîyan, şer û dewan, evînan, serpêhatîyan didin ser melodîyan, dibin awaz û lîyana herêman, tînin li ser dil û rihan direşînin.

Gelek kilam û stranên Kurdî hene ku bi heman meqam û melodîyan ve gotinên wan hatine guhartin û bi Tirkî hatine gotin. Me ji nava wan 10 heba bijart û em li jêrê pêşberê we dikin.

1. Ez Kevok im

Gotin û awaz: Hesen Cizrawî

Yên gotine: M.Arîf Cizrawî, Hesen Zîrek, Kamkaran, Dilşad, Şehram Nazerî û Aynûr Doğan

Versiyona Tirkitî: Hele Yar Zalım Yar

Yên gotine: Celal Güzelses, Ibrahim Tatlıses, Izzet Altınmeşe

2. Yek Momik

Gotin û awaz: Anonîm

Yên gotine: Şivan Perwer, Nîzamettîn Arîç

Versîyona Tirkitî: Bir Mumdur

Yên gotine: Neriman Tüfekçi, Tarık Çıkıntaş, Ibrahim Tatlıses

3. Edilê Yeman

Gotin û awaz: Hesen Zîrek

Versîyona Tirkitî: Yaylalar Yaylalar

Yên gotine: Muharrem Akkuş

4. Leyla

Gotin û awaz: Hesen Zîrek

Yên gotine: Şivan Perwer, Kardeş Türküler

Versîyona Tirkitî: Çavuş Kızı Leyla

Yên gotine: Kürşat, Özcan Deniz

5. Rabe Cotyar

Gotin û awaz: Tahsîn Taha

Versîyona Tirkitî: Beyaz Gül Kırmızı Gül

Yên gotine: Ibrahim Tatlıses, Alişan, Azer Bülbül, Nuray Hafiftaş

6. Ke Dellên Emro

Gotin:Pîremêrd

Awaz: Mele Kerîm

Versîyona Tirkitî: Ada Sahilleri

Yên gotine: Ahmet Kaya, Candan Erçetin, Hamiyet Yüceses, Müzzeyen Senar

7. Emrê Min Bihar e

Gotin û awaz: Hesen Zîrek

Versîyona Tirkitî: Ağlama Yar Ağlama

Yên gotine: Bülent Serttaş, Yavuz Bingöl, Kazancı Bedih, Coşkun Sabah

8. Lo Berde

Gotin û awaz: Anonîm

Yên gotine: Şivan Perwer, Gulistan

Versîyona Tirkitî: Makaram Sarı Bağlar

Yên gotine: Muzzafer Sarısözen, Kıraç, Belkıs Akkale, Orkestra Yonca

9. Cahiltî

Gotin û awaz: Kerem Gerdenzdrî

Versîyona Tirkitî: Cahil

Yên gotine: Serdar Ortaç

10. Ximximê Torîvanê

Gotin û awaz: Anonîm

Yên gotine: Ayşe Şan, Karapetê Xeco, Rewşen Çeliker

Versîyona Tirkitî: Ağrı Dağı’ndan Uçtum

Yên gotine: Burhan Çaçan, Muzaffer Sarısözen

Bêguman ev lîste dikare bi dehan, bi sedan mînakan ve dirêj be. Lê me di nav wan de deh hebê ku herî zêde tên zanîn bijart. Xêncî van, vê axirîyê meqam û awazên Kurdî yên gelêrî ku bi qaydê îlahîyan tên xwendin jî peyda bûne. Gava me li ser tora înternetê şehirand,  me dî ku gelek in. Lê yek ji wan kilamek Kazo ye ku li ser Gelî gotîye, bi navê “uçun kuşlar Medine’ye” ji ali yekî teze rabûyî ku navê wî  A.Önül e wek ilahi tê xwendin.

Wekî me li jor jî got,  stran û kilamên miletan bi înkarkirina dizên çandê ve winda nabin.  Ji ber ku stran û kilam, bi destê dengbêj û hunermada, bi serdanpê rihê milet û gel didin der. Derd û kulan, êş û janan, hêvî û bêrîyan, şer û dewan, evînan, serpêhatîyan didin ser melodîyan, dibin awaz û lîyana herêman, tînin li ser dil û rihan direşînin.

Ji ber ku mûzîk, bingeha herî zexm ya medenîyeta meriva ne. Ku nebûya, hevokek wiha nedihat ji Beethoven: “Jê jortir nabe! Bi rêya mûzîk nêzî Yezdan bûn û ji wir bangî mîrovahîyê kirin.”

Nivîs